Nameyên evînî -45

Nameyên evînî -45

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a çilûpêncan e.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

¤¤¤

Şika min hebû ku min carek behs kiribû. Lê paşê fikirîm, minê kengê bigota, dema ez nû Nurayê nas dikim. Ango, ev 4 salên me weke ku demeke gelek kurt bû û ez her ro ji nû va bi te ra dibim nas.

 

¤¤¤

Wisa nîne cana min, ew herdu bêrikirin ji hevdu cuda ne. Belkî ne cem her kesî wek min be, lê tiştek rast e, ku bêrîkirina te min bextewar dike. Lê bêrîkirina kesên dervayî te, wana bextewar dike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev