Pirsa we û bersîva me – 97

Pirsa we û bersîva me – 97

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.

Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin.

 

Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?

 

Bersîv: -Emê îro wek bersîva pirsa we behsa wan bûyeran bikin ku di jîyana profêsor Hecîyê Cindî û lêkolînerê navdar Keremê Anqosî da qewimîne.

 

Hecîyê Cindî û xwendkarên kurd

 

Xwendkarên kurd gelek caran diçûne mêvanîya profêsor Hecîyê Cindî. Wî jî sala pêşin dema her hatineke wan digot: “Berxikên min hatin”. Piştî salekê digot: “Kavirên min hatin”. Gava çend xwendkar sala sisîyan diçine mala wî, ji wana Simoyê Şemo ji tirsan, ku dibe vê carê Hecîyê Cindî bi ji wan ra bêje “Beranên min hatin”, bi xwe berî wî jê dipirse:

-Mamosta, em her sal mezin dibin û tu her caran navekî li me dikî. Lê ne tu jî bi me ra mezin dibî! Îcar tu dibî çi?

Hecîyê Cindî bona ber dilê wî da bê, bi henekî lê vedigerîne, dibêje:

-Çi ye, tu dixwezî bêjî, ku ez jî îsal qey bûme ga?

 

Keremê Anqosî û guhartinên nû

 

Piştî hilweşandina Yekîtîya Sovyet Keremê Anqosî li Înstîtuta Kurdî ya Parîsê dibe mêvan û semînarekê dide. Hevalek jê dipirse, ku piştî Gurcistan serbixwe bû, çi guhartin di nav jîyana we da çê bûn? Keremê Anqosî bona qedirê komara xwe bilind bigire, awa bersîvê dide:

-Berî rûxandinê me ku bixwesta ji we ra telefon vekira, em du rojan li bendê disekinîn, lê niha tenê rojekê dorê disekinin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev