Pirsa we û bersîva me – 100
Pirsa we û bersîva me – 100

Pirsa we û bersîva me – 100

Hejmara 100î ya rêzenivîsa bi rêvebirîya Nura Şane

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe.

 

Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide. Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.

Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin. 

 

Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?

 

Bersîv: -Emê îro wek bersîva pirsa we behsa wê bûyerekê bikin ku di jîyana wergervanekî radyoya Rewanê ya kurdî da qewimîne. Bersîva pirsê berpirsyarê malperê Têmûrê Xelîl dide, ku di wê demê da redaktorê beşê yê radyoya Rewanê bû, wergervan jî ber destê wî kar dikir.

 

 

Wergervanê radyoyê û xayîntîya wî

 

Dema sala 1981ê ez bûme berpirsyarê beşê yê radyoya kurdî ya Rewanê, ev yeka ne bi dilê wergervanê radyoyê bû. Û ewî ber dewletê bi resmî şikyat kiribû û gilîyê min kiribû, ku ez bi 12 komele û rêxistinên kurdî yên Ewropayê ra hatime girêdan. Wan salan jî bi rastî qedexe bû, ku yekî Sovyetistanê bi biyanîyan ra bikeve nava danûsitendinan, ew jî bi rêxistin û komeleyan ra.

 

Di xanîyê radyoya Ermenîstanê da ser vê meselê lêpirsîn çê bû. Gava ji min pirsîn, rast e ku ez bi 12 komele û rêxistina ra hatime girêdan, min bersîv da, got:

-Na, ne rast e, ji ber ku malûmatîyên wî kesî yên kevin in. Niha danûsitendinên min bi 17 rêxistin û komelyên kurdî yên Awropayê ra hene! 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev