Li Tirkiyê pirsa netewa kurd û demokrasiya federal

Li Tirkiyê pirsa netewa kurd û demokrasiya federal

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar 

Li Tirkiyê dema ku mirov bi giştî ji mafên çarenivîsiya neteweyan behs bike, problemek û pirsgirêkek tune ye. Her kes û heta berpirsên dewletê jî, vê pirsê diparêzin. Lewra ev krîter û pîvana di Beyannameya Neteweyên Yekbûyî de û di gelek peymanên din yên navneteweyî de hatine pejirandin.

Li Tirkiyê jî endama Neteweyên Yekbûyî û platformên navneteweyî ye. Li Tirkiyê jî bi giştî ev krîtera, mafê çarenivîsiya neteweyan di hemen dem de wek pîvanek demokrasiyê û konsepteke tevayî ya rejîma demokrasiyê tê jî pejirandin.

Mafê çarenivîsiya netewan jî ew e, ku heger netewek bindest, kolonî be; di bin dest û desthilatdariya netewekî din de be; welatê wê neteweyê hatibe dagirkirin; ew neteweya jî xwediyê mafê desthilatdariya bigre. Desthilatdarî jî, xwe bi xwe îdarekirinê tê çareser kirin.

Encama pîvana xwe bi xwe îdarekirinê jî, neteweya bindest û kolonî, dewleta xwe ya serbixwe ava dike.

Heger neteweya serdest û hakim  demokratîze bibe, dev ji nîjadperestiyê berde, wê demê herdu û an jî zêdetir netew, bi hev re dibin desthilatdar û li welatên xwe jî bi serê xwe dibin desthilatdar û vê yekê jî di çarçeweya dewleteke federal de realîze dikin. An jî neteweyên ku dewletên xwe yên serbixwe avakirine, dikarin bi hev re qedera xwe di dewleteke konfederal de dê bikin yek û jiyana xwe di vê çarçewê de realîze bikin.

Ji bona dewleta federal û konfederal; divê demokrasiyeke kûr, fireh, plûral bê pejirandin û demokrasî bibe çandekê.

*   *   *   *  *  *

Dîsa dema ku li Tirkiyê pirsên neteweyî yên li dinyayê bi giştî û bi taybet tên minaqeşekirin, gelek bi hêsanî pîvanên navneteweyî û pîvanên îlima sosyolojî, siyasî, pozîtîv/objektîf bi kar tên. Wek mînak dema ku ji pirsa Kosovoyê, Qerebaxê, Qirîmê, li Yekîtiya Sovyetê ji avabûna gelek dewletên serbixwe, ji azadî û serxwebûna neteweyan tê behskirin, ji Yugoslavyayê ji Bosna-Hersekê tê behs kirin, ji Qibrisê tê behs kirin, ji Filîstînê tê behs kirin, ev pîvanan bi kar tên. Dema ku ji dudewletbûna Çekoslovakyayê tê behskirin, dewletbûna çêkan û slovakan di çarçewa demokrasiyê de tê şirovekirin. Tirkiye, wek dewlet û hemwelatiyên tirk yên Tirkiyê, dema ku ji mafên Tirkên Qibrisê, Tirkmenên Iraqê, Tirkên Bulgarîstanê, Tirkên Kosovoyê behs dikin, gelek bi hêsanî pîvana mafê çarenivîsiye bi comerdî bi kar tînin.

Li Qibrisê ji bona 170. 000 tirkan dewleteke federal ya ku li ser bingeha du civatan avabûyî û merkeza/navenda wê qels û herêmên federe gelek xurt û desthilatdar; an jî dewleteke serbixwe; an jî dewleteke konfederal diparêzin. Ji bona 25. 000 tirkên li Kosovayê mafê desthilatdarî ya herêmî û giştî diparêzin.

Lê dema ku pirsa neteweya kurd tê rojevê û tê minaqeşekirin, bes ji bona desthilatdaran û berpirsiyarên dewleta tirk ne, ji bona kes û hêzên mûxalîf, demokrat, çep, lîberal; ji bona rewşenbîr û akademîsyênên tirk jî, pîvanên navneteweyî ji holê radibin, demokrasîya navneteweyî ya giştî tê bîrakirin, demokrasiyeke gelek taybet ya ku bi demokrasiyê re xwediyê tu eleqeyan nîne tê parastin.

Ew helwesta rewşenbîr û akademîsyanên Tirk, kes û hêzên mûxalîf û demokrat û çep û lîberal, ji bona pirsa neteweyî ya kurd dîmeneke demagojîk, nîjadperest, şovenîst derdixwe holê.

Ji bona ku pirsa neteweyî ya kurd di çarçeweya pîvana mafê çarenivîsiya neteweyan de, di çarçeweya demokrasiyeke kûr û plûral  û federal de, di çarçewa pîvanên navneteweyî yên ilmî û objektîf de nayê çareserkirin, nîjadperestî derdikeve holê.

Divê ji bona ku pirsa neteweyî ya kurd çareser bibe, divê gorî ev rastiyan serrastkirinek û reformeke zihniyetê û çandî bê kirin.

Kesên ku li Tirkiyê ji bona xwe dibêjin “em mûxalîf in”, “em çep in”, “em demokrat in”,  “em lîberal in”, “em li gel demokrasiya Yekîtiya Ewrupayê ne”, “em dixwazin pirsa neteweyî ya kurd çareser bikin”, divê ev pîvanên navneteweyî yên ku ji bona pirsa neteweyên hemû dinyayê derbas dibe, ji bona pirsa neteweyî ya kurd bibin derman jî erê bikin, bipejirînin, bipesînin.

*   *   *  *  *

Dema ku ji pirsa neteweyî ya kurd di çarçeweya mafê çarenivîsiya neteweyan de tê behs kirin, ew kategoriyên ku min bahsa wan kirî, gelek eciz dibin. Dibêjin ku divê em pirsa kurd wek pirseke neteweyî û pirsa mafê çarenivîsiya neteweyan nepejirînin. Baştir e ku em di çarçeweya demokrasiyê de pirsê minaqeşebikin û di çarçeweya demokrasiyê de li çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd bigerin.

Ez jî dixwazim vê nerînê wek donê qebûl bikim, ji bona çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd pêşniyaran bikim. Ew kesên tirk û kurd yên bi vê paradigmayê difikirin ronî bikim.

Wek min li rêzên jorîn jî nivîsandibû, ji bona neteweyên bindest, kolonî, hevgirêdana wan bi emperyalîzmê û kolonyalîzmê re heye, ji bona wan wek pîvan “mafê çarenivîsî/qedera xwe bi xwe tayînkirin” hatiye pejirandin.

Li dinyayê neteweyan di çarçewa vê pîvanê de, azadî û serxwebûna xwe di çarçeweya statuyeke nû de tespît kirine.

Ew neteweyên bindest, kolonî ku welatê wan hatiye dagirkirin, bi dewleta serbixwe, an jî bi dewleteke federal, an jî bi dewleteka konfederal qedera xwe tayîn kirine û statuyeke nû ji bona xwe tespît û avakirine.

Pîvana Mafê çarenivîsiya neteweyan bi xwe jî pîvaneke demokrasiyê ye. Lewra ev pîvana neheqiyên li neteweyan tê kirin, ji holê radike.

Ev pîvana dibe sedem û bingeh ku neteweyên ji hemû mafên xwe yên neteweyî, civakî, îdarî, aborî bê par in, mafên xwe qezenç bikin.

Ev pîvana di navbeyna neteweyan de wekhevî çê dike.

Ev pîvana di navbeyan neteweyan de sîstemeke bi adelet ava dike.

Ev pîvana neteweyan afirandî dike û pêş dixwe.

Ev pîvana hiqûqeke nû ava dike.

Ev pîvana dijminitî û şerê di navbeyna neteweyan de, an jî di navbeyna neteweyan û dewletên kolonyalîst û emperyalîst de ji holê radike.

Girîngtir mesele jî, ev pîvana desthilatdarî û serweriya neteweyan pêk tîne û ava dike.

Ev pîvana azadiya fikrî, xweîfadekirinê, rêxistinî pêk tîne.

Gelo demokrasî jî, serweriya neteweyan, xwe bi xwe îdarekirina gel û gelan nîne?

Gelo ev hemû krîterên hatine diyar kirin, demokrasiyeke rasteqîne, plûral; demokarsiyeke nasnameyan  terîf û tespît nake?.

*    *   *  *  *

Dema ku em di çarçewa demokrasiyê de li pirsa neteweyî ya kurd jî mêze bikin, gelek aşkere derdikeve holê ku pirsa neteweyî ya kurd, qasî ku pirsa xwe bi xwe îdarekirinê û qedera xwe bi xwe tayînkirina neteweya kurd e, ewqas jî pirs girêdayî demokrasiyê ye.

Di destpêkê de divê em çend tespîtên bingehî bikin:

  • Dewleta tirk, dewleteke kolonyalîst e. Kurdistan koloniya dewleta tirk e.
  • Kurd wek netewe û wek gel di hiqûqê de nayê qebûl kirin û hebûna kurdan tê red kirin, tê gotin ku “kurd tirk in.”
  • Neteweya kurd, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, îdarî, siyasî, civakî, çandî, aborî bêpar e.
  • Neteweya kurd nikare dezgehên xwe yê civakî, siyasî, çandî, îdarî, ava bike. 5- Di navbeyna kurd û tirkan de wekheviyek tune ye.
  • Pêwendiya neteweya tirk- dewleta tirk û neteweya kurd ne bi adelet e.
  • Hiqûqa tirkan heye, hiqûqa kurdan hîç tune ye; hiqûqa tirkan ji hiqûqa kurdan re jî hiç hirmet nake.
  • Di navbeyna neteweya kurd û dewleta tirk de 90 sal e ku şer heye.
  • Vê rewşê û statuyê, çandeke şovenî û nîjadperestî çêkiriye.
  • Ne bes desthilatdar û dewlet,  girêdayî çanda dewleta unîter û kolonyalîst, hemû gelê tirk, ji kurdan re dijmin in û li dijî mafên neteweya kurd in.
  • Girîngtir în mesele jî ew e ku neteweya kurd li welatê xwe serwer û desthilatdar nîne.

Neteweya kurd dixwaze ku ev statuya xwe biguherînin.

Kurd dixwazin ku welatê wan azad be û statuya kolonyalîst ji holê rabe.

Kurd ji bona xwe dewleteke serbixwe;an jî dema ku neteweya tirk demokratîze bibe , ji helwesta xwe ya şovenî, nîjadperest, kolonyalîst dev berde dixwaze bi tirkan re dewleteke federal, dewleteke ser-neteweyî, ser-îdolojî, ser-dînî, se-mezhebî, ser-sinifî ava bikin.

Kurd dixwazin ku li welatê xwe serwer û desthilatdar bin.

Ji bona vê dixwaze Meclîsa xwe ava bikin. Bi hilbijartinên demokratîk temsîlkarên xwe bişîne Meclîsê.

Meclîs, hikûmetê ava bike.

Hikûmet,  serokwezîrê xwe hilbijêre.

Meclîs, di hemendem de serokê dewleta xwe ya serbixwe, an jî dewleta xwe ya federe hilbijêre.

Neteweya Kurd dixwaze ji aliyê maf û statuya siyasî de bi neteweya tirk re wekhev be.

Kurd dixwazin, partiyên xwe yên siyasî, çandî, sivîl, îdarî, aborî, psijkî ava bikin.  Di demokasiyê de karker, jin, sermeyadar, fikrên cihê  xwe organîze bikin û  desthilatdarî parve bikin.

Di demokrasiyê de azadiyên fikrî, xweîfadekirinê, rêxistinî azadiyên bingehî ne.

Heger bi kurtî bê gotin, di demokrasiyê de asil mifte, serwerî û desthilatdariya gel û xwe bi xwe îdarekirina gel e.

Gel û netewe,  di demokasiyê de xwe bi enstrûmana Meclîsê birêve dibe.

Meclîs jî, encama hilbijartinên azad ji temsîlkarên gel pêk tê.

Neteweya kurd jî, bi kurtî bê gotin vê yekê dixwaze.

Neteweya kurd, tu dem li ser neteweya tirk serwerî û desthilatdarî daxwaz nekiriye û nake jî.

Ji bona vê, ew kes û hêzên dibêjin ku pirsa kurd di çarçeweya demokrasiyê de çareser bibe, divê ku bi vê firehî û kûraniyê li pirsa neteweyî ya kurd û demokrasiyê mêze bikin.

Ji bona xwe demokrasiyeke navneteweyî, ku van pîvan û krîteran di nav laşê xwe de bi cî bike divê qebûl bike.

*   *   *

Di ev çarçewa fireh û kûr de, belê pirsa neteweya kurd, pirsa demokrasiyê ye. Ji bona vê neteweya kurd, hêz, rewşenbîr, siyasetmedarên kurd jî hewcedarî demokrasiyê ne û heta ji her neteweyekı zêdetir neteweya kurd hewcedarî demokrasiyê ye.

Ji bona vê, divê tevgera kurd, hêz, rewşenbîr û siyasetvanên kurd jî xwediyê çanda demokrasiyê bin, demokrasiya plûral, federal, pirrdeng, wek sîstemekê bipejirînin.

Ji bona yekîtiya kurdan, ji bona jiyaneke azad a hevmişterek jî hewcedarî bi demokrasiyê heye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev