PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -5

PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -5

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” cara pêşin beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa pêncan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 152

Wek êdî me li jor nîşan da, tevgeliya Noêl ji nava qewimandinên Meletyê nîşan da ku kolonyalîstên ingilîz dicedand ku nerazîbûna Kurdan bona armancên xwe bi kar bînin. Lê divê em usa nefikirin ku ew serhildanên Kurdan bi destê Ingilîzan hatibûn amade kirin. Bi wê yekê ra girêdayî, ew bîr û bawerî hewaskar e anegorî serkaniyên Kurdan bi kîjan ji nivîskarên welatên derve di nava nivîsarên xwe da tînin. Ewana dinivîsin ku gava Kurd ber bi Kextayê bûn ji bo ku dijî Kemalîstan tevger bidin teşkîl kirin, serokê polîsê dizî li Helebê, serhing Bell, ku bi navê hukûmeta xwe pêş da dihat, dixwest ku Kurdan bide bawer kirin ku dest ji tevgerê bikişînin Û ku bi navê Hevalbenên Ewropî soz bide wan ku ewê daxwaziyên Kurdan ên millî bên hesab hildan. Li vira wî behsa Peymana Sêvrê dikir (100, r. 292).

Dijwar e meriv bizanibe ku ew isbat çiqas raste. Lê tiş tek safî ye, ku di rewşa dîrokî ya nuh da, gava di bin hukmê bîr û baweriyên Oktobra Mezin da gelên bindest rabûne şerkariyê bona azabûna xwe ya millî. dewletên kolonyalîst bi pelixandina tevayî fen û fêl dikirin bona ku wê şerkariyê ji bo armancên xwe yên empêryalîst bi kar bînin.

Nevekirîbûna serhildana Kurdan a pêşîn dijî Kemalîstan hela ne dida xuya kirin ku Kemalî ji hesabê Kurdan hatin der. Li bin ronahiya isbatên ku me li jor anîn, xuya ye ku Kemalîstan daxwaziya Kurdan inkar dikir, û dijwar nîn e ku meriv tê bigihîje ku tevgera Kurdan diviya bêtir bi hêz bûya, ji ber ku polîtîka Kemalîstan çiqas diçû, ewqas dijî Kurdan bû. Çi jî hebe, tevger-serhildana Kurdan di wê dema dîrokî da ewqas girgîn (ferz) bû ku bi navneteweyî hate nas kirin. Ango, ew bi Peymana Sêvrê bo naskirina mafên Kurdan ên millî ya di 10 tebax 1920 da hat girêdan. Ew peyman ji aliyê Hevalbendan hat girêdan û dijî sultanê hukûmetê li Stembolê bû. Rast e, ew peyman tucar ne hat bi kar anîn, lê xalên wê gelek ferz in, ne tenê di dereca naskirinpêhesandina polîtîka dewletên Roavayê li Rohilata Nêzîk, lê usa jî di dereca aşkerekirina qedera cî û kemala tevgera Kurdan a azadiyê ku êdî nikaribû bihata inkar kirin.

Em li wan xalên peymanê, ku di derheqa Kurdistanê da ne, binihêrin : – Di xala 62 da, tê dîtin ku wan navçeyên Tirkiyê ku tê da piranî Kurd in ewê otonomiyê bistînin, û wek hat gotin, ewê ew plana ku nûnerên Ingiltere, Fransa û Italyayê hazir bikirina bihata kirin.

– Xala 63 Tirkiye mecbûr dikir ku di nava sê mehan da ew otonomî bi wê plana ku kommîsyona pêşda kişandibû di jiyanê da bê pêk anîn.

– Di xala 64 da dihat dîtin ku Kurd ber bi Şêwra Lîga Milletan bibin, bi de’wkariya ku serbestiyê bide wan. Şêwr dikaribû bi wê de’wkariyê, ku tê da dihat gotin ku ewê paşê ji aliyê Tirkiyê bihata nas kirin, qayil bibûya. Em nîşan bidin ku ew yek diviya bi hevqayilbûna Tirkiyê tevî dewletên hevalbend ên derve bihata kirin. Hevoka wê xala dawîn di derheqa Mûsilê da bû. Tê da dihat gotin ku gava Tirkiyê dest ji mentiqên Kurdan bikişanda, dewletên hevalbend ên sereke ewê dijî wê yekê nebin û ku ew Kurdên ku di wê perça Kurdistanê, ku hetanî nuha dikete nava wilayeta Mûsilê, da dijîn jî ewê bi rizadilî bikevin nava wê dewleta Kurdî ya serbest. (26, r. 24-25) 

Wek xuya ye, peymana Sêvrê digot ku, di pêşiyê da, ewê otonomiya Kurdistanê di nava goveka Tirkiyê da bide saz kirin Û izn bide ku piştî salekê Kurdistan bibe serbixwe û navça kurdî ya Mûsilê jî bikeve nava wê.

  1. Nîkîtîn, gava di derheqa kemala peymana Sêvrê da bona Kurdan dipeyive, dinivîse : “Rast e, peymana Sêvrê her tenê li ser kaxez ma, lê ew dagerandineke giring bû di nava pêşketina problêma Kurdan da. Cara pêşîn di nava dîrokê da, di dokumenta dîplomasiyê da, pirsa otonomiya “ci”yê ku li temamiya navçê da piraniya binceciyan Kurd in hate lê nihêrandin. Ji wê demê da, kemala pirsa Kurdan a navneteweyî êdî şikberî pêş da ne danî” (100, dîwan I, r. 292). 

Biryara peymana Sêvrê di derheqa wê yekê da ku navça Mûsilê bigihînin Kurdistanê hewaskarîke mezin pêş da anî. Wê nîşan da ku dewletên Roavayê ku dixwest tevgera Kurdî li Tirkiyê ji bo armancên xwe bi kar bînin qayil dibûn ku wilayeta Mûsilê ku wê demê ne dikete nava axa Tirkiyê bikeve nava dewleta Kurdistanê.

Hela bi ser da, ew li ser wê baweriyê bûn ku ew tevbûn bi awayê rizadilî dibû, ango daxwaziya bineciyên Mûsilê û navça wê dibû. Ango, bi prensîpa rêfêrendumê, dengdaryîna gel a tomerî. Lê paşê Ingilterê ji bîr-baweriya rêfêrendumê paş da vekişiya, ji ber ku ewê pêkhatina wê ziyan bida armanca wê.

Di nava koma imperyalîstan da, fikra tam-tomerî di nava dereca pirsa Kurdan da tu nebû. Gilî di wê yekê da ye ku pirsa Kurdan bona Ingilîz, Fransiz û Amerîkan kîp bi nefta Musilê girêdayî ye û wan ber bi wê dicedand.

Wek ku xuya ye, bi peymana Sayks-Picot ku di dema şerê hemcihanî da (1916) hatibû girêdan, Mûsil diviya bidana Fransayê (23, r. 40-42).  Lê paşê, Ingilîzan xwe bi xwe Mûsil zevt kir û qayil bûn ku tenê 25% ji nefta Mûsilê bidin Fransayê. Kolonyalîstên Fransayê ji vê yekê engirîn (xeyidîn), û loma jî dixwest wê pirsê bi destê Kurdan ji bo kara xwe safî bikin. Loma jî wan dixwest “polîtîka Kurdan” bi awayê xwe dibin derbas kirin. Amerîkî jî ji nefta Mûsilê xwe ne dabûn alîkî û guh dida pirsa kurdî ku pê ra girêdayî bû. Gava ku Kemalî dijî êrîşkerên yûnan bi ser ketin, hemî danûstendinên di hindava pirsa kurdî da di wê demê da hatin sekinandin.

Ev hemû tiş t karakterê empêryalîzmê, hem di dereca peymana Sêvrê, hem jî di dereca polîtîka dewletên empêryalîst da, di hindava Kurdan da nade guherandin. Gilî ne di wê yekê da bû ku wan dixwest serbestiyê bidin Kurdan, lê di wê yekê da bû ku têkoşîna Kurdan a azadiyê ji bo armancên xwe yên zevtkirinê bi kar bînin. Ji bo nimûne, ew ji wê yekê jî xuya ye ku Ingilîzan, piştî zevtkirina Kurdistana Başûr (Iraq), li wira heja Kurdan da temirandin-fetisandin û mafên Kurdan ji bo serbestiyê nas ne dikir. Lê, tevî wê yekê, wan “piştgiriya” tevgera Kurdan li Tirkiyê dikir û dixwest bi wê riyê hukm li ser Kemalîstan bikin ku ew dîsa berdaxwerinan bikin. Tiştekî şaşmayînê-metelmayînê nîn e ku Kemalîstan çiqas xwe bi riya rastê digirt û bi wê yekê va planên empêryalîstan tev li hev dikirin, ewqas ew hîn zûtir di derheqa daxwaziyên milletê kurd û peymana Sêvrê da ji bîr dikir. Loma jî, gava li Kongreya Lozanê Tirk qayil bûn ku wilayeta Mûsilê bidin Ingilterê û gava bi wê yekê va daxwaziyên monopolên Ingilterê û yên mayîn di hindava neftê da hatin razî kirin, peymana Sêvrê hate ji bîr kirin, ne nihêrî ku casûsên empêryalîzmê pey wê yekê jî provokasyonên xwe yên di hindava pirsa Kurdan û tevgera wan a millî da ne didan sekinandin. Li vira divê em du aliyên pirsa Kurdan bidin nîşan dan : yê objektîf û yê subjêktîf. Tê da yê objêktîf ev tevgera Kurdan a millî ye, lê yê subjêktîf daxwazî-cedandina casûsiya empêryalîzmê ku wê tevgerê ji bo kara xwe bidin bi kar anîn e (81, r. 18). Rast e, ew herdu alî ketibûn nav hev, lê pirsa sereke, pirsa kurdî li Tirkiyê, hesab dibû şerkariya gelê bindest ji bo rizgarî-azadiyê.

Ew şerkarî ku hela di dema Jön Tirkan (Tirkên genc) da de st pê bûbû, di dema Tirkiya Kemalî da jî berdewam bû. Ew nemaze ji ruyê polîtîka komên

Tirkan ên milletçî ku mafên Kurdan ên millî inkar dikirin pêş da diçûn û berdewam bûn. 

4. Serhildana Kurdan li navçeya Koçgirî-Dersîm (1920-1921)

Wê demê, gava Komîteya Serbestiya Kurdistanê planên serhildana şerr amade dikirin, endamên Komela Damezrandina Kurdistanê yên berê, herweha lîderên Kurdan ên mayîn, hazirî şerrê dijî Tirkan li navça Konçgirî-Dersîm (6) dibûn. Divê bê zanîn ku tiştekî tex t-b ex t nîn bû ku ew navçe ji bo şer bijartibûn. Gilî di wê yekê da ye ku, wek M. V. Frûnzê dida zanîn, Kurdên Dersîmê li ser dînê Elî Ilahî bûn û bi navê “qizilbaş” dihatin nasîn, û Kurdên musulman bi şikberî ber bi wan dibûn û ola wan qebûl ne dikir û heta dema dawîn jî baweriya xwe bi wan ne dianî. “… Paşê wî da zanîn : “Çi ku dimîne di derheqa eşîrên Kurdên qizilbaş da, wan di eskeriyê da qulix ne dikir û unsurên Anatolyayê yên ne emîn hesab dibûn. Ew nuha bi wî awayî ne. Ew ne tenê di eskeriyê da qulix nakin, lê herweha ziyaneke mezin didin hukûmetê, tevî şerrê partîzaniyê dibin …” (105, r. 300).

Di destpêka sala 1920 da, li wargê Huseyn Aptala ku tevî wî serekeşîrên Cangêgan, Qurmêşan û yên mayîn bûn, li navça Yêllicê (qeza Qengalê) civîna giring a nûnerên Kurdan hat derbas kirin. Tevgelên civînê bi yekdengî sond xwar ku dest bi şerkariya çekdarî bikin ji bo navê Kurdan.

Anegorî biryara civînê, Kurdan dest pê kir ji navçeyên nêzîk çek berhev bikin. Di navbenda civînê da, malûmatên usa dihatin stendin ku ji Dersîma Roavayê 45.000 mirovên rind şekkirî hazir in piştgiriya serhildana Kurdên Dersîma Rohilatê bigirin, ku li Elazigê para Komela Damezrandina Kurdistanê hatiye saz kirin û ku li hemû wargên Kurdistanê tevgera neteweyî vekirî pêş da diçe (126, r. 126).

Di Tîrmeha sala 1920 da, desteyên Kurdan bi serokatiya Misto êrîş li ser cebirxanên eskerî, li qeza Zcirayê (wilayeta Sîvasê), kir û esker û zabitên Tirkan dîl girtin. Di dawiya Tîrmehê da, wê salê zabitê cendirman ê wextekê û serekeşîrê Madana- Paşo bi hêzên xwe yên pirjimar Refaqiye (navbenda wilayeta Erzincanê) zevt kir û ew bi resmî xwe qumandarê desteyên Kurdan ên cî îlan kir (126, r. 127).

Civîna Tirkiyê ya Millî ya Mezin (CTMM) ku dît ku dijî dîwana Ankarê hergav hej-tevger heye, dest pê kir aktên zagondariyê ku li gora wan hemû kesên ku dijî Kemalîstan şer dikir ceza bikin qebûl bike.

Ewha, di 29 nîsan 1920 da, CTMM “zagona di derheqa gunehkarî û dijminayiya di hindava welêt” da (Zagon N® 2) qebûl kir. Tê da dihat gotin : “Ew kesên ku serhildanê dikin û bi gotin û kirinên xwe yên dijminatiyê di weşanê da helanan didin ku dijî dîwana qanûnî ya Civîna Millî ya Mezin ku bona azakirina xelîfatê hatiye saz kirin derkevin, dijminên welêt hesab dibin (miq. I); ew mirovên ku dijî welêt gunehkarî kirine, bi destê dardakirinê gunehê mirinê bi wan ra derxin (miq. 2)” (35, dîwan I, r. 4-5).

 Ew zagon pirr caran di hindava serhilên kurd da hatiye bi kar anîn. Lê hukumdarên Ankarê ew yek ne bes hesab kir, loma jî di 11 îlon 1920 da, CTMM zagon N° 21 ya di derheqa wan kesên ku xwe ji qulixkirinê ra didin da qebûl kir. Anegorî wê qanûnê, dadgehên aza ku endamên wê CTMM bûn hatin vekirin û li gora wan ewê zagonên bajarvaniyê û eskeriyê mehkeme bikirana û, gava ku pêwîst bûya, ewê bi lez her awayê cezakirinê di hindava qulixçiyên eskeriyê da, wan mirovên ku ji ber eskeriyê revîne û kesên ku di wê hêlê da alîkariya wan kirine, bikirana. (miq. I); biryarên dadgeha aza yên dawîn bûn û hemû dîwanên bajarî û eskerî borc hildida ser xwe ku ew wan biqedînin (35, r. 61). Di paşdemê da, karkirina dadgehên aza da fireh kirin. Ji ferzendên cezakirinê ra tevayiya

Kemalîstan mêtodên “aşîtiyê” yên cihê-cihê bi kar dianîn bona sistkirina tevgera Kurdan. Bi vî awayî, dîwana Ankarê serokê eşîra Koçgir (V), Elîşan, dewsgirê (cîgirê) qaymeqamê Refaqiyê, lê birayê wî Heyder wek qaymeqamê Umraniyê (wilayeta Sîvasê), kifş kir. Lê Elîşan tevî çend serokên Kurdan çû Xozatê (Dersîm). Li wira, di meha november 1920 da bi tevgiliya lîderên Kurdan ên Xozat û Çemîşkizikê civîna tomerî ku wan tê da biryar qebûl kir ku tevgera xwe bikin yek, bona peydakirina mafên xwe yên millî, hat derbas kirin. Anegorî wê biryarê, di 15 novembr da, ev banga jêrîn ji aliyê hukûmeta Ankarê hat şandin :

“Bi lez ji Dersîmiyan ra bidin zanîn ku bîr û baweriyên hukûmeta Ankarê di derheqa otonomiya Kurdistanê da çi ne; hemû Kurdên di destê we da, yên ku di girtîxanên Elazig, Meletye, Sîvas û Erzincanê da ne, ji hebsê derxin; hemû karmendên Tirkan ji wan navçeyên ku piraniya bineciyên wan Kurd in derxin;

bi lez eskerên Tirkan ji navçeya Koçgirê derxin” (126, r. 127-129). Wek bersîva wê bangê, hukûmeta Ankarê ji Elazigê dêlêgasyoneke ku heq da daxwaziya Kurdan û temî da wan ku vê gavê serhildanê nekin şande Dersîmê. Lê serokên Kurdan berî wan temîvanan da û bi destê waliyê Elazigê di 25 november 1920 da, bi îmza serekeşîrên Dersîma Roava têlêgrameke ku tê da ew dawet dikirin ku Kurdistaneke serbest ku li gora peymana Sêvrê be bê saz kirin, ku “eger daxwaziya me pêk neyê, emê mecbûr bin bi destê çekan bigihîjin armanca xwe” li ser navê CTMM şand (126, r. 127-129).

Dersîmiyan bersîva wê têlêgramê bi nivîsar nestend. Lê hukûmeta Ankarayê bona wê yekê ku Kurdan bixapîne û zeman kar bike, bi destê waliyê Elazigê, bi zar (dev), ji serokên Kurdan ra da zanîn ku ew razî ye ku daxwaziyên Kurdan pêk bîne û hema wê demê jî li navça Sîvasê dijî tevgera Kurdan dest bi şer kir.

Tevî wê yekê, wan dest bi pelepistûkiyên usa kir ku serokên Kurdan ên bi nav û deng bînin hêla xwe. Ji bo nimûnê, waliyê Elazigê bi navê Mustafa Kemal erze elametiyeke ku tê da dihat gotin ku serokên Kurdan, Miço Axa û Diyap Axa, wekparlementerên CTMM ên Dersîmê hatine xuya kirin, ku ji hemû navçeyên Kurdistanê nûnerên Kurdan tên Ankarayê, ku bi tomerî hildayî ewê daxwaziyên Kurdan bên razî kirin, xwend (126, r. 130).

Bilî wê, Kemalîstan çend parlementerên mayîn ên Dersîmê jî, herweha Mustefa Zekî Beg, Remîz Beg, Ebdulhak Tofîq Beg (148, r. 538-S39), Hesen Heyrî Beg, li CTMM hilbijartin (7).

Ev parlementerên Dersîmê ku baweriya xwe bi sozdayînên Kemalîstan anîn çûn Ankarê û bûn çekên destê M. Kemal ji bo hincirandina serhildana Kurdan li Dersîmê.

Rast e, polîtîka hinek lîderên Kurdan bi hevdu ra hatibû qayil kirin ku bi hukûmeta Tirkiyê ra razî bin, lê serhildana Dersîmê berdewam dibû û Dersîmê dîwana Tirkiyê bendî tiştekî hesab ne dikir. Dîwan di destê şuxulkarê Kurdan ê bi nav û deng, Seyid Riza ku ne dij bû ku tevî Tirkan danûstendinan bikin û dixwest ku mafê Kurdan ê millî di goveka dewleta fêdêral a yekîtiyê da bê razî kirin bû. Ew daxwazî helbet ne bi dilê Kemalîstan bû û behara sala 1921 wan çarşefa “dostaniya bi Kurdan ra” ji ser ruyê xwe avêt û got ku pareskerên Kurdan ên millî divên dest ji şer bikişînin û bên ser rê, Û gef dixwarin ku eger usa nekin ewê fermanê bidin ku hemû cî û wargên Kurdan kaf-kûn bikin, wêran bikin. Bona ku Kurdan bitirsînin, di 4 adar 1921 da, qumandarê alaya li wê navçeyê, serhing Xalis Beg, çend mirovên kurd ên bi nav û deng ji Umraniyê da girtin û di bin derba gulle ew şandin riya ber bi Zarayê. Lê, desteke Kurdan ji wargê Yazîhecî ku di derheqa vê yekê da pê hesiya, pêşî li eskerên Tirkan da birîn, ew talan kirin û girtî aza berdan (136, r. 156). Ev êpîzoda ne mezin bû sebebê destpêka şerr di navbera Kemalîstan û hêzên Kurdan ên millî da.

Kurdan, ku eskerên Tirkan hincirandin, ji serhing Xalis bi lez xwest ku bê peyv alayê teslîm bike (126, r. 165), yan na, çi paşmayîn jî ku hebin ewê bi cebdarî bikevin ser wî. Zabitê Tirkan ew daxwazî qebûl ne kir, lê da zanîn ku ew hêvî-dîlekan dike ku bihêlin alay vegere Sîvasê. Wan ew hêvîkirin bendî tiştekî hesab ne kir û desteyên Kurdan ên Mehmûd Beg, Azemet Beg û Eşqî Beg di 6 adar 1921 da Umraniye kir nava hesarê (dor lê girt). Temamiya bineciyên wê navçeyê alîkariya pêşmergan kir. Pey şerrê ku weke 24 saet kişand, alaya Tirkan mecbûr bû teslîm be. Mehkema kurdî ya eskerî ku bi xusûsî hatibû saz kirin, gulle ji serhing Xalis ra derxist û ew di merkeza Umraniyê ku tê da ala Kurdistanê hatibû dar da kirin û dimilmilî da hate gulle kirin.

Kurdan, ku bela alaya Tirkan dan, gelek çek bi dest xistin; pir cebirxane, herweha ji hezarî zêdetir hesp û ga zevt kirin. Kommisyona bi xusûsî ssizkirî

zabit û eskerên Tirkan ên dîlgirtî berdan û dokumentên anegor dan wan. Tevî wê yekê, izn dane wan Kurdan û Çerkezan ku alaya Tirkan qulix dikir derbasî nava desteyên hêzên kurdî yên çekdar bibin. Ev qewimandin di hemû goşeyên Kurdistanê da deng da. Pey Umraniyê ra, Kurdên Koçgirî ku bi desteyên Kurdên Dersîmê ji eşîra Ovacikan, ku hatibûn hawara wan, rabûn serhildanê û di 8 adar 1921 da navça xwe rizgar kir. Gerîlla kurdî ya rind sîlihkirî berxwedayîna Tirkan li Kemaxê hincirand û qaymeqam û qumandarê eskerên cendirman dîl girtin. Pey wê yekê ra, wan pira Çêrtove li ser çemê Feratê çê kir, berê xwe da qezayê Quruçayê, nûnerên dîwana Tirkiyê girtin û ew anîn Umraniyê bona bidin mehkemê. Di wî şerrî da, qezayên Kengal, Koçxîsar, Dîvrîgî, Zara, Refaqiye, Quruçay û Kemaxê hildan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev