Dr. Berhem Salih di têgehiştina teng de

Dr. Berhem Salih di têgehiştina teng de

Suleiman Sulevanî

 

Di baziganiyê de gotineke heye dibêje:”Her tişt tê kirîn bi nerxekê zêde” lê sîyasetvanekê kurd bi heman têgehiştinê gotiye: ”Her kes tê kirîn lê nerxê wan cudaye”, her çend rastiyek di van gotinan de hebe jibo hin kesên egoist lê jibo her kesî nabe û ev gotin cihê şermizariyê ye. Mixabin ev diyarda (fenomena) kirîn û firotina helwêst û wijdana mirovan nav kurdan de ne kêm e, hinek giran û hinek pir erzan.

 

Demeke axiftin tê kirin ser vegera Dr. Berhem Salih nav rêzên YNK de. Masmedya kurdî bi vê pirsê mijûl bibû û her dema pirs jê dihat kirin ka ew ê vegere nav rêzên YNK yan na, her car bersiva Berhem Salih ”Na” bû. Ev ”Na, na, na” di 19 september de bi daxuyaniyekê bû ”Erê”. Ji reftar, helwest û axivtina wî diyar bû ku ew ê vegere, lê bazara li pişt perdeyan bi dawî nehatibû û loma ew vegeran dereng ma û 11 rojan berî helbijartinên dawiya vê mehê bi daxuyaniyekê hat belavkirin. Lê çima ew daxuyanî ewqas dereng ma. Boykotkirina helbijartinên 30ê meha neh, beşek bû ji plana vegerê û dereng mayîn jî tenê jiber sedemên teknîkî di bazara danûstendinê de bû. Eger na, çima boykotkirin? Çima hevalên xwe û partiya xwe xapand û ew li ba hiştin? Çima nuha vegerya nav YNK? Çi hat guherîn? Erê kandîdbûna jibo serokkomariyê hêjayî hemû fedakariyan e? Erê rast e ew jibo serokkomariyê ji YNKê derket û jibo wê serokatiyê vegeriya? Gelo çima jibilî kandîdbûna serokkomariyê ew bê şert û merc vegerya YNKê? Çima daxwaza reform û çaksaziyê nav partiyê de nekir? Grupa xiyanetê ne tenê YNK îflîc kiriye, belku prosesa pêşeroja Kurdistanê jî xistîye metirsiyê.

 

Balkêş e çima Berhem Salih ew biryar da û bi taybetî nuha, da vegere nav rêzên YNKê. Dema wî dev ji YNK berda, YNK wek partî di rewşeke asayî û normaltir de bû. Grupa xiyanetê nav partiyê ne xuyabû û Kerkuk hê ne hatibû firotin. Paradoks jî ew e ku ew ser destê grupa xiyanetê di kesayetiya Pavil Talebanî vegera. Kê kî xapand? Lê di herdû haletan de ew xaleke reş e di dîroka Berhem Salih de. Helbet derketin û vegerana nav partiyekê de an guherîna partiyekê normal e û mirov azad e, lê ne bi vî awayî.

 

Çend ho hene jibo vê vegerê:

  • YEK, Berhem Salih û partiya wî dizanî ku ew deng nahêne û helbijartinê 12 may/mays jibo perlemana Iraqê milletê kurd realitet û mezinbûn/biçûkbûna wî û partiya wî nîşan da.
  • DU, Dr. Berhem ne mirovekê netewî ye û ew weke gelek siyasetvanên kurd jibo berjewendiyên xwe yên kesanî amade ye her tiştî bike.
  • Sê, jiber helwêsta wî ya îraqçîtî û yekitiya Îraqê ew tê pejirandin ji aliyê hêzên sunnî û şîî yên ereb. Ev helwesta îraqbûnê Brett McGurk jî destek dike ku roleke pir xirab listiye berî û piştî Referandoma 25 september/îlol 2017. Brett McGurk bixwe jî kesekî heya hestiyan helgirê bîra yekitiya ”axa Îraqê” ye. Îran jî digel kandîdbûna Berhem Salih e û têkiliyên wî pêre baş e.
  • Çar, lawazbûna YNKê û bi taybetî piştî xiyaneta beşek ji endamên serkirdayetiya wê û firotina Kerkukê di 16 oktoberê de wilo kir ew hêvîya bihêzbûna xwe bi kesekê weke Berhem Salih girê bide. Pavil Talebanî hewlên yekcar mezin dan da Dr. Berhem vegere nav rêzên YNK. Çi bazar hatiye kirin hê nayê zanîn jibilî kandîdbûna serokkomariyê.

 

Nuha Berhem Salih take kandîdê YNKê ye bo postê serokkomarê Îraqê her çend Mele Bextiyar di preskonferansekê de digel Brett McGurk (18 september 2017) gotibû ku eger Berhem Salih vegere nav rêzên YNKê ew ê bibe yek ji kandîdên YNKê jibo serokkomariya Îraqê. Lê piştî rojekê (19 september) Berhem Salih vegeriya û ji nîşkave ew bû tak û tenya kandîdadê YNKê.

 

Pirs li vir ew e gelo Berhem Salih hêja ye nunertiya kurdan bike û bi navê kurdan bibe serokkkomarê Îraqê? Çavxişîneke bi lez ser dîroka Berhem Salih di demeke kurt de, yek du salên derbasbûyî de; her tişt ron û zelal dibe. Di dema Referandomê de û piştî xiyaneta 16 oktoberê li Kerkukê û piştî helbijartinên Îraqê, mirov dibîne ku roleke wî ya pir negativ hebû di rêkxistina mala kurdî de. Û ne tenê rêkxistin belku ew bû akterekî serekî digel çend grupên din di xirabkirina mala kurdî de Jixwe ne hewceye IQya mirov pir bilind be da bibîne û bizane ku serokkomariya Berhem Salih ne di berjewendiya kurd de ye, bi taybetî dema mirov dibîne ku hemû dagirkerên Kurdistanê digel Berhem Salih in. Ger xêrek di Berhem Salih de jibo kurd hebaye ew hemû neyarên kurd nedibûn yek di piştgirîya wî de.

 

Partiya Demokrata Kurdistan PDK razî bibe bi kandidbûna Dr. Berhem Salih de, ew ê bê problem bibe serokkomar. Bi dîtina min nabe PDK rê bide Berhem Salih bibe serokkomarê Îraqê. Erê, çi xêreke mezin nîne di wî postî de jibo kurdan, lê cardin gereke yek wê berpirsiyariyê rake ku bikare nûnertiya kurdan bike li Bexda. Nûnerên YNK ji Mam Celal bigre heya Dr Fuad Mesum ji xirabîyê zêdetir tiştek neanîn bo kurdan. Bila vê carê PDK kandîdekê destnîşan bike. Erê PDK daye xuya kirin ku ew ê kandîdê xwe diyar bikin û ligor gotina Sero Qadir her sê Barzanî: Mesud Barzanî, Nêçîr Barzanî û Mesrur Barzanî xwe kandîd nakin jibo serokatiya Îraqê, ew avakerên serxwebûna Kurdistanê ne. Gotinên xweş, rast û di cih de ne.

 

Bi dîtina min ne merc e kandîdê postê serokkomariyê endamê PDK be belku ya giring, ew kes kesekê netewî û çavnetirs be. Kesekê mîna Dr. Necmedîn Kerîm hêjayî wî postî ye û ew ê bikare xizmeteke baş bike bo kurd û Kurdistanê. Helbet rewş gelek nazik e û dijiminên kurdan bi çar çavan û mejiyekê dijminane prosesê dişopînin û ew ê her tiştî bikin da aramî û pêşveçûna Kurdistanê xirab û asteng bikin. Û loma jî gereke PDK pir bi nezaket û huşyarî digel vê pirsê bide û bistîne, dijminatiya nav kurd de xav û sist bike. Kurd tîniyê serxwebûn û dewleta xwe ya netewî ye û bi helgirtina dirûşma ”Serxwebûn û dewleta kurdî” PDK mezintir dibe, lê digel vê mezinbûnê berpirsiya wan jî mezin dibe û halî hazir kes ji wan çêtir nîne bo helgirtina wê berpirsiyariyê.  Û di pêşerojeke ronî/tarî, baş/xirab ew berpirsiyarê wê berpirsiyariyê ne!

 

Şaşîyên hemû partiyan hene, kêmasî hene û mirov dikare wan tûj rexne bike, dîtinên xwe, şaş rast bîne ziman, lê di navbera baş û baştir ez ê her dem ya baştir helbijêrim û di navbera xirab û xirabtir ez ê ya xirab helbijêrim.

Bi hêvîya pêşerojeke xweş û geştir li welatê roj û çiyan.

 

P.S. Ev gotara delal bi taybet ji bo malpera Riataza hatîye nivîsandin. 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev