
Mela Mihyedîn, edebîyetzan
Vê êvara înê (07.06.2018 Pêncşemê ) me li Kaniya xwe, mêhvanekî qedirgiran ezimand. Mêvanê me yê hêja; nivîskar, lêkolîner û helbestvanê serkeftî Mihemed Ronahî bû. Me mêvanê xwe, werêra (nêzîkî) seetekê beşdarî koma xwe ya whatsappê kir û piştî civateke bi çêj û şîrîn me dîse ew bi oxur kir. Me civateke xweş pevre girêda. Vêca me xwest vê civata xweş bi we re jî parve bikin.
Qasimê Xelîlî: Mamoste tu ser çavên me hatî. Me xwest ku îşev em hem hunermendekî weke te nas bikin û tu jî me nas bikî û hem jî di vê riya wêjeyê ya ku me dayî ber xwe de em çend pêşniyariyan ji te bibihîzin da tu bi serpêhatiyên xwe yên hunerî riya me Ronahîtir bikî.
Dubare tu li ser çavan hatî.
Mihemed Ronahi: Ser û çav li dinê bin. Malî ava. Estafîla!
Qasimê Xelîlî: Mala te jî ava.
Mihemed Ronahi: Wekî hûn jî dizanin min bi romanê beşdarî li qada wêjeya kurdî kir. Lê beriya romanê min weşangêrî kir. Beriya weşanê jî min bi qasî şeş heft salan bi dilxwazi di saziyên me de mamostetiya zimanê kurdî û mamostetiya wêjeya klasik a kurdî kir. Û em hatin heya îro…
Qasimê Xelîlî: Em jî weke dildarên wêjeya klasîk em hewl didin ku bi rê û rêzbazên klasîkê em helbesteke nûjen a îroyîn biafirînin. Loma me erka xwe weke helbesteke neoklasîk pênase kir. Gelo di vê rê de çi pêşniyariyên te dê ji me re hebin?
Mihemed Ronahi: Keko helbesta klâsik ya herî zahmet e. Bi ya min beriya her tiştî xwendineke zêde divê jê re. Û wekî din jî divê haya meriv ji hemû form û cureyen wê hebin. Ji bo we jî ez dixwazim pêşniyarekê bikim. Bi ya min hûn tiştekî wisa bikin dê bibe xizmetek mezin. Divê hûn dest pê bikin û elbestek du helbestan di hemû forman de binivisin.
Şero: Mamoste tu dikarî hinekê qala wan forman bikî ji kerema xwe re?
Mihemed Ronahi: Wek mînak muselles, murebee, çarîn, dubendî, musemmet filan… Ez mînakekê bidim: Di dîwana klasîk de tenê kurdan muselles bikar anîne. Aha wek mînak ev ciyê şanaziyê ye.
Qasimê Xelîlî: Helbestvaniyeke çê ji bo Ronahî divê çawa be? Tu dikarî pênc xalan ji me re rêz bikî?
Mihemed Ronahi:
1 – Divê zana û dagirtî be di warê dirok û civakê de.
2 – Divê haya wî ne tenê ji wêjeya kurdî hebe, ji ya cîhanê jî hebe.
3 – Divê bikaribe ji kurdekî ji rêzê bêhtir serdestiyê li zimên bike.
4 – Divê piçek wêrekî û dînîtî pê re hebe.
5 – Divê xortên nû amade bike li dû xwe.
Qasimê Xelîlî: Zor spas çi pendine xweş bûn. De malê dora we ye heyra… 🙂
Tahir Dînarî: Ez jî dixwazim çend pirsan bi destura Kaniyê ji mêhvanê me yê ezîz bikim, dibe?
Mihemed Ronahi: Merhaba Tahircan… Ser çavan…
Qasimê Xelîlî: Ne bi zorê ye kekocan bi dorê ye. 🙂
Tahir Dînarî: Ser û çav li nav gulan bin. Cewherê welatparêziyê mamoste Mihemed gelo te kengî li xwe anî der, an jî tu çend salî bûyî?
Mihemed Ronahi: Kekê Tahir, bila ne wek pesindayînê be lê ji zarokatî de ez kurdewar bûm, ji ber kalê xwe…
Tahir Dînarî: Li gor momoste Ronahî wateya hevaltiyê çi ye?
Mihemed Ronahi: Hevaltî li Kurdistanê piçek destbirakî ye jî…
Şero: Kesên ku bi helbestê re eleqeder dibin divê di warê siyasetê de jî radîqal bin an na?
Mihemed Ronahi: Kekê Şervan helbet… Ne radîkalî, lê divê politîk be bi ya min…
Tahir Dînarî: Baş e mamoste Mihemed, ji ber xebata te ya li ser Mem û Zînê ez gelekî heyranê te me. Di Mem û Zînê de Arif û Çeko, Zeydîn û Tacdîn, Sitî û Beko û Mem û Zîn yek bi yek ji kerema xwe re tu dikarî ji me re bibêjî bê ma kî ne û temsîla çi ne?
Mihemed Ronahi: Kekê ev jî şîrove ye lê dibêjin Mem gel e, Zîn Kurdistan e. Mîr Rom e. Tajdin û Arif û Çeko welatparêz in. Stî gihaştina miradan e. Beko xaîn…
Qasimê Xelîlî: Mamoste, edebiyata modern li ser pexşanê dimeşe. Gelo bi dîtina te ji bo me çi qas helbest û çi qas pexşan divê?
Mihemed Ronahi: Heke em bidin ber ya cîhanê di warê klasîk de ne kêm e. Lê di ya nûjen de qels e. Ji ber şertên siyasî…
Qasimê Xelîlî: Ez dixwazim çend pirsan bikim. Bersiv ji du vebijêrkan bila yek be.
Mihemed Ronahi: Dibe.
Qasimê Xelîlî: Ji bo Ronahî; Helbesta Kilasîk an a Modern?
Mihemed Ronahi: Herdu jî dikarin dilê min bibijînin xwe…
Qasimê Xelîlî: Helbest an pexşan?
Mihemed Ronahi: Herdu jî…
Qasimê Xelîlî: Wêjeya Kurmancî an ya Soranî?
Mihemed Ronahi: Herdu jî…
Qasimê Xelîlî: Çok politiksin mamoste. 🙂
Mihemed Ronahi: Lê heke bakur azad be Soran dê bi qasî me nikaribin biafirînîn.
Qasimê Xelîlî: Jixwe di klasîkan de ev diyar e.
Tahir Dînarî: Helbestvanî ji bo te hesteke çawa ye?
Mihemed Ronahi: Ez ne helbestvan im. Tenê gava evîndar dibim û dema bûyerek diqewime dinivîsîm.
Qasimê Xelîlî: Ji bo te Arjen Arî çi ye, kî ye?
Mihemed Ronahi: Berê Seyda ye dûre kek e dûre destbirak û heval e…
İlyas Kaya: Te gotibû min; Arjen pêxember e.
Mihemed Ronahi: Erê, Îlo me zêde ji hev hez kir.
Qasimê Xelîlî: Pirsên teybet jî em dikarin bikin?
Mihemed Ronahi: Erê!
Qasimê Xelîlî: Ji bo te sixêf çi ne? 🙂
Mihemed Ronahi: Heyat e, bîna min pê derdikeve. Ya jî ez ê bibehecim.
Tahir Dînarî: Baş e mamoste halê hazir tu bawer dikî ku civak dê ji hûnera Kaniyê feydê bibîne?
Şero: Tu Kaniya me çawa dibînî?
Mihemed Ronahi: Min li jor tiştekî gring got. Heke hûn wê bikin dê xizmeteke baş be.
Qasimê Xelîlî: Em ê hewl bidin mamoste. Jixwe em Kaniyê ji bo xwe weke dibisdtaneke hevpar dibînin. Me zehf dema te girt mamoste. Wele em ji sohbeta te têr nabin lê ku kengî karê te hebe tu dikarî xatiran ji me bixwazî…
Mihemed Ronahi: Ser herdu çavan hevalno… Ez jî kêfxweş bûm, bi hêvîya şev û sohbetên xweştir. Hêvîdar im her kêfxweş bin…
Arif Selçûk: Ser û çavên me, mamoste Mihemed…
Qasimê Xelîlî: Gelo destûra te heye ku piştî min redakte kir vê diyalogê ez biweşînim?
Mihemed Ronahi: Ser herdu çavan. Tu azad î.
Qasimê Xelîlî: Ser û çav neêşin.
Memê Miksî : Em gelek spas dikin ji bo têkilîya we mamoste Mihemed.
Mihemed Ronahi: Biminin di xweşiyê de…
Şero: Tu jî mamosteyê hêja…
Tahir Dînarî: Xem dûrî te bin, tu hatem î.
İlyas Kaya: Pir spas.
Qasimê Xelîlî: Ez bi xwe heyranekî te me.
Mihemed Ronahi: Ez jî heyranê te me dilo.
Qasimê Xelîlî: Te em gelek kêfxweş kirin îşev.
Mihemed Ronahi: Ez jî wisa…
Mehmet Hacıoğlu: Bi xwedê piştî xwendina Kûçikistanê ez jî heyranê mamoste me, tu her bijî…
Mihemed Ronahi: Ez jî heyranê we me, mal ava û şev şad û ez va derketim.
Qasimê Xelîlî: Bi helbestekê tu bixwazî derkeve.
Helbestek li ber ya Cizîrî 🙂
Xelet
Mey nenoşî Şêxê Ronahi xelet
Ew neçû Torabidistanê xelet
Mislê Arjen wî tecelaya ku dî
Mest dikir ew ka xeta kanê xelet
Wî ku dî bejna keçê da ber qiyas
Dît bedewya keçkê Têrkanê xelet
Keç nîşanî da dilê nîşana eşq
Wî ku ew nîşan didî kanê xelet
Ew gihan hev xef li ser Ava Sipî
Reqs kirin wan ne b’girêdanê xelet
Ellah Ellah pênivîsa Ronahî
Wê nedanî qet xeberdanê xelet
Roj û şev ew seyr di dîdara hev in
Ew neçûbûn geşt û seyranê xelet
Bê guneh Ronahî gel yara bedew
Guh neda qet wî bi îmanê xelet
Şahiya vê çerx û dolabê dinê
Ber ribabê ew ne irfanê xelet
Wî ji qelbê wê gula Torî vexwar
Lew neçûbû nav gulistanê xelet
Men’ Betal e êdî tek rastî ew e
Ne l’dinê ne l’Kûçikistanê xelet
Qasimo ev dîmena xweş rind ku dît
Wî nerist helbest û dîwanê xelet
Mihemed Ronahi: Vê helbestê ez pir kêfxweş kirim. Dubare spas.
Qasimê Xelîlî: Spas xweş. Şev şad.
Mihemed Ronahi: Fermo qasimcan êdî tu dikarî min bikujî…
Riataza