Beyannameya Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Beyannameya Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

FNDK şermezar dike

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) ji alîyê Îranê da bombebarankirina barêgehên partîyayên kurdan li bajarê Koyê li Herêma Kurdistana Başûr bi tundî şermezar dike, ku di rûyê wê yekê da rêberên partîyên kurdan û kesên sivîl, di nav wan da zaro jî hebûn, hatine kuştin.

Em vî emelê hovîtîyê wek têrorîzma navnetewî dibînin, ku bo tirsandin û ji holê rakirina tevgera kurdî ya gelêrî-azadîyê ye li Kurdistana Rohilatê (Îranê), û ev têkbirina hiqûqa navnetewî ye.

Em herwiha bidarvakirina aktîvîstên kurd li Îranê bi xurtî şermezar dikin. Desthilata li Tehranê di van salên dawî da bi sûcdarkirina bê bingeh bi sedan welatparêzên kurd bidarvakirine, bi dehan kurd di hebisên Îranê da li benda bidarvakirinê ne, têne zêrandin û îşkencekirin.

Û desthilata Îranê qanûnên navnetewî yên derheqa mafên mirovan da înkar dike, normên hûmanîzmê û merivatîyê piştguh dike. Bangawazîyên rêxistinên navnetewî derheqa sekinandina darvakirinê da bêy guhdarî dimînin.

Helwesta wî awahî ya Tehranê ne tenê himberî kurdan e, lê herwiha, bi bawerîya me, êrîşek e di hindava tevaya cihana medenî da.

Rêberên Îranê, ku daxweza hukumkirinê ew kor kirine, hewil didin temamîya Rohilata Nêzîk bikine bin kontrola xwe û bi wê yekê va rewşê li tevaya herêmê didine alozkkrinê.

Sîyaseta desthilata Îranê, herwiha di hêla atomîyê da jî, xetereke mezin e bona aşîtîyê û aramîyê li tevaya cihanê. Lema jî EM berê xwe didine endamên herdemî yên Şêwra Aramîyê ya Neteweyên Yekgirtî boma her îmkanan bi kar bîne ji bo gema vê desthilata harbûyî zevt bike.

Em bi awayekî vekirî dibêjin, ku bi bombebarankirinan û darvakirinan va hûnê nikaribin pêşî li tevgera gelê kurd li Îranê û temamîya Rohilata Nêzîk bigirin, ku şerê bo bidestxistina mafên xwe dikin.

Em piştgirîya xwe bo kurdên Îranê nîşan didin. Em serxweşî didine malbet û hezkiriîyên şehîdên dema bombebarankirina li Koyê û kesên di zindanên Îranê da bidarvakirî.

Em bangî temamîya gelê kurd dikin bibin yek. Tenê yekîtî û hevgirtin dikare armanca gelê kurd pêk bîne. Ewê bibe derbeke xedar û bi hêz di hindava dijminan da û wê bibe heykelekî baş bo welatparêzên şehîdketî.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *