Mihemedê kurd û hin çîrokên din -13

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -13

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Di gund de xanî, mizgeft, bazar, himam, çarsî û dibistanên nû dihatin çêkirin, ku nifûsa gund jî her diçû zêde dibû. Mihemed şêniyên gund, di çêkirina wan awahiyan de bi erk û wezîfedar dikir.

Lê meriv nikaribû êdî bigota gund, lewma ji gundekî zêdetir dişibiya bajarekî piçûk. Mihemed jî di qesra xwe de, li ser textê xwe rûniştibû û wek mîrekî di bajarê xwe de hukum dikir. Di hukumdarî û rêvebiriya Mihemed de, ji her cure karker û memûran bigre ta wezîran, hazir û amade bûn.

Mihemed hemû cedel û gengeşiyên rûniştvanan bi asanî hel û safî dikir, ku qirar û biryarên wî şêniyên bajêr kêfxweş dikir.

Hemû şêniyên mîrektiyê qefle bi qefle dihatin dîtina qesir, baxçe û kaniyên bajarê nû, ku ew bajarê piçûk bûbû bexçê mîrektiyê û havîngeha welêt.

Du stranbêjên Mîr Gulnar hebûn; yekî li harpê dixist, yê din jî li lûtê (harp û lût: du aletên muzîkê ne), ku ji hunera muzîkê bigre haya hostatiya şiîrê qet ferq di navbera wan de tunebû. Ji bo wan muzîsyenan, em ê bêjin; ew bijare û favoriyên Mîr Gulnar bûn. Favorîbûna mîr alîkî, ji aliyê gelek mezin û giregirên bajêr ve jî dihatin vexwendin, ku bi dengên xwe ên xweş û zîrektiya xwe ya di lêxistina amûran de guhdarên xwe kêfxweş û serfiraz dikirin.

Rojekê stranbêjekî gote hevalê xwe:

“Were em herin bajarê Mîr Mihemedê kurê Mîr Fîdous û serîkî bidine wî. Em ê bi muzîka xwe dilê wî xweş bikin, ku ez baş dizanim Mîr Mirhemedê bexşîşeke baş bide me”. Piştî van gotinên stranbêj, hema wê rojê amûrên xwe ên muzîkê wergirtin û berê xwe dan bajarê Mîr Mihemedê kurê Mîr Fîdous.

Dema xwe gihandin bajêr, ciyek nema ku lê negeriyan û di axiriyê de hatin li ber deriyê qesra Mihemed sekinîn. Mihemed bala xwe dayê du kesên xerîb li wira ne, îşaretê xîzmetkaran kir, ku wan bînin ba wî. Stranbêjên me jî ber bi Mihemed çûn û bi rêz û rêzdarî silav danê. Mihemed jî bi rûmetdarî xêrhatin li wan kir û emir da xulaman, ku mêvanan bigerînin, qesrê nîşanê wan bikin. Piştî gerandinê derbasî odeyekê bûn, ku li ser masekî cur bi cur xwarin hatibûn amadekirin.

Dû xwarinê, çûne cem Mihemed û jê re gotin, ku ew stranbêjên Mîr Gulnar in. Îca ji we re bêjim, bona destûra destpêkirina stranên xwe, lavayê Mihemed kirin. Mihemed jî got, destûr ya we ye, kerem kin, ji vê teglîfa we xweştir çi heye!

Muzîsyenan amûrên xwe danîbûn ber derê qesrê, çûn hildan anîn û dest bi lêxistinê kirin. Bi dengê muzîka wan re, dil û canê Mihemed jî bi kêf û şad bû.

Bi bihîstina dengê muzîkê re, dotmîrê jî serê xwe di ber perdê re derxist û dengê melodiya muzîka wan ew jî efsûn û sermest kiribû.

Ev xûy û xeysetekî jinan e, ku çiqas westiyayî û betilî bin jî, nikarin xwe li ber guhdarkirina muzîkê û temaşekirina reqsê bidin sekinandin.

Dema stranbêjan Dûrat el Mûlûk dîtin, ji wan re wisa hat, ku ew hîvek e û perde jî ewrek e, ku heyv di pişt ewr re hilatiye. Heta wê rojê rastî xwediyê bedewî û rindiyeke wisa nehatibûn. Û bi dîtina wê re dilxweşî û kêfxweşiya wan zêde bû, zêde bû heta bûn serxweş. Lê ger em werin Mihemed, wî ew rewşa wan ferq nekiribû û dema wan karê xwe qedand, derxist kîsek zêr da wan. Herdu dengbêjên Mîr Gulnar spasiyên xwe pêşkeş kirin û bi dilşadî vegeriyan bajarê xwe.

Waxtê stranbêj ne li bajêr bûn, Mîr Gulnar du cara şandibû pey wana, feqet herdu caran jî nehatibûn dîtin. Cara sêya xizmetkarên mîr, ew di malên wan de dîtin û girtin anîn dîwana mîr. Gelek wext derbas bûbû, ew çend car bû mîr dişand pey wan û ji wan pirsî ka ewqas wexte li ku bûn. Wan jî ji mîr re behsa çûyina xwe ya bajarê Mihemedê kurê Mîr Fîdous û serdana wan û pêşandeya stranan kirin.

Peyre mîr ji wan pirsî ka tevgera Mihemed ya li hemberî stranbêja bi merdî û camêrî bû yan na. Gotin:

“Erê birastî jî, bi merdî û camêrî bû! wî ne tenê xurek, herweha kîsek jî zêr da me”. Û derbarî Mihemed de gotinên xwe domandin. Mîr Gulnar ji stranbêjan pirsî:

“Xwediyê hespên çê ye, qesra wî çawa ye?” Gotin:

“Erê mîrê min, ji hespên Mîr Mihemed çêtir hesp tunene û qonaxa wî jî muezem e. Lê! lêbelê li wê derê, ya herî pesindar jinek bû. Erê jinek bû, ku em nizanin jina wî bû yan xizmetkara wî bû. Lê ew kesa xwediyê wê bedewiyê, ku ew bedewî heya niha nehatiye dîtin, bê mey û şerab em dîn û serxweş kirin.” Bi wî awayî stranbêjan dest bi qal û behsa rindî û bedewiya dotmîrê kirin.

Dû wan gotinan, Mîr Gulnar, ku ji jinên bedew hez dikir, bêyî dîtina dotmîrê, bû aşiq û evîndarê wê.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev