
KANIYA HELBESTAN
Qasim Xelîl
Bernameya Kaniya Helbestan yekem bernameya kurdî ye ku hewl dide dîwanên helbestvanên kurd di yek cihî de kom bike û bigihîne destê xwîner û bikarhîneran.
Guhartoya yekem ya vê Appa niha li ber destê we, ji 3392 helbest û nêzî 53 dîwanên kurmancî û soranî pêk hatiye.
Bi qasî ku me kariye me helbest bi alfabeya latînî li ser Appê zêde kirine lê ji ber nebûna demê û nebûna nusxeyên latînî yên hinek helbestan ji neçarî me hinek dîwan bi taybet ên soranî bi alfabeya aramî li ser bernamê zêde kirin lê em ê hewl bidin di nuxseyên bê de vê pirsgirêkê jî çareser bikin.
Hûn jî dikarin di latînîkirin an jî di dijîtalkirina helbestan de alîkariya me bikin. Hîn pirr dîwan mane ku cihê wan di bernameyê de vala ye û pirr helbestvanên genc û nû jî hene ku xwedîdîwan in lê me ew nas nekirine. Tikaya me ew e, her bikarhînerekî vê bernameyê bi şandina helbest, dîwan, pêşniyarî û rexneyên xwe alîkariya me bike û di pêşvebirina vê Appê de pişkdar be.
Hûn dikarin bi rêya E-nameyê ([email protected]) bi me re bikevin têkiliyê. Her weha hevalên alîkar ên di amadekirina vê berhemê de jî dikarin bersiva pirs û daxwaz û pêşniyarên we bidin. Di tora Facebookê de hûn dikarin bi Kasim Xelili , Îrec Mêhrbexş, Memê Miksî û Walî Bedelpûr re bikevin peywendiyê.
Hûn dikarin ji vê lînkê Kaniya Helbestan daxin:
https://play.google.com/store/apps/details…
Riataza