Avşîn sînorê di navbera Kurdistana Bakur û Tirkîyê da ye

Avşîn sînorê di navbera Kurdistana Bakur û Tirkîyê da ye

Têmûrê Xelîl

Berî çendekê min di medya sosyal da fikirek belav kir. Ez wê li jêr raberî we dikim:

Heta kurdên ku ji Stembolê diçine Amedê di rê da nefikirin ku ji Tirkîyê diçine Kurdistanê, li bakurê welatê me tu tişt wê neguhêre.

Pişt ra nivîskar Cankurd, ku bi navê Gula Kurdaxî jî tê naskirin, ser belavkirina min fikireke balkêş nivîsî.

Ez li jêr fikira wî raberî we dikim:

 

Cankurd

-Carekê ez û endizyarekî Kurd, ê ku ji Bakurê Kurdistanê bû, sala 1992ê, ji Başûrê Kurdistanê hatibûn Amedê û em bi autobûsê bi şev diçûne Stembolê, ku ji wir em bi firokê vegerin Almaniyayê. Ji ber ku rê dirêj bû, ez razam. Li nêzîkî navçeyeke ku bi navê Albistan bû, dostê min qumand milê min û got:

-De rabe, va em gihan sînor.

Min çavêd xwe vekirin û min pirsî:

-Keko, çi sînor? Hîn gelek maye bo Stembolê.

Keniya û got:

-Navê vî gundî, ku em di ber re derbas dibin, Avşîn e, ji vir û pê ve gundêd tirkan in. Eva sînorê Kurdistana me ye.

Rast, ez gelek şa bûm ji ber ku ew birader ji Kurdên bakurê niştiman bû û gelek jîr û jêhatî bû, Xwedê jê razî be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Cankurd

    gelek supas bo belavkirina vê nûçeyê di malpera we de, hema naê min ne (Gula Kurdaxî) ye, ew navê malperekê ye, ku ez tê de dinv♫0sim…. Hebijîn bo Kurd û Kurdistan
    Cankurd

    Ответить

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *