Mihemedê kurd û hin çîrokên din -9

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -9

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Mihemed jî çû, ji xwe re xaneke nû kira kir û vegeriya. Peyre dotmîrê ji wî xwest ku bona destpêkeke nû li hespê xwe siyar be û bi rê kevin. Wan jî perê kira xanê dan û berê xwe dan dervayê bajarokê. Dûrat el Mûlûkê çek û kincên zilama ji xwe kir û vê carê xwe kire dilqê jineke bend û kole. Piştî lixwekirina kincên nû, vegeriyan bajêr û derbasî xana xwe ya nû bûn. Berê di nav cil û bergên zilaman de wek du memûran dihatin nas kirin û niha jî memûrek û koleyeke wî ya jin.

Di xanê de sê ode hebûn, ku Mihemed odeya aliyê derva girtibû. Piştî bicihbûnê şîveke xweş xwarin û Mihemed ji dotmîrê pirsî ka xwestekeke wê ya din jî heye. Wê jî got:

“Divê tu herî, kesekî rêzdar û du şahidan bibînî û bona şîvê wana teglîfê dayîra xwe bikî. Dema we dest bi xwarinê kir, tê bibêjî koleke min heye, ez dixwazim wê azad bikim û ji xwe re bixwazim. Ew perê min ji bo wê daye jî, dê bikeve dewsa cihêzê wê. Ez alîkariyê ji we dixwazim ku hûn nikaha me bibirin”. Û got: Ez ê jî ji te re lîsteyekê çêkim ku di lîsteyê de ew tiştên, li gor qanûnê, di dema zewacê de tê bidî min, wê hebin.

Dû re Mihemed çû mizgeftê, îmam û du şahid teglîfê şîvê kir. Dema wan xwarina xwe xwar, Mihemed gote wan, ku koleke wî heye û dixwaze bi wê re bizewîce û ji bo zewacê jî alîkarî ji wan xwest.

Di şahidiya du kesan de, mele nikaha wan birrî û pey re derketin û çûn. Erê ew çûn û Mihemed û dotmîr man. Piştre Mihemed fikirî û bişirî ku ew hemû tişt wek xewnekê ser re derbas bûbûn. Bi kurt û kurmancî ew herdu evîndar êdî kevanî û malxwêyê mala xwe bûn û di dinyayê de kesên herî serfiraz bûn û demeke dirêj wisa bi kêfxweşî jiyana xwe domandin.

Herweha dem û zeman derbas bû, rojekê dotmîrê got:

“Malxwêyê min î delal divê em êdî li vir nemînin, ku ev der di nav sînorên desthilatdariya bavê min de ye. Ez gelekî baş dizanim, bona min bibînin, bavê min ê li her derê binhêre. Û heke min nebîne jî, wê here bal seydayê min, Ziraccan, ku ew ê bi sihrê cihê min bibîne û bêje bavê min”.

Were em herin welatekî ku ew welat ne di bin kontrola bavê min de be. Erê bira welatekî xerîb be, ku merivên wî nikaribin bê destûr têkevinê û me ji wir derxin. Mihemed got:

“Tu jî zanî, heya niha hemû kar û şixulê me bi şîret û aqildayîna te hel bûn. Û niha û pê ve jî tu çi bêjî ez ê gura te bikim”.

Pişt re, wê hinek zêr û zîvên xwe derxist da Mihemed, ku bibe bifiroşe û wî jî bi lez û bez karê xwe qedand. Bawol û çentên xwe avêtin ser pişta hespa û ber bi welatekî din ajotin. Dema xwe gihandin ciyekî tenha û xalî, dotmîrê kincên xwe ji xwe kirin û dîsa xwe têxiste dilqê zilama. Dû re rêwîtiya xwe wek berê domandin, ku bi ro diajotin, bi şev li gundan diman. Bi wî awayî fersend çêbû, ku cih û warên cuda cuda bibînin û wextekî xweş û dilpesend derbas bikin.

Di wê rêwitiyê de Dûrat el Mûlûkê hemû zanyarî û malûmatên xwe ên ji seyda Ziraccan hîn bûbû, fêrê Mihemed jî kir. Bi wî awayî Mihemed jî bûbû mîrekî zana û serkeftî. Bi wî rengî ew ciwanê di neçarî û xemgîniya herî xirab de, niha kesekî herî dilşad û serfiraz bû.

Piştî vê yeke, kî dikare red bike ku dema şans hebe, mirovê herî nezan dibe kesê herî zane û dema bêtalih be jî ew kesê xwe herî zanyar dibîne dibe kesekî cahil û hemû ked û kespa wî diçe ber bê.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev