Helbestek ji endamê “Kaniya pêncçavî” Qasim Xelîlî

Helbestek ji endamê “Kaniya pêncçavî” Qasim Xelîlî

Zewac

 

Zewac parîk ji pîsî ye

Ne tê xwarin ne avêtin

Çiqas xweş be jî rîsî ye

Ne tê cûtin ne tê mêtin

 

Zewac darek şikestî ye

Ne tê sotin ne tê gotin

Kesî xêr jê nedîtîye

Ne tê kotin ne tê dotin

 

Zewac zemq û demûşî ye

Ne tê rayê ne jevberdan

Weya jî hişfiroşî ye

Ne tê dildan ne tê serdan

 

Zewacî rengê sergo ye

Ne derman e ji bo derdan

Serabek rengorengo ye

Ne tê girtin ne tê berdan

 

Zewac jînek wekî ya sê

Ku hestî ket dev û canî

Di qirkê de timî asê

Ne tê xwarê ne tê banî

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev