Pirsa we û bersîva me – 99

Pirsa we û bersîva me – 99

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.

Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin.

 

Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?

 

Bersîv: -Emê îro wek bersîva pirsa we behsa wan bûyeran bikin ku di jîyana helbestvan Mîkaêlê Reşîd û dengbêj Bêmalê Keko da qewimîne.

 

Mîkayêlê Reşîd û berpirsyar

 

Carekê rêdaksyona rojnameya “Rya teze” bêy hayadarîya helbestvan Mîkayêlê Reşîd çend xetên ji helbesteke wî diguhêrîne û paşê diweşîne. Piştî ronahîdîtinê berpirsyarê rojnameyê jê ra dibêje:

-Me helbesta te çap kir, lê qusûrê menêre, me çend xetên wê guhêrandin.

Helbestvan lê vedigerîne, dibêje:

-Min helbesta xwe xwend, lê tu jî qusûrê menêre, we wisa xirab guhêrandibûn, ku eger navê min di bin helbestê da tunebûya, minê nizanibûya ku ew helbesta min e.


Bêmalê Keko û dengbêjî

 

Ji we gelekan dengê dengbêj Bêmalê Keko bihîstîye û pê heyrî mane. Lê kêm mirov zanin, ku dibe dengê wî di radyoya kurdî ya Rewanê da nehata nivîsarê û em îro pê şa nebûne. Gava jê ra gotibûn: “Dengê te gelekî xweş e, baştir e dengê te bikeve radyoyê”, wî çend salan ne dixwest, lê paşê ew dane bawerkirinê, ku ew şaş difikire û dengê wî hate nivîsarê, bû xemila hunermendîya me ya sitiranê. Lê ji bo çi ne dixwest? Bahaneya wî jî ev bû:

– Heyran, gava ku ez baş bistirêm, guhdar wê bêjin: “Kurê kerê çi xweş distirê!”. Ez xirab bistirêm, guhdar wê bêjin: “Kurê kerê qet baş nastirê!”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *