Di çavkanîyên ermenan de çîrokên kurdan

Di çavkanîyên ermenan de çîrokên kurdan

Mela Mihyedîn, nivîskar

Kurd û Ermen ji sedan sal zêdetir bû di nav hev de wekî heval û hogir jîyan, heta roma reş wekî Beko kete navbera wan û navbera wan xera kir.

Di heman gundî de, di heman bajarî de jîyaneke wan ya bi aram hebû. Pir ji hev feyde dîtin û pir tişt ji hev du fêr bûn.

Stranên me, çîrokên me û yên wan hewqasî xweş bûn ku di her du zimanan de heman çîrok û heman stran dihat gotin.

Rewşenbîrê Ermenistanê Sarkîs Sêropyan (bi ermenkîya Rohilatê Sargîs Sêrobyan.- redaksyon) jî yek ji heyranê folklora Kurdan bû û di wextê xwe de gellek çîrokên Kurdan berhev kiribû û wergerandibû zimanê xwe.

Min jî neyte ji pênûsa dosteki Ermen çîrokên Kurdan wergerînim Kurdî.

Beşa yekem ya Sîyabend û Xecê min wergerand, yên din jî di rêzê de ne.

 

“Sarê Sîpanê” an jî “Sîyamanto û Xiçezarê” -2

 

Serê sibehê, bi merasîmek çekdarî bûk bi rê xistin.

Sîyamanto li ser hespê xwe li benda wan bû,

Gava hatin nêz, kete nava wan, bi destekî bejna Xiçezarê girt û avêt ser hespê xwe.

Ser hespî rêya sê rojan di gavekê de xilas kirin.

Lê nas û xizmê Xiçezarê li pey wan bûn.

Ji nava wan yekî bi canbazî tevdigerîya li ser hespê heşînbaz.

Sîyamanto pirs kir: “Kî ye ew?

Hem canê xwe û hem jî yê hespê xwe dixe talûkê”

Xiçezarê got:

“Ev, kesê ku te dergistîya wî jê revandîye

Dilê wî dilsoj e, wî bi kêmanî nebîne.”

Ji hespê xwe peya bû ji hevala xwe re cih çêkir û ew danî ser ebayê xwe.

Siwar bû li hespê xwe û bi paş de vegerîya.

Û yek ji wan nehişt, yek bi yek ew li erdê xistin.

Vegerîya û bi destê Xiçezarê girt û çûn Serê Sîpanê.

Bi aramî li Serê Sîpanê bêhna xwe vedan.

Ji betlandinê Sîyamanto serê xwe danî ser kaba hevala xwe û bi xew ve çû.

Bi tevgera Xiçezarê ji nişka ve veciniqî û hişyarbû.

“Te çi dît? Çi bû ey nûra çavên min

Zû bêje, çima tu diricifî?”

Xiçezarê got:

“Min tiştekê ecêb dît, çil pezkovî hatibun vira

Di nava wan de yek tenê mê bû.

Pezkovîyan şer kir, tenê gakovîyek bi ser ket

Û pezkovîya mê bi xwe re bir.

Tu hatî bîra min û serpahatîya me

Hate bîra min te çawa çil heb siwarî kuştin

Lewma tirsîyam û veciniqîm.”

Sebir nekir Sîyamanto, tîr û kevan avête mil

Ket pey gakovî

Û xwe gihandîye.

Nîşan jê girt û bi yek tîrî li erdê xist.

Hate ser ku wî kêr bide

Gakovî bi poçekê wî ji lat anvêtê xwar.

Laşê wî ket ser darek hiş û çiqlên darê ji singa wî dane der.

Xiçezarê hew debar kir û da pey şopa Sîyamanto

Gava bi çavên serê xwe dît şaş û matilmayî ma wekî peykerekî.

Li wira dît gakovîyê birîndar,

Li wira dît tîr û kevanê bi zîvîn neqişandî

Li wira sehkir dengê Sîyamantoyê birîndar.

Rahiştê tîr û kevan zîvîn,

Bi çavên şil bûyî li Sîyamanto nerî.

Tiştek nedihat ji dest, dest bi zêmarîya xwe kir û got:

“Xwezî tu li pey gakovî neçûbaya

Delalê dilê’m nenal”

Sîyamanto got:

“Negrî Xiçezarê’m negrî

Girîna te bêhtir elem dide canê min”

Xiçezarê got:

“Tu dinalê Sîyamanto çawa negirîm

Nalîna te dax dike dilê min

Serê Sîpanê bi mij û dûman

Va ye tîr û kevan

Çima te guh neda gotina min û tu çû yî?

Li pey gakovî tu neçûba

Te hiştiba ew jî mîna me ji hev hezkiriba

Bila bi evîndarî bijîyana û tu neçûba

Gakovîyo! Gakovîyo! Gakovîyê berî û bêwijdan

Strihên te mîna hesin bi qewwet.

Li Serê Sîpanê te hezkirîyan ji hev kir.

Serê çîya bi mij û dûman e,

Li serê çîyê bask didin teyrên çîyayî.

Serê sîpanê bi mij û dûman e

Kî dîtîye û kî seh kirîye, neçîr neçîrvanê xwe kuştîye.

Sîyamanto min ji te re gotibû neçe,

Bila pezkovîyên berî çûbana

Ji te re nêçîr hewce bikira ez hebûm, tu neçûba

Ax gelo qedera me wisa bû!

Qeder nayê guhertin û tiştek ji dest nayê.

Serê Sîpanê bi zinar, bi kevir,

Bayê bakur bi cemedî û bi mirinî tê.

Rê bide Sîyamanto, bêm cem te.

Bila qerase bînin, textan bînin û rakin van keviran,

Bila Sîyamanto û Xiçezarê di bin wan keviran de veşêrin.”

Gava gotina xwe bi dawî kir, çavên xwe girt,

Xwe ji zinar berda xwar.

Carek tenê qîrîya û got:

“Sîyamanto’m”

Û Sîyamanto bi kotekî û bi dilekî şewat lê bersiv da:

“Xiçezarê’m”

Her du jî bêdeng man

Mirin…

Li wira…

 

***

Li gorî efsaneyekê her sal cihê ku Sîyabend û Xecê lê mirine du kulîkên mîna hev vedibin û li havîrdorê wan du pirpirîk timî baskên xwe li ba didin.

Li gorî efsaneyeke din jî Sîyabend û Xecê li Serê Sîpanê bûne du stêrk û her şev pêşîya êvîndaran ronî dikin.

Çavkanî: Sarkîs Seropyan

Wergêr: Mela Mihyedîn

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev