Mihemedê kurd û hin çîrokên din -10

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -10

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

De ka em binhêrin evîndarên me çi kirin. Wan rêwitiya xwe domandin, ajotin û ajotin heya ji desthilatdariya Mîr Hesen, bavê Dûrat el Mûlûk, derketin û di dawiyê de xwe gihandin welatê Mîr Gulnar.

Ev mîrekî gelekî bi hêz û qewet bû, ku xwediyê leşker û ordiyên qewî û herweha dad û edaleteke baş û saxlem hebû, ku hemû ferdên civakê wekhev û serfiraz dijiyan. Wezîrekî Mîr Gulnar hebû û jê re digotin Mûşîr ango şîretkarê mezin. Mûşîr wezîrekî haqas jîr û şareza bû, ku mîr her tişt bi wî re şêwr dikir û bê fikra wî tu biryar nedida.

Bajarê mîrekiyê gelekî mirêsdar û bi îhtişam bû. Şehir bi awahiyên xweşik û çemên mezin û baxçeyên rewneqdar ve hatibû pêçandin. Bajar li keviya okyanûseke mezin hatibû avakirin. Rêwiyên ji welatekî xerîb dihatin vî bajarî divê di çar parêzgehên din re derbasbûna ku wê rêwitiyê jî çar meh dikişand.

Dema Mihemed û Dûrat el Mûlûkê xwe gihandin vî bajarê nû, çûn ji xwe re xanek kira kirin û her ro bona geşt û gerê derdiketin derva. Dotmîr hê jî di nav cil û bergên zilaman de bû û tiştên didît û xweşikiya bajêr ew jî kêfxweş dikir. Di derheq hertiştî de dipirsî, dielimî; xwasma derbarî mîr, erf û edet û cil û berg û jiyana gel. Û di demeke kurt de dostaniya milet qezenc kir.

Şevekê bi hev re rûniştibûn, Dûrat el Mûlûk ê gote mêrê xwe:

“Em bi vê çûyin hatinê westiyan, ez gelekî aciz bûm, divê em ji xwe re xaniyekî çêkin û ji vê koçberiyê xilaz bin”. Mihemed got:

“Hema tu çawa bixwezî em ê wilo bikin”. Dotmîrê got:

“Hin tişt di serê min de hene, ez ê îşev li ser planê bifikirim û sibê plana xwe têxim pratîkê”.

Roja din zû ji xewê rabû, dîsa kincên mêra li xwe kir û derket derva. Wê dixwest bizanîbe ka kî bi mîr re ye, kî li hember wî ye û kî di mîrekiyê de xwediyê mezinahî û bandoreke mezin e. Ji bilî wan tiştan, dotmîr hîn bû, ku mîrekî cîran ê bi navê Fîdous heye û mîrekî gelekî bi hêz e. Mîr Gulnar ji wî mîrê cîran ditirse û car caran jî jê re diyariyan dişîne ku mîr Fîdous êrîşê welatê wî neke.

Piştî bihîstina wan agahiyan, dotmîr vegeriya malê, hinek zêr û zîvên xwe ji xurcik derxist û bire bazara zêrkera bi bihayekê baş firot. Peyre derbasî bazara koleyan bû, dudu ji spî û dudu jî ji reşikan çar koleyan kirrî û ew şandin wê xana ku ew lê dimînin.

Di bajêr de herkesî qedr û qîmeteke mezin didan Mihemed ku di nav wan cil û bergên dotmîrê jê re kirrîbû, wek mîrekî dixuya. Dûrat el Mûlûkê ji mîr Gulnar re diyariyên giranbiha stendin, ew diyarî bi zêr û zîv û elmasên rengîn û curbecur ve xemilandin û kir sindoqan û emir da du xulamên xwe sindoqê hilgirin. Û gote Mihemed:

“Divê tu herî bal Mîr Gulnar, bi silavdayînê re, hurmeteke mezin nîşan bikî û bêjê mîre min! ji kerema xwe van diyariyên vî xulamê xwe qebûl bike. Bê şik dê bi awayekî baş te pêşwazî bike û wê navê te û welatê tu jê hatiyî bipirse; û divê tu bêjî ez kurê mîr Fîdous im. Min û bavê xwe me li hev nekir û min terka welêt kir û hatim vê derê. Ez ji we hêvî dikim, ku hûn me biparêzin û bihêlin em di mîrekiyê de bijîn. Dû van gotinan mîr dê bixwaze di rêvebiriyê de erkekî bide te. Lê, tê bêji mîrê min ger min erk û wezîfe bixwesta ez ê di desthilatdariya bavê xwe de bimama. Lê xwestek û viyana min ew e, ku wextekî xweş û bi hizûr li vira derbas bikim, rica min ew e ku cenabê te gundekî nêzîkê deryayê nîşanê min û malbata min bike, ku em tê de bijîn. Dema te îzin ji mîr wergirt, vegere were û min agahdar bike”.

Mihemed got: “Tu çi bixwazi ez ê bikim” û peye bi du xulamên xwe ve, bona birina diyariyan dest bi haziriya xwe kirin.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev