
Fermo, lêkolîneke zanyarî-jêhînbûnê-fikirandinê
ji nivîskarê malpera me birêz Raif Yaman.
Em îro beşa nivîsê a pêşin çap dikin, beşa duduyan emê sibê çap bikin.
Raif Yaman, philolog
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir da jî li ser navê kurdîya sade bi peyvên sosret ên beravêtî, bi tercûma herf bi herf a ji zimanên din ra di cenga man û nemanê da ye. Li ser xisarên assimilation û autoassimilationê kêm be jî hinek karên berbiçav hene. Ji ber vê yekê, bi vê nivîsê em dixwazin balê bikişînin ser çend peyvên sosret ên ji alîyê xwedîyên wan bi xwe bi navê kurdîya academic (academical Kurdish) dihêne binavkirin.
Gelek peyvên kurdî tenê ji ber ku bi bi farisî, erebî yan jî turkî ra heman peyv in, ji bo ev peyv bi yên wan zimanan ra heman peyv nebin pir caran “zimanzanên kurdî” peyvên van zimanan ên dizanin bi yên nizanin ra guherandine, û bi dilekî xweş ew bi navê peyvên kurdîya sade bi nav kirine. Yekcaran jî synomymên peyvên heman zimanî yên ku di nav gel da nahên zanîn, bi navê peyvên sade yên kurdî hatine bi nav kirin, yên ku di nav gel da dihên zanîn jî bi navê peyvên ne bi kurdî hatine bi nav kirin.
Merivên peyvan ji ber xwe dihavêjin, ji zimanekî din herf bi herf tercûmeyî kurdî dikin ji etymologya kurdî û pîvanên linguistic ên zimên haydar ninin. Van merivana pir caran tenê ji ber ku di farisî, erebî, turkî da jî heman peyv hene peyvên kurdî yên xwerû jî havêtine û di şûna wan da peyvên xwe yên sosret bi cih kirine. Numûne, gelek navên meywe di farisî, kurdî û turkî da eynî ne. Ji ber ku kurdên bakurî bi piranî bi erebî nizanin “linguistên” li sadekirina kurdî xebitîne di şûna van navan da navên meywe yên erebî wekî kurdîya sade nîşan dane. Ev navên meywe yên bi erebî li hinek şar û şaroşk û gundan di zimanê gel da jî hene. Vana peyvên kurdî yên bi koka xwe erebî ne. Ev peyvên xwedî heman mane yên zar û zimanê kurdî bê guman synonymên hev in, ne alternativên hev.
Di vî karê ji zimên havêtina peyvên sosret da me peyvên di zimanê gel da hene pêşîyê nivîsîne, û peyvên ji zimanên din ên ku mumkûn e meriv di kurdî da li gel peyvên heyî bi synonymtî helbisengîne li dû nivîsîne. Ji bo peyvên di kurdî da tune ne, me peyvên ji zimanên hînd û eurûpî û hînd û aryan pêşnîyaz kirine.
BÊJE (Formê sivikê bibêje, rewşa imperative a fêlê gotin) el λέξη legzî; la sermo, verbum; fr mot, parole; es palabra; it parola; en word, saying; de wort, vokabel; ru слово slova; sa वाचक vaçaka, वचस् vaças, वाचा vaça वाच् vaç; hi शब्द şabd; bn শব্দ şabde; hy բառը bari; fa کلمه kelîme, واژه vaje, گفته gufte; si වචනය vaçinî; ar كلمة kelimeten, قول qewlen; tr kelime, söz; ku vaj, wuşe, gotin, peyv, kelime
BÎRKARÎ el μαθηματικά mathîmatîka; lat mathematica; ru математика matematîka; hy Մաթեմատիկա mat’ematîka; ka მათემატიკა mat’ematîka; fr mathématiques; en mathematics, de mathematik; tr matematik; sa गणित ganîta; bn গণিতশাস্ত্র ganîtaşastra; hi गणित ganît; fa ریاضیات rîyazîyat; ar رياضيات rîyazîyat; ku mathematic, ganît, rîyazyat
CÎNAVK el αντωνυμία antonimia; la pronomen; de pronomen; fr pronom; en pronoun; arضمیر zemîr; faضمیرzemîr; gu સર્વનામ servename; bn সর্বনাম şarbonam; hi सर्वनाम servenam; la pronomen; ku servenam, pronom, zemîr
CIVAKNASÎ el κοινωνιολογία koinoniologia; ru социология sotsîyologîya; hy սոցիոլոգիա sotsîyologîya; ka სოციოლოგია sotsîyologîya; fr sociologie; de soziologie; faجامعه شناسی cami’e şinasî; tr sosyoloji, toplumbilim; ar علم الإجتماع ‘ulumelîctîma’u; hi नागरिक सास्त्र nagrîksastr; bn সমাজবিজ্ঞান şamacbînyan; pa ਸਮਾਜ ਸ਼ਾਸਤਰ samacşastr; ku sociology, komzanî, îctîmaîyat
DAÇEK el πρόθεση prothezî; la praepositio; fr préposition; de präposition; ru препозиция prepazîtsîya; id preposisi; ar حرف جر herfê cerr; fa حرف اضافه herfê îzafe,حرف جر hi पूर्वसर्ग pûrveserk; gu પૂર્વવત્ pûrvevet; tg пешакӣ pêşekî; tr edat; ku pûrveserk, pêşekî, preposition; îzafe
DENGDER el ψηφοφόρος psîfoforos; la suffragator; fr électeur, voteur; es votante; it elettore; de wähler; en voter, elector, opinioner; ru избиратель îzbîratel; hi मतदाता madidata, निर्वाचक nîrvaçak, राय देने वाला ray dene vala; bn ভোটার bhotar; gu મતદાર metedar; pu ਵੋਟਰ votar; fa رای دهنده raydehendê; ar ناخب naxîbun, مقترع muqter’en; tr seçmen; ku dengdar, raydar, hilbijar, xwedîdeng, xwedîray
DERBASÎ BE! (ji geçmiş olsun! a tr) de gute Besserung! en get well soon! it guarisci presto! fr guérissez bientôt! fa خوب به زودی! xub be zû dî! hi जल्द ठीक हो जाओ! caid ç’îk hûcao! bn খুব ভাল হও! kub bale ha’o!; tg Зудтар шифо ёб! zûdter şîfo yob!; ku xwedê şifa xêrê bide! xwedê şifa bide! xwedê zû xweş bike! zû xweş bibe!
DIBISTAN, XWENDEGEH, QUTABXANE el σχολείο sxolîyo; la scholae; de schule; ru школа şkola; ka სკოლა skola; hi स्कूल skûûl; bn স্কুল skûl; pa ਸਕੂਲ skûla; ar مَكْتَب mekteb, مدرسة medrese; fa مکتب mekteb; مدرسه medrese, دبستان dibistan: elementary school; ur: مدرسه medrese; tg мактаб mekteb; tr mektep; ku mekteb, medrese
DÎPLOMATKAR el διπλωμάτης dîplomatîs; fr diplomate; es diplomático; it diplomatico; en diplomat; de diplomat; ru дипломат dîplomat; tg дипломатӣ dîplomatî, ka დიპლომატი dîplomatî; fa دیپلمات dîplomat; ar دبلوماسي dîblomasî; tr diplomat, ku diplomat
DIRAV, DIRAW (ji navê perê el δραχμή draxmî) el παραδάκι paradhakî; av pare; pa pareg; sa परीवर्त parîvarta; hi पैसे pezê; pa ਪੈਸਾ pesa; la pecunia; fa پاره pare, pol; tr para, para; ku pare, pere
DÎROK, MÊJÛ el ιστορία îstorîya; ru история îstorîya; ka ისტორია îstorîa; la historia; de histoire, fr histoire, en history, sa हतिहास hatîhasa, इतिहास îtîhasa; hi इतिहास îtîhas; bn ইতিহাস îtîhaş; ar. تأريخ ta’rîx; az. tarix; fa. تاريخ tarîx; tg. таърих tarîx; ps تاریخ tarîx; tr. tarih; ur: تاریخ tarîx; ku tarîx, îtîhas, history
DÎROKNAS el ιστοριογράφος îstorîografos; la historicus; ru историк îstorîk; ka ისტორიკოსი îstorîkosî; sr историчар îstorîçar; fr historien; en historian; de historiker; sa ऐतिहासिक etîhasîka; hi इतिहासकार îtîhaskar; pa ਇਤਿਹਾਸਕਾਰ îtîhaskar; gu ઇતિહાસકાર îtîhaskar; ar مؤرخ muerîxun; fa تاریخ شناس tarîxşînas; tg таърихчӣ tarîxçîy; tr tarihçi; ku tarîxkar, îtîhaskar, historyan
ERÊNÎ el θετικός thetikos; la positivus; de positiv; en positive; fr postitif, positive; it positivo; es positivo; ru позитивный pozîtîvnîy; fa مثبت ، يقين musbet, yeqîn; सकारात्मक sekaratmak; gu હકારાત્મક hekaratmak; pu ਸਕਾਰਾਤਮਕ sekaratmak; ur مثبت musbet; إيجابي îcabîyen; tr pozitif, olumlu, müspet; ku bikêr, lê, musbet, îcabî, positive
FERMÎ la officialis; fr officiel; en official; ru официальный ofîtsîal’nîy; ka ოფიციალური op’îts’îyalûrî; ar الرسمية erresmîyetû; fa رسمی resmî; tg расмӣ resmî; ps رسمي resmî; tr resmi; bn সরকারী serekarî; ur سرکاری serkarî; hi आधिकारिक adhîkarêk; pa ਅਧਿਕਾਰੀ edhîkarî; ku resmî, serkarî, official
FIROKVAN el πιλότος pîlotos; la fa خلبان xaban, پيلوت pîlot; fr pilote; de pilot; en pilot; hi पायलट paylit; pa ਪਾਇਲਟ paylit; ru пилот pîlot; ka პილოტი pîlotî; tr tayyar, pilot; ar طيار teyyarun; ku pilot, teyyar, firyar
GENC (ji genç a tr): av yuuan; sa युवन् yuvan; gu યુવાન yuvane; parthî yuvan; la juvenis; de jung; ru юный yûnîy; es joven; it giovan; fr jeune; mp cuvan; hi जवान cevan; fa جوان cevan; pa ਨੌਜਵਾਨ newcevan; ur نوجوان nûcewan; el νέος neos, tr genç; ku ciwan, nûciwan
GIRAV (ji gir + av): el νησί nîsî; la insulam; de insel; it isola; es isla; en island; ru остров ostrov; sa द्वीप dvîpa; hi द्वीप dvîp; bn দ্বীপ dbîpa; pa ਟਾਪੂ tapû; gu ટાપુ tapu; ar جزيرة cezîre; fa ابخست ، جزيره abxest, cezîre; ur جزيره cezîra; ku cezîr, avxest, dvîp, insul
GIŞTPIRSÎ el δημοψήφισμα dîmopsîfîsma; ka რეფერენდუმი reperendûmî; la referendum; de referendum; ru референдум referendum; id refererendum; fa رفراندم referandum; tr referandum; ku referendum
HEVJÎN ar زوجة zewceten; hy կին kîn; sa पत्नी patnî; hi पत्नी patnî; bn স্ত্রী strî; pa ਪਤਨੀ patnî; cs žena el γυναίκα gîneka fa زن zen hr žena ja 妻 zna; pl żona ru жена jena; sr жена jena; sk žena sl žena tg зан zen; ku jin, afret, pîrek, kuflet, bermalî, keybanû (kebanî, kewanî)
HEVOK el πρόταση protasî; ru предложение predlojenîyi; de satz; en sentence; da sætning; fr phrase; sa वाक्य vakya, वाच् vaç; hi वाक्य vakya; bn বাক্য baku; pa ਵਾਕ vaki; ar جملة cumle, fa جمله cumle; tr cümle; ur جمله cumle; ku cumle; vakya, vaç
KONGIR el κογκρέσο konkreso, κογγρέσο kongreso; la congressus; it congresso; es congreso; de kongress; en congress; ka კონგრესი k’ongresi; ru конгресс kongress; en congress; fr congrès; कांग्रेस kangres; pa ਕਾਂਗਰਸ kangreşa; bn কংগ্রেস kongreş; ku congress
KUJER (ji kuj a ku û -er a en) hy մարդասպանին mardaspanin; da morder; et mõrvar; nl moordenaar; de mörder; en murderer; fr meurtre; ar قاتل qatelun; pa ਕਾਤਲ katel; ps قاتل qatil; fa قتل qetil, خونی xûnî,کشنده kuşende; hi हत्यारा hetyara, खूनी khûnî; bn খুনী xunî; gu ખૂની xûnî; ku xwînî, mêrkuj, kujende, qetil
LI … GERÎN, LÊGERÎN (ji terc. aramak a tu) el τηλεφωνώ tilefono; de telefonieren, anrufen; it chiamare, telefonare; fr téléphoner; en phone, call; ka ტელეფონით t’eleponit; ru звонить по телефону zvonit pa telefonu; hi फोन करने के लिए fon kirine ki lie; pa ਫੋਨ ਕਰਨ ਲਈ foni kirine lai; bn টেলিফোন করা telifone kiri; tr telefon etmek, aramak; fa تلفن کردن telefon kerden; ku telephon kirin, tel kirin, li telê xistin
LÊGERÎNER el ερευνητής erevnîtîs; la indagator; de forscher; en researcher; fr chercheur; es investigador; it ricercatore; ru Исследователь îslêdovatêl; hi शोधकर्ता şûdkirta, अनुसंधानकर्ता anusandankerta; pu ਖੋਜਕਾਰ khojkar; fa پژوهشگر pejûhêşger; ar الباحث el bahîsû; tr araştırmacı; ku kockar, pejûhêşkar, lêger
LÊKER (bi lêk- a fêlê ku lêkirin û -er a en tercûma mana yüklem a tr) la verbum; es verbo; fr verbe; de verb; en verb; sa क्रिया krîya; bn ক্রিয়া krîya; क्रिया krîya; pa ਕਿਰਿਆ krîya; ar فعل fi’l; az fe’l; fa فعل fê’l; tg феъл fel; tr fiil; ur فعل fe’l; ku fêl, krîya, verb
LÊNÛS de notizbuch; en notebook; bn নোটবই notbî; gu નોટબુક notabûka; ka ნოუთბუქი nûtbûkî; ru блокнот bloknot; sa टिप्पणीपुस्तिका tîppanîpûstîka; hi ar. دفتر defter; aramî: דפתרא diphterā; fa. دفتر defter; oel: διφθέρα diphthéra; tr defter; ku. defter, notebook, bloknot
LI XWE BAŞ BINIHÊRE (Ji herf bi herf tercûma turkî) la cura te; it riguardati, prenditi cura di te; fr prendre soin de toi, prenez soin de vous; en take care, take care of you, take care of yourself; de pass auf dich auf; es cuídate, cuidate, ru Береги себя beregî sebîya; hi अपना ख्याल रखें apna kyal rakin; ar اعتن بنفسك e’tenî binefsîkun fa مراقب خودت باش meraqbixudet baş; tr kendine iyi bak; ku li xwe mêze bike, li xwe binihêre, qîmeta canê xwe bizanibe
MAKEZAGON (ji mak û закон zakon a bg) el σύνταγμα sîntagma; la constitutionis, fr constitution; en consitution; de konstitution; ru конституции konstututsîî; ka კონსტიტუცია konstîtutsîya; sa संविधान senvîtana; hi संविधान senvîtan; bn সংবিধান şanvîdan; pa ਸੰਵਿਧਾਨ savîdan; ar دستور dustûr, fa قانون اساسي qanûnê esasî, ofa destwer, ku destûr, qanûnê esasî, senvîtan, constitution
MÎNAK, WEKOK el παράδειγμα paradigma; la exempli gratia; fr par exemple; en exemple; my nemûner; ar مثال mîsalun; fa نمونه numûne; hi नमूना nemûna; bn নমুনা nemûna; pa ਨਮੂਨਾ nemûna; ur نمونہ nemûne; tr numune; tg намуна nemûne; gu નમૂનો nemûno; ka ნიმუში nimûşî; hy նմուշ nemûş; ku numûne, mîsal
NERÊNÎ el αρνητικός arnîtîkos; la negativus; de negativ; en negative; fr negatif, negative; it negativo; es negativo; негативный negatîvnîy; hi नकारात्मक nakaratmak; gu નકારાત્મક nakaratmak, pu ਨੈਗੇਟਿਵ negêtîva; fa منفي menfi; ur منفی menfî; ar نفي nefîyun, سَلْبِيٌّ silbî; tr menfî, negatîf, olumsuz; ku bêkêr, nelê, menfî, negative.
Not 1: Me peyvên bi formên xwe yên gran xwedî phonemên /h/ û /ɵ/ (herfên h û u) bi hawayê wan ê sivik nenivîsîn. Numûnên formê gran: hanîn, nahê, nahên, dihê, dihên, bihê, bihên, haşbûn, hewqas, hawa, hêvar; dunya, wusan, numûne, turkî, mumkûn. Bi heman rêzê numûnên formê sivikê van peyvan: anîn, nayê, nayên, tê, tên, bê, bên, aşbûn, ewqas, awa, êvar, dinya, wisan, nimûne, tirkî, mimkûn. Peyvên bi formên gran hatine nivîsandin bi formên sivik jî dihên xwendin. Ji van peyvan hanîn, bihê, bihên, dihê, dihên, nahê, nahên, haşitî hema hema li her derê êdî tenê bi formê xwe yê sivik dihên telafûzkirin.
Not 2: Me peyvên ji zimanên latinî, îngilîzî û fransizî ketine kurdî wekî xwe nivîsin, ne bi elîfba fonetîk a Celadet Alî Bedirxan. Ji nivîsîna latinî, îngilîzî û fransizî me bi granî hawayê nivîsîna latinî û îngilîzî tercîh kirîye. Çimkî nivîsîna bi hawayê van zimanan pirtir li phonetica kurdî dihê. Dema em peyvên ji latinî, fransizî û îngilîzî -hinek paşgirên xusûsî, accent û herfên taybet ne tê da- bê guherîn wekî xwe dinivîsin, ev peyv ne tenê manên xwe, gîyan û durûvên xwe jî diparêzin. Numûne football, leader, gilette, gendarme, coup d’Etat, de facto. Dema ev peyv fûtbol, lîder, cilêt, cenderme, kûdeta, defakto dihên nivîsîn bê şemal û bê gîyan dimînin. Çimkî football ji foot û ball, leader ji lead û -er, gilette ji navê Monsieur Gilettte, gendarme ji gens û d’arme, coup d’Etat ji coup û d’Etat, de facto ji de û facto pêk tên; fût û bol, lîd û er, cen û derme, kû û deta, cilêt peyvên bê durûv û bê bê gîyan in. Ji ber ku turk û çend miletên din bi vî hawayî van peyvan dinivîsin, kurd ne neçar in mîna wan binivîsin.
Riataza