HEVPEYVÎNEK Û ÇEND TIŞTÊN KU ANÎN BÎRA MIN

HEVPEYVÎNEK Û ÇEND TIŞTÊN KU ANÎN BÎRA MIN

Husên Duzen

 

Berî 3ê Tabaxa 2014an min ev hevpeyvîn bi M.Elî Kut re kiribû. Hîngê hêvî û derfetên kurdan bêtir bûn. Qelșek li hișmendiya kurdewarî ket di 3ê Tebaxa wê salê de. Wek min berê jî gotibû „Tu tișt dê hew mîna berê be. Ji niha pê ve emê bûyerên giring li yên berî û yên piștî 3ê Tebaxê dabeș bikin.”

 

Buhara 2014an bû. Hîngê Firat Kelehkî berpirsyarê beşa kurmancî ya Basnewsê bû. Me li hev kir ku ez zincîreke hevpeyvînan bi kesayetiyên çanda kurdî re ji bo Basnewsê bikim. Wê demê min debara xwe bi karê wergerê dikir. Wek ku tê zanîn kêm caran debar bi karê wergerê dibe. Bi hêviya ku ji bo debarê jî bibe karekî di ber re min dest bi hevpeyvînên Basnewsê kir.

 

Min her carên dosyayek kêmzêde mîna vê hevpeyvînê bi Remezan Alan, Jan Dost, Petra Wurzel, Lorin Dogan û Nuh Ateş re jî amade kir û di Basnewsê de hatin belavkirin. Hinek ji wan ketin nav nivîsê ku pir tên xwendin; gelek kesan bi nameyan jî ez pîroz kirim ji bo wî karê bi kedeke baş dihat amade kirin.

 

Kek Firat Kelehki di serî de got, emê heqdestê te bidin, lê ez nizanim çiqasî. Her ku hevpeyvîn belav bûn û hatin ecibandin, hêviya me bêtir bû ku pereyekî hêjayî wê kedê bê dan ji bo zincîra hevpeyvînan dom bike. Sebra min ji berê de li sohbetên bi kesayetiyên çandê re tê. Piştî ku Kurd1ê programa min Vegotin da rawestand, min dixwest ez bi şêweyekî din sohbetên bi vî tehrî dom bikim. Min dosyayên Basnewsê bi dilxweşî amade dikirin û karê bi Firat Kelehkî re jî sebra min bêtir lê tanî. Ciwamêr ehlê karê xwe bû.

 

Rojekê Firat ji min re got ku ew bi koordînatorê Basnewsê Botan Tahseen

re axivîye û Botan jê re gotiye ewê ji bo wan her pênc şeş dosyayên heta hîngê min amade kiribûn 50,- Dolarî bidin min. Min got ez wî pereyî jî naxwazim, min tika kir ku wî wek alîkarî bişîne ser hesabê Pêşmergeyan. Basnewsê ew jî nekir. Min karê hevpeyvînan rawestand. Piştî bi çendakî ji min re gotin, me heqdestê te ji bo hemû dosya li ser hev kir 100 Dolar, ka bêje em pereyên te çawa bighînin te. Ji bo ev babet bê girtin min got nexwe perekê min li Stenbolê deynin ba kekê min î pirtûkfiroş, qe nebe ew ê ji min re pê çend pirtûkan bişîne. Ji qirdê min î çê re hevalekî mîn î alman hîngê her ji çedakî diçû Stenbolê ji bo karê banka ku wî lê kar dikir. Her diçû jî ji min re du-sê pirtûkên li gor dilê min bi wî pereyê Basnewsê dianî. Piştî cara sisya min dît li gel pirtûkan hinek Euro jî dan min. Got ev jî dawîya hesabê te yî li ba pirtûkfiroş e. Wer xuyabû pirtûkfroş bi wî karî westiya û xwest dawî lê bîne. Pê re ez gihîştim heq destê xwe û hevpeyvîn jî di arşîva Basnewsê de man.

Her carê min dilê xwe pê xweş dikir ku qe nebe li wir dikarin bên xwendin.

 

Berî bi çend rojan linka vê hevpeyvîna bi M.Eli Kut re ber bi çavên min ket, min ew li ser Fecebooka xwe belav kir. Piştre gelek peyam û name ji min re hatin û gazin kirin ku linka min daye venabe. Min dît ku Basnewsê ev hevpeyvîna ku gelek kesan dixwest bixwînin ji malpera xwe biriye. Heyf ku Basnewsê ne tenê ev hevpeyvîn, lê belê tevahiya zincîra wan hevpeyvînên min jê biriye. Gelo çima? Ez nizanim.

 

Piştî van rûdanan min xwest sohbeta bi M.Elî Kut re careke din bê belav kirin, spas ji kek Têmûrê Xelîl re ku ev derfet da min.

Husên Duzen, 29.08.2018

 

DUJMIN REWŞENBÎRÊN KURD LI GOR XWE DIDE LEBIKANDIN

 

Husên Duzen (BasNews): M. Alî Kut, zêdeyî sîh salî ye li exîla Swêdê dijî. Di salên ku wek perwerdekar li ber zarokan bû û van salên dawî wek ajivanê texiyê ji me re dinivîse. Geh bi kurteçîrokan geh jî bi gotarên rexenegirî balê dikşîne ser xwe, Kut. Îsal pirtûka wî ya kurteçîrokan Dereweke Piçûk li Stockholmê derçû. Em li ser wêjeyê, çîrokên wî, rewşenbiriya kurdî, welatê xerîbiyê û gelek babetên din bi M.Alî Kut re axivîn. Bi hêviya ku bi dilê we be.

 

Husên Duzen: M.Elî, tu yek ji kurdên destpêkê yî li Swêdê?

 

M.Alî Kut: Na, ez sala 1983 di meha Adarê de li Swêdê peyda bûm. Ew sal ev sal e, ez hewl didim vegerim welatê xwe lê hêj derfetên min çê nebûn ku vegerim. Ez bawerim Reşo Zîlan, Ekrem Zêrin, Şoreşê Bêrtî û çend kesên din, kurdên herî pêşin in ku hatine Swêdê.

 

Husên Duzen: Belê, rahmetiyê Mehmed Uzun jî hîn di salên 1970î de hatibû. Piştî juntaya leşkerî gelek kurd ji Bakur hatin Swêdê. Tu jî wan salan hatî. Ger ez ne şaş bim cara pêşîn me 1992 li Stockholmê hev dît.

 

M.Alî Kut: Bawerke ew jî nayê bîra min, lê ez dizanim ku ev teqneke dostanîya me dom dike. Di bîra min de ye ku me li Stockholmê him şevên havînan ên spî û şevên kanûnan ên dirêj, sar û tarî tevde bihurandine. Şevbuhêrkên xweş û ronak tevde derbas kirine. Ez bawerim di demên pêşin de, ji xwe ez azib bûm, û cemaet gellek caran li ba min kom dibû. Dawîn min bi ya Hesenê Metê nekir û ez zewicîm!

 

Husên Duzen: Şevbuhêrkin xweş bûn. Ji Hesen û te pê ve gelek caran kek Mihemed hebû û caranan jî Firat. Ger ez ne şaş bim tiştekî mîna vê şîreta Hesenê Metê di çîroka „Goriya Biharê“ de jî derbas dibe.

 

M.Alî Kut:… Belê, heman şîret li wir jî derbas dibe, lê êdî ew karakterekî edebî ye, dikane him rast û him jî fîktîv be. Min ew êdî daye teqdîra xwendevanan.

 

Husên Duzen: Hîn dawiya salên 1980yî jî Weşanên Welat dest bi weşanê kiribû, ne wisa?

 

M.Alî Kut: Belê, karê weşangerîyê me pêşin wekî karê tacirîyê bi nav dikir. Dema me dît ku em dê nikanibin berhemên xwe belav bikin, me dest avêt vî karî û Weşanên Welat damezirand. Lê yê me ew jî îdeal bû û ne bi fikra taciriyê bû. Ne ku ez dibêm karekî şaş e. Wê rojê dema min ji weşangerekî re got ku “ew tacirîyê dike” kirasê xwe qetand. Heyra, ev kara tacirî ye ji xwe, ne eyb û ne şerm e. Lê ya me û Weşanên Welat bi rastî jî îdeal bû, lewra ew kara wê me hemî li nivîskêr werdigerand. Belbî weşanxana me ya pêşin bû ku ji bo berhemên wan î kurdî pere dida nivîskaran. Apê Musa Anter yek ji wan nivîskarên me bû, ku me heqê wî dayê- Ji bo Mihemed Uzun û hemiyên din ku me çap dikirin me pere didan wan. Ew jî bi xêra wê alîkarîya ku me ji swêdîyan werdigirt.

 

Husên Duzen: Tu dibêjî „kar“, ne bi wateya ku pirtûkên we pirr dihatin firotin, alîkariya ku ji bo derxistina pirtûkan ji dewletê dihat, we wek telîf dida nivîskarên xwe, bêguman ên ku ev nedikirin jî hebûn.

 

M.Alî Kut: Wê demê nayê bîra min ku hinek nivîskarên kurd ji bo berhemên xwe ji weşanxaneyan pere werdigirtin. Bilekis gellekan pere didan ji bo ku berhemên wan werin weşandin. Kara me ne di firotina pirtûkan de bû, ew alîkariya ji dewleta Swêd bû, me beşekî wê alîkarîyê li nivîskêr werdigerand.

 

Husên Duzen: Li gel pirtukên Mehmed Uzun, Hesenê Metê û hwd. çend mînakên wergera bi serketî jî derketin di nav weşanên Welat de, li gel ku ne ji zimanê resen bûn jî.

 

M.Alî Kut: Belê, me giraniyeke baş dida wergerê jî.

 

Husên Duzen: Hesenê Metê van salên dawî Jiyana Rastîn a Göran Tunströ ji Swêdî wergerand, lê çêşja wan wargerên hîngê cûda bû; wergera baş ya Merivên Rebena Dostoyevskî hîn di bîra min de ye. Ger te karîba bi kurtahî be jî basa pêvajoya wan wergeran bikira.

 

M.Alî Kut: Wergerên me ên destpêkê hinekî kollektîf bûn. Me çîrokên Çêxov li hev parve kirin lê dîsan jî alîkariya hev dikir. Hesen ji me zîrektir bû û weke karekî ekstra Pûşkîn û Dostoyevskî jî wergerand.

 

Husên Duzen: Hesen carekê ji min re bahs kir ku we zend li Oblomova Gonçarov jî şelandin, lê di hevoka yekemîn de asteng ma.

 

M.Alî Kut: Wê demê, em hinekî hêj xwîngerm bûn û me dixwest gellek karan bikin. Hemî klasîkên dunyayê di programa me de hebûn. Oblomov jî yek ji van bû. Û wekî Hesenê Metê dibêje dawîya dawîn “em bi xwe jî bûn Oblomov” û ji hev belav bûn. Lê di wextekê de me gellek karên hêja afirandin, bi bawerîya min, me Oblomovîya xwe şikand.

 

Husên Duzen: Demeke dirêj Firat Cewerî digot ku ew Oblomov werdigerîne, ez bawer im wî jî pêk nanî.

 

M.Alî Kut: Ez wê nizanim.

 

Husên Duzen: Weşanên Welat, yek ji wan dezgehan bû ku hiştin têgeha „Ekola Swêdê“ bikeve nav termînolojiya wêjeya kurdî. Bêguman ne ew tenê. Derketina rojnameya Armanc jî girîng bû. Herweha destpêka nivîskariya Mehmed Uzun jî wan salan dest pêkir. Piştre jî kovara Nûdem û yên din hatin.

 

M.Alî Kut: Bêguman ev prensîbên ku me pêşkêşî weşangerîya kurdî dikirin nuh bûn û raxbet jî werdigirtin. Gellek kesan ev yeka dipesinandin. Berya Apê Musa şehîd bikeve bi mehekê, ez li gel wî axiftibûm, ji xwe di wê demê de me Hatiratên wî çap kiribûn, min jê pirsî, gelo tu berhemên wî yên din hene ku em çap bikin? Bi ken li min vegerand: “Lawo, sparîşa xwe bidin, ez dikarim li ser her tiştî binivisînim!” Di vê çarçoveyê de, bêguman rola me, ew kesên ku em li dor Weşanên Welat kom bûbûn, heye.

 

Husên Duzen: Kî bûn, ew kes?

 

M.Alî Kut: Ew kes ji komek kurdên dilsoj pêk dihat, Betal Azîz (Ahmed Yaman), Krîv (Nedîm), Pirço (Hesenê Metê), Ekrem Zêrîn (Ekrem Altûn) û ez jî li gel wan bûm.

 

Husên Duzen: We navên kod jî li xwe kiribûn, kî zane bê yê te çi bû?

 

M.Alî Kut: Erê çawa! Hêj wexta em nuh hatibûn, yextyarekî me ji bajarekî din hatibû mêvandariya min, em çend heval rûniştibûn, min jî ew bi hev dane nasîn û bi rêz navê wan got: Tozo, Pirço hêj min ê çend navên din î welê bigotana û yextyarê me li sola xwe gerîya. Got: “Ez zû ji nav vê cemaetê birevim, ev çiye, çima navê însanan hûn li xwe nakin!” Ev jî bi derbasîya me û karê siyasî î îlegal ve girêdayî bû.

 

Husên Duzen: Ez ji van peyvan derdixim ku kod navê te bû, Tozo.

 

M.Alî Kut: Na wele, navê dostekî min e, ew jî wekî min hêj (şifêr)

erebecî ye.

 

Husên Duzen: Belê.

 

M.Alî Kut: Di wan salan de me radyoyek kurdî jî vekiribû. Hesenê Metê bûbû spikerê wê. Min jî jê re nûçe amade dikirin. Heftiyê nîvsaetê bû. Ji bo me sînorên cuda yên rêxistinî nebûn, me girîngiya karekî wusa di civaka kurd de didît û ji bo me xizmeta zimanê kurdî ya herî girîng bû.

 

Husên Duzen: Ma ne wan salan bi tevahî atmosfereke bi vî şêweyî hebû di nav kurdên Swêd de?

 

M.Alî Kut: Rast e, hêj xwîngermî û hêviya şoreşê li ba gellek kesan hebû. Dema ku mitîngek li dar diket bi hezaran kurd beşdar dibûn, îro tu bîst kesî di mitîngekê de zehmet dibînî. Ji hêla çapemenîyê de hêj komik û partî hebûn. Em bêtir di ser sînorên rêxistinî re difikirîn. Lê ez bawerim, ên din bi babeteke din difikirîn. Wê demê min çîrokek xwe ji kovara Armancê re şand ku çap bikin, lê camêran çîroka min hêja nedîtin ku di kovara xwe de çap bikin. Ez bawer im ew jî çîroka min a ku min baştirîn çîrok didît “Ez û Heykel”. Li gel nameyekê min rê kiribû û gotibû “ger we maqûl nedît hewce nake hûn wê paşde bişînin, ji kerema xwe re bavêjin kiskê zibil!” Ez bawer im wan jî wusa kir.

 

Husên Duzen: Dilê xwe bi xwe neşewitîne, André Gide jî di dema xwe de ji bo romanên Proust ji weşanger Gallimard re gotibû ew ne hêjayî weşandinê ne. Lê ev nirxandina çewt nikarîbû bi demê re li pêş naskirin û belavkirina berhemên Proust bibe asteng.

 

M.Alî Kut: Miqayesekê wilo bi Proust re neke, ê xelk yekcarê me beradayî bihesibînin, lewra di civaka me de divê mirov xwe aqilmend, zana û şareza nehesibîne, bawerke ku min navekî frensî li xwe kiriba û bi kurdî binivisanda ê xwendevanên min deh qatî nuha zêde bûna û ev ji bo hemî nivîskarên kurd jî wusan e. Ev yeka jî nîşanên paşdemayinê ne. Bêşik sebeba vê jî dijminên me ne. Lê dîsan jî ez qet li ber xwe neketim û min dizanîbû ku ew şaş in, zeman jî ev îspat kir. Ango, ez dixwazim bibêjim ferqa me û wan hebû. Kek Mihemed Uzun berya vê demê jî dinivisî, lê danûsitandinên me li gel wî xurt bûn. Wê demê me pirtûka wî ya “Zeynalê Evdikê” (Evdalê Zeynikê) weşand, hertim dema ku behs dibû min ev nava şaş digot, rehmetî dikenîya, bi çeplê min digirt digot “keko, Evdalê Zeynikê”, ez rast dikirim. Çi “Nûdem” bû, (ez çêl navê wê nakim) ne fikra Firat Cewerî bû. Evîya cara pêşin min û Hesenê Metê me lanse kir. Lewra me kêmasîyek di vê hêlê de didît. Wê çaxê jî hê nû hayê me ji kovarên kevn î kurdî weko Hawarê çê bûbû. Me xwest em kovarekê bi beşdarîya kurdên hemî perçên Kurdistanê biweşînin. Ji bo vê jî me civînek çêkir. Di vê civînê de ji xeyn min, Hesenê Metê, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Xelîl Duhokî, Ehmed Huseynî û ez bawerim, çend kesên din jî hebûn. Paşê Firat Cewerî ev tena serê xwe derxist û bêguman karekî baş jî kir. Lê em bi şêweyekî cudatir fikirîbûn.

 

Husên Duzen: Tu dizanî ku piştre ez jî bûm yek ji hevkarên Nûdemê. Ez ji van peyvên te derdixim ku di destpêkê de Firat Cewerî hizir û biryara we bikar aniye. Qederê min bihîst wî ciwamêrî dikana xwe ya hîngê ji bo derxistina Nûdemê ji dest da.

 

M.Alî Kut: Ez vê baş nizanim, lê me ev fikir minaqeşe kir û raxist û ew jî di nav de bû. Paşê însîyatîf girt û tena xwe Nûdem derxist. Belkî jî aqlê wî, ji du xeyalperestên mîna min û Hesene Metê nebirî!

 

Husên Duzen: Baş e, em ê dîsa vegerin ser „Ekola Swêdê“. Pirtûka te „Mehkûm“ jî hîngê di nav weşanên Welat de weşiya ne wisa?

 

M.Alî Kut: Belê, di 1994 an de derket.

Husên Duzen: Piştî te navbereke dirêj da nivîsîna kurteçîrokan, me bêtir gotarên te yên rexnegirî yên li ser wêje, felsefe, dîrokê û hwd. xwendin.

 

M.Alî Kut: Min navbêneke zêde dirêj jî neda! Eger weko hinekan min ecele bikira min dikanîbû romana xwe di sala 2001 de jî derxista, beşekî wê î mezin di Nefelê de weşiya. Min tu carî li nivîsê wek karekî an navekî ne nehirtiye. Tenê hezkirinek e. Pîvana wê jî, ji bo min ku “ez dikarim bi kurdî binivisînim! Zimanê dayika min ji tu zimanê dunyayê ne kêmtir e û ez dikarim her tiştî bi vî zimanê dayika xwe binivisînim.” Ango li vir ez bi xwe dibim pîvana xwe û dunyayê. Ez bawer dikim ku çîrok û hemî tekstên min î kurdî bi hemû zimanên dunyayê dikanin werin xwendin.

 

Husên Duzen: Ez hest dikim ku tu bi zanîn cûreyên nivîsê yên cûda bikartînî.

 

M.Alî Kut: Belê, gellek caran dema min gotarên cuda nivisîne, ji ber wê hindê ye ku min di wî warî de hewcedarîyek dîtiye. Zimanekî xurt û zindî ne tenê bi literaturê çê dibe. Di wî zimanî de divê fikir were minaqeşe kirin û aferîn. Grekî û Latînî di hemî dibistanên dunyayê de dersên bingehîn bûn. Ji ber wê sedemê bû ku felsefe pê hatiye nivisîn. Ango ji bo ku zimanê me zindî bibe divê em bikanibin dunyayê pê minaqeşe bikin. Bi vî rengî jî dibe zimanê siyasetê. Ekola Hawarê, Jîn û kovarên din î kurdan welê kirine. Gellek gotarên Mîr Celadet li ser felsefeyê û tiştên cuda hene. Ev gotar bêguman ne ji bo gundîyan in. Ji bo ku bala entellektuelên kurd bikşîne ser ronakbîriya dunyayê. Weko mînak di niviseke xwe de behsa Klasîsizmê dike. Ne bi berfirehî, lê dixwaze ku kurd ji van tiştan jî haydar bin. Zarokên me, divê van mijarên wusan ji me bibihîzin û bi zimanê me. Ev ne tenê wan ji hêla ronakbîrî de digihîne, lewra, asta entellektuelîya rojeva me jî bilind dike. Ji xwe çi dîrok e, ev birîna kurd ya herî xedar e. Em divê dîroka xwe sererast bikin. Em wê ji hiletên ku dijminê me lê zêde kirine û xistine nav, pak bikin û bi xwe binivisînin.

 

Husên Duzen: Nexwe ji berpirsyariyekê te bêtir meyla xwe da ser van babetan.

 

M.Alî Kut: Her mirovê xwenda û bîrbir berpirsyar e. Berpirsyar e ku wê zanebûna xwe parve bike. Bêguman ev hilbijartinek e, lê ji bo kesê zana hişbûn pejirandina xerabî û mizawirîyê ye û ev jî hilbijartinek e. Min beytên mamosta Xanî bicar xwendine »…bila xelk nebên kurdan işq ji xwe re nekirin amanc». Bi vê îlhamê min jî xwest ku em kurd xwe ji ilm û felsefeyê bêpar nehêlin. Îro jî komek kurd bi vî karî mijûl in, me serwext dikin. Mala wan ava! Xebatên Alî Gurdilî hêja ne û divê were pesinandin.

 

Husên Duzen: Mixabin em hîn ne di wê astê de ne ku weşanxaneyek an dezgehek pirtûkên Gurdilî bi çapeke baş bighînin me. Gelo bi tevahî mirov dikare li ser rewşenbiriya kurdî çi bibêje, M.Elî?

 

M.Alî Kut: Lawaz e, nepen e. Rewşenbîriya kurd li sîyaseta kurdî nagunce. Yek jê ziman e. Li Bakurê Kurdistanê hêj jî siyaset bi giranî bi tirkî ye. Ji ber ku tiştê heye di derya sîyasetê de soberî dike, dema ku ew derya diçike an av li ser qut dibe mîna masîyekî dimrin diçin. Serbixwebûna wê kêm e. Karekî takekes, di nav kurdan de zehmet e. Pênûsên serbixwe hindik in. Sedemên vê hene bêşik. Bi qasî siyasetê aborî jî rê li ber wan digre. Gotineke te hebû “derdê nan û xwê!” aha ku ev derdê rewşenbîriya kurdî neba me ê alaya rewşenbîriyê alî bikira li banê gerdûn! Loma jî qelemên ku dikanin binivisînin an di vê derya siyaseta kurd de winda dibin an jî di ya dujmin de. Ez nabêm dujmin wan dikirin, lê bi tiştê ku ew dixwazin wan dide lebikandin. Ango ew azadiya ku ji bo rewşenbîriyê divê, tune dibe. Derdê nan û xwê derdikeve pêş. Nîvrewşenbîrên nola me jî piştî ku neh-deh saetan her roj li bajarên Awropayê şofêrî kir û hat malê zêde nikane ronak bifikire.

 

Husên Duzen: Û dîrok? Peywendiya rewşenbîran an jî ya kurdan bi tevahî çawa ye bi dîroka wan re?

 

M.Alî Kut: Dîroka me ku dikanîbû biba bingehê herî xurt ê nasnameya me, weko birîneke vekirî me diêşîne. Ji dêlva serfirazî, xurtî û hemî fezîletên baş ên mirovatîyê, şikestîbûn, xiyanet û hovitî bûne mijarên sereke di dîroka me de. Ev jî dihêle ku em xwe jê dûr bixin. Lê di heman demê de me qels dike û dixe himêza dujmin.

Di zimanê frensî de bêjeya “pionnier” heye, kurdîya wê weko pêşeng, pêşevan hatiye wergerandin. Bi bawerîya min ev werger ne tekûz û temam e.

 

Husên Duzen: Bi wateya pêşiyan, ango kesên ku karekî girîng î destpêkê kirine, bandoreke bingehîn hiştine, ne wisa?

 

M.Alî Kut Belê, lê ev bêje di hemû zimanên ewropî de heye û di heman maneyê de tê bikaranîn. Lewma ez jî dixwazim vê gotinê ku di asta têgehekê de ye weko orjînala wê biparêzim û rengekî kurdî bidimê, bibêm »pîonyer». Weko mînak, ji wan kesan re hatiye gotin, ewên ku cara pêşin mihacirî Emerîkayê bûne û li wir nuhavakar bûne. Lewra, ji ber ku van kesan Emerîka ava kirine. Dîroka Emerîka hertim bi wan dest pê dike, di hemû warê pîşeyî û hunermendîyê de ast û pîvaneke girîng in.

 

Di dîroka miletan de jî hin pêngav hene ku divê etifî pîonyerên wê bibin, an dê dîrok şaş were şirovekirin. Miletê ku dîroka xwe şaş tê bigihê di warê hişmendîyê de dê kêm û seqet be û di nav koma miletên dunyayê de ne xwedî gotinek muteber be. Di warê pêşketina dîrokê de jî ê ne xwedî rolek bi bandor be. Mînakên vê jî hemû welatên ku bi sîstemên dîktatorî hatine îdarekirin, in. Welatên Sovyeta kevn, ên Ereban, Tirkîye û hwd, dikevin vî beşî. Nifşên ciwanên xwe li dû hev, bi doktrînên nijadperest û îdeolojîyên auktorîter xapandin û perwerde kirin. Mîrasa ku ji dunyayê re hiştin, derbederî, şer û pevçûn û qeyranên aborî ne.

 

Husên Duzen: Ger em bên ser kurdan.

 

M.Alî Kut: Em kurd ji dujminên xwe zîrektir derneketin û bûn û dibin kopîyeke wan î herî xirab! Ji hêlekê de belbî me pût û senemên xwe şikandibin lê ji hêla din de me pût û senemin wusan ava kirin ku xetên kurdî jî di wan de nexuyane.

 

Husên Duzen: Me çi pût û senemên xwe şikandine?

 

M.Alî Kut: Ez vê bi mînakekê ji zaroktîya xwe bidim. Carekê min xewnek dîtibû û ev ji pîrka xwe re gotibû. Di xewna xwe de min esker, cendirme dîtibûn, ev gotinên pîrka min hê di guhên min de ne: “Esker û Cendirme milayîket in lawo!” Çawa dibû ewên ku di şiyarîyê de berpirsê hemî xirabî, îşkence û kuştinê bûn di xewnê de dibûn “melek”? Bersiva vê bi salan şûnde min fam kir. Tirs û xofa zulmkarîya tirkan bû, ku ew di xewnên zarokan û di ên mezinan de jî, vediguherîn dibûn milayîket. Kurdan ev tirs û xof rakirin. Şerê sîh an çil salî ev xof şikenand. Kurd fêrbûn ku esker û cendirmên tirkan ne milayîket in, dikanin werin kuştin û xwîn ji wan jî tê. Ji şikandina pût û seneman mebesta min rakirina vê xof û tirsê ye. Lê ji hêlekê ve jî me ên xwe ava kirin.

 

Husên Duzen: Belê, te bahsa pîonyeran dikir.

 

M.Alî Kut: Ewên ku rojek ji rojan kurdayetî kirin, hemû jiyan û enerjîya xwe di vê rêyê de xerç kirin, bi serketin û ne biserketin nefikirîn li çol û çolistanên xeribîyê di tunebûnê de mirin. Îro hinek qure derdikevin van xebatên wan bi du-sê rêzikan, bi kurtebirî şirove dikin. Eva bêguman neheqîyeke dîrokî ye û divê sererast bibe. An em dê nikanibin peywendîyekê li gel dîroka xwe deynin. Ji bo nasnameya me rola dîrokê girîng e. Hewcedarîya kurdan bi destanên nola Ergenekonan ve nîn e. Ji wê hêlê de dîroka me dagirtî û tijî ye. Berya bi çend rojan li ser vê mijarê sohbeteke me hebû, yek ji beşdaran Serdar Roşan bû. Di cihekî de ev gotinên wî di hişê min de olan dan: “Eger yekî weke Selahedîn lawê miletekî din ba dê ji wî navî bikanîbana çar dewlet ava bikirna”. Rastî jî wa ye, ji bo propagandê be jî ereban bi dehan film li ser Selahedîn û Qudsê çêkirine. Lê ji bo kurdayetî li ku û çawan gelo me ev nav bi kar anîye û jê ji bo dawa xwe îstîfade kiriye. Mînakên vê ya nîn in an jî gellekî hindik in. Ev ji bo pîonyerên me jî wusa ne, di rûpelên dîrokê de dirizin an jî, hêj di sêdaran de dardekirî ne. Kîjan cara me ew li gel fikir û daweya wan rojane kirin wê demê em vê xeletiya dîrokî jî sererast dikin.

 

Husên Duzen: Piştî gelek salan van rojan pirtûka te ya duyemîn „Dereweke Piçûk“ derçû. Sedemekî taybet hebû ji vê navbera dûdirêj?

 

M.Alî Kut: Weke min berya nuha jî got, min qet dev ji nivisandinê bernedaye. Rastî ew e ku, heta ronakbîrî di civakekê de nebe nav û meqamek, nakemile jî. Lê ji bo min ev yeka hobiyek e û hê jî wusan e. H.C Andersen dibê: “Çîrokek jî dikane mirov nemir bike.” Ez jî novelan dinivisînim û dê her binivisînim jî. Ji ber ku tu îdîayeke min î nav û meqam nîn e, ez zorê li xwe nakim. Sedema din jî ku min bikaribûya debara xwe pê bikira, bêguman min dê zêdetir binivisanda. Carekê bi dostê xwe Hesenê Metê re min ev minaqeşe kir û jê re got: “Eger wexta min heba û yekî çar mehan debara min bigirta ser xwe, minê romanek binivisanda. Lê ji ber ku nîn e, panzdeh sal ji min re divên!” Wele, camêr xwe da ber çar mehan, lê dilê min nebijîya halê wî, saqoyê wî jî bi qul bû û divyabû yekî nuh bikiriya!

 

Husên Duzen: Di vê pirtûkê de çîrokên bi babetên cûda hatine cem hev. Yek ji wan rasterast bi babeta me ve têkildar e: Dîrokbêjê Cîhane. Tê de bahsa Şêx Evdirehmanê Garisî dibe. Li gel ku bi teşeyê xwe pîvanên kurteçîrokekê nayne cîh jî te ew xistiye pirtûkê. Ev bûyer seba çi ewqas bi te giring tê?

 

M.Alî Kut: Şêx Evdirehmanê Garisî yek ji van pîonyeran e. Ji ekola Hawarê tê û berya wê jî ew û Saîdê Nûrsî çûne yek dibistanê. Herdu jî kurd û alimên dînî bûn. Lê rêyên cûda hilbijartin. Saîdê Nûrsî bi tirkî nivisî û şan û şohret wergirt. Şêx Evdirehmanê Garisî li daweya kurdî xwedî derket, bi kurdî nivisî. Lewra ku Mîr Celadet di Hawarê de gellek caran behsa zanyarîyên wî dike. Çî wî hebû winda bû, canê xwe jî di rêya kurdayetî de da. Pirê caran xeletiya ku em di dîroka xwe de dikin wusa ye: Bi sedan hewldan, nivîs û pirtûk li ser kurdayetiya Saîdê Nursî hene lê li ser ya Şêx Evdirehmanê Garisî sê heb tune ne. Ez tenê Dîmenên ji Dîroka Winda ya Samî Ehmed Namî (Apec 2000) dizanim! Evîya ne tenê neheqîyeke dîrokî ye, ev di heman demê de tê wê maneyê ku em li dîroka xwe jî xwedî dernakevin. Ji yekî, ku dev ji kurdayetiyê berdaye, em dixwazin kurkekî kurdî lêbikin û ji xwe re bikin nam û serkêş, lê yê ku ji sedî sed kurdayetî kiriye û xwîna xwe li ser vî xakî rijandiye ji bîr dikin. Tenê mînakên wusan di nav me kurdan de peyda dibin. Ihi, li vir zîrekî û şarezaya ronakbîriyê xuya dibe. Çîroka Dîrokbêjê Cîhanê, ji ber vê hindê girîng e. Belbî min dikanîbû baştir bihûna, lê min dixwest ku ew mesaja wê ji bo kurdan beloq be û di nivisandina wê de, ev her li bala min bû.

 

Husên Duzen: Gelo mebesta te ew e ku berhemin Şêx Evdirehmanê Garisî hene, lê ji bêxwedîtî wenda bûne?

 

M.Alî Kut: Bêşik ev wusa ye. Eger tu li nivisên Mîr Celadet binerî, di derbarê klasîkên kurdî de, Şêx Evdirehmanê Garisî wekî çavkanî nîşan dide. Mirovekî xwenda û kurdperwer bû. Belkî jî hêj berhemin wî li ba mirov an hin melayên kurdperwer derbikevin holê. Lê ez ji sedî sed bawerim ku gellek ji nivîs û notên wî ê winda bin.

 

Husên Duzen: Di Dereweke Piçûk de bi piranî kurteçîrokên li ser jiyana penaberiyê ne. Her weha çiroka bi navê Mirina Vîlle xurû li ser jiyana swêdiyan e. Ev nû ye di wêjeya kurdên Swêdê de, gelo dema ku nivîskarên kurd li derve ne tenê li ser rewşa welêt, lê li ser ya welatê ku lê dijîn jî binivîsin hatiye?

 

M.Alî Kut: Bêguman weko nivîskar mirov li ser mijareke ku mirov hakimê wê ye dinivisîne. Ger ew mijar li ser te bandoreke ruhî, peşkên wê î hestyar hebin dê bêtir bi xurtî û serkeftî were nivisandin. Di civaka me de em zû serwextî mahcirî û penaberîyê dibin. Li her gundekî kurdan miheqeq malek an dudo mahcir hene. Ev dikanin kurd bin û ji cihekî cîran jî hatibin li wî gundî bi cih bûbin, dê dîsan jî weke mahcir bi nav bibin. Ji hêla din jî, kurd hertim derbederî jiyane. Penaberî weko perçeyê jiyaneke rasteqîn ya miletê me ye. Eger ev di edebîyata me de nexuya be dê qelsîyeke mezin be. Lê dîsan jî ez dê îtîrazekê li vir bikim û bibêm çîrokên min belkî ji nêvî zêdetir jî li ser jiyana kurd î niştecîh in. Çi çîroka Ville ye? Ez bawerim ev ji bo hemû kesên ku bi edebîyatê mijûl dibin wusa ye. Divê şopên welatê nuh jî xuya bikin, nifşek kurd li vir mezin dibe dê kêmasîyek be ku nikanibin cih û karakterên welatê xwe î nuh bi zimanê xwe bixwînin. Mîlan Kundera, bar kir Fransa û romanên xwe ên dawîn bi frensî nivisîn, her weha karekterên wî jî Parisî hene. Fewaz Husên jî bi frensî dinivisîne. Ango alîyekî edebîyatê î unîversel jî heye. Bêşik dema ku swêdîyek Ville bixwîne ê dîmenên li wir bêtir nas bike.

 

Husên Duzen: Û Ekola Swêd? Mirov dikare vê têgehê hîn bikar bîne?

 

M.Alî Kut: Na, ev êdî kevn bû. Kanîya zimanê kurdî Kurdistan e û kurd in. Îro bi sedan nivîskar li welêt hene tenê divê rê li ber wan bê vekirin. Tacirên weşangerîyê yên tima tenê li bêrîka xwe difikirin. Siyaseta kurd dikane derfetan ji bo vî nifşê nivîskaran biafirîne û divê bike…

 

Husên Duzen: M.Elî, ez dibêjim dema ku em romana te jî bixwînin hatiye. Te berî bi kêliyekê bahsa xebateke xwe ya bi navê „Lo û pirsa mezin“ kir. Tu ji min bipirsî Pepûk jî kurteromanek e; bêhna fireh ya vegotinê û bicîhkirina fîgûran ji kurteçîrokekê bêtir romanekê tîne bîra mirov.

 

M.Alî Kut: Beşik mezin a Lo û Pirsa Mezin di Nefelê de weşiyaye ji xwe, ez hewl didim ku îsal biqedînim, lê novel li ber dilê min hê jî neweyê herî şêrîn ê nivisînê ye. Ez di vê bawerîyê

de me ku ê li dunyayê jî, milet dîsan bêtir qîmet bide novelê û ev jî ê asta wê ya edebî berztir bike. Xelata Nobela par ku dan novelistekê (Alice Munro) jî nîşana vê ye.

Pepûk, bi her şêweyî kurdî ye. Çîroka Mem Ebasî ye. Ev li herêma Botan û Çolemêrgê wekî stran tê gotin. Wekî din jî teyrikek e, di derbarê vê teyrikê de çîrokek metaforîk heye. Lê min ev bi şêweyeke cuda û di wexteke modern de hûna. Ez dixwazim ku em bikanibin sembol, stran û çîrokên xwe bikin mijara edebîyatê jî. Di vir de xezîneyeke pirr zengîn heye. Him rengekî me î milî xurt dike û him jî me weke nivîskar bilind dike. Weke tu dibêjî dostê hêja Fawaz Husên jî got “çima te nekiriye roman?” Lê ma çi pê hatiye, dîsa malê me ye! Ya ez ya kurdekî din, te dît ev mijar weko romanekê raxist. Ji ber vê hindê edebîyat deryayek mezin e.

 

Husên Duzen: Xuya ye te ji çîroka Mem Abasî sûd wergirtiye. Pêywendiya wê bi bûyerên dema me re hatiye danîn. Xapandina Zarokan ji alî Şêrkoyê Hebizbinî û birina wan a Beyrûdê. Kuştina wan ji aliyê artêşa Îsraîl ve, gelek pirsgirêkên siyaseta kurd a van bîst, sîh salên dawî tînin bîra mirov.

 

M.Alî Kut: Zarok her zarok in û heta bi temenekî weko hivde an hijdeh salan bi danezanan jî ji teref Koma Miletên dunyayê ve hatiye pesinandin. Ev yeka ji bo me jî divê wusan be. Em van sînorên universel divê tune nekin. Şêrkoyê Hebizbinî ew bi şîr û şekir xapandin, siyaset jî wan, bi kîn û nefretê an şêweyekî din dixapîne! Ev qe ferq nake, her ên ku tên xapandin û bikaranîn dema ku zarok bin, xelet e û divê em mehkûm bikin.

 

Husên Duzen: Sipas ji bo vê sohbetê ku gelek bîranînên me teze kirin. Xwedê miradê te bike.

 

M.Alî Kut: Xwedê miradê te jî bike û zarokên te bike bûk û zava rebî!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev