PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -4

PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -4

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” cara pêşin beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa çaran bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 151

 

Di 10 tebaxê 1919 da, M. Kemal gazî şande ser navê serekeşîrê Motkiyan, Hecî Mûsa Beg. Tê da dihate gotin : “Ez benî, ez tim di derheqa wan têlên dostiya me ya qenc da bîr tînim, ku dema min serokatiya ordiya duduyan dikir, di navbera min û te da hatibû saz kirin, ew jî di wan demên oxirmên giran da. Hemû niştimanperwer ji baweriya we, herweha ji karê we yê mezin ku we ji bo welêt, millet û hukûmetê kiriye, qîmeteke bilind didin”.

“Em bi kubarî û razîbûn tim di derheqa wê alîkariya giranbuha ku we gelek caran daye ordiyê da, ji bo ku em careke din Bitlîsê hildin, bîr tînin, usa jî em mêraniya we di karê parastina navça Motkî ji dijminan ji bîr nakin … Dijminên me dixwazin nuha me perçe-perçe bikin û milletê me ku di nava sedsalekê da ewqas xwîn bona islamê rijandiye bindest bikin, dixwazin gelê me ji mafên bilind û serbestiyê mehrûm bikin. Ew dicedînin ku li ser axa wetenê me zurreta pêşiyên me Ermenistanê bidin damezrandin.

“Berî demekê, li Erzurûmê kongreyek hat derbas kirin, bona yekkirina karmendên millet û nêzîkkirina çend komelên ku di derheqa wan da min li jor bîr anî, lê usa jî bona amadekirina çend mecalan ji bo şerkariya tevî neyarên ku dixwazin êrîşî me bikin.

Ji ber ku birayê me Celal Beg ewê we bi çend peyvandinên li kongrê bike nas û hûnê hay ji wan biryarên ku li kongrê hatine qebûl kirin jî hebin, ez li ser wê bîr û baweriyê me ku zêde ye em li ser wê bisekinin. Tenê wê yekê didim zanîn ku kongreya komîta navdar deng da, bona ku nîşanî me û cihanê bike ku di nava me da yekîtiyeke çawa di karê şerkariya bona serbestî û destpêneketina welatê me da heye. Hûn usa jî bi yekdengî hatine bijartin, wek endamên komîtê ku di nava wan da jî ez û birayê me Raûf Beg, wezîrê berê û mêrxasê gemiya “Hemîdiyye” hene. Hûn helbet derc dikin ku ez bona wê yekê pir şah im ku em dikarin destê xwe bidin destê hevdu, bona bextewarî û xelaskirina welatê me kar bikin. Birayê me Celal Beg ewê mefayên kongrê ji we ra bîne. Ez hêvî ji we dikim ku anegorî wê kar bikin û karê rêxistinên me bidin fireh kirin û nehêlin ku tuyek di wê navçê da dijî me derkeve yan tevî karê me bibe. Ez li ser wê bîr û baweriyê me ku dîwanên bajarvaniyê û leşkeriyê ewê pey mesela we herin nava karê me yê xelaskirina milletê me yê ziyaretî. Lê eger ew dijminatiyê bigirin, wan bi her awayî bînin ser riya rast”.

“Zûtirekê ewê li Sîvasê kongreyek wek ya Erzurûmê bê derbas kirin. Ewê dêlêgeyên ji temamiya welêt bikevin nava wê kongreya hemtomerî. Çend rojên

din şûn da, ezê bi xusûsî herim Sîvasê bona tevî xebata kongrê bibim. Pey kongreyê re, ezê vegerim Erzurûmê, ku ez bawerim ezê tê da ra s tî we bêm. Ez dizanim ku karê we ewqas gelek e ku hûn nikarin demeke dirêj li vira bimînin, lê ez berk bawer im ku hûnê bona alîkirina gel dem bibînin. Emê hela li wê pirsê binihêrin û bona wê emê biryarê qebûl bikin. Ez bi dil dixwazim ku welat û millet rizgar bibe, loma jî silavên xwe yên ji dil dişînim” (98, r. 231-238).

Wî têlêgramên usa ji van kesan ra jî şandin : Şêx Ebdulbaqî Efendî Kufrêvîzade (ji Bitlîsê), Ömer Axa (ji Dêrşevê), Resûl Axa (ji Mûşasê), Sedullah Efendî (parlementerê berê), Şêx Mehmûd Efendî, Şêx Ziyaettîn Efendî (ji Nûrşînê), Cemîl Çeto Beg (serekeşîrê Garzanê).

Çend serokên Kurdan hatin gaziya M. Kemal. Ji navçeyên Kurdistanê yên cihê-cihê , ku tê da li ser baweriya di hindava xelîfetê û sultan da û di derheqa dostiya gelên tirk û kurd da dihat gotin, dest pê kir bên stendin. Ji bo nimûnê, parlementer Bekir Sitkî Beg da zanîn ku bineciyên Diyarbekirê ku piraniya wan Tirk û Kurd in hîç naxwazin ji mexlûqetiya islamê cihê bibin (129, r. 81).

Têlêgramên bi vê naverokê ji çend cî û warên Kurdistanê yên mayîn hatin stendin. Bi awakî vekirî, serokên çend eşîrên Kurdan hêla M. Kemalê ku di çavên wan da ew mirov bû, ku xwe gelekî ji bo azadkirina sultan, xelîfe û islamê êşandibû, girt. Lê piraniya serekeşîrên Kurdam ên ku me li jor nîşan dan, wê polîtîka ku mafên Kurdan yên neteweyî inkar dikir ne eciband. Dema pêşdahatin û pêşdaçûyîna têkoşîna azadiyê ya gelên Imperatoriya Osmanî ku ji hev çûbû, doktrîna panislamîzmê êdî xwe efû ne dikir, wê êdî nikaribû rola yekkirinê di nava gelên musulman da vekirî bilîsta. Gelên ne tirk, herweha gelê kurd jî, rabûn şerkariyê ji bo azabûna xwe ya millî. Di derheqa wê yekê da qewimandinên li wilayetên Kurdan şehadet didin, gava ku li Sîvasê kongre – û pey wê jî – hat derbas kirin.

Kongreya Sîvasê ji aliyê Komela Parastina Mafên Anatolya û Rûmeliyê di 4-12 îlonê da hat derbas kirin. Manîfêsta Kemalîstan ku li kongreya Sîvasê di 2 îlon 1919 da hat qebûl kirin, bingeha wê nemaze dijî emperyalîstiyê bû. Lê tê da giyana nasyonalîzm-milletçîtiyê jî ku mafên gelên biçûk – di wê jimarê da yên Kurdan jî – inkar dikir hebû. Di wê dokumentê da dihate gotin : “Axa Imperatoriya Osmanî ku piraniya bineciyên wê musulman bûn û ku ji 30 cotmeh, ango ji roja imzakirina Peymana Aşîtiyê di navbera Imperatoriya Osmanî û dewletên Antantayê da (1), di nav sînorên me da ne, ew ax nikare bê cihê kirin, ne bi tu sebebî ji dewleta osmanî bê qetandin” (118, r. 127).

Biryarên kongreyên Erzurûm û Sîvasê li ser bingeha Hevhatina millî, ku di meha çile ya sala 1920 da jialiyê parlementa Stembolê hate qebûl kirin û ku

piraniya parlementerên wê piştgiriya Kemalîstan kir, bûn. Di nava miqala yekemîn a Hevhatina millî da dihate gotin ku pareskerên Imperatoriya Osmanî ku bi aşîtiya Mudrusê hatiye testîq kirin û ku piraniya bineciyên wê Tirk û musulman in û ku bi têlên olperestî û çandî va bi hevdu ra girêdayî ne û ber bi armanceke dicedînin, yekşivêt in, û divê bi tu şertan ji hev neyên cihê kirin (134, r. 52).

Prensîpên ku di nava Hevhatina millî da hene, ji bo karkirina nasyonalîstên tirk bûne bingeh. Wan di nava kêlmeke xwe ya programê da di 1 adar 1922 de ew da zanîn. “Hem di nava polîtîka me ya hundurî, hem jî ya derve da – wî got – riya tebiya me ya hîmlî divê biryarên Hevhatina millî be” (114, r. 229). Biryarên kongreyên Erzurûm û Sîvasê nîşan dida ku Kemalîstan soz nadin Kurdan ku di goveka Tirkiya nuh da otonomiyê bidin wan, mafên wan ên millî bendî tiştekî hesab nakin, dicedînin ku têkoşîna wan a azadiyê ji bo kara tevgera Tirkan bi kar bînin û ji bo wê sloganên “yekîtiya” dîn-olperestiyê, çand û armancan dianîn holê û meydanê. Polîtîka Kemalîstan bi vî awayî ne tenê alîkariya safîkirina pirsa Kurdan ne kir, lê hela bi ser da bû sebeba bingehî a serîhildanên Kurdan ku di dema nuh da dîsa dest pê kiribû.

Çend endamên Komela Damezrandina Kurdistanê tevî tedarukdîtina serhildanê bûn. Çawîşê ingilîz Noêl (2) jî, ku ji hêla konfêransa aşîtiyê li Parîsê bi resmî hatibû şandin Tirkiyê bona rastkirina jimara bineciyên kurd û ermenî li Anatolya Rohilatê, alîkariya wan kir (126, r. 124).

Bi vê yekê ra girêdayî, ew malûmat gelekî hewaskar in ku kîjan casûsê ingilîz di sala 1919 da wezareta karên derve ya Ingilterê şandiye.

“… Ez bi Ebdulqadir û yên wek wî ra peyivîm – di nava malûmatekê da dihate gotin -, min pêşniyar kir ku ew herin Kurdistanê û nav û dengê xwe li wir bi kar bînin. Ji bo ku ez tesîra xwe li ser wan bihêlim, ez mecbûr bûm pênc caran biwekilînim ku em jî dicedînin Tirkan bixapînin. Bi vê yekê ra tevayî, divê ku gelek baweriya xwe bi Kurdan neynî. Armanca hukûmeta Ingilîz ew e ku çiqas bikaribin Tirkan bidin sistkirin, Kurdan dijî Tirkan rakin. Ew planeke ne xerab e”.

Di nava malûmateke din da dihate gotin : “… Kurd hela hê dijî Mustafa Kemal ne rabûne, lê Noêl li ser wê baweriyê ye ku ewê bi wî ra li hev bê, wê yekê pêk bîne …” (1919) (149, r. 202).

Ev dokument û rasthatinên çawîş Noêl tevî serokên Kurdan li Meletyê di erheqa wê yekê da şehadet dikin ku kolonyalîstên Ingilterê dixwest ku şerkariya Kurdan a azadiyê bona meremên xwe yên empêryalîst bi kar bînin.

Havîna sala 1919, çawîş Noêl nûnerên malbatên kurdî : Bedir Xanî Kamuran Elî (3), Celadet Beg (4), usa jî Cemîl Paşasade Erkem Beg (ji Diyarbekirê), ku 15 suwariyên kurd rêberiya wan dikir, hatin Meletyê. Noêl li Meletyê ji aliyê muteserrif Xelîl Rehmî Beg Bedir Xan (S) hate qebûl kirin.

Hema wê demê muteserrif Xelîl Rehmî Beg nûnerên çend eşîrên Kurdan li Meletyê gazî kirin. Li wira digot ku serhildana dijî Tirkan tê amade kirin.Xuyaye ku hema wan deman kongreya serokên Kurdan li wargeha Şîro (weke 20 kîlometre dûrî Meletyê) hate derbas kirin, û ku tê da Xelîl Rehmî Beg ji navê Komîteya parastina mafên Kurdan prensîpên Kurdistana serbest ku ji çend lîderên Kurdan ra hatibûn şandin, hîmlî îlan kirin. “Kurd” – di nava wê bangê da dihate gotin – “ku ji ruyê zordestiyên karmendên Tirkan li Kurdistanê dizêrin, nuha bi şahbûneke bi heytehol azadiya xwe ya millî ku nêzîk dibe silav dikin. Ji îro pê va bineciyên Kurdistanê ji qeydçîdarên qûltiyê û xizaniyê tên azad kirin”.

Qanûnên Tirkan ku hetanî nuha gelek gunehkarî û zorlêkirin tê da hebûn, ji îro pê va nema dimînin. Qanûnên nuh divê xweşbextiyê ji gelê kurd re, bi riya pêşdaçûyîna wî ya aborî, civakî û dîndarî bînin û zûtirekê wê civîna Destûrê anegorî dewra nuh, di wê dewrana ku di nava dîroka Kurdistanê da vedibe da, bê derbas kirin. Lê vê gavê divê ku bi vê biryarê bêne serokatî kirin :

 

  1. a) dadgeh dikarin demeke ne dirêj jî bi awayê berê kar bikin.
  2. b) polîs, esker Û cendirme di bin qumandariya min da dimînin.
  3. c) temamiya çekan, cebirxana leşkeriyê ku dixwestin pê şerkariya Kurdan bidin fetisandin di bin destê min da ne.
  4. d) bexşandina hemtomerî ewê bê îlan kirin.
  5. e) zû wêneyên Talat, Enver û Cemal ji jor bînin xwarê, herweha “tugra” (monogramên Sultan) jî, ku li xaniyên dewletê û dibistanên li Kurdistanê hatine dar da kirin, raqetînin.
  6. f) ew dibistanên ku tê da mamostayên kurd dersan nadin ewê bên girtin (202, 3.III.l925).

 Kemal hela di tîrmeh 1919 da zanibû ku hazirî şer dibin. Wî spart qumandarê korpusa 13mîn li Diyarbekirê, usa jî muteserrifê Canîkê (Samsûn), ku di dû serokên Kurdan ku ji Stembolê çûbûn Meletyê da bikevin, wan bigirin, lê usa ku tu deng ranebe. Lê lîderên Kurdan ne di rê da, ne jî li Meletyê, hatin girtin. Qumandarên ciyên eskerên hertimî turuş ne kir ku wê yekê bikin.

Kemal ku di derheqa karkirina dijî Tirkiyê li Meletyê da hesiya Q herweha dixwest ku nehêle ku Kurdên Dersîmê bigihîjin pêşmergên Meletyê, ferman da qaymeqamê Sîvasê, Reşîd Paşa, ku lîderên Kurdan ku bona sazbûna dewleta Kurdan propaganda dikir bîne bal wî. Tenê Elîşan Beg (nûnerê eşîra kurdî ya Koçgirî, serokê qezayê Umraniyê) rastî M. Kemal hat. Ew rasthatin li Sîvasê di îlona 1919 da hat derbas kirin. M. Kemal wê çaxê ji Elîşan Beg ra da zanîn ku, raste, ew di derheqa karkirina endamên Komela Damezrandina Kurdistanê da dizane, lê dixwaze ku careke din ji zarê (devê) wî bibihîse.

Wê demê, nûnerê Kurdan texmîn kir ku anegorî prensîpên serokê DAY, Wîlson, wilayetên Rohilatê didin Ermenistanê û bi wê yekê va mafên Kurdan davêjin piştî guhê xwe. Loma jî armanceke Kurdan hebû ku li wilayetên ku tê da Kurd piranî bûn otonomiyê di bin bandûra sultaniyeta osmanî da saz bikin.

Kemal bersîva vê yekê da û got ku hîç hêza prensîpên Wîlson nîn e û li ber lîderên Kurdan pêşniyar kir ku tevî wî, wek nûnerên Dersîmê, kar bikin. Paşê, wî bi ser da zêde kir ku, li gora ku ew di derheqa wê yekê da dizane, ew anegorî xalên endamê senata sultanetiyê, Seyid Ebdulqadir, bona damezrandina rêxistinên Kurdan kar dikin. Tevî wê yekê, wî zêde kir ku ji Kazim Qerebekir Paşa têlêgram stendiye û tê da daye zanîn ku casûsê ingilîz, Çawîş Noêl, tevî nûnerên malbatên kurdî, Bedir Xan û Cemîl Paşazade, hatiye Meletyê û bi qaymeqamê Elazîz ra tedbîr dibînin ku eşîrên Kurdan êrîşî Sîvasê, ku tê da kongreya nasyonalîst-milletçiyan tê derbas kirin, bikin.

Li dawiyê, M. Kemal baweriya xwe anî ku ewê serokên Kurdên Dersîmê piştgiriya wan planên hukûmeta sultaniyetê ya Ferît Paşa nekin, ji ber ku xwedê giravî li kongreya Erzurûmê hemû nûnerên Kurdan ew daye bawer kirin ku piştgiriya wî dikin û loma jî ew bixwe bi navê wilayetên Rohilatê pêş da tê (126, r. 122-129).

 

Bi vê yekê va peyv qediya.

Kemal, ku tevî lîderên Kurdan cihê-cihê dikete hevpeyvînan, dixwest nehêle ku ew bi Kurdên Meletiyê ra bibin yek.

Tevî vê yekê, Kemalîstan dest pê kir çek bi kar bînin. Pareskerên Tirkan şandin ji bo fetisandin temirandina tevgera Kurdan. Bi fermana M. Kemal a 9 îlon 1919, qumandarê alaya 15mîn (tabÛra Elazîzê), Ilyas Beg, bi 52 esker û bi du gullereşan va çû Meletyê. Hema wê rojê, du êskadronên (êrdek) suwariyê ji Elazigê, êrdekek ji Sîweregê, usa jî çend zabit bi makînê ji Sîvasê berê xwe da Meletyê. Serokên Kurdan ku bi nêzîkbûna eskerên Tirkan hesiyan, reviyan Kextayê, ku tê da tedbîrên xwe dîtin, ji bo ku bi wan ra bikevin nava gotûbêjê.

Divê ku bê texmîn kirin ku haya M. Kemal di derheqa wê yekê da hebû, û loma jî wî di tîrmeha 1919 da de’w kir, lê di 10 îlon da ferman da ku lîderên Kurdan ku ne dixwest bê qalmeqalm bên rayê bigirin. Tevî wê yekê, wî îlan kir ku “divê mecalan biafirînin bona ku tevgera veqetandinxwestinê ji her awayê alîkariyê mehrûm bikin, serekê cendirman Tewfîq Beg wek muteserrifê Meletyê bidin nasîn, lê niştimanperwerê tirk li ser qulixa waliyê Elazigê bidin zanîn. Ji bo pêşîgirtina her hêviyeke dijî welêt û millet, evên gotî divên hemû eskerên hukûmetê yên Meletye û Elazigê bi temamî hildin bin qumandariya xwe, li her der belav bikin ku kî bi serhildanvanan ra bibe yek û bigihîje wan, ewê gelek bê ceza kirin … Bi hesabhildana wê yekê, ku wek xuya ye, emê dijî eskerên welatên derve şer bikin, ku ji bo heyetiya me ya doza millî, gotî di derheqa hazirbûn û tedbîrkirina xwe ya di wê derecê da min agahadar bikin” (113, dîwan I, r. 122, 125-126).

Qumandarên pareskeran ne diwêriyan bi awakî aktîf kar bikin, lê dîsa jî bi guhdarî li kar û barê lîderên Kurdan mêze dikir. Ji bo nimûnê, Ilyas Beg di 12 îlonê da bi navê xwe û navê qumandarên perçeyên eskerî yên mayîn têlêgramek şand Meletyê û tê da got ku li Reqayê (ji Meletyê 5 saet dûr) Kurd berhev bibin, ku muteserrif Xelîl Rehmî Beg û herweha alîgirên wî jî li wira ne, lê ku eşîrên Kurdan ên cîran (hetanî Sîwerekê) û hela eşîrên Dersîmê jî dixwazin bo navê karê Kurdan herin wira (113, diwan I, r. 133-134).

Kurdên Meletyê ku ji aliyê eşîrên cîran piştgiriya pêwîst ne stend, ji hev çûn, belav bûn. Çawîşê ingilîz Noêl bi riya Elbistanê ji Anatolyayê çû. Tevgelên serhildana Kurdan ên mayîn xwe li navçeyên cihê-cihê veşart.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev