Êşa genim

Êşa genim

DANASÎN 

“Pirr berê, ji wextê keştiyên ba’yê  ve gava masîvanan li behr’ên bakûr  masîvaniyê kirine xwestine   masiyên girr zindî bigîhînin sûkê. Ji bo vê jî ji textan hewzên mezin çêkirine û masiyan ji xistine nava hewzê û birine sukê. Lê bele arîşeyek derketiye. Ji ber masi di wan hewza de bê tevger dimînîn heya wan digînin sûkê masî nermixî dibin û ji zindîbûna wan tişkî namîne. Masîvanan ji bo pêşiya veya bigrin masîpisîkan davêjin nava  hewzê. Di rê de masîpisîk  pişt, qemçik û serên  masiyên dine gez dikin. Masiyên mezin ji bêgavî heya sûkê direvin û tevdidin xwe. Bi vî ewayî sax û zindî digîhîjin sûkê.”

Îja helbestvan bi helbesta xwe civakê gez dike û wê di diqdiqîne ji bo sax û şiyar pêşve here. Ramazan kavak, di pirtûka xwe ya duyem de jî  hem wek pisîkmasî me gez dike û hem Ji hêmayan newayan çêdike û kêliyên jiyanê di kerrika guhên me de vedibêje;

 

Ji pirtûkê: 

di berkurka demên xitimî de, lîlanên pelişî

di paxila tirsê de hawarên xeriqî

rojimêrên bêhiş,

seatên bedbin,

hûrdemên perçiqî

çend demsal,

û sedsal bihûrîn

dîsa,

axx dîsa,

ji çirkeyan jan û jar diherikî…

 

Nivîskar: Ramazan Kavak

Helbest. Rûpel:64

Malpera me: www.nayayinlari.com

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev