Mihemedê kurd û hin çîrokên din -7

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -7

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Ka em binhêrin derheq wê şevê de qîza mîr çi difikirî. Prenses wek Aksûn nedifikirî û li gorî wê di şeveke wisa zor û dijwar de pêkanîna plane hêsantir bû, ku di rewşeke wilo de, wê herkesê li mala xwe bûya. Li herderê baxçe geriya ku Aksûn, kurmamê, xwe bibîne, pey re çû kete kolikekê û wa dît zilamek di holikê de dirêjkirî ye. Ber bi wî çû û deng lê kir:

“Aksûn rabe, ev ne wextê xewê ye.”

Mihemed dengê wê bihîst lê şaş têgihîşt, ku di erebî de peyv dişibiyan hev û Mihemed jî got qey dibêje “ Ez xewnek im”. Bi bihîstina deng ve rabû ser xwe û bi dotmîrê re ji kolikê derket. Şev tarî bû, prensesê reng û rûçikên Mihemed nedidît, lê pê derxist ku cil û bergên li wî, ne yên welatê wan bû û wisa fikirî ku dixwaze xwe veşêre. Prensesê demançek û perendek dayê û got:

“Min bişopîne.”

Mihemed jî bi wî awayî sîlahên xwe hilda, bi qevde û berpişta xwe ve girêda, li hespê xwe siwar bû û bê xeberdan dest bi riya xwe kirin.

Ba û bager her diçû dijwartir dibû, ku nedihişt Mihemed û prenses heya sibê çend kelîman bikelimin. Roja din, bi hilhatina rojê re, baran sekinîbû, ewr winda bûbûn ku û wan xwe di deşteke fireh de, li ber kaniyekê dîtin. Pişt re prensesê xwest dest û serçavê xwe bişo û dest bi taştêya xwe bike. Herweha vegeriya ser hevrêyê xwe, ku wêtirê hevrê kurmamê we ye. Bi vegerê re li hemberê xwe xortekî bê rî û bê simbêl dît, şaş û matel ma. Di wê şaş û matelya xwe de bi zor û dijwarî got:

“Tu kî yî û tu çi yî?” Lawik got:

“Ez Mihemed im heyran”. Dotmîrê got: “Te di baxçe de çidikir?”

“Li wê deverê cihekî nas tune bû ku ez biçûma, ji wê sedemê ez jî derbasî bêxçe bûbûm ku ji xwe re ciyekî razanê bibînim.”

Piştî wan gotinên Mihemed, dotmîr têgihişt ku xeletiyeke mezin çê bibû û niha di rewşeke şepirze de bû, ku nizanibû dê çawa tevbigere.

Prenses di nav cil û bergên mêran de û serçavê we jî pêçayî bû, ku Mihemed gotê:

“Bavê delal ez kurdek im û çîroka min jî gelekî ecêb e” û wî dest pê kir jê re behsa hemû zor û dijwariyên hatibûn serî wî kir (bi pênc miyan kirrîna xewnê, çawa deriyên bajêr hatibûn girtûn û Mihemed derva mabû, derbasbûna baxçe, dîtina ciyê razanê û denglêkirina dotmîrê)

Pişt re Mihemed got:

“Niha ez ê rabim û te bişopînim, xewna min bide min û bihêle ez rêya xwe bidomînim.”

Piştî wan gotin û beyanên Mihemed, dotmîr li ber xwe ket. Sekinî sekinî û di axiriyê de got:

“Ev xwestina Xwedê ye, min dixwest bi kurmamê xwe re bizewîcim lê Xwedê ne razî ye û di qedera min de yekî din heye. Ger az vegerim bajêr, bavê min û ciya min dê bi vê hedîsê bihesin, ku bi van şerm û fêdiyan ez nikarim li çavên wan binhêrim, ez ê her tiştî ji Xwedê re bihêlim û êdî ya bi xêr.”

Hinekî bi wî awayî fikirî, pey re vegeriya û li rûyê Mihemed nihêrî û dît ku Mihemed xwediyê bedewiyeke bêhempa ye, lê gelekî westiyayî û bêmecal dixuyê. Jê MIhemed re got:

“Ji hespê xwe peya be û were ser kaniyê.”

Taştêya xwe kirin û hespên xwe av dan. Bi qedandina taştê re, dotmîrê gotê:

“Kincên xwe ji xwe bike û bide min”. Mihemed jî bi dilê saf fikirî ku ew kes dixwaze wî bişêlîne. Û got:

“Wîî Xwedê ev ji min kêm bû! Tê çi bikî kincên min ên kevn û qetyayî, ez ê di vê sur û sermayê de bê kinc bimirim”. Dotmîrê got:

“Na na netirse, ez tiştekî nakim, bes dixwazim kincên te bi yên nû ve biguherînim”. Pey re baholek vekir qatek kincên giranbiha jê derxist. Mihemed kincên ji xwe kir, yên nû li xwe kir, ku bi lixwekirina cilan ve bû xortekî gelekî qeşeng. Qeşengiya wî bala dotmîrê kişand, eşq û hezkirinek ji dilê dotmîrê herikî.

Paşê dotmîrê şûşek ji sindoqê derxist û da Mihemed ku vexwe û piştî Mihemed wê jî vexwar. Bi vexwarinê re rengê hinarikên wî hatin guhastin, Mihemed geş û jîndar bû ku ji faniyekî zêdetir dişibiya kesekî pîroz. Wê ji wî hez kir û di demeke kurt de kurmamê xwe ji bîr kir.Eşqê, Mihemed di çavê dotmîrê de, di dinyayê de kiribû zilamê herî qeşeng, ku digot:

Çi mêrekî cindî ye, ku hezar carî ji kurmamê min çêtir e. Ez çiqas şikir bikim kêm e ku xortekî weha rastî min hat. Yanî bi kin û kurtasî dotmîr bûbû serxweşê şadî û serfiraziyê.

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev