Hevpeyvîna bi Kanîya Pêncçavî re -1

Hevpeyvîna bi Kanîya Pêncçavî re -1

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn gotareke bi kurmancîyeke têr û tije, bi fikirên profesyonal va dagirtî, bi welatparêzîyeke mînanî ava kanîyan zelal û weke şîrê dayîka xwe helal ji malpera me ra şandîye û li wir bi çend helbestvanên genc yên Kurdistana Bakur ra ketîye nava sohbeteke bi ruhê kurdî û Kurdistanî. Ji vê hevpeyvînê xuya dibe, ku rewşa zimanê kurdî li bakurê welatê me ne bêhêvî ye, ji ber ku hêvîyên me kesên wek wan in.

Ji ber ku hevpeyvîn dirêj e, em îro beşa wê a pêşin çap dikin, beşa duduyan emê sibê çap bikin.

 

Mela Mihyedîn, nivîskar 

Di vê jîyana modern de, em roj bi roj ji zimanê xwe dûr dikevin. Ev dûrketin zimanê me bi me dide jibîrkirin. Hêdî hêdî nifşên nû ji ziman û nasnameya xwe qut dibin. Herçiqasî tiştên bi vî rengî dilê me xemgîn bike jî li vê dinê tiştên xweş jî diqewimin. Yek ji van tiştên xweş jî damezrandina Kanîya Pêncçavî ye. Di destpêkê de pênc heb xortên (Endamên komê niha heft kes in.) xweşewîst mil dane hev û bi terza helbesta klasîk û bi Kurdîya îroyîn û bi dengbêjane helbest avêtine berhev. Ev danberhevên wan mîna danberheva Mela û Feqî bi têr û tam in. Bi saya wan, “Helbesta Klasîk” kefenê xwe çirand û ji xewa xwe ya mirinê hişyar bû. Hem ji nû ve helbestên klasîk dane hezkirin û hem jî asta helbesta Kurdî pêlek din bilind kirin. Min jî hewl da ku bêtir vê komê bi we bidim naskirin. Min pirsên xwe ji Kanîya Pêncçavî kir û wan jî bersiv dan pirsên min.

 

1- Kanîya Pêncçavî kengî hat damezrandin?

 

Soran Amed:

Weke komeke pênc hevalên helbesthez ji boy danûstandinên hunerî, di sêyê kewçêra 2017an de li ser whatsapê ji aliyê Qasimê Xelîlî ve hate damezirandin.

 

*****

2- Navê we ji ku tê, kî ev nav li we kir û wateya wê çi ye?

 

Soran Amed:

Li ser torên civakî me bi helbestan hevdu nas kir. Ji ber terza me nêzîkî hev bû, me têkilî dane hev. Piştî têkiliyan danûstandinên me yên li ser çand, zimên, wêje û hunerê xurttir bûn.

Piştî ku me li ser whatsappê komek bi navê “Helbest”ê ji bo têkiliyan vekir, rojekê (di 18.09.2017an de) hunermend û hozan Hasan Canalî li ser helbesta me ya danberhevî bi navê “Ji Fetlê Mar e Bisk”ê şîroveyek nivîsand. Mamoste Canalî, di şîroveya ku acibandina xwe anî zimên de, ji bo me derbirina “Kaniya Pêncderî” û pişt re “Kaniya Pêncçavî” bi kar anî. Ji ber ku hingî em pênc kes bûn. Piştî wê şîroveyê îcar me navê koma xwe ya whatsappê weke “Kaniya Pêncçavî” guherand.

Piştî vê jî ne bi gelekî Şervan Azad û Walî Bedelpûr beşdarî komê bûn lê me navê komê neguherand.

 

*****

3- Hûn endamên komê bi çi ve mijûl dibin?

 

Şervan Azad:

Em endamên Kaniyê bi karên cûrbecûr ve mijûl in. Ku bi kurtasî bêjim:

Arif Selçûk, di kargehekê de weke karkerekî dişixule.

Tahir Dînarî, di karê avahîsaziyê de weke hostayê mermer û feyansan şixulê xwe dike.

Memê Miksî, weke karkerekî karê girêdana elektirîk û telekominikasyonê dike.

Walî Bedelpûr, karê çêkirina bername û nivîsbariyan ên kompîturan dike.

Soran Amed, endezyarê avahîsaziyê ye.

Qasimê Xelîlî, mamosteyê wêje û zimanê tirkî ye.

Û ez, weke karkerekî di karên cûrbecûr de dişixulim lê bêhtir di karê sazkirina sereyan (avî û bexçeyên sergirtî ji bo şînî) de dixebitim.

 

*****

4- Hûn dikarin behsa manîfestoya Kanîya Pêncçavî bikin?

 

Qasimê Xelîlî:

Bi rastî em ne bi ti manîfestoyan hatin cem hev ku em bibêjin ka em komeke helbestan saz bikin.

Ku me têkilî dane hevdu piştî wê bi çend mehekê şûn de min û Tahir Dînarî û Memê Miksî, hin nêrîn û rexneyên xwe li ser hunerê di helbesteke bi navê “Kilasîk im” de me anîne zimên.

Pişt wê re jî bi şêwra hevalên xwe, ji bo pirtûka me ya me neyt e em li ser navê Kaniyê derxin bi navê “Guldeste”yê ku ji helbestên me yên danberhevî pêk tê, min nivîsek ji nêrînên me yên li ser helbesta îro û ya doh nivîsand. Ew jî min ne bi ti niyeta manîfestoyan nivîsand lê dixwazim bi kurtasî ji nivîsê çend peregrafan bidim:

“Bi dîtina me her çi qasî tilisma hunera helbestê di helbesta klasîk de be jî ( Li ser helbestên min û helbesta Kaniyê ya bi navê “Ji Fetlê Mar e Bisk”ê, hunermendê navdar Berken Bereh ji me re weha gotibû: “Şi’rên bi forma klasîk tên nivîsandin her çiqasî li nifşa nû wek kêmasîyekê bixuye jî, bi min, raz û efsûna şi’rê di klasîkî de bêtir tîr e.”) lê dîse helbesteke azad a serkeftî dikare bi qasî ya klasîk hetta belkî jî ji ya klasîk serkeftîtir be. Lewra derfetên wê ji helbesta klasîk bêhtir in, sînor jê re nîn in.

Li vir em dixwazin vê bibêjin:

Ne ku em li dijî helbesta azad in lê rexne û îtîrazine me li dijî helbesta bêwate ku ji îmaj û xeyalên wê ji bilî Xudê û helbestvanî pê ve ti kes fêhm nake hene. Îtirazên me ji helbesta ku ji xeyalên kûr(!) pêk tên lê bi zimanekî dûrî civakê û ji aliyê estetîzmê ve rijî hene.

Mebesta me eşkere ye:

Em li dijî helbesta bêwate ne. Em li dijî helbesta beredayî ne. Em li dijî helbesta serberdayî ne. Em li dijî helbesta ku peyv û hevokên wê bêelaqe bi hev ve hatine girêdan in.

Helbest huner e. Huner jî ji bo bidestxistina zewqeke estetîk tê kirin. Ev zewq bi levanînê, nûjeniyê, reseniyê, nûseriyê, carinan bi averajê, carinan bi peydebûneke ku kêm tê dîtin û hê bi gelek rê û rêbazên din tê bidestxistin.”

“Mirov helbestê ji bo zewqekê jê bigirin dixwînin, ne ji bo ku xwe pê re biwestînin… Îcar bi dîtina me heke ew ê bi xaze û mecazan, xeyal û îmgeyên maqûl ên li gorî mentiqa insên û rêzimên bi kar bînin li ser çavan, yan na ti caran jî ew helbestên wan xwe nagihînin ti kesî. Tev mirî ne hê ji zayîna wan ve … Tev jî malê dîrokê ne ji bo jibîrkirinê.

Ji ber vê yekê em hemû endamên Kaniya Pêncçavî em xwe rast û rast bi klasîkê ve jî girênadin û em xwe bi helbesta serbest/azad ve jî girênadin.

Erê, rast e! Serkaniya me wêjeya klasîk e lê belê ava jê diherike bi şaxên cûrbecûr xurtir û coştir dibe. Me ji xwe re weke peywirekê ev vizyon daye ber xwe: Helbesteke Neoklasîk…

Ango helbesteke ku ji hêla bedewî, hunerî û ciwankariyê ve pala xwe daye klasîkên kurdî lê bi zimanekî resentir, îroyîn û mijarên rojane…”

 

*****

5- Helbestên we bala gellek xwîneran kişandîye ser xwe, li gellek cihan ji min pirs dikin: Gelo dê kengî berhemên we dê wek pirtûk çap bibin?

 

Şervan Azad:

Standina bertekên erînî ji civakê û xwîneran, bi rastî me kêfxweş û serbilind dike. Ji ber vê jî em spasdar in. Jixwe mebesta me ya sereke ew e em berhemên bêhempa ji civaka xwe re û ji wêjeya kurdî re bihêlin. Ji ber vê yekê jî di serî de divê em ji civaka xwe bertekên erînî bistînin da em di vê rêyê de bi dilsozî û bi wêrekî xebatên xwe bidomînin.

Belê; hewildaneke me ji bo çapkirina pirtûkeke hevpar a helbestan heye û amade ye jî ji bo çapê. Em hêvîdar in di demek nêz de pirtûka me ya ji helbestên me yên danberhevî pêk tê, bi navê “Guldeste”yê dê derkeve…

 

*****

6- Hûn kîjan helbestvanî/ê ji xwe re wekî rêber dibînin?

 

Walî Bedelpûr:

Helbestvanên komê hemî Qasimê Xelîlî wek mamosteyê xwe dinasin û di hînbûna erûz û helbesta klasîk de alîkariyên zor ji Qasim standine û pirr jidesthatiyên xwe jî,  ji xêra hebûna Qasim dizanin.

Zêdeyî helbestên danberheviyên Kaniyê jî, ji aliyê Qasimê Xelîlî re destpê dibin tesîra wî li ser helbestan zor e.

 

*****

7- Çi cudahî di navbera helbesta klasîk û helbesta nûjen de heye, bi we kîjan dewlemendtir e?

 

Qasimê Xelîlî:

Bi dîtina min helbesta kurdî ya klasîk, bi her awayî ji ya azad pirr pirr bi hêztir e. Lê hem ji bo nivîsandina wê û hem jî ji bo fêhmkirina wê, mixabin îro derfetên perwerdeyeke bi zimanê zikmakî weke medreseyên kurdî yên berê di destên me kurdan de nîn e. Xwendevan û hunerhezên helbesta kurdî, îro hemû bi perwerde û zimanên biyaniyan mezin dibin. Di bin bandora huner û çanda wan de dimînin. Mînak, gelek helbestvanên kurd ên navdar ên îro, di serê pêşî de an bi tirkî, an bi erebî an bi farisî an jî bi zimanekî dî dest bi nivîsandina xwe ya hunerê kirine.

Îcar di vê rewşa kambax de helbestvanên me yên îro ji bingeha avahiya hunera xwe, ji qurmê dara wêjeya xwe û ji kok û rayên xwe qut bûne. Gelek ji wan klasîkên kurdî bes bi nav bihîstine. Nexwendine. Yên ku xwendibin jî gelek jê ji ber zimanê giran yên klasîkan derfet nedîtine ku xwe bigihînin çêja estetîka helbesta klasîk…

Ê di rewşeke bi vî rengî de jî jixwe helbesta nûjen a azad dê bi hesanî serdestiyê ji helbesta klasîk bisitîne. Erê îro helbesta serbest ji ya bi kêş berbelavtir û serdesttir e lê dîsa jî helbesta klasîk bi her awayî ve ji ya azad têrhunertir e. Ji hêla muzîkê ve, ji hêla herikbariyê ve, ji hêla xeyalên hestiyar û kûr ve û hwd…

Bes li vir di jiyana hemdem a îroyîn de, ji bo helbesta klasîk em dikarin behsa du pirsgirêkan bikin: Yek jê zimanekî giran, yek jê jî mijarên ku hatine dubarekirin.

Îcar ji boy vê yekê em Kaniya Pêncçavî  dixwazin bi zimanek û mijarên rojane lê bi hostahiya klasîkan helbesteke nû bi dest bêxin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev