Gencîneyên Zengarî -2

Gencîneyên Zengarî -2

“Sîtilê got: binê min zêr e; heskê gotê: lê ez ji ku têm?”

Emre MÛHARGÎNÎ

Dema ku em ji dûr ve li civakê dinerin, hertişt li rê xuya dike û ji meriv tirê qê di civakê de hertişt li gorî pîr û pergaleke bi rêk û pêk dimeşe. Ji dûr ve ti pirsgirêk, xirabî, alozî û pîsîtî xuya nakin. Gelo bi rastî jî civak wisa ye? Naxêr! Ji bo ku meriv rastiyê bibîne, divê meriv xwe berî nava dilê civakê bide û di nav girse û garanê de bijî. Dê wê çaxê meriv bikaribe civakê bi awayek rast û objektif binirxîne û li ser şirove bike.

Bi a min civak dişibe daristanekê. Ti çi bixwazî daristan di nav xwe de dihewîne. Awê ku hun jî dizanin daristan bi hezara celeb nebat û ajal û hema em dikarin bibêjin her celeb candar di nava xwe de dihewîne. Hertiştê di nava daristanê de li cem xwe û li gorî armanc û mebesta hebûna xwe xwedî qedir e û binirx e. Lê di heman demê de jî dibe ku ew ji bo hinek tiştên din nebaş û xeternak be. Ji ber vî jî em dikarim bibêjin ku daristan hemû başî û nebaşî, rindî û xirabiya di nava xwe de dihewîne. Vêca dema ku em dîsa li civakê vegerin, di nav civakê de jî meriv dikare nebaşî, pîsîtî, kirêtî, pelosî, qirêjî, vir û derew, dizî û talan, şer û pevçûn, zilm û zordestî û wekî vana bi hezaran tiştên nebaş û neçê bibîne. Lê digel van tiştên neyînî meriv dikare di civakê de başîtî, mirovahî, alîkarî, xêrxwazî, dilpakî, rihm, merhamet, hezkirin û evîn û wekî van bi hezara taybetiyên erênî jî bibîne.

Hin nivîskar -ramanwer, rewşembîr, ronakbîr, feylezof- bi zanabûn û bi daxwaza dilê xwe, xwe ji civakê dûr dixin û hetanî ji destê wan tê têkiliya xwe ya bi civakê re mînîmîze dikin û dikişînin asta herî nizm. Bi vî awayê dixwazin hikm û tehakkuma civakê a li ser wan ji holê rakin û xwe ji xirabî û nebaşiyên civakê biparêzin. Her çiqas hetanî raddeyek em heq bidine wan jî, lê li vêder pirsgirêkek dertê holê. Her çiqas ku ew rewşembîrên ha ji bo xwe ji xirabiyên civakê biparêzin xwe ji civakê dûr dixin, lê di heman demê da xwe ji başîtî û tiştên erênî ên nava civakê jî dûr dixin. Ango em dikarin bibêjin ku ev rewş dişibe rewşa mirovek ku ji bo cilên wî/ê qirêj nebin û nebe bi herî zêrên di binê erdê de dernaxe.

Vêca ez dixwazim werim ser mijara me ya ku ez dixwazim li ser rawestim. Hinek tişt hene ku meriv çiqas bixweyne û li ser wan bixebite û lêkolîn jî bike mirov nikare wan bi dest bixe. Bi qasî çend meh berê gotarek min bi navê “Gencîneyên Zengarî” (http://krd.riataza.com/2018/01/16/gencineyen-zengari/) li ser malpera RiaTaza hatibû weşandin. Min di vê gotara xwe de qala sê çîrokên ku ez li ti der leqayê wan nehatibûm û wan li ti derî nebihîstibû û di ti pirtûkê de nexendibû kiribû. Min yekê ji wan ji karkerek û herdûyên din jî ji extiyarek bihîstibû. Gelo ez neçûma civata wan kesa dê min bikaribûna van çîroka bibihîsta? Vêca di vê gotara xwe de jî ez dixwazim ji we re qala sê çîrokên ku min çend hefte berê di civatekê de bihîst, bikim. Van her sê çîroka jî wek ên dinê hê min li ti der nebihîstiye û hê di ti pirtûkekê de leqayê wan nehatime. Dibe ku hatibin nivîsîn jî lê haya min jê tune ye. Bi rastî kêfa min ji her sê çîrokan re jî hat û min got divê ez van her sê çîroka diyariyê wêje ya kurdî û we xwendevanên hêja bikim. Bi hêviya ku wê kêfa we ji wan re were.

 

Çîroka yekemîn:

Tê gotinê ku şêxekî pir bi nav û deng hebûye. Hejmara murîdên wî pirî ku pir bûne kes nidizanibûye ku çiqasin. Ji çar aliyê welêt û hetanî ji dervayê welêt jî dihatin û dibûne murîdên vî şêxî. Ji ber vî jî roj bi roj hebûn û mal û milk û hejmara murîdên wî zêde dibûn. Em dikarin bibêjin ev şêxê ha di nav dewletê de dewletek nû ji xwe re ava kiribû.

Rojek ji roja mirovek jar û xizan û belengaz, ku ji birçîna hindik mabû bimiriyana diçe mala şêx û xwe diavêje bextê wî da ku şêx hinak zad û zexîre bide wî. Awê ku min qasek berê jî got, şêx bi qasî dewletekê dewlemend bû. Şêx çend kîs zad û zexîre dide wî mirovê xizan û dibêje “de oxir be ji te re.” Mirovê xizan jî dibêje: “Ez xulam ti hêz û quwet di çokên min de nemaye. Ka ezê çawa bikaribim vana bibim?” Şêx radibe kerekî jî didê û dibêje “De rêya te vekirî be. Oxir be ji te re.” Mirovê xizan li destê şêx radimûse û bi hefsarê kera xwe digire û bi dilxweşî berê xwe dide mala xwe. Mala wî jî ne pir nêzik bûye. Dema ku ew mirovê me yê xizan digihîje nîvê rê kera wî hew ber xwe dide û dibehece û dikeve erdê. Bîskek dipirpite û dilerize û rih dide, dimire. Mirovê xizan di şuna xwe de matmayî dimîne û nizane wê çi bike. Radibe zad û zexîreyên xwe ji pişta kera xwe dike û gorek ji bo kera xwe vedide. Piştî vedana gorê kerê di gorê de diveşêre û dora gorê jî bi qûç û kevira xweşik dide hev. Piştî vê bûyerê mirovê me yê xizan her roj diçe ser gora kera xwe û der û dora gorê çêdike û dide hev. Piştî demeke kurt êdî gora kera wî dişibe tirbeyek. Li hawirdorê navê mirovê me yê xizan hêdî hêdî wekî şêx belav dibe. Hêdî hêdî murîdên wî çêdibin û hejmara murîdên wî roj bi roj zêde dibin. Di demekî kurt de hejmara murîdên wî hema hema digihîjin hejmara murîdê şêxê din û nav û denge wî li seranserê welêt belav dibe. Şêxê kevn dikeve fikara û dibêje; “Gelo ez nizanim ev şêxê ha ji ku derê hatiye van dera? Nizanim koka wî digihîje kîjan şêx û alima?” û biryarek digire da ku wî şêxê ha bi minasebeta hev naskirinê dawetê mala xwe bike. Murîdek xwe û pê re jî çend barê kera wekî diyarî dişîne ba şêxê nû (mirovê xizan) û wî dawetê mala xwe dike. Şêxê nû vê dawetê bi kêfxweşî dipejirîne û ew jî bi murîdê şêx re ji şêx re çend barê kera diyarî dişîne.

Êdî ew roja girîng hatibû. Murîdên şêx wekî moriya li hev diçûn û dihatin û xizmet dikirin. Ew roj ziyafetek mezin hatibû li dar xistin. Piştî xwarin û vexwarinê herdû şêx derbasî jûrek bûn û hevdîtineke taybet li dar xistin. Şêxê kevn ji ê nû pirsî û got; “Şêxê min ê xweşdivî! Tu bi ser ser û çavên min hatî van deveran. Ka tu ji ku derê hatî van dera û koka te digihîje kîjan şêxa? Bi naskirina te ezê pir kêfxweş û şanaz bibim.” Şêxê nû jî dibêje; “Ez xulam, te ez nas nekirim? Ez ew mirovê xizan im. Nayê bîra te ku te rojekê çend kîs zad û zexîre û kerek dabû min? Ew roj dema ku min xatir ji we xwest û ez ketim rê, kera min di nîvê rê de cihimî û min jî rabû tirbeyek jê re çêkir. A bi Xwedê ez dikarim bibêjim ku koka şêxîtiya min digihîje wê kera te ya ha.” Şêxê kevn jî dibêje; “Hiş kuro! Dengê xwe bilind neke. Bi Xwedê koka şêxîtiya min jî digihîje diya kera te.”

 

Çîroka duyemîn:

Tê gotinê ku şêxekî pir navdar hebûye. Şêx êdî pir kal bibû û digotin ha îro ha sibê wê bimire. Awê ku tê zanîn dema şêxek dimire murîdên wî şêxî ku hebin lawekî şêx û ku tune bin jî xizmekî şêx wekî peşrewê şêx dibînin û wî wekî şêx dipejirînin û dibine murîdên wî. Ango em dikarin bibêjin pîr û pergala seltenetiyê hikim dike. Vêca kurekî wî şêxî hebûye û ew jî beredayek dera hanê bûye. Çi pîsîtî û xerabî hebûne tê de mewcûd bûne. Pirî tevger û bizavên wî ne li gorî qaîde û qûralê dînê Îslamê bûne. Araq vedixwar, zina dikir, perên faîzê dixwar, rojî nedigirt û nimêj nedikir. Bi vî awayî roj û demên xwe di nav kêf û zewq û sefayê de diborand.

Dem dibihorî û wext derbas dibû. Rojek xebera mirina şêx belav bû. Murîdên wî tevekî digiriyan û xwe li erdê dixistin û xwelî bi serê xwe de dikirin. Hêstir wekî baranê ji çavên wan diherikîn. Şêx veşartin û şîna wî kirin. Çend roj piştî şînê komek ji murîdên şêx çûn ba lawê şêx û jê re gotin; “Ez xulam! Awê ku hun jî dizanin dema şêx diçin ser dilovaniya Xwedê, lawên wan dikevin şuna wan û dibin şêx. Ji aniha pêve em te wekî şêxê xwe dihesibînin û em ji bo murîdîya te amade ne.” Hema lawê şêx radibe piya û xwe bi wan de dixeyidîne û ji wan re dibêje; “De biqeştin ji dora serê min herin. Karê min tune ye ezê ji we re şêxîtiyê bikim û bi we re mijûl bibim. Ez ne şêx im û hun jî ne murîdên min in. De haydê ji dora serê min herin û min ji dîn û îman dernexin.” Lê murîdên şêx qet guh nedan van gotinên lawê şêx û li berê geriyan, jê lava kirin û gotin tu şêxê me yî. Lawê şêx hinek ponijî û ji wan re got; “Temam ka hun aneka herin û êvarê werin ezê tiştek ji we re bibêjim û hem jî tiştek nîşanê we bidim.” Li ser van gotinên lawê şêx koma murîda pate jê re avêtin û bejna xwe li berê tewandin û berepaşkî ji jûrê derketin û çûn.

Nêzî berê êvarê lawê şêx maseyeka mezin datîne ber derî û maseyê bi celeb celeb fêkî û xwarin û araq û mey û bîra û hwd. dixemilîne. Di ber xwe de dibêje; “De werin û bibînin ka ez şêx im an na!” Wext êdî berê êvarê bû. Lawê şêx diçe li ser maseya xwe rûdinê û li benda koma murîda dimîne. Dirêne ku koma murîda ji wê der ve bejntewandî û herdû destê xwe dane ser hev û bi hirmet ber bi wî ve tên. Dema koma murîda digihîje ba lawê şêx, silav lê dikin û yeko yeko li destê wî radimûsin. Paşê li ber wî li ser çoka rûdinên û wisa nîşan didin ku li ber xwestek û daxwazên wî amade ne. Lawê şêx hinek qerf û henekên xwe bi wan dike û ji wan re dibêje; “De ka li min mêze bikin ezê çi bikim.” Lawê şêx radike piyanek vala û hetanî nîvî araqê berdidê û nîvê din jî av berî ser dide. Dema ku avê berî ser araqê dide piyan bi yekcarî spî dibe. Lawê şêx radike piyanê û dide ser devê xwe û di bînkî de diqedîne. Koma murîda jî bi baldarî li lawê şêx dimeyîzand. Dema ku wan vî tiştî dît, heyirîn û di şûna xwe de matmayî man. Hema bi yek carek bêyî ku rê bidine hev xwe avêtin destê lawê şêx û ramûsandin. Piştre ji hev re gotin; “Weleh lawê şêx ji bavê xwe alimtir e. Kerametên wî ji ên bavê wî mezintir in. We dît! Avê li avê xist û dew çêkir. De ka kê hetanî aneka tiştekî wiha bihîstiye û dîtiye?”

 

Çîroka sêyemîn:

Li deverek şêxek hebûye ku kerametên wî li her der belav bibûn. Xelqê ji hev re digot; “Şêx di ser vî şêxî de tune ne. Ev çi keramet û derhoze ne ku ew şêx nîşanî me dide? Hunê sond bixwin ku Xwedê zanîn û agahiya raste rast dineqişîne dilê wî. Hewqas zana û alim û pêşbîn e.” Hema devê kî/ê vebûna pesnê şêx didan û qala kerametên wî dikirin.

Awê ku tê zanîn adetek heye dema ku kesekî/ê here mala şêx, dest vala naçe. Jixwe kesên ku ji gundan tên jî ajalek-beranek, mêşinek, kavirek, berxikek, karikek, bizinek, terşek, mirîşkek, şamîkek, werdekek, dîkek, hwd. li gorî qeweta xwe ji fedîlê dilê xwe- dibine diyariyê şêx dikin. Veca ev şêxê me yê bi nav û deng wisa pîr û pergalek danîtibû ku aqilê meriv disekinî. Dema ku yek bihata seredana şêx, pêşî murîdên şêx pêşwaziya wî/ê dikirin û wan diyariyên ji bo şêx anîtibû ji deste wî/ê distendin. Dema ku wî/ê vedixwendin jûrê jî li gorî diyariya wan cihek diyar kiribûn û wî/ê li ew cihê diyarkirî didane rûniştandin. Wekî mînak ji bo ên berxik anîtine minderek diyar e û wan kesa li ser wê mînderê didine rûniştandin. Wek vê mînderê ji bo hertiştek mînderek cüda hebû. Vêca ji xeynî şêx û murîdên wî ti kes vî tiştî nedizanîbû. Dema ku yek dihate civata şêx pistî silav dida diçû li destê şêx redimûsa û wî/ê li gorî diyariya ku anîtibû didan rûniştandin. Şêx jî xêrhatinê li wan kesa dikir û digote wan; “Filankeso/ê mala te ava û Xwedê peza (gamêş, berxik, karik, mirîşk, şamîk, dîk, beran êdî çi anîtibe) te li ber xwe bigerîne û xêra wê bigihîne rihên miriyên te.” Ew kesên ha jî di şuna xwe de diman û digotin; “Maşella ji şêxê min re! Hun li kerametên şêxê min dinêrin? Çawa dizane ku min çi jê re anîtiye. Ez mala xwe bi qurbana te bikim şêxê min. Ez bibim xweliya bin piyê te. (..)”

 

Wêne: Rebwar K Tahir

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev