KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -3

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -3

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 150î me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 150

 

LAWIKO NEÇE ÇÎYA

 

Lawiko neçe çîya,

Çîyaye sarin,

Pê gula meke,

Gule jarin.

 

Yartîa qîza meke,

Qîz gunene,

Yartîa jinê bî meke,

Jinê bî serobane,

Yartîa bûkê salê bike,

Usa, çawa nêçîrvan

Tejî tûla hilde,

Here, dews unda be.

 

KERÎ PEZ

 

Kerî pezê çende vaye,

Nêrîyê navda weke gaye,

Lawikê minê teştîa sibê xarye,

Firafîna êvarê berda maye.

 

TU SORGULÎ

 

Tu sorgulî, ez penî me,

Derdê dila ez danîme,

Bavê heft kurra bî, heft qîza bî,

Axirsongî ez hewî me.

 

LAWIKO, TU ŞIVANÎ

 

Lawiko tu şivanê kerê mîyanî,

Pez berdaye doşa Elegezê dora çîyanê,

Cavekê nexêrê minra hatîye,

Divê: -Bûyî maşoqê jina bîyanî.

 

MÊRGA LAWIKÊ MIN

 

Mêrga lawikê min gîha dele.

Hin didrû, hin dinele,

Bira şerma xayê min nîbûya,

Mina qîçka serê xwe hilda, biçûma bale.

 

TILBÎSVANÎ

 

Tilbîsvanî, tilbîsvanî,

Ezê cavkim şekî serya kilê sibhanî,

Hergî welatî dûr bû, xwera neke bargiranî.

 

LO EREZO

 

Lo Erezo, hemî, hemî,

Ezê li ser tera çêkim çêkêd gemî,

Tê diçî, ez dimînim,

Bira gunê min stûyê teve,

Bizewicî, hîvya min nemînî.

 

HESEN QURBAN

 

-Hesen Qurban, çya nema me lê danî,

-Asê rebenê, kanî nema te jê ne anî,

-Keçê navê te Asêye,

Sîngê te mizgefta serê rêye.

 

De tu were têda bike

Durikat, nimêja di sibêye,

Hesen qurban çemê Mûradê leme-leme.

 

Kelekveno, bextê teme,

Tu Hesikê min derbazkî nav eceme.

Ez kefalê heqê teme.

 

Hesen qurban, çemê Mûradê porî haro,

Çirpîyê dorê bûne daro,

Xwedê dê û bavê minra

Xêrê bike, ahê qe nehêle.

 

Çawa ez nedame xortê

Çardeh salî,

Ji berêda dilê min tê hebû.

Got: Mûşêx Sargsyan, 37 salî.

 

HESEN

 

Hesen, dilê te ji min mao,

Rabe emê herin Xasê cem Rezao,

Kî ku hat û malê Hesenîkê min pirs kir,

Dibê qelenê Asê duh me dao.

 

Hesen qurban, ava Mûradê avî saro,

Dora qamîşê bûye dare,

Asê dibê: -Hesen, were meçe pêşîya jina bîyê ne tu yaro,

Were here pêşîya bûka salê mîna cenûngê nûtîmaro.

 

Ezê dêka heft kura bim, stûkê min jêrra xaro,

Hesen, qurban, ava gelî leme-leme,

Kêwrîşk banz da ser keleme,

Kî ku hatî Hesenê min pirs kir,

Bê “çûye otaxa jêrin rûniştîye, Asê li ceme”.

 

Mere Mûş, Mûş neyaro,

Ezê gula bivim, çêkim hespê Hesenê zîn hevsar.

Ezê destê bazinê xwe çêkim ji hespê Hesen, herçar nelo.

Ezê xizêma xwe çêkim hespê Hesen hûr-hûr bizmaro,

Hesenê min hespê siyar bibe, here nava heydara û cibran, bibêjin:

-Wî siyarê hanî, çi siyarî bi pergelo.

Ezê qîz bûm ser xênî, tu kanî nema, min av nanî.

 

Tu cêr nema, min hilnanî,

Tu xort nema, min nav dananî.

 

Dîarbekirê heya vira,

Xûna sor niqitî ser kevira,

Eger dilê te minda maye,

Were bêje, “Asê, xûşkê”,

Ku ez zanî bêjim Hesen bira.

 

Hesen, qurba me bi êvara ro çû eşê,

Barî berf ser konê mala babê Hesen, girtibû bûz û xaşê.

Sîng û memikê Asê dinêrim sipî dike

Mîna şorta bi şîr, têyna ber nexweşe.

 

Got: Sargîs Hovsêpyan, 45 salî ji nehya Aştarakê, ji gundê Maxdayê, nexwendî.

 

DE TU RAVE

 

De tu rave min birrevîne,

Here di odêda xurcekî zêrr hilîne,

Di tewlêda hespekî boz bikşîne,

Besanî min û teye,

Heyanî ruh mirinê.

 

Herê, gulê xanimê,

Ezê te narevînim,

Cinsê Hesokê Silîvî

Ku heye, cinsê zêr û zîve,

Paxir nîne, xirab nabe.

 

Heseno, rebeno,

Derdek bi ser canê min peyda bû,

Dibên derdekî wayd di dilan,

Minê pirsî bû ji şêxan-mellan

Ji doxtiran û hekîman,

Ji gotinê dibêjin ji salixê salix dane.

 

Dibê ramûsana Hesokê Silvîn

Li ser canê te dermane.

 

KULAVREŞO

 

Kulavreşo, xwezila îşev baran bihata,

Kerî dora mala bûya,

Kulavreşê min navda bûya,

Sîngê min tera zozan bûya,

Enîya min tera meydan bûya,

Memikê min tera dikan bûya.

 

AHMEDO

 

Ahmedo, navê min Nûrê,

Bêjina min zirave notla

Darek-darê vê bilûrê.

 

De bira dya min, bavê minra

Xêrê wayê nebînin.

Wayê min evdalê çawa negirtin,

Nedanê Ahmedê Şivîn,

Ezê girtime dame nevîyê Temoyê

Axê heyştê salî,

Mexmûnê ber tendûrê.

 

Ahmedo, navê min bi Nûrê,

Bejina min zirave,

Darek, darê vê bilûrê.

 

Ahmedo, bira dê û bavê min

Xêrê wayê qe nebînin,

Halê minda bilûbînin,

Çawa destê min negirtin, nedane Ahmedê Şivîn,

Mal cînarê dil bi xemê,

Wexta mala me cînarê mala wan bû,

Dilê min qijika xwedê heft salî tê da hebû,

Destê min negirtin, nedane Ahmedê Şivîn.

 

Dane nevîyê Temoyê Axê,

Kalê heftê salî,

Mêrê sê jina,

Îşev şeva çara dora mine,

Va kopeka, çawa bûye mexmûnê ber tendûrê.

Got: Egîtê Sinco.

 

KURXALO

 

Kurxalo, kurxalo!

Tu dîn mebe, dîn, dîn mebe

Ez qîzxala teme.

Yalê bejina xweda bê şik û bê şubeme,

Kurxalo, kurxalo!

Merûmo, aqil siviko û deyndaro.

 

-Qîzxalê, qîzxalê!

Merûmê te çi got,

Nav koma bira û pizmaman

Sozê te neşikênand, ji tera digot belê.

 

Gelî heval, hogirno!

Sîng û berê qîzxala min usane,

Notla çîçek berfê belekyane.

Got: Îsmayîlê Qaso.

 

OSÊ

 

Osê, Mûradê leme-leme,

Kêwrîşkê banzda ser keleme,

Dûrî min here,

Ez ne sêva devê teme.

 

Osê, Mûradê xweş Mûrade,

Çemê avê rabûye rê li min nade,

Kewa gozelê vê sivê xeyîdîye

Minra xeber nade.

 

MINÊ XEWNEK DÎYE

 

Minê xewnek dîye di xewnêda,

Darik hêşîn bûye hewlyê bavê teda:

Vê darê dinêrim, belge lêne,

Vêza belga cote sêvê sore lêne,

Vêza sêva dikanê sedefane.

Vêsê dikana sedefa zînê mozanye,

Vêza zînê mozanî çevkanîne,

Vêza çevkanya şiverrêye,

Vêza şiverrêda meydaneke fire lêye.

Vêza meydana fire

Cote teyrê sipî li ser serê darê danîye.

 

Ezê çûme cem keşîşa,

Kitêb vekir, xewna min dernanî.

 

Ezê çûme cem mella,

Mishet vekir, xewna min dernanî,

Ezê dilxem zivirîm hatim,

Ser xanîyê kawa xwera bibuhurîm.

 

Êvarê, wexta çira vêxistinê,

Derî dadanê, kulek girtinê,

Got: -Lawiko, qurban,

Xema meke, xem xiravin,

Qelinê bikşîn derd û kulê te belevin,

Ew xewna tu divêjî ezê şirovekim:

 

Ew dara hewlîya mala bavê minda hêşîn bûbû,

Bejina min bû.

 

Belgê darê, gulîyê min bû,

Sêva sor, memkê min bû,

Dikana sedefa, dev û diranê min bûn,

Zînê mozanî pozê min bû.

 

Çevkanî çevê min bû,

Şiverrê burîyê min bû,

Meydana fire enya min merûma xwedê bû,

Herdu teyrê sipî ser darê danîbûn,

Orta meha biharê û havînê mirazê û te bû.

Got: Şikrîyê Têlo, ji gundê Poştê li ser nehya Axbaranê.

 

LÊ, LÊ EVÎNÊ

 

Lê, lê Evînê,

Ezê ji Gîadînê hatime Dêrê,

Ezê çûme nava qîz û bûkê

Axan û axelera,

Carek dinê fitilîm nava êlê

Lo, lo gundo, herçê evîntya,

Evîna Hefso nedîye,

Bira şeve-şevê payîzê;

Roje-rojê biharê:

Rûnê kêleka Evînê Hefsê,

Bira jê hilde aqil û kemalê,

Merîfetê, na wele, dîsa jê ferasetê.

 

Lê, lê Evînê, ezê guhar û benî,

Kese nema, bextê min dikenî,

Bira bavê min kesûkê xêr û wayê qe nevîne,

Çawa nedame xortê mal di gundda,

Heft salada dilê min tê hebû,

Ez girtim, dame kurê Kerîmê vê ajdayê,

Derdo,-merdo papax genî.

Got: Şikrîyê Têlo.

 

LÊ, LÊ XEZALÊ

 

Lê, lê xezalê, ezê Xezalim.

Xezala çyayê Eleganê

Devê min li çêrê,

Guhê min guhdare,

Lingê min banzdanê.

 

Sîng û berê xelqê delal usane,

Mîna birincê Ûlexanê,

Mîna dimsê di leganê,

Meriv xwera qorî bike,

Berê vê biharê,

Kotî dewarê mêra rabe,

Kerî, garanê xwe berdanê.

 

Lê, lê, Xezalê ezê Xezalim,

Xezala çiyayê ha bi darim,

Ezê werdekim, werdeka gola sarim,

Ezê par vî çaxî dosta lawkê keleş, çê bûm,

Sala îsalîn ji pêra kotî dewarê mêra

Ez didame nava pencê xwe,

Ez dixwerim.

Got: Şikrîyê Têlo.

 

DE YO, YO

 

De yo, yo, yo, lê, lê Seyranê!

Ezê xulamê te wî devî gilî, gotinê,

Sîng û berê Seyrana melle Mûsa usane,

Hesavê berfa Elegezê yek şevî, xal ketinê.

 

De yo, yo, yo, Seyranê!

Minê sondike usa sond xarîye ad û îman.

Heta cotkarî Xelatê ji xwera neke mêrg û zevî,

Ez terka çev brûyê Seyrana melle Mûsa nadim.

 

De yo, yo, yo Seyranê!

Dibê gundê handa gimîna def û zurnane,

Seyrana melle Mûsa ne têdane,

Go: -Kîye devçîye?

Go: -Manûke, kalê dostê bavaye.

 

Manûko, xwekî, bi xwedê kî,

Tuyê çomaxekî zêde li defêxî,

Tuyê Seyrana melle Mûsa def û zurnê mal derînî.

 

De yo, yo, yo Seyranê!

Seyrana melle Mûsa usane,

Hesavê kihêl, kihêlê mala zor Temir paşayê milî.

Bira sergovendîyê xwe çargoşe bihejîne.

Bira cimaeta govendê, bira rûnî bala xwe bidê,

Sîng û berê Seyrana melle Mûsa,

Qam û qanata wê temam bivînin.

Bê de yo, yo Seyranê!

Seyrana melle Mûsa xeyîdîye,

Heft roje mal dernayê.

 

Seyranê, ezê çûme şeherê Hamikê ji Hamayê,

Minê tilî-pêçî nedîbû, ser tilî pêçîyê Seyrana melle Mûsara,

Hesavê mûmê, şekirê vê şimayê.

Got: Basoyê Bekir, ji gundê Pampê li ser nehya Axbaranê, nîvxwendî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev