Du kitêbên nû ji Apecê

Du kitêbên nû ji Apecê

“Ezdîxan û 97 Ferman” û “Qewl, beyt, qesîde, Sehda, dua û dirozgehên êzdîyan”

Nivîskar: Amed Tïgrîs û Rojîn Zarg

Ev her du kitêbên APECê çap kirine (serokê weşanxaneyê Ali Çiftci) li pêşengeha kitêban a li Amedê de tên nasandin û belavkirin.

Pêşengeha kitêban a Amedê ji 25ê îlonê destpêdike heta 30î îlonê berdewam e.

Kitêba bi navê Êzdîxan û 97 ferman ji du beşan pêk te:
Di beşa yekem de gund û bajarên êzdiyên Şengalê, Bakur, Rojava, Serhed, Sovyeta Kevn û Ewropê, eşîr û bavikên êzdiyan cî digirin. Jiyan û hatina Şêx Adî ya Lalişê, damezrandina terîqeta Adawî, felsefe û ola wî, Melekê Tawis, xelîfe, Mishefa Reş, Cîlwe, kast û çîn, dua, qewl, qedexe, perestgeh, rîtuel û pîrozbahiyên ola êzdî yek bi yek hatine destnîşankirin. Hevkokî û hevbeşiyên êzdayetî û yezdanîtî, zerdeştî, yaresantî, nûsayirtî, elewîtî, durzîtî, mîtrayetî û îslamtiyê hatine peytandin. Ji sala 637a heta êrîşa DAÎŞê ya sala 2014, 97 fermanên ku li serê êzdiyan hatine rakirin bi awayekî kronolojik hatine nivîsandin.

Di beşa duyem de komkujî û barbariya DAÎŞê ya li ser Şengalê, kuştina êzdiyan a komî, îşkence, lêdan û kavilkirina gund û bajaran, rev û koça wan a mezin, bi sedan jin û keçên êzdî yên ku dîl ketibûn destê DAÎŞiyan û biribûn li bazarên jinfirotinê firotibûn, ew serpêhatiyên xwe vedibêjin. Li ser vê karesat û wahşeta DAÎŞiyan bi 30 malbatên êzdiyên ku ji ber êrîşa DAÎŞiyan revîne û li wargehên Başûr û Bakurê Kurdistanê diman re hevpeyvîn hatine kirin. Di nav wan de jinên ku dîlketibûn destê DAÎŞiyan û hatibûn firotin jî hene.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev