Mihemedê kurd û hin çîrokên din -8

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -8

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Mihemed nizanî bû ew hevala wî, ya cil û bergên mêra lê ye û ketiye dilqê zilamekî, jineke bedew e. Di ser re saetek derbas bûbû, ku hê jî Dûret el Mûlûkê nikaribû çavên xwe ji bejn û bala Mihemed bide alî û hezkirin û evîna xwe ji wî veşêre. Poşiya xwe vekir û meraq kir ka Mihemedê pê derxe ew jinek e yan na.

Dema Mihemed rû û sûretê wê dît, fikirî ku heya wê rojê bedewiyeke wilo nedîtiye. Di ber xwe de got, “Weyloo, bedewiyeke weha di dinyayê de heye?”

Pişt re Mihemed berê xwe ji wê vegerand û wê jî ji wî pirsî :

“Tu çira li min namêzînî, dibe ku tu şerm dikî!” Û ber bi wî çû ku xwest hemêz bike. Mihemed nizanîbû ew jin e û digo qey mêr e, ku bi paş ve çû, bi hêrs got:

“Ma tu qet şerm nakî ku dixwazî mêrekî wek xwe hemêz bikî”.

“Na na” wê got, “Netirse, te xewnek kirriye û tu hatî vira, ku xewna xwe bibînî, ne wisa”. Mihemed: Lebê, min xewnek kirrî lê ka li ku ye. Pey re wê got:

“Hevalo, te xewnek kirrî ku tu bi wê xewnê serfiraz bî”. Mihemed got:

“Heke serfirazî ev be, ez wê naxwazim û serfiraziyeke weha ji min re ne lazim e. Erê, rast e ku min pênc miyên xwe firotin ku xewnê bikirim, lê qet mineta min nîn e, jixwe min dixwest ji wan miyan xilas bim, lewre ez ne poşman im”.

Wê carek din pirsî ka xewnê dixwaze yan naxwaze. Mihemed got: “Ger ew xewn tiştekî baş be, helbet dixwazim”. Dotmîrê got: “Va xewna te li vir e, de ka lê mêzîne!” Û pot û palazên mêran ên li ser sîng û berên xwe ji xwe kir, porê xwe derxist meydanê, ku por bi morî û mircanan hatibû neqişandin.

Mihemed pê hisya ku ew keçikeke ciwan û bedew e. Bi awayekî şaş û metel got:

“Ya star! tu jinek î”. Got “erê” û çîroka xwe ji serî heya dawî jê re got. “Wisa xuyaye, ku di qedera min de kurapê min, ku wî ez li çolan hiştim nîn e, tu heyî. Gelo tu li bendewarê xewneke evqas xweşik bûyî?”

Ava heyatê, ava eşq û evînê di dil û hinavên Mihemed de dest bi herikandinê kir. Mihemed dest, tilî û dêmên wê dane ber ramûsanan. Lêbelê dotmîrê kir qêrîn û got:

“Raweste Mihemed, ez ne bermaliya te me. Ew tiştên îro ji bo me eyb in, dema ez bûm pîreka te, dê bibin heqê te”.

Pey re dotmîr rabû piya û gote wî ku li hespê xwe siwar be. Û got:

“Divê em bilezînin, eger em bikevin destê merivên bavê min, dê me herduyan jî bikujin”. Bi wî awayî li hespê xwe siwar bûn û ketin rê. Çûn û çûn heya êvar ket erdê. Wê êvarê li gundekî bûn mêvan û roja din rêya xwe domandin. Rêwitiya wan heft roj û heft şevan kişand, ku bi roj li ser pişta hespê, êvaran jî li gunda diman.

Roja hefa wan xwe gihandin qezake mezin û di dilqê du memûran de derbasî xanekê bûn. Çend rojan ji xwe re li bajarok geriyan û dotmîrê gote Mihemed:

“Ez gelekî ji van cilên mêra aciz bûme û heya em li vê xanê bin jî ez nikarim kincên xwe biguherînim. Niha here xanake din û ji bo xwe û xulamê xwe apartmanekê kire bike. Piştî kirakirinê em ê herin dervayê bajarok. Li wê derê ez ê kincên nû li xwe kim û em ê pey re derbasî xana nû bibin”.

Wek me got Mihemed  kesekî naşî û cahil bû, dinyake wî ya piçûk hebû, gelek tişt nedîtibû. Lê ger em werin dotmîrê, Dûrût el Mûlûk, gelekî jîr û biaqil bû, ku seydayê wê bi perwerdehiyeke baş ew amadeyê zor û dijwariyên dinê kiribû.

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev