Weşanxaneya Peywendê “Hêsirên Xwînê” ya Ahmedê Hepo weşand

Weşanxaneya Peywendê “Hêsirên Xwînê” ya Ahmedê Hepo weşand

Umîd Demîrhan

Taybetiya wêjeya kurdên Kafkasê ew e ku bi zimanê axaftinê yê rojane hatine afirandin. Dibe ku di nava hevokê de hinek peyvên biyanî hebin; lêbelê ev peyv ziyanê nadine hevoksazî û bedewiya nivîsaran. Ahmedê Hepo jî yek ji wan nivîskaran e ku bi keda salan bi zimanê gel berhem afirandine û ev berhema wî ya duyem e ji aliyê weşanxaneya Peywendê ve tê weşandin.

Wêjeya kurdên Kafkasê ji bo çend sedeman gelekî girîng e:

  1. Ji bo dengnasî (fonetîk) û peyvsaziya kurmancî gencîneyek e. Zimanzanên kurd dikarin numûneyên wê wekî model bigirin, peyvan darêjin.
  2. Ji bo naskirina şêweyên derbirînê hevoksaziyeke wê ya taybet heye.
  3. Wekî belgeyeke dîrokî jiyana kurdên kafkasî ronî dike.

 

Wekî edîtorê berhemê min “Berhevoka Serhatiyan” a Ahmedê Hepo de li ser du beşan hatiye leva kir: Beşa yekem ji kurteçîrokên wî bi xwe pêk tê ku nivîsandina wan ji sala 1965an dest pê kiriye; hinek bi sernavên “Adar” û “Emir Gul Vedide” wekî pirtûk hatine weşandin, hinek jî di nava berhemên wî yên din de hatine raçandin. Min “Adar” û “Emir Gul Vedide” ji tîpên krilî guhastin ser latînî; herwiha yên belawela weşandî di vê beşê de kom kirin. Naveroka vê beşê wiha ye: “Qîza Qirqiz”, “Bextê Qîza Metê”, “Laçik”, “Zehmetê Giran”, “Emrê Teze û Rasthatina Nebîrkirî”, “Fîncana Birîndar”, “Dermanê Dilê Dê”, “Ewled”, “Dara Gûzê”, “Kevirên Reş”, “Bar-Cemek”, “Perê Merzel”, “Hêsirên Xwînê”, “Xwîn bi Xwînê”, “Deva Sipî”. Di beşa duyem de jî hinek kurteçîrokên wî yên wergerandî hene ku ji azerbeycanî hatine hilbijartin û di berhemê de wiha cih girtine: Ji Huseyn Îbrahîmov, “Bedewa Kurdan”; ji Êlûca Atali, “Lê dayê, bê lê da simbilê me şkênand”; ji Hezî Elîyêv, “Surra Evra”; ji Famîl Sulêymanov,”Zinarê Humayê”.

 

Dema ku xwendevan vê berhemê bixwîne:

-wê bibîne ku ziman û hunera nivîskarî wekî grafîkekê ast bi ast bi pêş ketiye; ji Rewanê dest bi tevgerê kirine û li Bakuyê cîwar bûne.

-wê huner û bedewiya zimanê gel ji nêzîk ve binase ku dil nevêje zimanekî çêkirî yê sentetîk.

-ji bo ku peyvên kêmnas hatine şîrovekirin, ne te vê berhemê wê bikaribe gelek berhemên wêjeya Kafkasê bê ferheng bixwîne.

Ahmedê Hepo: Wekî dilsozekî zimanê bav û kalên xwe

Camêr 20ê meha gulanê ya 1934an li gundekî herêma Elegezê yî bi navê Şîranê hatiye dinyayê. Di sê saliya xwe de bi sirgûnê tê şîrevekirin. Di sêzde saliya xwe de tevî malbatê ji Celalabada Qirxizistanê vedigere Azerbaycanê. Bi rastî malbat dixwaze vegere gundê xwe; lêbelê Ermenistan pêşiyê li wan digire û nahêle ew bizivirin ser warên xwe yên berî sirgûnê. Sal dibihurin, cîwanê ku dibistana amadehiyê li Bakûyê xwendiye; firsendekê dibîne û tê Ermenistanê. Li wê derê dibe pisporê zanistên perwerdehiyê û tevî karwanê rojnameya Riya Teze dibe.

Hê di xortaniya xwe de li nava gundên kurdan digere, li ber tendûran li gel kal û pîran rûdine û çanda kurdên heyama xwe diguhêze ser kaxezê. Bi vî karê xwe ne tenê hewana xwe tijî peyv, gotin, çîrok û serpêhatî dike; her wiha çand û wêjeya kurdî ya devkî bi reseniya wê ve digihîne nifşên nû. Jixwe taybetmendiya zimanê Apê Ahmed ew e ku axaftina rojane ya birekî kurdan parastiye û kiriye belgeyeke nemir. Wisan bawer dikim ku nifşên nû dê bi riya berhemên wî hem dîroka vî birê kurdan zelal bikin hem jî vê devokê ji gelek aliyan ve binirxînin.

Berhemên Apê Ahmed ne tenê ji aliyê zimên ve belgeyine wêjeyî ne; her wiha ew serpêhatiyên wî jî bi qasî zimanê wî orjînal in. Her kurdekî ku bi mebesteke kurdewariyê çûye Azerbaycanê teqez riya wî bi mala Apê Ahmed ketiye; bi alîkariya wî gihiştiye mirazê xwe. Ahmedê Hepo hem damezrînerê wêjeya kurdî ya kurdên Azerbaycanê hem jî bi xebatên xwe alîkariya pêşveçûna wêjeya kurdên Ermenistanê kiriye. Ji serpêhatî û bîranînên wî diyar e ku di nava sînorên Ermenistan û Azerbaycanê de nemaye; di serî de Kurdistan, li gelek welatan geriyaye; doza zimanê xwe kiriye. Carinan li gel giregirên wêjeya kurdên Qafqasê rûniştiye; ketiye nava nîqaşên zimanî. Carinan fikr û ramanên xwe bi kurdên Kurdistanê û koçberiyê re pareve kiriye; heyama xwe bi awayekî zindî ragihandiye wan. Tenê berhem nenivîsandine; hem berhem wergerandine kurdî hem jî berhemên nivîskarên ciwan sererast kirine; bi pêşniyarên xwe rê li ber wan asan kirine û asoyên geş dane pêşiya wan. Ji bilî çapemeniya nivîskî, ketiye rojeva medyaya dîtbarî, beşdarî gelek bernameyên televîzyonî bûye. Di konferans û semîneran de jî bi ramanên resen û serpêhatiyên zindî derketiye pêşberî guhdaran.

Ev berhema Ahmedê Hepo van rojan li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê derdikeve pêşberî xwendevanan û li standa weşanxaneya Peywendê peyda dibe. Herwiha ji aliyê gelek belavkarên pirtûkan ve jî li Kurdistan û cîhanê tê belavkirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev