Nameyên evînî -44

Nameyên evînî -44

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a çilûçaran e.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

***

Evîna te carina min difirîne, carina dide girîyandin, carina direqisîne, carina dibêje bêdeng bêrîya ezîza xwe bike, carina jî ji dûrbûna te min dikuje…

 

***

Erê dilê min. Êdî bêrîkirina min jî xwe diguhêre, lê hemû cûreyên wê jî xweş in.

 

***

Dema mirov mêrê xwe hez neke û yekî din hez bike, jîyana bi mêr ra bi serî xwe dojeh e. A din jî: Tuyê mecbûr bî derewan bikî, bixapînî, veşêrî, nebêjî, bitirsî. Bo çi?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev