DEWR Û GERA KURDISTANÊ

DEWR Û GERA KURDISTANÊ

Roşan Lezgîn

Berhemeka gelek hêja ya roşinbîr û şaîrekî me yê winda cara ewil li Bakur tê weşandin.

Siheta Mehmet Yildırımçakar, Huseyn Zana, Rêzan Palo û hemî kedkarên Weşanxaneya Nûbiharê xweş be…

Mela Ehmedê Palo kî ye?

Mela Ehmed di sala 1920an de li gundê Palo Sêraçurê hatiye dinyayê. Kurdê zaza ye, yanî kirdê esîl e.

Di roja 9ê gulana 1991ê de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qamişlo Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wî, li goristana Mehmeqiya defin bûye.

Li Kurdistana Rojavayê bi navên “Ehmedê Palo”, “Mela Ehmedê Palo”, “Mele Palo” yan jî tenê “Palo” tê nasîn.
Lê li Bakur, heta li gundê xwe kes wî nizane…

Ez hêvîdar im hemî berhemên wî wisa bi xweşikî derkevin ber ronahîyê û gencîneya edebîyata ma dewlemendtir bikin.

___________
Mela Ehmedê Palo, Dewr û Gera Kurdistanê,

Weşanxaneya Nûbiharê, Îstanbul, 2018, 280 rûpel

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *