Mihemedê kurd û hin çîrokên din -12

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -12

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Mihemed sibetirê rabû, berê xwe da qesrê û çû dîwana Mîr Gulnar. Mîr bi hurmet û rûmetdarî xêrhatin lê kir, dû re jê pirsî ka ji bo avahiyekî ciyek hilbijartiye yan na.

Mihemed caba mîr dayê, gotê:

“Mîrê min! min li rexê deryayê gundekî kavil û xirabe dîtiye”. Mîr lê vegerand:

“Divê te ji xwe re gundekî baş hilbijarta, ne cihekî kavil”. Armanca Mihemed ji nû ve avakirina gundekî bû, ku bi vê mebestê destûr ji mîr xwest û jê tika kir ku bo kirrînê kesên xwedî milk û erazî bişîne cem wî.

Piştre Mîr emir da merivên xwe û gote wan:

“Herin sikak bi sikak bigerin û îlan bikin, ewên di wî gundî de xwediyê erd û erse ne, bila bên dîwana min”.

Dema hemû xweyî û sahib li dîwanê civiyan, mîr emrê xwe da û ji wan xwest, ku erdê xwe bifiroşin Mihemed. A weha Mihemed eraziyê di gund de kirrî û tapî jî hilda destê xwe. Mîr xwest li şûna Mihemed perê wan erseyan bide, lê kir nekir ew îkna nekir. Erê mîr gelek alîkariya Mihemed kiribû, lê ev yarmetî û piştgirî ne ji bo nav û mezinahiya bavê Mihemed bû.

Mihemed vegeriya bal Dûrat el Mûlûkê û behsa hemû tiştan jê re kir. Dotmîr bi bihîztina wan rûdan û bûyeran ve gelekî kêfxweş bû. Dotmîrê ji Mihemed xwest, ku gazî serokmîmar bike û bîne wira. Jixwe mîr gotibû şefê avahîsaza Mihemed çi bixwaze bike, ji gotina wî dernekeve. Dema serokmîmar hate cem wan, Mihemd bi wî re kontrata çêkirina gundekî û qesrekê çêkir. Lêbelê gund û qesreke wisa, ku heya wê demê ne hatiye çêkirinê, ne jî hatiye dîtinê. Dû çêkirina peymanê perê wê jî pêşîn dayê.

Mîmar derhal dest bi avakirina gund û qesrê kir û di demeke kin de, bi awayekî serketî karê xwe qedand. Dotmîrê hemû raxistin û mobîlyayên xwe şandin qesrê û di navbera sê mehan de bêkêmasî koşka xwe amade kirin.

Dema çêkirin û raxistina qesrê qediya, Mihemed gote Dûrat el Mûlûkê:

Erê qesr jî çê bû, lê tirsek bi min re heye! ji min wetrê emê hev berdin û cezayê wan kirinên xwe bikişînin. Dûrat el Mûlûkê bersîv dayê:

“Qet hevberdana me mimkîn e? Ew Mîr Fidoûs ê ku te got ez kurê wî me, rêwîtiya şeş meha ji vira dûr e û nikare di demeke kurt de xwe bigihîne vî welatî, yanî tiştekî nelirê tune ye, ku bitirsî. Û ger tu ji min bipirsî, ez ê bêjim, min tiştek ji bo te nekiriye. Lê bi sebir û aram be, tê bibînî, ku rojekê were, tu ê bibî serokê vê mîrekiyê”.

“Ez ê çawa bibim mîrê vî welatî?” Mihemed got. Û domand: “Erê rast e, me ji xwe re gundek ava kiriye, lê gundekî bê şênî; gelo di cihekî bê mirov de, em ê çawa jiyana xwe bidomînin?”

“Me hê karê xwe neqedandiye!, dotmîrê got. “Sibê tê herî dîwanê û lavayî Mîr Gulnar bikî, ku bişîne pey xudan û sahibên wan erdan. Dema ew hatin cem te, tê tapîyên wan bidî wan û bêjî, min gundekî hilweşiyayî ji we kirrî û awahiyên xweşik û bi dilê we ava kir û niha jî bi dilxweşî diyariyê we dikim. Wana teglîfê gund bike û bona çandiniyê jî sozê peredayînê bide wan. Bi wî rengî dê vegerin gund û êdî bibin merivên te”.

Şeveqê Mihemed çû dîwanê û gotinên dotmîrê yek bi yek pêk anî. Dema hemû kesên xwedîerazî li wir kom bûn, Mihemed tapîyên wan da destê wan, erd û erse diyariyê wan kir û sozê alîkariya çandiniyê jî da. Ew jî gelekî kêfxweş bûn û bi dil û can spasiya Mihemed kirin; mîr jî ev tevgera gelekî pesindar dît û spasiyên xwe pêşkêş kir.

Gelek wext derbas nebû, ku milet kom bi kom derbasî gundê xwe bûn û dest bi çandiniya bax û zeviyan kirin. Ew gundê kavil û xirabe, bû bihişteke ser rûyê erdê.

Dotmîrê, Dûrat el Mûlûk, xulamên jin û mêr girtin û hemû lazimiyên xwe kişand qesrê û bi mêrê xwe re, jiyana xwe di qesra xwe de domandin.

Ev bûyer li herderê belav bûn, digotin kurê Mîr Fîdous hatiye gundek ava kiriye û navê bavê xwe jî li gund kiriye. Ji bo dîtina gund, ji herderê welêt ziyaretvan û meraqdar ber bi gund kişiyan.

Mihemed bi kêfxweşî xêrhatina hemû kesan kir û bi mêvandariyeke baş ewna ezimandin. Bi wî awayî dostaniya wan qazanc kir û xêrxwazî û destgiriya wî li her derê belav bû. Lê ev kar û kirinên wî alîkî, çûyina xwe ya dîwanê jî neterikand, herroj diherî dîtina Mîr Gulnar.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev