PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -3

PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -3

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” cara pêşin beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa sisîyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 150

 

Di Oktobra sala 1920 da, li Erzurûmê rêxistina dizî “Cemiyeti Istiklali Kurdistan” (Komîta serbestiya Kurdistan” hate sexz kirin. Ew rêxistin, çawa ku ji navê wê tê xuya bûn, pirsdanîna xwe ya sereke destanîna serbestiya Kurdistanê hesab dikir. Pêşiyê, kesên ku ketin nava Komîta Serbestiya Kurdistanê serhing Cibranlî Xalit Beg, Alî Riza Beg, Kemal Fewzî Beg û çend karkerên têkoşîna Kurdan ên navdar bûn. Serokê Komîtê Cibranlî Xalit Beg hate bijartin (108, r. 242).

Rêxistinên dizî yên wê Komîtê pir zû li hemû navçeyên Kurdên Tirkiyê hatin belav kirin. Serokên wan gelek hereket rêtin bona ku pevgirêdanên bi tevî serok û şêxên welatparêz kîp saz bikin. Lê Komîta Serbestiya Kurdistanê pevgirêdan, ne tenê tevî nûnerên serokatiya Kurdan a derebeg, lê herweha tevî xwendekarên kurd ku li idarên Tirkan ên xwendinê hîn dibûn, tevî zabitan, karmendên kurd ên dewletê saz kirin. Wê dest pê kir bi zimanê kurdî tiş t bide weşandin; ji bo nimûnê, pirtûkên biçûk û stranên gelî çap dikirin (108, r.244).

Wê çaxê, bi saya propaganda Komîtê, nêzîkî 80% ji Kurdan bûn hêla wê (12, 10, VI.1925).

Anegorî berpirsiyarê kurd ê bi nav û deng, Heqqî Beg, bi saya qulixkirina pevgirêdanên rind teşkîlkirî, Komîteya Serbestiya Kurdistanê hay ji hemû planên Kemalîstan di hindava Kurdan da hebû. Di wî alî da, emekê niştimanperwer-xwendekarên kurd, zabit û karmendên idarên dewleta Tirkiyê yên kurd pirr bû (108, r. 244). Temamiya karkirina Komîtê ji bo xurtkirina hişyarbûna Kurdan, şirovekirina polîtîka Kemalîstan a şovînîst di dereca pirsa neteweyî da, sazkirina qewlan bona ku Kurd bibin xwdiyên mafê xwe bû. Havîna sala 1920, Xalit Beg Cibranlî pevgirêdan tevî endamên Komela Daxuliqandina Kurdistanê li Stembolê, Ebdulqadir û Ebdulrehman Hekarlî testîq kir. Bi destê wan, ew tevî parlementerên Tirkiyê, Yusuf Ziya û alîgirên wî, di derheqa gihajtina Kurdistanê serbestiyê, bi riya Liga (Koma) Milletan, pev diket. Wê çaxê, Xalit Beg dest pê kir ji mirovên kurd ên bi nav û deng, şêx û muxtarên gundan, ên navçeyên Varto, Bulanik, Melezgir, Xinis, Karluova, Solxan, Çapakçur gaziyên bi nivîsar berhev bike bona ku ji Lîga Milletan ra bişîne, ku ew serbestiyê bide Kurdistanê. Bi destê wê Komela Damezrandina Kurdistanê ew gazî, li ser navê Mistefa Nemrûdî û Şerîf Paşa, ji Liga MiLletan ra hat şandin.

Karkirina Xalit Beg CibranLî berçav diket. Di 17 tebax 1920 da, Xalit Beg li Erzurûmê hat gazî kirin, bona ku ew ji tevgera Kurdan bê qetandin û wan ew wek sedrê komîsyona şêwra bilind (mahkeme) ya korpûsa eskerî nîşan da. Lê ew qulixa resmî li Erzurûmê firsendeke baş bû bona karkirina dizî. Ewê bi hev ra karbikirina tevî Komela damezrandina Kurdistanê û tevî Yusif Ziya, yê ku ji bo karê xwe yê muxalefetê paş demekê ji teşkîla Civîna Tirkiyê ya Millî (Meclis) hate derxistin û tevî Xalit Beg dîsa dest bi propagandakirina karê ji bo serbestiyê kir, kar bikirana.

Lênihêrandina qinyatên cihê-cihê didine xuya kirin ku, piştî şerrê hemcihanî yê mezin, bi tomerî hildayî di nava tevgera Kurdan da 5 serokên ku daxwaziyên polîtîk ên komikên Kurdan ên cihê-cihê didan pêş xuya bûne :

1- Koma yekemîn ji bo destanîna serbestî û xwexwedîtiya Kurdistana tam bû: ew nemaze serokên Komîta ji bo Serbestiya Kurdistanê bûn.

2- Koma duyemîn ji bo otonomiya Kurdistanê ya hundurî di goveka dewleta Tirkiyê da (perçeke Komela damezrandina Kurdistanê) bû.

3- Koma siyemîn ji bo “serbestiya” Kurdistanê di bin bandûra îranê da bû. Çend Kurdên bi nav û deng ku di cihana diplomatîk da roleke mezin dilîzt ketin nava wê komikê. Serokê wê Şerîf Paşa bû (III).

4- Koma çaremîn ji bo sazbûna Kurdistana “serbest”, di bin bandûra Ingilterê da, bi al û zimanê kurdî yê dewletê (tevgera li Kurdistana Iraqê), bû.

5- Koma pêncemîn, ku xwezma di dema şoreşa Kemalîstan da rabû meydanê, dixwest ku Kurd tam di bin bandûra Tirkiyê de bin. Ew Kurdên ku li ser wê bîr û                        baweriyê bûn di qulixkirina diplomasî, eskerî û dewletê da bûn, herweha jî parlementer, karkerên siyasî ku bûbûne Tirk, yên ku roleke mezin di jiyana Imperatoriya Osmanî û Tirkiya nuh da bûn lîzt. Ew ji gelê xwe hatibûn birîn û helbet nikarîbû bi daxwaziya Kurdan ya neteweyî qayil bin û piştgiriya wan bikin.

Em bi hûrgilî Em bi hûrgilî li ser hal û dema tevgera Kurdan a wê çaxê cihê-cihê nasekirin, slogan û de’wkirinên wan naynin meydanê, lê emê her tenê bidin nasîn ku bîr û baweriya xelasbûna ji nîrê Tirkiyê rihên kûr avêtibûn, li temamiya Kurdistanê belav bûbûn, ketibûne nava giyana hemû Kurdan. Ev hemû tişt şehadetiyê didin ku rewş û pirsa Kurdan li Kurdistanê tûj bûye. Gava ku hemû milkên Imperatoriya Osmanî yên li Ewropa û Asyayê ji dest çûn, pirsa qedera navçeyên Kurdî hate meydanê. Divê ku em li ser zêde bikin ku pirsa Ermenistana Roava (ya Tirkiyê) jî pirsa rojane bû. Di van şertan da, pirs hat pêş serokatiya Tirkiya nuh ku çawa van navçeyên ku ji Imperatoriya Osmanî mane biparêze. Gilî ne tenê di derheqa raqetandina têkilbûna welatên derve li axa Tirkiyê bû, lê usa jî ku Ermenistana Roavayî û Kurdistana Bakur di nava goveka Tirkiyê de xwedî bikin, ku ji destê wan neçe. Loma jî, gava Mustefa Kemal Paşa nuh hatibû Anatolyayê, dest pê kir hêza xwe mezin bike, ji bo mehkemekirina tabiyên Tirkan ên wê navçê.

Serhildanên dijî Kemalîstan li Meletyê di 1919 da

Mustafa Kemal û koma dora wî, ku ji navê bûrjuwaziya Anatolyayê pêş da dihatin û ku bi bîr û baweriya nasyonalîzma Tirkiyê va dihatine serekvanî kirin, ji roja hatina xwe bo Anatolyayê şerkariyeke bê hempa dijî her karkirineke ku ne bi dilê tevgera Tirkiya milletçî û nasyonalîst bû kir. Loma jî têkoşîna Kurdan ji bo mafên xwe yên gelî hema ji destpêkê da ji aliyê Kemalîstan bi dijminatî hate qebûl kirin.

Ha va ye ji bo nimûnê : di 1 hezîran 1919 da, ango 10 roj piştî hatina Mustefa Kemal bo Anatolya Rohilatê, wî têlêgramên hejmarkirî (44 N°) ji waliyên Diyarbekir, Erzurûm, Wan, Bitlîs, Xarpût (IV), Sivas û qezayên otonom ên Erzincan û Qeyserî ra şandin. Wî tê da pirs dikir ku li kîjan ji van bajaran komele û rêxistin hene û serokên wan kî ne.

Di nava bersiva waliyê Xarpûtê da dihate gotin ku tevî çend rêxistinên mayîn li vê wilayetê Komela Damezrandina Kurdistanê jî kar dikir. Wî nivîsîbû : “… Komela Kurdan ku li Diyarbekirê ji aliyê çend xortan hatibû saz kirin (di dokumentê da çend gotin hatine berdan), nuha propaganda dike bona sazkirina otonomiya Kurdistanê … û ew komele ji hev belav bû. Ji aliyê walî mehkeme dijî gunehkarên wan ceribandinên ku ne anegorî zagûnên Tirkiyê ne hate derbas kirin…”.

Karên ku dîwana Diyarbekirê di wê derecê da kirine ji aliyê Mustefa Kemal bi dilalavî hatin qebûl kirin, û wî di 15 Tîrmeh 1919 da ji Amasyayê têlêgrameke hejmarkirî ji cîgirê waliyê Diyarbekirê ra şand, ku tê da ewha hatibû nivîsandin : “Her komeleke ku dicedîne welêt pîre-pîre bike, divê ku bi destê xwe bê belav kirin. Pêwîst e, herweha, ku dû wan hemû casûsan bigerin, yên ku van rojên dîrokî … dixwazin jiyana qûltiyê sexîrî derbaskin, loma jî dikevin bin bandûra dewletên welatên derve. Wacibê her niştimanperwerekî berk dijî neyaran derkeve. Loma jî min bi temamî mecalên we yên qebûlkirî di hindava Komika Kurdan da ecibandin” (113, diwan III, r. 903-904).

Mustefa Kemal, ku dixwest gelek hogir û hevkaran bixe nava tevgera millî ya Tirkiyê, di nava têlêgrama xwe ya 18 hezîran 1919 da ji qumandarê lmîn li Edimê nivîsî ku giva temamiya bineciyên Anatolyayê “bûne yek ji bo piştgiriya serbestiya gelî … Bawerbike hemû walî û muteserrif bi wê biryarê qayil in … Propaganda bona karê otonomiya Kurdistanê di bin bandûra Ingilterê da nema tê kirin. Alîgirên wê bîr û baweriyê ji kar hatine avêtin. Kurd hatine-gihîştine Tirkan” (113, diwan III , r. 910).

Divê ku bê zanîn ku hinek bingeha Mustefa Kemal hebû dema ku da zanîn ku “Kurd hatine-gihîştine Tirkan”. Rast e, ne hemû Kurd bûn ku tevgera Tirkiyê ya azadariyê diparast. Pareke serokên Kurdan li ser wê bîr û baweriyê bûn ku ewê bi alîkariya nasyonalîstên Tirkan bigihîjin otonomiyê. Ji bo vê yekê, hinek serokên Kurdan tevî kongreya Erzurûmê ku di 10-23 hezîran 1919 da hate derbas kirin bûn. Tevî komelên “parastina maf’ ên mayîn, Komela parastina mafên gelî ya wilayetên Rohilatê jî, ku tê de Kurd jî hebûn, tevî kongreya Erzurûmê bû.

Nûnerên wê komelê pirs pêş dan ku kongre li van xalan binêre :

1- Armancên propagandayê li wilayetên rohilatê.

2- Pirsa turkîzm û kurdîzmê.

3- Cudabûna dînî û olperestiyê û cihêtiyên mayîn (118, r. 73).

 Ev xal tînin bîr û baweriyê ku kongreya Erzurûmê gotiye ku ewê li pirsa Kurdan bê nêrîn. Lê biryar û manîfesa wê nîşan didin ku nasyonalîstên Tirkan li hev hatin ji bo qebûlkirina pêşdanîna konkrêt ên dîtinên xwe li ber mafên Kurdan. Hela bi ser da, ew li hev hatin ku biryareke usa qebûl bikin ku kongre hemû musulmanan, herweha Kurdan jî, mecbûr bike ku şerkariyê dijî qetandina Ermenistana Roavayî û Kurdistana Bakur ji dewleta Tirkiyê bikin.

Ji bo nimûnê, di wê manîfesta ku li kongrê hatibû qebûl kirin da, dihate gotin ku Erzurûm, Sivas, Diyarbekir, Xarpût, Bitlîs ji hev nayên cihê kirin û nikarin ji Imperatoriya Osmanî bên veqetandin. Musulmanên ku li ser wê axê dijîn, ji çi milletî dibin bira bibin, xusûxiyetên daxwaziyên wsm ewê bên hesab hildan. Lê, ew hemû musulman gotî divê bizanibin ku hemû jî birayên hev in û ji dayikekê hatine dinyayê (98, r. 381).

Di wê demê da panislamîzm û panturkîzm bi hev ra hatibûn nixamtin-nitirandin û ji nasyonalîstên tirk ra pêwist bûn ku li ser bingeha dîn hemî gelên biçûk (Kurd, Çerkez, Laz û h.d.) bicivînin dora xwe û wan derxînin dijî êrîşa welatên derve, usa jî dijî bineciyên welêt ên xaçparêz, dijîtiya dîn di nava gelên biçûk da bidin xurt kirin, ji bo ku yeko-yek ji hesabê wan gelên biçûk ku cama dijî Tirkan derdiketin derên. Ewê di jimarê da usa jî heqê Kurdan bihata der.

Di komîta navdar (9 mirov) da, ku li kongreya Erzurûmê hatibû qebûl kirin, sê Kurd hebûn : Şêx Efendî, Sedulle Efendî, Hecî Mûsa Beg.

Lê komîteya navdar tucar berhev ne bû, ji ber ku M. Kemal baweriya xwe bi wan ne dianî, nemaze bi Kurdên ku di derheqa M. Kemal da di pirsa Kurdan da zanîbû, gûmana xwe bi kar û barê wî yê baş di nava xebata kongreya Erzurûmê da, wek endamê Komela Parastina Mafên Gelî li Wilayetên Rohilatê kiribû îlan kiribû, usa jî dijî bijartina wî wek serokê komîteya navdar bûn.

Lîderê Kurdan Ömer Fewzî Beg û terefdarên wî di xebata Komîteya navdar da dijî tevgera M. Kemal bûn. Weha, du-sê roj berî girtina Kongreya Erzurûmê, wan da zanîn ku karkirina M. Kemal wek endamê Komîteya navdar hîç dest nade. Wan digot : “Divê bê zanîn ku jîndarbûna millet ku di derheqa wê da li kongrê tê peyivîn bi rastî jî muxulqeta milletekî yekîtî ye … Komîteya navdar divê ji delegeyên usa bê saz kirin ku li ciyan ji wilayet û senceqên otonom hatibe bijartin. Tenê bi wî awayî ew dikare daxwaza millî ya yekîtiyê diyar bike” (113, dîwan I, 68-69). 

  1. Kemal di hundirê xwe da baweriya xwe bi endamên komîteya navdar ne anî û cedand ku temamiya dîwanê di nava destên xwe da xwedî bike. Tiştê ku wî di derheqa wê yekê da got ev e : ” … gelo dibe ku xebatê bispêrin wa gotî organeke navdar, ku hemî berpirsiyarî bi wakî vekirî li ser wê ye û ku ji mirovên text bext, wek Şêx Neqşbendiyê ji Erzincanê, an jî serekeşîrê qebîla Motkan, ku hîç tecruba wan a siyasî û eskerî tu neye, bi tewekelî hatibin saz kirin ? Gelo ew şaşiyeke bê hempa nîn e ku rola serokatîkirinê bidin destê wan ? …” (113, dîwan I, r. 70-71).
  2. Tevî vê yekê, M. Kemal pey kongreya Erzurûmê dijî zevtkarên empêryalîst derket û di hindava sultan û xelîfetê da baş dipeyivî, lê dîsa jî gûmana xwe dianî ser serokên Kurdan, axan û şêxan. Wî wê demê îdêolojiya olperestiyê û panislamîzmê bi firehî bi kar dianî, dixwest eşîrên Kurdan bîne hêla xwe. Û ew hinek li wira li hev hat.

Ne tenê M. Kemal îdêolojiya panislamîzmê bi kar anî, lê usa jî serokên tevgera kemalîzmê yên mayîn, herweha qumandarê korpûsa lSmîn, û derengtir qumandarê “pêşeniya rohilatê” Kazim Qerebekir Paşa.

Bi gotina nivîskarên tirk, M. Kemal wê demê gelek zeman li ser hînbûna Islamê derbas dikir. Ji bo ku leşkerên dewletên Antantayê Stembol zevt kiribû, wî bang ji “cihana islamî” ra şand, gazî kir ku di Sibata sala 1921 da kongreya panislamî derbas bikin (200, 1969, N* 13, r. 31).

 Kemal ku di 1 gulan 1920 da li Civîna Tirkiyê ya millî ya herî bilind peyivî, ji parlementeran hêvî kir ku gotina “turkîzm” bi kar neynin. Paşê wî da zanîn : “Ez tika ji we dikim ne ku bêjin Tirk, lê Musulman û hela Osman … Em gişk bi xelîfetê va girêdayî ne” (144, r. 163).

 Bona ku eşêrîn Kurdistanê bînin hêla şoreşa Kemalîstan, yan jî eger li hev neyên, qet nebe wan bi dûrxin, îdêolojiya panislamîzmê bi firehî hat xebitandin, Hela di Tebaxa sala 1919 da, M. Kemal biryara kongreya Erzurûmê, usa jî ji çend şêx û serokên Kurdan ên bi nav û deng ra şand û tê da da zanîn ku ew dijî “destdirêjên” ermenî û “dijminên” mayîn yên ku giva dixwazin li ser axa Tirkiyê dewleta Ermeniyan bidin damezrandin bibin, û gazî kir ku ew ji bo navê islamê û parastina welatê dê bibin yek.

Ev e, ji bo nimûne, di nava gazîke li ser navê serekeşîrê Kurdan Ebdulrehman Axa yê Şimaxê da, wî nivîsî : “Baweriya we di hindava xelîfetê û sultanetiyê da ji temamiya cihanê ra xuya ye. Usa jî li ber çavan e ku hûnê tucar bi wê yekê qayil nebin ku xweliya we ya ziyaretê ewê bi destê Ermeniyan bê pêpes kirin. Ez ji we ra çend nusxe manîfest û wan biryarên ku ji aliyê kongreya Erzurûmê hatine qebûl kirin dişînim”.

“Ez hêvî dikim ku hûn bi lez dest bi teşkîlkirina hêzên gelî bikin û bi êgintî dawiya karên dijminên me bînin. Ez ku ji niştimanwerperî û baweriya we bawer dikim, li benda mefayên wî karê ku hûnê di wî alî da bikin im” (113, diwan III, r. 940). 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev