Mihemedê kurd û hin çîrokên din -11

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -11

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Dema Mihemed û xulamên wî, bi diyariyên xwe ve, xwe gihandin qesrê; Mîr, mûşîr (serokwezîr) û wezîrên din li dîwana mîr bûn. Mihemed jî teglîfê dîwanê kirin. Bi dawetkirinê re, Mihemed hêdî hêdî û bi rêz û hurmeteke mezin, ber bi mîr meşiya, çû li ber sekinî, xwarî erdê bû û erd maç kir. Bi zimanekî nerm û axaftineke rêzdar ji Mîr xwest, ku wan diyariyan qebûl bike, dû re ji bo sihet û silametiya mîr dia kir.

Mîr Gulnar bi hurmet û kêfxweşî xêrhatin li Mihemed kir. Di nav wan cil û bergan de, Mihemed wek kurê mîrekî dixuya, Mîr Gulnar jî wisa texmîn kiribû. Seva Mihemed, emir da merivên xwe, ku sandelyekê bînin û deynin nêzîkê wî.

Xulamên Mihemed, diyariyên bêhempa li ser destê wan, li ser piya sekinîbûn, ku wezîr ber bi wan çû û perda li ser zêr û zîva hilda. Bi dîtina hediyeyan ve, rêzgirtina mîr zêde bû û gote Mihemed:

“Heke yek li diyarî û çekên te mêzîne, dê pê derxe ku tu mîrekî mezin î. De ka bêje, tu ji kîjan welatî tê, navê te çiye û xizmeteke çawa ji min dixwezî?” Mihemed cawa mîr dayê:

“Navê min Mihemed e, ez kurê Mîr Fîdous im. Min û bavê xwe, me li hev nekir, min jî terka welêt kir û hatime vira. Xwestina min ew e, ku cenabê te li vê derê me biparêze û destûrê bide me, ku em li vir bijîn”.

Bi wan gotinan re, Mîr Gulnar veciniqî û bi dostanî xêrhatina Mihemed kir. Li gorî mîr, ji hatina Mihemed çêtir tiştek tune bû. Gote Mihemed:

“Tê li vir bî, ku ew der jî welatê te ye û ji kesekî di ast û dereca te de îhtiram û rêzgirtineke mezin li vê mîrekiyê heye”.

Him mîr, him jî wezîr baweriya xwe bi gotinên Mihemed anîbûn û heta ji wan dihat di giramî û xiramiyê de tu qisûr nedikirin.

Mîr Gulnar ji Mihemed xwest, ku bibe wezîrê wî an jî bibe rêveberê wilayetekê mîrnişînê. Lêbelê Mihemed got:

“Mîrê min! ez ne wezîrtiyê, ne jî walîtiyê dixwazim. Xwestina min malnişînî ye, dixwazim êdî dest ji kar û bar berdim. Ger cenabê te li beravê deryayekê cihekî bide min, ez ê ji bo malbata xwe xaniyekî çê bikim û di bin parêzvaniya te de jiyana xwe bimeşînim”. Mîr got:

“Ne tenê gundek, hemû mîrektiya min di xizmeta te de ye. Dilê te kîjan cih an jî gundî bixwaze ji xwe re hilbijêre, lê tenê xwestineke min heye, ku tu herroj werî min bibînî. De ka bêje tu li ku dimînî?

“Li xanekî dimînim”, Mihemed got. Mîr: “Ji mirovekî di dereceya te de xan ne cihekî maqûl e”, got û vegeriya ser wezîrên xwe û emir kir, ku zûzûka ji Mihemed re palasekê amade bikin.

Qesrek hat hazirkirin û li gorî dilê Mihemed hat raxistin. Dû re Mihemed vegeriya bal Dûrat el Mûlûkê û hemû serpêhatiyên xwe jê re got.

Bi emrê Mîr Gulnar, ji xwarin û zexîrê bigrin ta hemû lazimiyan qesir amade kirin, ku ew edetekî rojhilatiyan bû.

Pişt re, dotmîrê gote Mihemed:

“Emê sibê li hespên xwe siwar bin û bona çêkirina xaniyekî, ji xwe re erdekê hilbijêrin”. Mihemed jî qayîl bû û roja din ji xulaman re çar hesp anîn. Dotmîrê kincên zilama li xwe kir û hespên xwe ajotin, ku xulama jî li pey ew dişopandin.

Dema xwe gihandin qiraxê behrê, gundekî xirabe dîtin, ku li gor dotmîrê ew der ji wan re cihekî baş bû. Dema vegeriyan mala xwe, Dûrat el Mûlûkê gote mêrê xwe:

“Tê sibê herî ba mîr û bêjê min ji xwe re gundek dît. Ger Mîr bêje ew gundekî hilweşiyayî ye, tê bêjî ne mesele ye, em ê ji nû ve ava bikin. Û dîsa tê ji mîr bixwezî, ku xwiyê axê bişîne û tu jî jê bikirrî. Pey re vegere malê hemû tişta ji min re bêje”.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *