Afirandêriya Yekitiya Dijberan

Afirandêriya Yekitiya Dijberan

Ali Gurdilî

Fîlozof Herakleîtos (B.Z.530-475), îro ji piraniya fîlozofên Mîletî zêdetir tê naskirin û zanîn. Herakleîtos, li bajarê Ephesosê hatiye dinyayê û B.Z. di qirna/sedsala 6an de jiyaye. Bi taybetî jî, bi du ramanên xwe girîng navdar e. Ramana yekemîn, ramana wî ya e. Riya serejor, riya serejêr e û herdû jî heman rê ne. Li gor felsefeya wî: Herakleîtosê ciwan û ê kal ne du kesên cihê ne, heman Herakleîtos in. Dema ku dosteke we, ji we re bibêje ku nîvê şûşeya meyê vala ye û hûn jî bibêjin ku nîvê wê jî tiji ye, dê ev gotina we ne gotineke nakok be. Ev yek tê wê maneyê, ku hûn mîna hev difikirin.

Hasilê, mirov dikare bibêje ku di ramana Herakleîtos de, hemû tişt xwe digihînin yekitiya dijberiyê.

Herakleîtos du gotinên gelek watedar gotiye, ku ew îro jî li ser kar in. Ya yekemîn, gotiye ku Gotina wî ya duyemîn jî, gotiye ku Gotineke wî ya din jî gelek balkêş e, ku gotiye

Maneya vê yekê ev e: Reva ji şer û nakokiyan, bêîmkan (bêderfet) e. Di rastiyê de tiştên ku dinyayê pêk tînin, yekitiya tiştan ya dijber e. Heke nakokî ji holê rabe, dê wê demê rasteqînî jî jo holê rabe. Maneya vê yekê jî ew e ku rasteqînî, ne tiştekê sekinî (rawestî) ye û herdem, livdar e.

Hemû tişt, herdem di nav herikanekê de ne û diherikin. Ev ramana wî ya duyemîn jî, wisa dike ku ew herdem tê bîra mirovan: Li vê dinyayê, ti tişt mîna xwe namînin. Her tişt, herdem diguherin. Tişt, ji rêyên cihêreng têne heyînê (holê) û di dawiyê de, ti caran wekê xwe namînin. Em bi xwe jî, wiha ne. Hemû tiştên li gerdûnê hene jî wiha ne, dibe ku gerdûn bi xwe jî wiha be.

Herakleîtosî dîsa gotiye, ku Ev dûrbiniya wî ya balkêş, du hezar salan piştî wî; ji aliyê Sigmund Freudî ve hatiye bikaranîn.

Tiştên ku em wan wekê dinavînin, ti caran ew ne nesneyên (bireserên) sekinî ne û herdem, vediguherin tiştekê din. Ji ber vê yekê ye ku Herakleîtos, wan dişibîne agir.

Agir, di lewnê nesneyê de xwe dide der; lê ji nesneyê zêdetir, pêvajoyek e. Ev ramana Herakleîtos ligel kûrahiya xwe, ramaneka hilweşîner bû jî. Çimku mirovan herdem xwestine ku baweriya xwe bi tiştên sekinî, berbiçav, ewle û mayende bînin. Heçku, Herakleîtos dibêje ku tiştekê wiha tune. Guherîn, zagona jiyan û gerdûnê ye. Tiştê ku hemû tiştan dikargerîne (bi rê ve dibe) jî, guherîn bi xwe ye. 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev