“Hevpeyvîna sedsalê”

“Hevpeyvîna sedsalê”

Birêvebirê beşê kurdî yê Dezgeha Bûyer a Ragihandinê

(bi malper, radyo û rojnameyê ra) Ferîd Mîtan

hevpeyvîna berpirsyarê malpera me û sêkrêtarê

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swedê Têmûrê Xelîl

bi Cegerxwîn ra piştî 36 salan dike milkê

kurdên Rojavayê Kurdistanê. Malpera me serbilind e,

ku kesekî ewqas welatparêz û zane

bi awayekî fermî nivîskarê malpera me ye.

 

Ferîd Mîtan, rojnamevan

Bi vekolana li dîroka rojnamegerî û ragihandina kurdî, mirov tê digihe ku Radyoya Êrîvanê û Rojnameya Rya teze, ew jî nola Kovara Hawarê hîmine durist û asê ne ku bi dehên rojnameger û zanayên kurd di wan de xwedî bûne û ji wan derçûne.

Rojnamegerê ku hem ji kanîya Rya teze, hem ji kanîya Radyoya Êrîvanê û him jî ji kanîya Radyoya Kurdî a Dengê Rûsîyayê li Mosko vexwariye û xebatine bilind û hêja di wan de berhem dane, rojnameger û nivîskar Têmûrê Xelîl e. Yek ji berhemên rojnamegerî yên Têmûrê Xelîl ya baş ew e ku her kurdek bixwîne û lê guhdar bike, hevpeyvîna wî ya bi Seydayê Cegerxwîn re ye. Ji naverok û babetên ku di hevpeyvînê de hatine wêdetir, çawanî, cih û dîroka evê hevpeyvînê pir balkêş in; Seydayê Cegerxwîn ku ji Rojavayê Kurdistanê koçî Swêdê kiribû, di sala 1982’yê de ji Swêdê berê xwe dide Lenîngrada Sovyetê, li mala Prof. Qenatê Kurdo dibe mêhvan, Têmûrê Xelîl ku wê demê berpirsyarê beşê yê Radyoya Êrîvanê bû, çawa ku ji Azadê kurê Cegerxwîn bi seredana Cegerxwîn dibihîze, ji Êrîvanê berê xwe dide Lenîngradê, bi hezarên kîlomitreyan li pê xwe dihêle hetanî ku xwe digihîne Cegerxwîn û hevpeyvîna xwe dike.

Di wê hevpeyvînê de, gotinên Cegerxwîn ên herî girîng ku mirov dikare wan wekî manşetan rêz bike, ev in:

 

– Min xwest ku ez rûyê zarê kurmancî sipî bikim; ne ku soran bibêjin: Tenê bi zarê soranî edeb, tore û rist çêbûne.

 

– Ristên mezin û bilind ên Cizîrî, Xanî, Herîrî û Feqîyê Teyran in, ew jî mela û şêx bi wan lîstine, şaşî û çewtî xistine navê.

 

– Hêvî dikim ku xortên kurd karibin dîwanên min, ristên min baş ji ber bikin, baş bixwînin û kêmasîyên wan çi ne, ji min re binivîsin.

 

– Bawerîya min ew e “di roja dawî de, wê Yekîtîya Sovyet bi kêrî gelê kurd bê”.

 

– Celadet Bedirxan weke seydayekî torevan, seydayekî ristevan, seydayekî tarîxbêj ji hemû xort û nivîskarên çax û demê me re dihat jimartin. “Me tevan jê istîfade kiriye.”

 

– Ji wextê Hawarê û heta îro (1982) ez di kovar û rojnameyan de dinivîsim; min rojekê xwe nedaye paş.

 

– Kovara Hawar ji wan kovarên mezin e ku karekî mezin ji gelê kurd re kiriye.

 

– Ez dixwazim kovarekê li Swêdê derxim.

 

– Heta niha, di meydana azadîya Kurdistanê de yên ku şoreş çêdikirin, derebeg û burcewazên kurd bûn, lê bawerîya min ew e…

 

– Ez dixwazim Destûra Kurdistanê: Destûreke demoqratî, sosyalî, markisî be.

 

Ji ber ku Têmûrê Xelîl kurdê Ermenistanê ye, helbet ew ê li nirxandin û nihêrînên Cegerxwîn derbarê xebata kurdên wî welatî de bipirse, lê ev nayê wê wateyê ku di hevpeyvîneke wisa de li rewşa wêjeyî û polîtîkî ya tevahîya Kurdistanê -bi taybet a Rojavayê Kurdistanê- neyê pirsîn an jî bi kurtî were pirsîn.

Îroj, cihê şanazî û bextewarîyê ye ku piştî 36 salan, em tomara deng a wê hevpeyvîna ku li Lenîngradê hatiye kirin û di 1982’yê di Radyoya Êrîvanê de hatiye weşandin bi dest bixin û li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ku Seydayê Cegerxwîn salên dirêj ji jîyana xwe lê bihurandiye, di Dezgeha Bûyer a Ragihandinê de ku navenda wê tenê 500 mitreyî dûrî gora Cegerxwîn e, di malper, radyo û rojnameyê de biweşînin.

Silav û sipasîyên xwe pêşkêşî mamhosta Têmûrê Xelîl dikim, ji ber ku di hinartina tomara deng a hevpeyvînê de dudilî nekir û bi dest xwe re daxwaza me pêk anî.

Hevpeyvîneke Dîrokî… Seydayê Cegerxwîn Diaxive

#Dokumenteke_DîrokîDezgeha Bûyer a Ragihandinê… Hevpeyvîna Seydayê Cegerxwîn Diweşîne"Min xwest ku ez rûyê zarê kurmancî sipî bikim, ne ku soran bibêjin: Tenê bi zarê soranî edeb (wêje), tore û rist çêbûne."BûyerpressHevpeyvîna Têmûrê Xelîl bi Seydayê Cegerxwîn re di sala 1982'yê de li Lenîngrada Sovyetê, li mala Qenatê Kurdo hatiye kirin. Ev hevpeyvîn di heman salê (1982) de, di radyoya Êrîvanê de hatiye weşandin. Dezgeha Bûyer a Ragihandinê karîbû xwe bigihîne rojnamevan Têmûrê Xelîl û tomara deng a hevpeyvînê jê werbigire, da ku biweşîne.Seydayê Cegerxwîn di hevpeyvîna xwe de dibêje:- Min xwest ku ez rûyê zarê kurmancî sipî bikim, ne ku soran bibêjin: Tenê bi zarê soranî edeb (wêje), tore û rist çêbûne.- Hêvî dikim ku xortên kurd karibin dîwanên min, ristên min baş ji ber bikin, baş bixwînin û kêmasiyên wan çi ne, ji min re binivîsin. – Ristên mezin û bilind ên Cizîrî, Xanî, Herîrî û Feqiyê Teyran in, ew jî mela û şêx bi wan lîstine, şaşî û çewtî xistine navê.- Baweriya min ew e "di roja dawî de, wê Yekîtiya Sovyet bi kêrî gelê kurd bê".- Celadet Bedirxan weke seydayekî torevan, seydayekî ristevan, seydayekî tarîxbêj ji hemû xort û nivîskarên çax û demê me re dihat jimartin. "Me tevan jê istîfade kiriye."- Ji wextê Hawarê û heta îro (1982) ez di kovar û rojnameyan de dinivîsim; min rojekê xwe nedaye paş.- Kovara Hawar ji wan kovarên mezin e ku karekî mezin ji gelê kurd re kiriye.- Ez dixwazim kovarekê li Swêdê derxim.- Heta niha, di meydana azadiya Kurdistanê de yên ku şoreş çêdikirin, derebeg û burcewazên kurd bûn, lê baweriya min ew e…- Ez dixwazim Destûra Kurdistanê: Destûreke demoqratî, sosyalî, markisî be.

Опубликовано Bûyerpress/kurdî Суббота, 1 сентября 2018 г.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev