Rojhilata Nêzîk û astengîyên liber pêvajoya çareserîya siyasî li Sûrîyê

Rojhilata Nêzîk û astengîyên liber pêvajoya çareserîya siyasî li Sûrîyê

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 44

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 44an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Krîza parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, nakokiyên Moskow û Waşingtonê, krîza sîyasî û aborî ya di navbera Tirkîyê û Amêrîka de, derbare danûstandina aliyên Kurd bi hikûmeta Şamê re? Çawa Kurd di çarçoveya siyasî ya Sûriyeyê de cihê xwe dibînin? Polîtîkayên Amêrîkayê û Rûsyayê yên di derbarê Kurdistanê de herwiha pirsên din yên rojane mijara bernama “Civak û seyaset” bû. Me ev mijar bi mêvanê bernamaeyê lêkolîner û pisporê medyayê, seyasetzan, doktorê dîroknasîyê Ekrem Önen re gotûbêj kir.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê.

 



Ekrem Önen kîye?

Jînenîgarî:

 

Ekrem Önen ji malbatek serokeşîrê Bakûrê Kurdistanê ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Ekrem Önen di sala 1960 de li Rojavayê Kurdistanê li gundê Dirbêsîyê Telika mala Cemîl paşa ji dayîk bûye û ji ber sebebên sîyasî malbata Ekrem Önen çend caran ji alîye dewleta Tirk ve hatîye surgûn kirin. Cara pêşîn piştî serhildana Şêx Seîd a sala 1925, paşê piştî serhildanên Araratê û Dêrsimê di serdema şerê cîhanê yê duyemîn di sala 1942 de careke din surgûnî nava Tirka, bajarê Muxlayê Qeza Koycexîzê dikin. Piştî Ekrem Önen dibe 2 salî, bi diya xwe re vedigere Dêrikê û heta 18 saliya xwe li Derîkê dibistanê (lise) xelas dike. Ekrem ji ber xebata sîyasî surgûn dikin. Ew derbazî Kurdistana Surîyê dibe. Sala 1982 de berê xwe dide Yekîtîya Sovyêtê.

Li Unîversîtêya dewletê ya Moskvayê, li beşê rojnamegerîyê dest bi xwendinê dike. Piştî xilaskirina fakultê, li Moskvayê mastêr hildide, paşê jî dibe doktor. Piştî parastina doktorantûrê li bajarê Stokholm yê Swêdê bi cîh dibe. Li Wezareta kûltûrî a Swêdê li beşê medya kar dike, herweha li kitêbxaneya kurdî a Stockholmê û paşê wek mamosta li Unîvêrsîta Artûklû a Mêrdînê di beşê kurdî de wek dosênt mamostatî kirîye. Ekrem Önen herweha bi navê Azad jî tê naskirin. Ekrem Önen xwedîyê gelek gotar û berhemên zanistîyê ye. Gelek berhemên wî yên hevpar bi kurdnasên wek Lazarêv, Şakiroyê Xudo û gelek kurdnasên din re hene. Ekrem Önen hemwelatîyê Rûsyayê û Swêdê ye, zewicîye, qîzeke wî heye, di gel malbeta xwe li Stokholmê ya paytexta Swêdê dijî.

Birêz Ekrem Önen re ji stûdyo radyoya Ria taza bajarê Stokholmê ya Swêdê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên lêkolîner û pisporê medyayê, sîyasetzan, doktorê dîroknasîyê Ekrem Önen bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev