KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -4

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -4

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 151ê me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 Ji nimûneyên zargotina me – 151

 

LAWKÊ MIN EREBÊ DIKŞÎNE

Lawikê min erebê dikşîne,

Qayîş tenge, pişta wî dêşîne,

Lawiko, gistîla xwe zêr têke nava temezîkê, minra bişîne.

 

Bejina lawikê min zirave, dike bişkê,

Ezê kemberekê bistînim, bidime piştê,

Cînarê kurê xwe bikujin, nahêlin

Ez sehetekê rûnêm li teniştê.

 

LO, LO LAWKO

 

Lo, lo lawiko, çîya bilinde te nabînim,

Ezê dûrebînê ji ku bînim,

Gede lawikê xwe welatê xerîba têr bibînim.

 

Kaxezekê bişîne, ez bixûnim,

Xemê dilê xwe pê birevînim,

Kurê şabe, kurê padişabe,

Tu dila ser dilê xwe û tera nahebînim

 

KUR ŞIVANÊ PEZÊ NÊRE

 

Kur şivanê pezê nêre,

Ber bersitîyê girt qilêre,

Eger çûyî welatê xerîba, nizam kîjan kinca bişom

Wanra xêre.

 

Kur şivanê pezê xesî,

De tu rave jimarê nede destê hemû kesî.

Ez ya teme, wekîl nefsî.

 

Ez xerîbim, ne li virim,

Gul çiçeka ber zinêrim,

Qenca dîtim, xiraba birim.

 

LAW ŞIVANE

 

Law şivane, şivane,

Law şivanê van mîyane,

Mî berdane dor beyarane,

Qey xatirê van zeryane.

 

Law şivane, şivane,

Law şivanê van berxane,

Berx berdane dor zangane,

Qey xatirê van zeryane.

 

Got: Mehmedê Reşo, ji gundê Qundaxsazê, li ser nehya Axbaranê.

 

LÊ, LÊ ZERÎ DOMAMÊ

Lê, lê zerî domamê!

Lo, lo kuro, kulmalo tî nezanî,

Ezê navnîşanê zerî domamê ji tera bêjim:

Kuro, kulmamo, hine zerî hene

Çevgê wane kûre degirmîne,

Hine zerî hene enîyêd wane keverin,

Pozî pîjîne, deve, dirane dikanîne,

Sîng û berê wana zozane,

Hesebê zozane, zozanê Şerevdînê,

Meriv ji xwera pezkûvîa lê biçêrîne,

Kuro, kulmano, divê:

-Memikê vê teresê, teres bavê,

Wê duhva hatine nav çarûyê, nav bazarê,

Kuro, kulmalo, ezê çûme bazarkim:

Memikê vê teresê hêjaye,

Sûrîyê mîyane,

Hêjaye tewlê menegîa,

Hêjaye hespêd zîna,

Divê, memikê vê teresê divê arzane,

Hela nebihaye.

 

-Lo, lo kuro, kulmalo!

Ezî nalbendbûm.

Ezê salix û sûlixa derketime nava zerîya.

Kuro, kulmalo, rûniştî bûn,

Hesavê medekê reşe Mûsûlî bûn,

Hesavê eyarê genî bûn,

Neynikê wane usa reş bûn,

Hesavê kerdîyêd bostana pê merrê welgerînî,

Tu wekî vêrsekê lê dûr bûyayî, te digot:

-Xwedêyo, bira cara îcarîn jî, ez îcar nava derkevim,

Bira sê qasidê mêrê felekê bên ser ruhê min.

 

•••

 

Lê, lê zerî domamê!

Êvare, zerî meşyane bêrîa mîya,

Ezê rabûm, minê çevê belek kilda,

Şê biskê şê gurzêd cênîka ser anîya keverda çêkir.

 

Minê elba xwe hilda,

Ezê meşyame bêrîa mîya,

Hevalê me, cînarê me pezê xwe dotin,

Zerî meşyane, daketine nava kona,

Ez û gede lawikê xwe ketine kêf û henek û laqirdîya.

 

Lê, lê, zerî domamê!

Herkê kotî, nuxsanê mêra pirs li te kir,

Bê “serê teda reş be, kondire gran bûn,

Tuyê çûbûyî nava bajêr, kondrie gran bûn,

Penîyê zer kutan katoşka şîrê min giran bû,

Qul bû, rijîya, zenda zer ranegirt,

Mircan qetîya, ket nava hûr devîya,

Heta min torkir, serê teda reş be,

Royê min çû ava”.

 

HEWAR LI MIN

 

Hewar li min vê gazîyê,

Divê “Binya mala gimîna def û zurnane,

Minê rabû, xwe dabû ber teva tîrkê,

Neynika xwe dabû ser çongê,

Minê çevê xwe kilda,

Min nizanbû gede lawikê minê

Pînê kulfikê serê xwe girêdaye,

Ketîye bin peltikê.

Kotî, pîsî mêra, gorra mirî, zêndîyê xwe…

 

Kuştina wî heye, berdana min tune,

Kuştina xwe derbaz dive, berdana min derbaz nave,

Çev li bedewîya min ketîye.

 

Ezê çûme dewatê,

Gede lawikê min dewatêdane,

Min go: -Bira ew dewat serê xayê xweda reşgirîn be.

 

Ezê hatime, bême malê,

Xasîya min hate pêşîya min,

Go: -…ev heyamê teye,

Dîkê erşa bang da,

Nimêja Mehmed betal bû,

Nîvro ku têye!

 

Min go: -Pîrê, savqirr, karê te min ne ketîye,

Dya min digot, wexta xasîa te çaxê tera bû..

Wekî tu xasîya min nîbûyayî.

Minê tu rezîl û riza kirayî.

 

BARANEKÊ BARÎ

 

Baranekê barî ji xwedêda,

Lêyî kişya devê rêda,

De bira yarîke merîa hebe mal di gundda,

Meriv ramûsanê jê bistîne paşila dêda,

De wer, were xezal were, de wer, were, dosta min were.

 

Yara min sekinîbû derê malê, pirr duşirmîş bû,

Qolê zêra ser anya kever tîş-tîşî bû.

De wer were, xezal were, de wer, were, dosta min were.

 

Xezal canê, du zerîngê taxa hanê dan dikutan:

Yeke poz xizêm bû, dêre al bû, enî deq bû,

Xwe dananî

Yênga dinê can, cegerê min perritand,

De wer, were xezal were, de wer, were, dosta min were.

 

Herê xezalê canê, minê go, ji gulê,

Ji sosinê, ji rihanê,

Ji sêvê Artemêtê,

Memkê qîza, kîjan wa bibînin?

De wer, were, xezal were, de wer, were, dosta min were.

 

Go: -Wele, ji gulê, ji sosinê, ji rihanê,

Memkê qîzane wa bibînin,

De wer were, Xezal were, de

Wer, were dosta min were.

 

Herê Xezal canê!

Meriv bive çiyakî mîna çîyayê

Axmaxanê bigerrîne,

Heta sivê kêf û sewqê jê bivîne,

De wer, were Xezal were,

De wer, were, dosta min were.

 

Na wele, meriv çarsûke, mîna

Çarsûa Rewanê lo bigerrîne,

Kondokê mêra, şinederê şevê,

Bê destê xwe li destaxe,

Jê birevîne.

 

De wer, were, Xezal were,

De wer, were, dosta min were.

 

Got: Şebabê Ozman, şagirtê têx. pêd. kurmanca.

 

WERE LO, LO

 

Were, lo, lo!

Heseno, xwezila malê me li kona bûna,

Min kewa gozel danê pezê nîvro,

Soz û qirar hevra dabûn,

Hetanî lawkê min ji welatê xerîba vegerrya bû,

Kaxezê me ketine avê, niviştê unda bûn.

 

Were lo, lo, lo, lo!

Kuro, xwezila malê me li çiya, ha li çiya,

Olo, kuro ezê xanîkî xwera çekim li çya ha li çîya.

 

Êtîmo, zêrê serê min zefin,

Ezê derîkî li berxim ji çarika û ji mecîdîa,

Were, min ji dê û bavê bixweze,

Herkê dane, xwe wê dane,

Herkê nedane, min birrevîne

Malek, malê gundyane,

De were lo, lo, lo, lo!

De were lo, lo, lo, lo!

 

Got: Etarê Şero, dersdarê gundê Bozkosê, li ser nehya Kotaykê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *