HÊLÎNA XEYALAN, Xaylaza Reşîd

HÊLÎNA XEYALAN, Xaylaza Reşîd

Weşanxaneya LÎSê Pirtûkxaneya kurdî zengîn dike

 

Xaylaza Reşîd bi Hêlîna Xeyalan wê derkeve pêşberî xwendevanan. Xaylaza Reşîd, xweş nimûne ye, ji jina Kurd a rewşenbîr û pêşketî re. Xaylaza Reşîd, hêvîyên mamosta, bav û bapîrê xwe li erdê nehişt û di ber wan de jî dixebite heta roja îroyîn. Bi dilê xwe ê nazik û narîn ew mijarên ku di bin bandora wan de maye nivîsandiye. Ji bo keserî, dilşadî û pêkanîna bîra hevbeş hewldanên mezin daye. Helbestên wê balkêş e, dilovan e û mişt tije ne. Dema ez helbestên wê dixwînim an jî guhdarî dikim, careke din hestên Radyoya Rewanê dida me dijîm. Wekî tê zanîn li ser her Kurdekî bandora efsûnî a Radyoya Rewanê heye.

 

Çarşema Sor e, xweyînga min,

Kevanîya mala giranê, de rabe,

Bila sar nemîne kuçikê bavê min.

Ji kuleka bavê me

Bila dîsa dû hilkişe,

Dû quloz be,

Kuçikê bavê me venemire,

Rabe xweyînga min.

Îro Çarşema Sor e,

Em dûa dirozgêh xwe bikin,

Dijmina tesmîlî yekê Jorîn kin,

Em xwe bîr nekin, rabe, xweyînga min…

 

Hêlîna Xeyalan, Xaylaza Reşîd, helbest, 294 rûpel,

Weşanên Lîs 2018 , Amed

ISBN: 978-605-81521-8-2

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev