Kurdên Êzdî Cejna Cima pîroz kirin

Kurdên Êzdî Cejna Cima pîroz kirin

Weke her sal îsal jî di dawiya meha Tebaxê de Kurdên Êzdî berê xwe dane Mezargehê Şerfedînê û Cejna Cima pîroz kirin. Di merasîma îsal de nêzîkî 5 hezar kes amade bûn, lê dîsan jî weke berî hatina DAIŞê bi kelecan nebû.

Mezargehê Şerfedîn, ku yek ji çakên Êzdî ye, hersal dawiya meha Tebaxê cemaya wî tê gêran. Îsal jî nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzdî beşdarê Cemayê bûn.

Hemwelatiya bi navê Ferîda Hecî dibêje: “Em hatine vê mezargeha pîroz da ku ji bo rizgarbûna girtiyên di destê DAIŞê de duayan bikin.

Def û bilûr li cem Kurdên Êzdî pîroz in. Ez cima jî bêyî def û bilûr nebû. Lê hemwelatî dibêjin cimayên berê ji yên niha xweştir bûn.

Hemwelatiya bi navê Hediya Malo jî diyar dike: “Ev dabûnerîtên me ne, her çi dibe bila bibe em ê nehêlin tune bibe û were jibîrkirin.”

Micêwirê Mezargeha Şerefdîn Silêman Şêx Behrî jî bi boneya rêwresmên Cejna Cimayê dua û niyaz kirin.

Ji ber karesata mezin a bi ser Kurdên Êzdî de hatibû ev çend sal bûn Cejna Cima nedihate pîrozkirin, lê îsal bi biryara Civata Rûhanî ya Êzdiyan cejn rêwresm hatine gêran.

records Source:http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/250820185

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev