Hevpeyvîna bi Kanîya Pêncçavî re -2

Hevpeyvîna bi Kanîya Pêncçavî re -2

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn gotareke bi kurmancîyeke têr û tije, bi fikirên profesyonal va dagirtî, bi welatparêzîyeke mînanî ava kanîyan zelal û weke şîrê dayîka xwe helal ji malpera me ra şandîye û li wir bi çend helbestvanên genc yên Kurdistana Bakur ra ketîye nava sohbeteke bi ruhê kurdî û Kurdistanî. Ji vê hevpeyvînê xuya dibe, ku rewşa zimanê kurdî li bakurê welatê me ne bêhêvî ye, ji ber ku hêvîyên me kesên wek wan in.

Me duh beşa wê a pêşin çap kir. Fermo, beşa duduyan bixwînin!.

 

Mela Mihyedîn, nivîskar

 

*****

8- Çi ciduhî di navbera helbesta we û helbeta nûjen de heye?

 

Memê Miksî:

Helbesta em niha dihûnin bi kurdiyeke îroyîn e û li ser mijarên cûrbecûr e. Her weha bi kêş û qafiye ye.

Hin ji wan jî terazûkiri ne yanê bi arûzê hatine nivîsîn. Hin jê jî bi kêşa movikan ango kîteyan in. Cudahiya mezin ev e lê hê gelek hûrgulî hene …

Helbesta nûjen, yanê ya ku em jê re dibêjin “serbest/azad” ewqasî  xwediyê xwe aciz nake. Tu dikarî bes bi hevokekê an jî bi sê çar  risteyan jî hestên xwe diyar bikî. Ji ber ku nav li ser e jixwe: “serbest”! Ti rê û rêbaz û ti pîvan jê re nîn in.

Cudahiyeka me jî ev e, çendî em bi terz û kêş awayê klasîkan binivîsin jî lê heta em dikarin xwe ji peyvên biyanî yanê erebî û farisî diparêzin ca ku helbest bi kurdiyeke saf bête hûnandin û xwendevan jî bi hêsanî jê fêhm bikin û bi kêf bixwînin.

Îcar em ji mijar û zimanê helbestê ve ji ya nûjen nûjentir in. Herweha ji hêla huner, estetîk, pîvan û herikbariyê ve jixwe ne hewce ye ez bêjim jî…

 

*****

9- Hûn helbesta modern a Kurdî di çi astê de dibînin?

 

Walî Bedelpûr:

Pêşiya em bersiva vê pirsê bidin, divê em ji xwe bipirsin bê ka gelo modernitî çi ye? Kîjan helbest Modern tê hesibandin?

Heger em helbestên Azad weke helbesta modern binasin yên ku heya qasekî wezn û carinan qafiye jî di xwe de dihewînin, hêsan tên fêmkirin, di hinekan de wateyên kûr jî hene û ji aliyê her kesî ve jî têne ecibandin;  wê demê ez dikarim bibêjim jixwe em ev qas serkevtî ne ku dinya me dinase û helbesta me dixwîne, ji ber ku me yên weke nemir Şêrko Bêkes hene, me helbestvanên weke Peşêw hene, ku di asteke gelek bilind de ne.

Lê ger em modernitiyê di peyvên aloz û berbelav de bizanin, di hevokên bi hev ve negirêdayî bizanin, di sembol û îmajên ku her helbestvanek li bal xwe çêdike û ji xeyrî wî ti kesek jî jê fêm nake de bizanin, wê demê em ê bibêjin ku xwezî ev modernitî qet nebûya.

 

*****

10- Helbesta klasîk li pêş e an ya nûjen?

 

Qasimê Xelîlî:

Ku em vê pirsê weha fêhm bikin:  “Kîjan serkeftîtir û payebilindtir e û bi estetîk û têrhunertir e?” bersiva min bixwe helbet dê “klasîk” be.  Lê ku pirs weha were fêhmê: “Îro di bazara wêjeyê de kîjan derbasdartir e, kîjan serdestir e û kîjan bêhtir xwedîteleb e?” hingî bersiv dê bête guhartin. Bersiv dê bibe ya “nûjen” bi raya min.

 

*****

11- Xwînerên Kurdî ji ber zêdebûna peyvên Farisî û Erebî xwe ji helbesta klasîk dûr dixin û xwe jê mehrûm dikin. Meriv çawa dikare bala xwîneran bikşîne ser helbestên klasîk?

 

Tahir Dînarî:

Di van bîst sîh salên dawî de hinek mirovên cîhana wêjeya kurd ku pirraniya wan li derveyî welêt in, xwestin helbesta klasîk di ber ya ewropiyan re bimeşe. Lê nok û kizin nabin yek. Ji aliyekî din ve jî xwestin xwe bixine şûna wan helbestvanên kevin weke Cizîrî, Uryan, Xeyam, Herêrî û hwd… Lê helbesteke ji rihê kurdîtiyê dûr bi hestên ewropî bawer nakim xwe bigihîne gel. Kî di kare bibêje helbestên Melê, Xanî, Feqî, Rûhî an jî Cegerxwîn ne kurdewar bûn weya ji çanda ereban an farisan bûn?

Ev camêrên di bin teqlîda helbesta ewropiyan de pirtûkên xwe derxistin pêşberî civaka kurd. Helbet ji ber vê yekê ye jî dema ku xwînerên îro yên bîst sîh salî wan helbestvanan dixwînin vêca yên klasîk bi wan giran tên. Erê di helbesta kilasîk de peyvên erebî û farisî hene, lê bi min ne ji ber vê yekê ye hênceta nexwendina klasîkan. Ji ber ku ya serbest û azad hesan e … Naxwe fêrbûna çend peyvekên erebî û farisî bi min ne ewqasî karekî zor e.

 

*****

12- Min li cihekî xwendibû, wiha digot: “Ji bo tama zimanekî xweş ya wêjeyî berhemên kevin bixwîn herçiqas berhem kevin be hewqasî tama wê lezettir dibe wekî meyê.” Hûn çi difikirin li ser vê gotinê?

 

Tahir Dînarî:

Ez jî tevlî vê nêrînê dibim. Ji ber ku helbestvanên kevin ji derdan tijî bûn.

Ne ji ber reklam û berjewendiyên xwe, ne ji ber nav û pesnên xwe û ne ji bo navdariyeke takekesî helbest dinivîsandin. Armanca wan ev bu ku azadiyeke hevpar, jiyaneke wekhev û hestên evîndarî yên pêroz bi jiyaneke kurdewarî bînin zimên.

Mixabin tu li helbestvanên îro dinerî te ji rihê kurdewar qut dikin û te di nav hestên xwe yên rijî de dibine bar û restorantan, nizam te li keştî û firokan siwar dikin û nizam hên gelek mînakên beletewş ên din…

De ka ma di vê hunera wan de çi tehm dê hebe?

                            

*****

13- Li ser helbestvanên me û helbestên wan yên îroyîn hûn çi difikirin?

 

Memê Miksî:

Ez di rewşeke baş, têr û tijî de nabînim helbesta kurdî ya îroyîn. Mînak, gava tu li ser medyaya civakî an jî li pirtûkên helbestan ên têne çapkirin dinêrî, birastî  bê inta helbestvan têne pêşberê te. Pirraniya wan jî çawa ku em hemî dizanin  li ser helbesta serbest /azad radiwestin. Herweha helbestvanên  ku nexwazin helbesta klasîk wenda bibe û wekî ya berî bidomînin jî hene. Ji wan helbestvanan,  yên pak jî hene û yên di cihê xwe de dijimêrin jî hene lê mixabin zehfên wan jî bê te’m û vala ne û hê bi ser de ji rexneyê re jî girtî ye deriyê wan. Herkes bi keda xwe serbilind e. Naxwe rexneya di cih de, pêşketin e ji bo helbestvanî. Helbest tenê reşkirina rûpelan nîn e. Pêdivî bi naverokek tijî û bi peyam heye. Jêhatin ne ew e ku hema mirov binivîse û çap bike. Hindik jî be jêhatin ew e ku berhem di asta hunerî de bi qalîte be.

Li vir ez dixwazim ve jî lê zêde bikim, elbestvan ca ku pêş bikeve pêdiviya wî bi xwendinê heye. Lê di helbesta îroyîn de gelek kes hene ji xwe re dibêjin helbestvan û çar pirtûkên helbestan ên sereke an jî çar pirtûkên poetikaya helbest û hunerê mixabin nexwendine. Gava ku mirov bi karekî ve mijûl bibe û baxwaze bibe senetkar, pedîviya mirov bi xebatê û çalakiyê heye. Dermanê pêşketina hebestvanan jî  xwendin e.

 

*****

14- Nivîskarên me yên vê dewrê gava peyvekê dinivîsin ji xwe rê dibên “Helbestvan”, gava du peyvan bînin ba hev ji xwe re dibên “Çîroknûs” û gava peyvên wan bibin sê ji xwe re dibên “Romannûs”. Li ser vê yekê nerîna we çi ye?

 

Arif Selçûk:

Ji xwe re çi dibêjin ew bi dilê xwe ne lê ez dixwazim li vir tiştekî din vebêjim: Zêr ji nav axê derdikeve. Ji nêzîkê tonek axê hê ji nû heft heşt xiram zêr derdikevin. Îcar ji bilî ritm, aheng, ciwankariyên xazeyî û hunerî helbesta bi kêş û pîvan weke zêr, moxilkirî û palandî ye ji peyvên zêde, ji hestên rût û tazî û ji ramanên tijî qirşûqal. Kurt û kurmancî hindik û rindik e lê helbesta azad ne palandî ye. Azad e, serbest e û gelek caran serberdayî ye. Tijî qirşûqalên ji peyv û  hest û ramanan e.

Bêgûman di sinc, çand û wêjeya gelan de, helbest û herwaha helbestvan li cîyekî berz û bilind, bi hez û hûrmeteke berbiçav têne hewandin û hêjayî eleqeyeke gewre têne dîtin.

Ev di civaka kurd de jî kêm û zêde wisa ye. Kî hêjabe çi nirxî, civakê mafê wî teqez radestî wî kiriye.

Li vir dixwazim vê vebêjim:

Ku berhemên mirovî ne bi kakil û bi qelîte bin, hejmara helbestên mirovî, hetta piraniya pirtûkên mirovî jî nikare mirovî bike helbestvan. Herweha ev yek ji bo çîrok û romanan jî wisa ye.

Lê îro em bi xemgînî dibînin ku di xala qelîteya helbestê de xitimîn û hebilîneke kûr tê jiyîn.

Gelo, di vê kelepûr û mîrateya me ya mişt û dewlemend de çima em vê stewriyê û vê bêberiyê dijîn? Pirsa herî jiyanî ev e!

Yanê mirov çawa xwe bibîne û pênase bike, mirov ne ew e. Ku civak mirovî çawa bipîve û bibîne mirov ew e.

Lewre rastînasê herî rastîn dîsa civak e…

 

*****

15- Bi yek berhemê meriv dibe helbestvan lê bi yek peyvê jî meriv dikare bibe helbestvan?

 

Arif Selçûk:

Ev pirs hem şênberî û hemjî razberiyê dihindirîne! Li vir ez dixwazim mînakeke nêzî vê pirsê bidim:

Gelo we kesek dîtiye ku di civaka kurd û Kurdistanê de Fatma Îsa (Em bi giramî wê bi bîr tînin.) nas neke û jê hez neke?

Dengbêj û dengzelala me Fatma Îsa, tenê bi strana “Wî Wî Miho” yanê bi yek strana dengbêjiyê nav û deng da û bû “Fatma Îsa”.

Îcar belê, çirûskek dikare şewateke mezintirîn hilêxe. Her wisa peyvek jî dikare berhemekê(pirtûk an jî helbest) bi tena serê xwe bifesilîne, bikemilîne û xwediyê xwe nemir bike. Lê heke peyvek bi tena serê xwe be, ew peyv çiqasî bi hêz be, watedar û wanedar jî be, nabe helbest û xwediyê wê jî nabe helbestvan. Weke pêşiyan gotî: “Bi kulîlkekê bihar nayê.”

 

*****

16- Gelo ji bo danasîna helbesta kurdî bi taybet ya klasîk xizmetek an jî projeyeke we heye?

 

Walî Bedelpûr:

Berî her tiştî pêwîst e ku bibêjim, gelekan ji me heya niha asta wêjeya kurdî û bi taybet asta helbesta kurdî baş nas nekirine.

Zêdeyî me, helbestvanên kurd çend kesên weke Xanî û Cizîrî û Feqî û Cegerxwîn dizanin û ji behra mezina helbestên kilasîkên kurdî bêxeber in.

Lê di rastiyê de hejmara helbestvanên xwedîdîwanên ên kurd ewqas gelek e ku hejmara wan ya rast belkî ti kes nizane.

Her ser xatra vê yekê bû, min û çend hevalên xwe yên Kaniyê û derveyî Kaniyê, bi qasî ku em dinasin û dikarin me hewil da ku em dîwanên helbestên Kurdî di yek cihê de kom bikin da bi hêsanî bêne ber dest, bêne bikaranîn û bigihin destê wêjedost û helbesthezên kurd.

Karê ku me kiriye û ez behsê dikim, amadekirina bernameyeke telefonên zîrek e ku ji bo sîstema androidê hatiye amadekirin.

Versiona yekem a bernameya me ya bi navê “Kaniya Helbestan” ku dê li ser Google Play ê di demeke kin de bête weşandin, hê ji niha de 50 dîwanên helbestvanên kurd di xwe de digire ku zêdetir ji 15 ê wan dîwanan jî ev cara yekem e ku bi fermî têne weşandin û heya niha nehatine naskirin.

Helbestên di versiona yekem de zêdetir ji 3500 heban in û sercem nêzî 60’000 malikên helbesta kurdî têde hatîne bicihkirin. Li gel vê yekê jî bername, sade û sivik e û herkes dê bikaribe daxe ser telefona xwe û jê mifahê vergire.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev