PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -2

PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” cara pêşin beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa duduyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 149

Rêxistinên Kurdan pey şerrê pêşîn û bikarkirina wan 

Şerkariya kurdî ji bo azadiyê li Tirkiyê di nava pêşdaçûyîna wê da çend merhele derbas kirin û di destpêka sedsala 20mîn da rew^a tevgera neteweyî wergirt, ji bo ku şovînîzma polîtîka Tirkiyê hîn gurr dibû. Binketina Imperatoriya Osmanî di cenga hemcihanê ya pêşîn da, jihevçûn û ketina panislamîzm û panosmanîzmê, tevî bilindbûna pantirkîzmê, ku dixwest binceciyên bi jimara xwe va biçûk bi destê zorê bike tirk û bihelîne, bûn faktoreke baş ji bo hişyarbûn û pêşdeçûna hissê neteweyî li ba Kurdan û geşbûna tevgera wan a azadiyê. Kurd, usa jî gelên mayîn, di dema pîre-pîrbûna Imperatoriya Osmanî da rabûne têkoşînê ji bo mafên xwe yên gelî. Rêxistinên kurdî serokatiya wan tevgeran dikir, wek Komela Damezrandina Kurdistanê (Kürt teşkilati niştimaye cemiyeti, Kürt millî firkasi), ku nemaze li Stembolê kar dikir, Komela Daxuliqandina Kurdan (Kürt teali cemiyeti) ku li Diyarbekirê kar

dikir <145, r.54).

Komela Daxuliqandina Kurdistanê di sala 1918 da li Stembolê hatiye saz kirin. Gelek endamên şêwra serokatîkirinê ya wê ji malbatên bi nav û deng bûn, ku li Kurdistanê navdar bûn. Bingehvanên komelê Bedîuzzeman Melle Seîd Beg, Xalid Begê Moksî, Xelîl Xeyalî Begê Motkî bûn. Bajariyên bieslê xwe va kurd, ku dixwest alîkariya amadekirin û pêkanîna pirsa Kurdan bikin, diketin nava wê komela rewşenbîrên Kurdan.

Komelê şêwra serokatiyê bijart. Kesên ku ketine nava wê Seyid Ebdulkadir (sedrê şêwrê), lawê Ubeydullah Efendiyê ji Şemdînan; Emîn, Elî Beg Bedirxan (cîgirê serokê şêwrê); Ferîk Fuad Paşa ji Botan, lawê wezîrê berê yê karên derve (cîgirê serokê şêwrê yê duyem); Ferîk Hemdî Paşa ji Suleymaniyê, generalekî berê, ku ji text hatiye avêtin (sekreterê sereke); Seyid Abdullah, lawê Seyid Ebdulqadir (hesabdar). Herweha, wek endamserhing, Xelîl Begê ji Dersîmê; serhingê berê M. Alî Beg Bedir Xan; dîndar Xoce Alî Efendî; profesor Şefîk Efendiyê ji Arvasê; berpirsiyarê rojnama sereke ya ‘Tercuman” Babanzade Şukrî Beg; Babanzade Fuad Beg; bazirganbaşî Fethullah Efendî; profesor, doktor Şukri Memet Beg Sekban (14S, r.S2).

Serokatiya Komelê li ser pirsa dayîna mafên neteweyî ji bo Kurdan xwe nerm girtibû û pevgirêdanên xwe yên tevî komên osmanî ne dabûn birîn. Bi bîr û baweriya nivîskarê Tirkan, Metin Tokaç, wê tevî partiya “Azadî û bawerîhevanîn” (Hurriyet ve itilaf) di derheqa dayîna otonomiyê ji bo Kurdan di nava axa Imperatoriya Osmanî da peyman girêdabû (147, r.115).

Anegorî gotara 4mîn a qanûnnama hundurî, Komelê armanca xwe ew yek hesab dikir ku bi matêryalî û rûhanî ji bo pêşdaçûyîna Kurdistanê û daxuliqandina wê kar bike (148, r.439).

Bi gotina serokê heja dijî empêryalîzmê li Tirkiyê, Mistafa Kemal, komikên Komela daxuliqandina Kurdistanê li Diyarbekir, Bitlîs û Elazigê hebûn.

Lê serkaniyên Kurdan ew înkar dikir. Wek tê xuya bûn, Mistafa Kemal ew komele bi Komela daxuliqandina Kurdan ku li Diyarbekirê kar dikir va şaş dikir. Komela Daxuliqandina Kurdistanê, pey zevtkirina Stembolê ji aliyê Ittifaqdaran, karkirina xwe di nava Kurdên bajêr da xurt kir. Anegorî salixên weşana Tirkan, her endamekî Komelê diviya ku her roj quruşek bida. Ev pere û pereyê mayîn ku her meh dikir 1.000 lîra ji serokê Komelê Seyid Ebdulqadir re dihat dayîn (230, 18.IV, 1925). Ji wan peran, ku piraniya wan karkerên kurd dida, Seyid Ebdulqadir wek alîkarî dida komela xwendekarên kurd “Hêvî” (145, r.98).

Komele gihîşte wê yekê ku Kurd ji navçeyên Anatolyayê yên cihê-cihê vegeriyane cî-warên xwe, li ser qulixên bilind li Kurdistana Tirkiyê xuya bûne, pevgirêdan tevî nûnerên Antantayê li Stembolê dane saz kirin. Komelê ew kovar û rojnameyên ku li Stembolê bi zimanê kurdî dihatine weşandin dişandin Diyarbekirê, ji Komela Daxuliqandina Kurdan ra. Ji wan weşanan, yên herî giring li çapxana Komela Daxuliqandina Kurdan dihatin bergirtin, li hev zêde kirin û di nava bineciyan da belav kirin.

Komelê dijî îdêolojiya panturkîst a Siileyman Naizif Bey, Agayêv (Ahmed Aga Oglu), Ziya Gökalp şervanî dikir. Wê yekîtiya bi Komela parastina mafên milletên wilayetên rohilatê, ku ra s t e, çend şêxên Kurdan ên navdar û serekeşîr kiribûn nava koma xwe, lê ku dijî dayîna mafên neteweyî ji bo Kurdam pêş da hat, înkar dikir (148, r.430).

Endamên şêwra serokatîkirinê ya Komela Daxuliqandina Kurdistanê diçûn bal komîsarên amerîkî, ingilîz û fransiz li Stembolê, de’w dikir ku ew mafên Kurdan ên neteweyî bidin. Dema rasthatineke usa tevî komîsêrê amerîkî ye ku tevî wê Seyd Ebdulqadir Efendî, Emîn Elî Beg Bedir Xanî, Bedîuzzeman Melle Seîd, doktor Şukrî Memet Beg, weke berpirsiyarên Kurdan bû,. Wan mêmorandumeke mezin ku tê da xarîta tixûbên Kurdistanê dabûn xuya kirin raberî komîsar kir, pêwistbûna derketina van sînoran ber bi derya da zanîn û hêvî kir ku di wê yekê da alîkarî bidin wan. Vî Komîsêrê amerîkî bersiva wê yekê da : “Aide-toi Dieu t’aidera”, ango : “Tu alîkariya xwe bike, wê demê Xwedê jî ewê alîkariya te bike”, û ji serayê derket. Ji gişkan zehftir, Kurd rastî komîsêrê ingilîz dihatin. Wî gilî dabû ku mafên Kurdan ên neteweyî nas bike. Tevî wî yekê, wî digot ku bona vê yekê Kurd divên berbihêr û mulayim bin. Wek ku berpirsiyarê Kurdan ê bi nav û deng, Zinar Silopî, bi heqî dide xuya kirin, eger bi rastiyê bikeve, wî Kurd dixapandin.

Wek hat nîşan dan, komîsêrê Ingilterê tewre bilindî li Stembolê, gava ku di derheqa wan hevpeyvînan da gilî hate ortê, di têlêgrama xwe ya li ser navê nûnerê Ingilterê yê dîplomasî li Bexdadê, ya 18 nîsan 1919 da, dinivîsî ku Ebdulqadir, yê ku sedrê senata dewletê bû, “li ber min bi navê komîteya Kurdan li vira pêşniyar kiriye, de’wa serbestiya Kurdan kiriye û de’wa azadkirina ji nîrê Tirkiya kirêt kiriye”. Di têlêgrameke mayîn di 3 gulan 1919 da, li ser navê wezîrê Ingiltera Mezin ê karên derva, komîsêrê bilind daye zanîn : “Ew dixwazin ku dewleta wan a azad hebe … Ew dixwazin hetahetayî ji Tirkan xelas bin, yên ku, wek Ebdulqadir dibêje, tucar tu tiş t ji bona wan ne kiriye, ew di derheqa Tirkan da bi dilekî xemgîn û kovan dipeyive” (162, r.21).

Di nava pirsa destanîna mafên neteweyî bona Kurdan, di nava endamên Komela Daxuliqandina Kurdistanê da yekîtiya bîr û baweriyan tu nebû.

Ji bo nimûnê, di civîneke xwe ya destpêka sala 1919 da, endamên Komelê yên genc (Cankurd) li Stembolê de’wkarî kir ku biryara di derheqa nasandina serbestiya Kurdistanê û ji hemû navçeyên Kurdan derxistina hêzên hemû biyaniyan (herweha Tirkan jî) da qebûl bikin. Sedrê Komelê, Seyid Ebdulqadir, dijî wê pêşniyara cankurdan (Kurdên genc) derket. Wî dijderketina xwe bi wê yekê va efû dikir ku Tirkan qayil bûne ku otonomiyê bidin Kurdistanê, ku diviya di bin hukmê Sultan da bûya (gotina wî di derheqa wê peymanê da ye ku Komelê tevî partiya “Azadî û bawerîhevanîn” qol kiriye). Dûvra Seyid Ebdulqadir temî dida endamên Komelê ku herin navçeyên Kurdan û li wira di nava goveka bernama Komelê da propaganda bikin û usa jî bi her awayî dijî sazkirina dewleta ermenî ya neteweyî û serbest ku bi prensîpên serok Day Wîlson hatibû biryar kirin derkevin (I).

Divê ku bê zanîn ku Seyid Ebdulqadir gelek berk dijî yekbûna Ermeniyan û Kurdan û hêviyên wan ên tevayî ku pirsên Ermeniyan û Kurdan bidin safî kirin derket. Ew derkete dijî sazkirina dewleta Kurdan Û got ku tu tiştekî wê dewletê bi sultanetî û xelîfetiyê tu neye (126, r.120-121).

Paşê wî bîr û baweriyên xwe di hindava pirsa di derheqa dewleta Kurdan da hinekî guherandin. Ji bo nimûnê, dema ku ew li dadgeha tevgelên serhildana sala 1925 a Diyarbekirê rabû peyivî, piştgiriya sazkirina komara kurdî ya islamî, ku ewê bi polîtîk ji Imperatoriya Osmanî bihata qetandin lê pevgirêdanên olî-dîndarî bi xelîfetiyê biparasta, kir. Bi bîr û baweriya wî, dîwana diviya ku dîwana serokatiyê ji bav derbasî kur ne bibûya, lê wî ne da zanîn ku di her guhastineke parlementê da ewê serokê dewletê jî bihata guhartin. Serokê dîwanê, gava kar jê neyê, nexweş e an jî mirî ye, ewê wê çaxê dest ji qulixê bikişanda. Ango, Seyid Ebdulqadir monarşiya konstîtusyonî (padîşahiya qanûnî) diparast. Bi tomerî hildayî karê Komelê, ku ji ruyê sazbûna hukûmeta Ankarayê ji Kurdistanê qetiyayî bû, tenê li Stenbolê hinek karê polîtîk dikir.

Pareke endamên Komela Dcimezrandina Kurdistanê ku tabiya Seyid Ebdulqadir bû bi nermiyê ne razî bû, ji Komelê derket û rêxistineke nuh, bi navê “Komela Kurdan a Civakî”, saz kir. Ketine nava wê Komelê : Emîn Alî Beg Bedir Xanî, Ferîd Beg Bedir Xanî, Şukrî Beg Baban, Fuad Beg Baban, Hikmet Beg Baban, doktor Abdullah Cewdet Beg, doktor Şukrî Memet Beg, Kemal Fewzî Begê ji Bitlîsê, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Necmeddîn Huseyn Begê ji Kerkûkê, Molanzade Rifat Beg û Memdûh Selîm Beg. Wan di derheqa sazkirina Komela Kurdan a nuh da komîsêrên dewletên Antantayê li Stembolê agahdar kirin. Kovara “Jîn” ku rêxistina “Hêvî” diweşand, wek rojname, her roj derdiket û tê de bîr û baweriyên “Komela Kurdan a Civakî” diyar dikirin.

Di sala 1921 de, wê Komelê dêlêgasyoneke bi van kesan : Xelîl Rehman Beg Bedir Xan, Mistefa PaşaEmlikî Beg, Kemal Fewzî Beg, Rifat Beg Molanzade da saz kirin û şande Iraqê, ji bo ku ew ji Kurdistana Bakur herine Kurdistana Başûr. Lê dîwanên Ingilterê yên zevtkar ne hişt ku endamên wê Komelê ji Iraqê derbas bin. Wan tenê îzn da Mustafa Paşa ku here Suleymaniyê (ew bi eslê xwe va ji wira bû) û li wira bû wezîrê ronayîdariyê yê hukûmeta “padişahiyê” ku wî çaxî Şêx Mehmûd damezrandibû. Di sala 1922 da, li Stembolê, xaniyê Osmanî yê cezakirina bajarvaniyan civîna dawîn a endamên Komela Kurdan a Civakî da derbas kirin û biryar kir ku endamên wê Komelê yên serokatîkir ji Stembolê derkevin, ji ber ku êdî ferzenda bona karkirinê li wî bajarî ne mabû (145, r.106).

Di derheqa karê Komela Kurdan a Civakî da, ew ala sêrengî ku saz kiriye bîr tîne. Zola pêşîn a vê alê sor e, zola navîn sipî ye û li ser wê roj (tav) hatiye kişandin, zola jêrîn kesk e. Komelê îlan kir ku ew ala neteweyî ya Kurdan e.

Di nava karên Komela Kurdan a Civakî ku roleke giring lîst da, Partiya Kurdistanê ya gelî, ku Necmettîn Huseyn Beg, Mehmûd Beg, Kemal Fewzî Beg, Ezîz Beg Babanzade saz kiribû, ye. Armanca wê pêkanîna daxwaziya neteweyî ye (145, r.60).

Komela Damezrandina Kurdan, ku di nava gel da bi “Komika Kurdan” dihat bi nav kirin, bi pêşniyara endamên Komeleyê yên genc yên “Hêvî”, ku li Diyarbekirê bûn, hate saz kirin. Bona serokatiya Komelê, pêşiyê Ekrem Cemîl Paşa serwêrtî hate bijartin, û ji endamên wê Cercis Zade Kerîm Beg, Çerxîzade Fikrî Beg, Ganîzade Reşad Beg, Cemîl Paşa Ömer Beg, usa jî ji berpirsiyarên Kurdan ên bi nav û deng, wek Ganîzade Cevdet Beg û doktor Fuat Beg, bûn. Komelê, bilî lêhûrbûna di nava pirsên polîtîk da, kemaleke mezin dida hînkirinfêrkirina zimanê kurdî, pêşdaçûyîna çanda wê. Di nava demeke kurt da, Komela Daxuliiqandina (damezrandina) Kurdan li gelek bajarên Kurdan perçên xwe da vekirin. Tenê li Diyarbekirê jimara endamên wê ji hezar mirovî derbastir bû. Bona ku xunedarkarkerên kurd ên bi nav û deng bikevine nava serokatiya Komelê, serwêrtiya wê di nava demeke kurt da ji hev belav bû. Komcivîn hate derbas kirin û tê de Cemîl Paşazade Qasim Beg (bavê Erkem Cemîl Paşa) wek serokê serwêrtiyê hat bijartin, cîgirê wî doktor Ganîzade Cevdet Beg hat bijartin, lê sêkrêter Cerciszade Kerîm Beg û temîdayî-şêwirdar Hemdî Efendî bûn. Wek endamên serwêrtiyê ev kes hatin bijartin : Cemîl Paşa Ömer Beg, Çerxîzade Fikrî Beg û Cemîl Paşa Ekrem Beg. Di nava Komelê da komîsyona bona propagandakirinê hebû. Endamên wê avukat Mehmed Efendî (Bavê Tûjo), Fewzî Efendîzade, Mehmed Efendî, Cemîl Beg, Elî Efendiyê ji Licê bûn.

Di wê demê da, hemû bineciyên Diyarbekirê piştgiriya Komela Damezrandina Kurdan dikir, bilî Lutfx Hecî Ibrahîm Efendî Û mirov-pismamên wî, ku ji malbeta Pirîncîzade bûn, ku bi muxalefeta xwe di derheqa sazkirina Kurdistanê da eyan bûn (145, r.47).

Di nava wê demê da, li wilayetên Tirkiyê yên Rohilatê Komîta Serbestiya Kurdistanê jî dest bi karkirina xwe kir. Pêwist e em bidin zanîn ku ne tenê pir Kurdên gundî ketine nava heja dijî Tirkiyê, lê herweha jî ew kesên ku bûbûne endamên Suwariyên Kurd “Hemîdîyye”, ku heta van demên paşîn jî bi rêjîma Sultan ra bûn û baweriya xwe pê tanî.

Wek hûn dizanin, eskerên “Hemîdiyye” heta dawiya sedsala 19mîn ji aliyê Sultan Abdul Hamîd hatibûn saz kirin. Ew cerdên derebegên Kurdan ên eşîrtiyê bûn. Hukûmeta Tirkiyê ku “Hamîdiyye” da saz kirin û ew kire bin bandûra xwe, dixwest ew bi kar bîne bona ku dijî têkoşîna gelê Ermenî ya neteweyî di nava şerrê dijî Rûsyayê da derkeve, û herweha nehêle ku ew alîkariya têkoşîna Kurdan ku çiqas diçû pêş da diçû bike. Hukûmet gihîşt armanca xwe ya pêşîn. Cerdên derebegên Kurdan di dema qir-gelkujiya ermenî ya sala 1915 da, ku Jön-Tirkan dabû teşkîl kirin, ber bi çav ketin. Tiştê ku ji du armancên mayîn dimîne ew e ku di dema şerrê hemcihanê yê pêşîn da çend deste û tabûrên “Hemîdiyye”, ku perçebûn û pîre-pîrebûna Imperatoriya Osmanî texmîn dikirin, derbasî hêla eskerên rûs bûn û gelek caran berê çek Û gulle dida aliyê hukûmeta Osmanî, û bi wî awayî dibûn faktoreke aktîf bona tevgera Kurdan.

Rast e, gişkan zanîbû ku “Hamîdiyye” komikeke derebegî-rêaksyonêr bû, lê Kemalîstan ew ne dane hildan û dixwest ku Kurdan bona daxwaziyên xwe yên zevtkariyê bi kar bînin. Piraniya eskerên “Hamîdiyye” li “pêşeniya rohilatê” bûn û qumandarê wan, Qerebekir Paşa, dixwest ku wan di nava şerê dijî Ermenistana Daşnakî, dijî gelên Piştqefqasê, lê usa jî bona “nermkirina Kurdan” bide xebatê. Lê wî di qewlên nuh da nikaribû bigihîje armanca xwe. Alayên “Hamîdiyye” ku ji aliyê dîwana Tirkan hatibûn xapandin, ferman ne diqedand û gelek caran radibûn serhildanê. Wê alaya ku qumandariya wê Xalit Beg Cibranlî dikir roleke gelek giring lîst.

Cibranlî Xalit Beg ku ji malbateke Kurdan a mezin a derebeg derketibû, pey temamkirina dibistana Eşîretiyê li Stembolê, di nava teşkîlata “Hemîdiyye” ya qumandariyê da yê herî xwendî û di dereca eskeriyê da jêhatî bû. Ew dema ku hîn genc bû bû serhing û qumandarê alayê û paşê jî yê dîvîzyona eskerên “Hamîdiyye”. Jihevçûyîna Imperatoriya Osmanî, hişyarbûna tevgera Kurdan û “parastina” têkoşîna Kurdan ji aliyê dewletên Roavayê hêvî dikir dilê Xalit Beg û ew hêdî-hêdî dikete nava wê têkoşînê.

Di sala 1920 da, Xalit Beg Cibranlî û zabitên alaya wî yên gumreh dest bi propaganda bîr û baweriya Kurdistana serbest dikir. Li navçeyên Warto, Qerliova, Melezgir, Bulanik, Xunusê, wan tevî şêx û serokên eşîretên Kurdan hevpeyivîn didane derbas kirin, bona şerkariya dijî biryarên kongrên Erzurum û Sivasê, û usa jî dijî wê miqala “Sondxwarina millî” ku tê da dihat dîtin ku Kurdistana Tirkiyê bikeve nava teşkîla Tirkiyê (128, r.117-118). Ew li ser wê dîtinê bûn ku dem hatiye bona ji zordestiya Tirkiyê ku bi sedsalan gelê kurd di nava tarî û belengaziyê da hiştiye, mafên wan ên herî piçûk pêpes kirine xilas bin. Bi wê yekê ra, ew tevayî li ser wê bîr û baweriyê bûn ku bi van qewlên sazbûyî ew dikarin bigihîjin wan mafan, her tenê bi riya bilindkirina dereca hişyarbûna neteweyî, propagadadakirina fikrên şerkariya azadiyê, herweha bi serhildana Kurdan a çekdarî. Loma jî, serokên Kurdan dest pê kir eşîretên ku piştgiriya wan dikir bidin çekdar kirin, temî dida Kurdan ku bi rihalkincên xwe yên neteweyî bigerin, bi kurdî bixwînin û binivîsin, û usa jî afirandinên nivîskarên Kurdan ên polîtîk, ên Xalit Cibranlî, Melle Ahmed Cizîrî, Ahmedê Xanî û h.w.d. belav dikirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev