Welatek dojehîn ji bo jina

Welatek dojehîn ji bo jina

Emre MÛHARGÎNÎ

Bi qasî sê hefte berê hevaleka min hem ji bo projeyek hem jî ji bo serdaniya min ji Elmanyayê hate Amedê û bû mêvana min. Piştî ku kar û xebatê xwe qedand ji bo çûn û dîtina cihên dîrokî, xweza û sirûşta dûşize heftek-deh roj wextê me hebû. Pêşî em li cihên dîrokî ên li nava Amedê yek bi yek geriyan û paşê jî em li bajar û bajarokên der û dora Amedê geriyan. Me bi zanabûn çûn û dîtina Mêrdînê hişte sê-çar rojên paşî, da ku em li gorî dilê xwe li her derî bigerin û çi cihên dîrokî hebin hemûyan bibînin. Heftek bi ser ket êdî dema çûndina Mêrdînê hatibû. Me cil û berg û alavên xwe tev da hev û me çenteyê xwe avête mile xwe û em ketin rê. Jixwe di pêşî de jî ez çend cara çûbûm Mêrdînê. Ji van çûndinê min herî kêm du-sê cara bi otostopê bûn. Dema ku min ji hevala xwe re qala van rêwîtiyên xwe ên bi otostopê kir wê ji min tika kir ku em bi otostopê herin Mêrdînê. Min jî vê pêşniyara wê pejirand û em derketin ser rê û me dest bilind kir da ku hinek me bigirin. Bi qasî seetek şûn de em li Mêrdînê bûn. Gihîştina me ya Mêrdînê pir hêsan bû bi otostopê.

Li Mêrdînê emê li mala birê min bimana. Birê min li Zanîngeha Mêrdînê Artukluyê xwendekar e. Wî û du hevalên wî mal ji xwe re kirê kirine li wir. Ti kes ji wan ne li Mêrdînê bû. Jixwe min di pêş de mifteya malê ji birê xwe sitendibû û me destûra man a li mala wan jî ji wan stendibû. Dema em gihiştin wê, me biryar da ku em pêşî herin malê xwe bi cih bikin û dû re derkevin bigerin. Em gihîştin malê û me xwe bi cîh kir. Piştî me hinek bêhna xwe da û pê de me xwe amade kir û em derketin derva da ku em li Mêrdîna kevn bigerin. Ew roj em bi kirtûpanî li hinek cihan geriyan. Lê roja din em li Mêrdîna kevn qul bi qul geriyan. Ti der ji ber piyê me nefilitî. Çi dêr û mizgeft û medreseyên kevn hebûn em çûn me ew dîtin. Piştre me biryarek girt ku roja din em herin Dêra Zehferanê. Ev dêr dêreka Suryaniya ye û bi qasî 4 kîlometre li rojhilatê Mêrdînê ye. Vêca me got ka em dînîtiyek bikin… û bi meşê herine wir.

Serê sibê em zû rabûn û me taştêyeka bi dilê xwe kir û alav û amûrên xwe xiste tevî hev û me çenteyên xwe avête milên xwe û me berê xwe da Dêra Zehferanê. Hê me nû dest bi meşê kiribû, texiyeke zer di ber me re derbas bû. Pêra pêra jî texiyeka din hat û li ber me sekinî û ji me re got; “Kerem bikin ez we bi xwe re bibim!” her çiqas me got; “Na malî ava. Em dixwazin bimeşin” jî me bi ser wî nexist û em bi naçarî li texiya wî siwar bûn. Ê ku me girt Suryanî bû. Dema ku em gihîştin dêrê, me dît ew texiya zer ku di ber me re derbas bibû li wêderê ye û ajovanê wê, xortekî û sê keçik dixwazin tiştek bi serê hev bixin. Çawa em ji texiyê peya bûn ajovanê texî ya zer ber bi me ve hat û got; “Ez qurbana we, ka kes ji we nizane bi zimanê vana biaxife?” Min got; “Kerem bike xalo! Çi bû?” Wî jî got; “Weleh min vana anîye vêderê, lê em ji hev fehm nakin. Ka ez nizanin ji bo van li vir bisekinim yan wê heqê min bidin min û ez herim?” Min bi wan re xeber da û ewan jî got; “Bila ji bo me nesekine. Heqê wî çiqas bigire emê bidinê”. Min ji ajovan re got û jê pirsî ka heqê wan çiqas dike. Bi gotina Mêrdîniyan heqê wan 24 weraq digirt. Her yekê ji wan 6 weraqê xwe da û gotin malî ava û oxir be ji te re. Piştî me texiyê şand me dest bi axaftin û naskirina hev kir. Min ji wan pirsî “Ka hûn ji kuderê ne û we xêre van dera?” Lawik Îtalyan bû û li Barcelonayê dima. Keçikek ji Emerikayê bû û li Îrlandayê (Dublin) dima. Keçikek ji Elmanyayê bû û ew jî li Barcelonayê dima û keçika din jî ji Çekyayê bû. Min ji wan pirsî; “We çawa hev naskir û ji kingê va ye hun li Mêrdînê ne?” Gotin; “Ev nêzî mehkî ye em li vêderê ne. Em di bin sîwana rêxistinek de wekî minêkar ji bo perwerdehiya zarokên Sûrî ên li vir bicihbûne hatine.” Û gotin; “Ji xeynî me 8 kesên din jî hene.” Bi vî awayî mijar mijarê vekir û mijûlahiya me kûr û geş bû. Piştî ku em li dêrê geriyan, em li qafe ya dêrê rûniştin û me çay û qehweyên xwe vexwar. Qasek xweş derbas bû me xwest ku em xatir ji wan bixwazin. Me ji xwe re digot vê carê çi bibe bila bibe divê em bi meşê herin. Min ji wan re got ger ku hûn bixwazin ez dikarim gazî texiyek bikim wê were we bibe bajêr. Lê wan got; “Ger ku hûn dil bikin em jî dixwazin bi we re bimeşin û bibin hevrêyên we.” Me jî got; “Dibe çima nabe” Bi vî awayî em bi bêhna fireh ketin rê û meşiyan.

Em hem diaxifîn hem dimeşiyan. Ge me wêneyan dikişand, ge em rûdiniştin û me stran digot. Di rê de çend gundiyên ku baxçeyên wan bi rê ve bû hêjîr û hinek fêkiyên din dan me. Welhasil bi vî awayê me xwe gihande bajêr. Ev bû serpêhatiyek xweş ji bo me teveka. Dema ku em gihiştin bajêr em li derekî rûniştin û me bêhna xwe da û hinek tişt vexwar. Qasek xweş derbas bû, me xwest xatir ji wan bixwazin. Pêşiya ku em xatir ji hev bixwazin wan hejmara min a telefonê girt ba xwe û gotin “êvarê çalakiyek me heye û em dixwazin we jî dawet bikin.” Me jî got; “Dibe! Ger ku wextê me hebe emê bi kêfxweşî beşdarî çalakiyê bibin.” Piştre me xatir ji hev xwest û em ji hev qetiyan. Piştî ku em ji wan qetiyan min û hevala xwe me berê xwe da sûk û kolanên kevn û em çûn bazara dîrokî. Li wêderê çavê hevala min bi şalwaran ket û pir bala wê kişand. Ji min re got; “Pir kêfa min ji vana re hat. Ez dixwazim hebekî ji xwe re bikirim”. Me şalwarek jê re kirî. Pir kêfa wê jê re hat. Hetanî roja min wê ji Amedê verê kir jî wê şalwarê xwe li xwe kiribû û bi wî awayî çû Elmanyayê.

Ez naxwazin zêde serê we biêşînim. Di seet nehê êvarê de cihê çalakiyê ji min re wekî peyam şandin û gotin; “Ger ku hûn bikaribin werin emê kêfxweş bibin.” Jixwe çalakî di neh û nîvê êvarê de dest pê dikir. Me raste rast berê xwe da cihê çalakiyê. Dema ku em gihiştin wê, rabûn piya û ber bi me ve hatin û kêfxweşiya xwe nîşanê me dan. Piştî me silav da hev û em rûniştin, me bi wan 8 minêkarên din re dan nasîn. Ji wan heşt kesa lawikek ji Îtalyayê bû, du lawik ji Fransayê bûn, lawikek ji İraqê bû û ji xeynî van çar lawikan çar keçik jî ji Îranê bûn. Me hev naskir û em bi hev re mijûl bûn hetanî çalakî dest pê kir.

Cil û girêdana keçikên Îranî bala min kişandin. Cil û bergên vekirî li xwe kiribûn û ji xwe bawer bûn. Ez dikarim bibêjim ku lixwekirina wan nûjen û sekuler bû. Du heb ji wan etekên li ser çokê (miniskirt) û di ser de jî kincekî bêmil li xwe kiribûn. Lêvên wan sor û birî û bijangên wan çêkirî û li hev bûn. Serqot bûn û porê xwe pir xweşik boyax kiribûn û pir şeklekî xweşik dabûn porê xwe. Min di dile xwe de got; “Baş e. Dêmek rewşa jina li Îranê ne hewqas xirab e. Lewra vana pir xweş û bêyî ku di bin bandora kesekê/î de bimînin li gorî dilê xwe cilan li xwe dikin û tevdigerin.” Êdî çalakî dest pê kiribû. Hin aqrobat hebûn û hunerên xwe pêşkeşî temaşevanan dikirin. Hineka li amûr û enstrumana dixist û hinek jî distrîn. Çalakî bi vî awayê xweş û geş didomiya. Bîskek şûnde ez li quncek rûniştim. Lewra ew roj bi rastî jî ez pir westiyabûm. Min li der û dora xwe û li çalakiyê temaşe dikir. Bîskek şûnde di qunceq de seyare ya polisan derket û ber bi çalakiyê ve hat. Lembayên serê vêdiketin û vedimirîn. Di wê kêliyê de çavên min yek bi wan keçikên Îranî ket. Keçik ku rûniştî bû rabû piya û zûzûka ji çenteyê xwe îşlikek derxist û li xwe kir. Ez ne şaş bim ji xeynî min ti kes wê ferq nekir. Awê ku min gava din jî got min pir bihîstibû û xwendibû ku rewşa jina li Îranê pir xirab e lê bi rastî jî min nedizanî bû ku ev çend xirab e. Û ger ku kesek ji min re bigotina jî dê min bawer nekirana. Dêmek rewş ew çend xirab e ku êdî ev tişt di bin hişê jinên Îranî de cih girtiye. Her çiqas ku ew keçika ha li welatek xerîb bû jî dîsa dixuya ku tirs û xofeka mezin di dilê wê de hebû.

Gelo ev pirsgirêk bi tenê li Îranê heye? Naxêr! Sed heyf û mixabîn em dikarin bibêjin ku ev mijar û pirsgirêk li hemû dewletên Rojhilata Navîn hene. Gelo ev pirsgirêk bi tenê heye? Dîsa sed heyf û mixabîn na. Digel vê pirsgirêkê, pirsgirêka demokrasî, xîzanî, bêdadî, newekhevî, şer û pevçûn, dagirkerî, bişavtin, laîktî û kevneperestî, şîdet, cûdaxwazî, neteweperestî û nijadperestî, hişkbawerî, hevzayendî, penaberî, perwerdehî, neheqî, pirsgirêkên politik û debarî û hwd. bi hezaran pirsgirêkên din jî hene. Mêjiyê her ferdeki/ê li Rojhilata Navîn bi hezaran pûta tê tijîkirin. Bi piranî jî bi destê dewletan bi rêya perwerdehî û olî van pûtê ha di hişê mirova de têne bicihkirin. Lewra van dewleta tevekî bi rê ve birin a xwe û desthilatiya xwe bi dîn ve girêdidin. Gava em li dînê hemûyan dinêrin em dibînin ku baweriya wan bi dinyaya wî aliyê, bi bihûşt û dojehê heye. Li gorî baweriya wan dema ku mirov bimirin wê tevekî bêne darizandin û li gorî kirin û tevgerên wan ên li ser vê dinyayê wê bên dabeş kirin. Piştî vê dabeşkirinê wê hinek ji wan herin bihûştê û hinek jî herine dojehê. Lê divê ev kes van fikr û ramanên xwe biterikînin û li ser wan hinek bifikirin û qaîde û qûralên nû deynin. Lewra jixwe wan li ser rûyê vê dinyayê ne hebek lê bi dehan dojeh afirandiye û mirova tê de dişewitînin û jiyana wan mîna sapê di bin simê gamêşan de hatibe gêle kirin, hûr hûr dikin û dipelçiqînin. Veca çi hewce bi dojeheka din heye?

Dema ku min tevgera keçika Îranî dît, kizîn bi dile min ket. Wekî xencereka sincirî li ser dilê min dabin êş û janek kete dilê min. Her çiqas ku ez li wêderê bûm jî hiş û mêjiyên min li derek din bûn. Ez di nav gola fikr û raman û hest û pejnan de difetisîm. Ji wê kêliyê pê de êdî ne haya min ji çalakiyê hebû ne jî ji der û dora min hebû. Bi tenê dilê min diêşiya. Êdî dem dereng bû. Hevala min got; “Em neçin malê? Halê te ne xweş dixuye. Tu nexweşî an tu westiyayî?” Min go; “Rast e ez pir westiyame. Ka em herin malê.” Me xatir ji hevala xwest û me berê xwe da malê. Lê ew kêliya ha qet ji hişê min dernediket. Hetanî em gihiştin malê deng ji min derneket. Hevala min ji min pirsî got; “Kuro ev çi halê te ye? Çi bi te hatiye? Çima tu wiha bêdeng î û kûr kûr diponijî? Weleh ez dibêm tiştek qewimiye û tu ji min vedişêrî.” Her çiqas min gotê; “Na tiştek neqewimiye. Ez westiyame” jî dîsa ji min venegeriya û got; “Ez ji te tika dikim tu rastiyê ji min re bibêjî.” Pir di ber min da û min jî hal û meseleye jê re vegot. Ew jî bîskek bêdeng ma û piştre gote min; “Tu dizanî ku çend sal berê ez çûbûme Îranê?” û qala serpêhatiya xwe ya li Îranê kir. Gote min; “Dema ez gihiştim Îranê peywirdareka jinik hate ba min û qala qaîde û qûralê lixwekirina jinan li Îranê kir û ji min re got ku divê ez serê xwe binixêmim. (…)” Bi qalkirina vê serpêhatiyê wê jî xencerek sincirî li ser dilê min da.

Ez heyirîm û matmayî mam. Gelo çawa dibe ku di sedsala 21. de desthilatiyek têkilî lixwekirina cil û bergên mirovan dibe? Çawa û li gorî kîjan qaîde û qûrala dibêje hunê vana li xwe bikin an li xwe nekin? Ma kê vê rayê daye wan? Ma qey qet haya wan ji mafên mirovan tune ye? Gelo ka kîjan xwedê destûra vê bi rê ve birinê daye wan? Van pirsa û bi hezaran pirsên mîna vana di serê min de wekî kurman diçûn û dihatin û hêdî hêdî mêjiyê min dikurisandin û dixwarin. Bi vî awayî ez ji xwe ve çûm û ketim xeweka giran. Xeweka mîna xewa gelên Rojhilata Navîn ku bi sedan sala ye tê de ne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev