Dengbêj û helbestvan MECÎDÊ SİLÊMAN çû ser dilovaniya xwe

Dengbêj û helbestvan MECÎDÊ SİLÊMAN çû ser dilovaniya xwe

Mecîdê Silêman, di nava kurdan de gelek tê hezkirinê. Navê wî yê rast Mecîdê Mehmedê Silo ye. Ew di sala 1932’yan de li gundê Semekaşê, nehîya Şahûmîyanê, li Komara Ermenistanê ji dîya xwe bûye.

Mecîdê Silêman hê zarok bûye, bavê wî diçe şerê Sovyetê yê dijî faşîstên alman.

Mecîdê Silêman ji hêla pîrika wî Sîsê û kalikê wî Silo vê tê xweyîkirin. Di dema şer de kalik û pîrika wî diçine ser dilovanîya xwe. Paşê apê wî Evdoyê Îsa wî digire ba xwe û xweyî dike.

Mecîdê Silêman di biçûktahîya xwe de gelek zorî û zehmetî kişandîye. Şev û rojê li ber pez û dewaran bûye. Piştî kutakirina dibistana navîn ew tê qebûlkirin ji bo Texnîkûma Êrîvanê, di malhebûnîya gundîtîyê de.

Mecîdê Silêman hê di zaroktîya xwe de hez ji kilamên cimaetê kiriye. Di nava kurdên Sovyeta berê de Mecîdê Silêman tê naskirinê weke dengbêjekî navdar.

Wî ji sala 1961’ê hetanî sala 1980’î di radyoya Êrîvanê de dengbêjî kiriye û kilam gotine.

Yanê him dengbêjîya Mecîdê Silêman hebûye û him jî helbest nivîsandine. Helbestên wî di rojname û kovarên Rûsyayê, Qazaxistanê û Ermenistanê de hatine weşandin. Helbestvan û dengbêjê navûdeng heta roja mirina xwe jî bi hestên kurdayetîya bilind nivisî.

Mirov dikare di helbestên Mecîdê Silêman de hestên bilind ên bêrî, hesret û dilkêşîya welatê kurdan Kurdistanê bibîne. Bêrî û hesreta kurdayetîyê û derdê bêdewletîyê cem Mecîdê Silêman de di asteke jortirîn de bû. Dîsa xeml û forma helbest nivîsandinê weke gelek helbestvanên kurd, di bin tesîra helbestên kurd ên klasîk de ne. Rêzên helbestên Mecîdê Silêman kurt, lê ji alîyê naverokê ve dagirtî ne.

Helbesta Mecîdê Silêman ya herî kevin “Sazbendên Kurdan, de lêxin” e. Di vê helbestê de bîçimê helbestê bi temamî bîçimê ji bo stirandinê ye. Helbest weke kilam hatîye hûnandin.

Sazbendên Kurdan, de lêxin

De lêxin, lêxin, lêxin,
sazbendê kurda lêxin,
de lêxin, lêxin, lêxin,
xweş li def û zirnêxin.

De lêxin, lêxin, lêxin,
lêxin miqamê aza,
dengî xweşe bistrên,
komêd xorta û qîza.

Bistrên kilama Lenîn,
bi dengê xweş û şîrîn,
dengî xweş ve bistrên,
tu car we naçike bîn.

Bira dengê we aza,

Belavbe li dinyayê.

Dîsa di helbesta Bedewê de jî bîçim nêzîkê kilamê ye. Têmaya helbestê bi gora hûnandina bedew gihîştîye encamê. Helbest bi gor ahengekê hatîye hûnandin û ev aheng di xwendinê de qutbûnekê peyda nake. Peyv bi rengekî hostayî hatine bicîhkirin. Dîsa di tewandina hin peyvan de, weke cefa û wefa de bîçimekî nû pêk anîye. Di mijarê de dîyar dibe ku Mecîdê Silêman ji alîyê zanîna zargotin û çandê ve xwedî pisporîyekê ye. Ew hostatîya wî ya di mijara zanîna peyvan de, hiştîye ku hûnandineke balkêş derîne holê. Yek jî ji ber ku helbest di bîçimê kilamê de hatîye hûnandin, ev yek ji bo xerîkîna helbestê hêsanîbûneke bi xwe re tîne. Lê belê di vê bê destnîşankirin ku di helbestê de mesaj an jî hêmayên xurt û bedew peyda nabin.

Bedewê

Wey bedewê, wey bedewê,
dilê min de gozel kewê,
xewa xunkelê şîrîn e,
hebe bahsa min wê xewê.
Bese tu min bidî cefê,
te ez anîme ber wefê,
bide sozê kutasîyê.
Bedew rinda gerden morî,
pir şîrînî sûret sor î,
dilê min li te bengî ye,
dilê bengî neke gorî.

Di wêjeya kurdî de cîhê helbesta Seydayê Cêgerxwîn darîçav e. Xwedî sitîleke xweser e. Bîçimekî nû daye helbesta kurdî. Helbesta Seydayê Cegerxwîn ji ber ku gelek rengan di hundirê xwe de dihewîne, di heman demê de nîşan daye ka helbesta kurdî dikare xwe di kîjan bîçim û sitîlan de raber bike. Helbesta wî şêwazeke resen e. Bingehê xwe jî digire ji dewlemend çand, dîrok û zargotina kurdî. Gava ku helbestên Seydayê Cegerxwîn tê xwendin bi rengekî eşkere tê dîtin, ew zanîna kûr û bêbinî. Dîsa dewlemendîya mijarê di helbesta wî de balkêş û rewneq e. Wek deryayeke mezin derdikeve pêşberî me. Mirov dibê qê Seydayê Cegerxwîn hemû mijarên ku di ramana kurd de cih digirin hildaye dest û di nava helbestên xwe de bi kar anîye. Ewqas ku xwedî taybetîyeke balrakêş e. Cîhê wî yê di nav wêjeya kurdî de, bi taybet jî di helbesta kurdî de qirase ye. Bi helbestvanîya xwe ya xurt vê yekê îspat kiriye. Helbet ji bo dema nêzîk mirov bi hêsanî dikare bibêje ku di helbesta kurdî de ew weke ekolekî tê nasîn. Ji ber vê çendê jî di nava gel de baş tê nasîn. Ev nasîn ji bo hemû nifşan derbasdar e. Piranî helbestvanên me jê bandorekî girtine. Ev tiştekî xwezayî û normal e jî. Ji ber ku ne mimkun e ku jê bandor neyê girtin.

Xaleke herî balkêş jî ew e ku, gelek helbestên Seydayê Cegerxwîn weke bîçim xwe didin rûniştandin li ser bingehê kilamê. Weke mînak, min di zaroktîya xwe de cara yekem Seydayê Cegerxwîn bi kilamên wî nas kir. Yanî berîya ku ez helbestên wî bixwînim, min ji kasetan ji dengê wî kilamên wî guhdarî kirin.

Di helbestên Mecîdê Silêman de jî ev taybetmendî darîçav e. Yanî qurmê helbestên wî xwe didine rûniştandin li ser bingehê kilamê. Gelek kilamên xwe jî di radyoya Êrîvanê de jî bi devkî sitirîye.

Ev helbesta hanê jî ji bo vê mijarê mînak e:

Heta Kîngê

Heta kîngê em rûreşbin hey felek,
heta kîngê reş û heşbin hey felek,
destûr bide em kêfxweşbin hey felek,
weke xelqê xudan rewşbin hey felek.

Heta kîngê emê habin hey felek,
em êtîmê bêdê bav in hey felek,
bihêle me her çav zave hey felek,
dewran bide em jî şabin hey felek.

Dilê kurda xem fikir e hey felek,
li nav dilê me agir e hey felek,
kevirê me erd nagire hey felek,
bona me jî bifikire hey felek.

Bese li me bike qestî hey felek,
em in xelqê re bindestî hey felek,
em bûne teyrê perşikestî hey felek,
xwestina me ye serbestî hey felek.

Bese me neke neheqî heyfelek,
bîne ortê hebe heqî hey felek,
te dil me kiriye şeqşeqî hey felek,
berê berde tuye neheq î hey felek.

Ez Mecîdê Silêman im hey felek,
ez xweyî barê giran im hey felek,
dawekarê Kurdistan im hey felek,
ezî bêeşq bêdewran im hey felek.

Dîyar e ku di helbesta bi navê Heta Kîngê de helbestvan Mecîdê Silêman gelek serkeftî ye. Ev serkeftina wî di du xalan de dertê holê.

Yek: Bîçimê helbestê.

Didu: Hêmayên di helbestê de.

Bîçimê helbestê bi rengê helbesta klasîk hatîye hûnandin û bipîvan e. Pîvana helbestê 11 ye. Dîsa helbest bi rengê qafîye hatîye nivîsin û ev qafîyeyên ku di çarînên helbestê de cih digirin ji bilî çarînekê, hemû qafîya dewlemend in (zengîn qafîye).

Hemaayên di hundirê helbestê de hatine bikaranîn xwedî wateyeke kûr in. Weke mînak ev hêmaya hanê gelek watedar e: kevirê me erd nagire…

Gava ku em biwergirî helbestê hildidin dest, bi taybet ji alîyê bîçim û hêmayan ve helbest serkeftineke xuyayî di xwe de dihewîne. Helbet ev serkeftin jî ya helbestvan Mecîdê Silêman e.

Dîsa divê bê gotin ku, helbestvan Mecîdê Silêman herî zêde bi helbesta Kurdistanê tê nasîn û ev helbesta wî ketîye radeyeke helbesta klasîk. Ev helbest him ji alîyê wî bi xwe ve û him jî ji alîyê gelek dengbêjên dîtir ve hatîye sitirandin.

Kurdistan

Welatê me Kurdistan e,
cî meskenê me kurda ne,
welat me re rûh û can e,
milet tê de bira ne.

Welatê me pir şîrîn e,
temam mêrg in û zevî ne,
qîz xortê wê tev cindî ne,
eslê xwe ve Horî ne.

Kurdistana me zeynet e,
cimaeta wê pir hurmet e,
temam qedir û qîmet e,
welat me re cinnet e.

Kurdistana me rengîn e,
karxana ve ew zengin e,
şaîr Mecidê Silêmîn e,
ev xeber hev anîne.

Di vê helbestê de taybetmendî û bedewbûna welatê kurda bi rengekî xweşik hatîye hûnandin. Helbest bi awayekî hêsanî hatîye danîn. Di navbera rêzikan de aheng heye û ji hev û din qut nabin.

Ev helbesta jêrîn jî helbesta şînê ye. Weke ku tê zanîn helbestên şînê li ser mirîyan tê nivîsandin. Ev helbesta hanê jî ji hêla Mecîdê Silêman ve ji bo Balaxanimê ku ew dayika Kinyazê Îbrahîm e, hatîye nivîsîn.

Di naveroka helbestê de him alîyê gotina kal û bavan û him jî destnîşankirina alîyê olî heye.

Di helbestên bi vî rengî de taybetmendîyên ew kesê ku helbest li ser hatîye nivîsîn jî tê vegotin. Ev awayê helbestê ji ber ku ji bo ew kesên di nav civakê de bi qencî û başîya xwe têne nasîn, tê nivîsîn bi piranî alîyê wan ê başîyê derdikeve pêş. Her wiha di helbestên bi vî rengî de ne mimkun e ku mirov rastê alîyên nebaş bibe. Sebebekî din jî ew e ku, li pey mirî gotinên nebaş nayê gotin. Tesîra vê kevneşopîyê jî heye. Ji bo vê yekê çi alîyên baş û qenc hene derdikevin pêş. Jixwe xwezaya helbestê li ser vî bingehî tê rûniştandin. Weke vê helbesta hanê:

Dayka hêja

Dayka hêja çûye remê,
wê dil kirine nava şînê,
boy wê hêsra dibarînin,
rehma xwedê dayê tînin.

Îro Balaxanim mirîye,
li nav êlê şîn û girî ye,
her kes hêsra dibarîne,
rem û qencîha wê bîr tîne.

Nav me kêm in yê mîna wê,
êl tew dike tim şîna wê,
hêsir tên xwarê ji çavê,
gişt dibêjin, rehmet lê bê.

Şînê bikin bona mirî,
lê kêm bikin şîn û girî,
feyda mirî xêr xêrat e,
rewşa mirî cimaetê.

Ha gotine kal bavê me,
tune feyde singirye me,
mirî reme xwera dibe,
du derge ber wî vedibe.

Dergê cinnetê cihenem e,
gelo yê bibe para kê,
yê ku xêrxaz e milet e,
eynî cîhê wî cinnet e.

Cinnet be cîhê daykê dil rem,
pey xwe hiştîye nav û kerem,
her ewladek kubarya me,
ew bûne bextewarya te.

Ev helbesta hanê jî bi rengê helbesta methîye, yanî bi awayê pesindayînê hatîye nivîsîn. Divê di vir de jî bê gotin ku, di helbestê de qafîya dewlemend heye. Dîyar e ku helbestvan Mecîdê Silêman di vî warî de gelek serkeftî ye.

Sînemê

Tu bedew î gula nûr î sinemê,
dilê min de xema kûr î sinemê,
te digerim ji min dûr î sinemê,
dilê min de dewsa sûr î sinemê.

Cem min sax î tu nemirî sinemê,
dil de agirê netemir î sînemê,
te ez kirime nîv merî sînemê,
felekê tu xwera birî sinêmê.

Boy te şev û roj dilbirîn im sînemê,
hêsra boy te dibarînim sînemê,
çavê xwe te digerînim sînemê,
te dinya ronîk nabînim sînemê.

Agirê te me dike kevav sînemê,
agirê te natemirîne av sînemê,
boy te dişewitin dê û bav sînemê,
şev û roj hero her gav sînemê.

Ez vedikim kitêbxana te sînemê,
ez bîr tînim dewrana te sînemê,
dibînim diplom nîşana te sînemê,
dibim rizî ez bona te sînemê.

Ez şaîrê rê dirêj im sînemê,
vê helbestê boy te dibêjim sînemê,
hesrê xwe boy te dirêjim sînemê,
ezê timê ser te bêjim sînemê.

Mirov dikare bibêje ku, helbestvan Mecîdê Silêman li nav kurdên ku li welatên Asya Navîn dijîn weke ekolekî ye. Ew him bi alîyê xwe yê helbestvanî û him jî bi alîyê xwe yê dengbêjîyê di dilê kurdan de cih girtîye. Zimanê wî sade û safî ye. Ji alîyê zanîna zargotin, çand û dîroka kurdî ve xwedî dewlemendîyekê ye. Ew bi hestên bilind ên kurdayetîyê hunera xwe pêk tîne. Nav û dengê wî li nav kurdan belav bûye. Mecîdê Silêman wê hesret û bêrîya bêpênase ya kurdên ku li welatên Asya Navîn dijîn û bi rengekî dilsotî bi welat ve girêdayî ne, li ser kilam û helbestên xwe kêrsimandîye. Bûye berdevkê dilê wan mirovan û di vî warî de jî bûye xwedî payeyeke bilind.

(Têbinî: Ev gotar ne ya min e. Min di komperza xwe de dît û weşand. Nayê bîra min kî nivîsandiye…)

Vidêo: Salih Kevirbirî

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev