Nameyên evînî -47

Nameyên evînî -47

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a çilûheftan e.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

***
Qurbana dilê te bim, Nura ezîz, horîya min, bêy te jîyan betreng e, bi rengekî ye, ruhê min.

***
Di nava 4 salan da em saniyekê jî ji hev têr nebûn, sohbeta me her çû germtir û xweştir bû, hîç karek jî bi hev ra bûna me ne girîngtir û xweştir bû. Di nav 4 salan da eger tirsek hebûye, ew jî ew bûye, ku em ji vê rewşê dûr bikevin.

***
Belê qurbana te bim. Bextewarîya me jî wê rehet nesekine. Emê bextewariya xwe bikin alaya xwe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev