Serokê Wekfa Riya Azadî Kemal Burkay êrîşên Îranê yên hovane şermezar dike

Mesajên sîyasetmedarê binavûdeng bo rêberên partîyên Kurdistana Rohilatê

Ji bo HDK-Îran:

Birêz Mustafa Hîcrî
Sekriterê Giştî yê Hîzbî Demokratî Kurdistan-Îran

Ez gelek xemgîn û bi dilêş im ji bo êrîşa hovane ya rejîma Îranê ya kevneperest û zordest dijî hîzba we li bajarê Koyê li Kurdistana Başûr û li dewerên dinê. Ku gor agahîyan jı heval û hevrêyên we gelek şehîd û birîndar hene.

Şik tune, berpirsên vê rejîmê bedêla vê êrişgeriyê zû an dereng wê bidin. Ew nikarin bi van kiryarên hanê tevgera gele Kurd ji bo azadiyê bidin sekinandin; lê ew bi van kiryaran curmê xwe her mezintir û rûyên xwe reştir dikin.

Ez bi navê xwe û navê hemû hevalên xwe silavên biratî û piştgiriyê ji we ra rêdikim û ji şehîdên we ra rehmet û birîndaran ra sihhet dixwazim.

Ji bo PDK-Îran:

Birêz Mustafa Mewlîdî
Sekriterê Giştî yê Partî Demokratî Kurdistan-Îran

Ez gelek xemgîn û bi dilêş im ji bo êrîşa hovane ya rejîma Îranê ya kevneperest û zordest dijî hîzba we li bajarê Koyê li Kurdistana Başûr û li deverên dinê. Ku gor agahîyan jı heval û hevrêyên we gelek şehîd û birîndar hene. Her usa di nav şehîdan da çend hep endamên Komita Merkezî û Sekriterê Gıştî yê berê Xalit Ezîzî jî heye.

Şik tune, berpirsên vê rejîmê bedêla vê êrişgeriyê zû an dereng wê bidin. Ew nikarin bi van kiryarên hanê tevgera gele Kurd ji bo azadiyê bidin sekinandin; lê ew bi van kiryaran curmê xwe her mezintir û rûyên xwe reştir dikin.

Ez bi navê xwe û navê hemû hevalên xwe silavên biratî û piştgiriyê ji we ra rêdikim û ji şehîdên we ra rehmet û birîndaran ra sihhet dixwazim.

Ji bo KOMALA:

Birêz Abdullah Muhtedî
Sekriterê Giştî yê KOMELA

Ez gelek xemgîn û bi dilêş im ji bo êrîşa hovane ya rejîma Îranê ya kevneperest û zordest dijî hîzbên Kurdistana Rojhilat, ku Partiya we jî di navda ye, li Kurdistana Başûr û li dewerên dinê.

Şik tune, berpirsên vê rejîmê bedêla vê êrişgeriyê zû an dereng wê bidin. Ew nikarin bi van kiryarên hanê tevgera gele Kurd ji bo azadiyê bidin sekinandin; lê ew bi van kiryaran curmê xwe her mezintir û rûyên xwe reştir dikin.

Ez bi navê xwe û navê hemû hevalên xwe silavên biratî û piştgiriyê ji we ra rêdikim û ji şehîdên we ra rehmet û birîndaran ra sihhet dixwazim.

Kemal Burkay
Serokê Wakfa Riya Azadî

11 îlon 2018

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *