LI SER PEYVÊN ILMÎ

LI SER PEYVÊN ILMÎ

Raif Yaman, nivîskar

Linguistên zimanekî li ser peyvên ilmîyên di zimanê wan da tune bin bi hawayekî li hev dikin û pêşkêşî miletê xwe dikin. Ji peyvên berahvêtîyên di sedsala bîstan da, bi taybetî jî ji ên çaryeka dawîna sedsala bîstan bi vir da ji alîyê kurdên bi kurdîya xwe nebawer ve ji ber xwe hatine havêtin em têdigihên ku linguistên kurdan ne di wê derecê da ne bikanibin bi rîya çêkirina peyvan ji vê meselê ra çareyekê bibînin. Çimkî pirranîya peyvên di sedsala bîstan da hatine çêkirin ne li gor pîvanên linguistic ên zimanê kurdî ne. Nimûne: di kurmancî suffixa -er tune, lê gelek peyv bi tesîra îngilîzî bi vê suffixê hatine çêkirin. Di kurmancî da suffixa -dêr tune, di şûna suffixa -dar da gelek peyv bi şaşitî bi -dêr hatine çêkirin. Heta peyvên berxwedar û berxudar ên hezar zal pirtir e di kurdîya nivîskî da jî hene bi tesîra vê sergêjitîya berdewam bûne berxwedêr. Navê herêma Berzan, eşîra Berzanîyan û famîla Berzanî bi tesîra îmla îngilîzî bûne Barzan, Barzanîyan û Barzanî. Her kes dizane ku bi kurdî gotinek bi navê barz tune, lê berz heye dîsa jî dev ji şaşitîya xwe bernadin.

Gelek peyv jî bi mentiqa zimanên bîyanî hatine çêkirin, bi gotinek din ji tercûma herf bi herf a ji zimanên derî kurdî hatine peydakirin. Nimûne, peyva lêker rasterast ji yüklem a tirkî hatîye çêkirin. Peyva parêzga ji tercûma muhafaza erebî hatîye çêkirin. Peyva peymangeh ji tercûma me’ehed a erebî hatîye çêkirin. Çi alaqa vê gotinê bi gotina institutum a latinî ra heye? Ji fêlê xwendin çêkirina gotina xwîner bê guman peyvek ji peyvên lûtka vê sosretîyê ye. Bi hezar salan e di zimanê kurdî da gotina xwende heye. Gotina xwendevan jî di zimanê gel da heye. Ewên ji ber xwe havêtine jî tê da kesek nizane esl û cisnê xwîner çi ye.

Di rewşa kurdîya îro da neologya (çêkirina peyvên nû) ji pîvanên zanîna lexicologyê dûr tenê dikane zirarê bide kurdî. Piranîya kurdên vî karî dikin ne linguist ne jî philolog in. Peyvên pirtûk (pertûk), lênûs, pênûs, xwîner, vebêjer, hevalnav, cînav, rengdêr, hevjîn, ol, berwarî (di mana demê da), hevok, serok, bîrkarî, drav, peymangeh, parêzgar ji van peyvên sosret tenê çend heb in.

Li dunyayê zimanekî xwerûyê tenê ji peyvên xwe pêk bê heta nuka nehatîye dîtin û ne jî hatîye bihîstin. Xwastina çêkirina zimanê sade ji xwastina peydakirina zimanekî sosret pê ve ne tiştekî din e. Kesên li çêkirina zimanekî sade dixebitin di rastîya xwe da kesên bi xwe û bi zimanê xwe ne bawer in. Ji wan bê dema turk û ereb û faris çend peyvan ji zimanê wan têbigihên ewê kurdî ji zimanbûnê derbikeve, lê di rastîyê da tiştekî wusa tune. Heke hemparîya peyvan xwedî hêjahîyek wusa bûya ewê îro zimanên zengîntirînên cîhanê zimanên feqîrtirîn bûna. Ewê zimanên ji heman famîlê ziman jî nehatana hesibandin. Lazim e kurd jî êdî vê rastîyê bibînin û rojekê bi pêş da van peyvên beravêtî ji zimanê xwe bihavêjin, ne ku ên nû lê zêde bikin.

Peyvek di zarekî (dialect) zimên da tune be, pêşîyê li zarên din tê nihêrîn, paşê li şêwezarên (subdialect) wî zimanî, di wan da jî tune be li zimanên nêzîk ên heman famîla zimên, dûv ra li zimanên dûr ên heman famîlê, piştî vê li zimanên gelên cîran tê nihêrîn, heta mumkûn be ji van zimanan yekî ew peyv tê girtin. Heke ji van hemîyan peyva lazim neyê peydakirin, wê demê linguist dikanin serî li rîya neologyê bidin. Kesên peyvan çêbikin neçar in di warê lexicography û grammatica zimanê xwe da alim bin. Li gelek welatan vî karî zanyarên academy û institutên zimên dikin.

Li cîhanê di warê gotinên ilmî da çar zimanên qedîmên sereke hene: sanskrîtî, yûnanî, latinî, erebî. Piranîya miletên ewrûpî gotinên xwe ên ilmî ji yûnanî û latînî; aryanên asyayîyên ne musulman ji sanskrîtî; piranîya miletên musulman jî ji erebî ev peyv girtine.

Di vê rewşê da kurd dikanin di warê peyvên ilmî da çi bikin?

  1. Dikanin van peyvan ji erebî bigirin.
  2. Dikanin van peyvan ji sanskrîtî bigirin.
  3. Dikanin van peyvan ji yûnanî û latînî bigirin.
  4. Dikanin peyvên erebî ên bi tesîra dînê îslamê, bi tesîra farisî û turkî ketine kurdî wekî xwe bihêlin, ên mayî li gor nêzîkbûna wan a zimanê kurdî ji sanskrîtî, yûnanî û latînî bigirin.
  5. Dikanin ji van zimanan peyva kîjanî nêzîktirî kurdî be wê qebûl bikin.
  6. Dikanin peyvên sanskrîtî, yunanî, latînî û erebî bigirin û bijartinê ji milet ra bihêlin. Bi kîjanê bixwazin bira pê binivîsin û bipeyivin. Du numûnên bi heman rêza van zimanan: Yek: krîya, rîma, verb, fêl. Du: servenam, antonîm, pronom, zemîr.

Hêvî dikim ev çend numûnên peyvên ilmî di vî warî da bibin destpêka xebatên nû ên lexicographic, û di heman demê da bibin destpêka dawîya peyvên sosret.

Codên zimanan: ar. erebî, av. avestî, de. almanî, el. yûnanî, en. îngilîzî, fa. farisî, fr. fransizî, hi. hîndî, it. italyanî, la. latinî, sa. sanskrîtî, tr. turkî, ur. ûrdûyî, Oel. yûnanîya qedîm, Ofa. farisîya qedîm, Mfa. farisîya navîn (pehlevî), par. parthî

Not: Me suffixên van zimanan -a, -e, -ia, -ie, -os, -us, -um, -un, -en di peyvên ji bo kurdî da bi zanetî nenivîsîne. Çimkî ev suffix particulên xusûsîyên van zimanan in.

ÇEND PEYVÊN ILMÎ ÊN KURDÎ-ÎNGILÎZÎ

 

ablativ la. ablative

accusativ la. accusative

adjectiv la.  adjective

adverb la. adverb

agha tr. feudal

aghatî feudalism

akşar sa. consonant

alim ar. scientist

anthropolog el. anthropologist

anthropologic el. anthropological

anthropology el. Anthropology

aqilane logical

archaeology la. archaeology

aspirat la. aspirated

authentic el. authentic

avxest fa. island

badî aspirated

behr ar. sea

behrî mariner

berbiçav concrete

beynelmilel fa. international

bibliography el. bibliography

botanic la. botanic

capital la. capital

capitalism fr. capitalism

capitalist fr. capitalist

cezîre ar. island

chronology la. chronology

cîld ar. volume

çîrokbêj story teller

çîtrilîk sa. pictograph

civilisation la. civilisation

communal fr. communal

communism fr. communism

communist fr. communist

concret la. concrete

conjunction fr. conjunction

consonant la. consonant

cultur la. culture

cumle ar. sentence

dativ la. dative

defter ar. notebook

democrat el democrat

democratia el democracy

democratism fr. democratism

dengdar voter, elector, constituent

dengûbas news

dental la. dental

destûr constitution

dialect la. dialect

dîn  religion

dîndar religious

dîndartî piety

dînî religious

duwelî ar. international

ebced ar. consonantal alphabet

edebî ar. literary

edebîyat ar. literature

edîb ar. man of letters

elîfbe ar. alphabet

eslî ar. original

ethnograph el. ethnographer

ethnography el. ethnography

ethnolog el. ethnologist

ethnology el. ethnology

etymology el. etymology

faş (fehş) fascist

fascio la. fascist

fascism fr. fascism

fascist it. fascist

faşitî fascism

faucal en. faucal

fêl ar. verb

fêlê lazim intransitive verb

fêlê mute’ed transitive verb

feminin la. feminine

ferheng fa. dictionary

fermandar par. commandant

fermande fa. commandant

feudal la. feudal

feudalism fr. feudalism

feudalist fr. feudalist

folklor en. folklore

folkloric folkloric, folkloristic

folklorist folklorist

fricativ la. fricative

genetic  Oel genetic

genitiv la. genitive

geograph el. geographer

geography el. geography

gername traveller’s book

glyph el. glyph

grammatic el. grammar

graph el. graph

graph el. graph

guttural la. guttural

helbest poem

helbestvan poet

herf ar. letter

hewal news

hieroglyph el. hieroglyph

hieroglyphic el. hieroglyphic

homofon el. homophone

homograph el. homograph

honraw poem

hozan OFa poem

hozanî poetical

hozanvan poet

humanism fr. humanism

humanist fr. humanist

hûşmend fa. smart

ideograph el. ideograph

ideographic el. Ideographical

ideography el. ideography

ilm ar. science

ilmî scinetific

îmla ar. orthography

institut la. institute

international fr. international

internationalism fr. internationalism

internationalist fr. internationalist

intransitiv la. intransitive

îtîhas sa. history

îtîhasî historical

îtîhaskar sa. historian

jinane feminine

katavaçik sa. narrator

kelem hi. pencil

kemalism fr. kemalism

kemalist fr. kemalist

kîtabîyat ur. bibliography

kitêb ar. book

kom community

komîn communal

komîn communal

krîya akirmek sa. intransitive verb

krîya sa. verb

krîya sekirmek sa. transitive verb

kurdolog fr. kurdologist

kurdologic el. kurdological

kurdology el. kurdology

labial la. labial

lehce ar. dialect

leninism fr. leninism

leninist fr. leninist

lexicology Oel. lexicology

linguist la. linguist

linguistic en. linguistics

linguistickî linguistic

locativ la. locative

man hi. main

manû av. human

marxism fr. marksism

marxist fr. marxist

masculin la. masculine

medad fa. pencil

medenî ar. civil

medenîyet ar. civilisation

mentiq ar. logic

mentiqî logically

merdane hi. masculine

metn ar. text

metre fr. meter

metro el. meter

milet ar. nation, people

misafir ar. traveller

muhavra sa. sentence, phrase

nam noun

nameg Mfa. book

nation la. nation

national la. national

nationalism la. nationalism

nationalist fr. nationalist

ne aspirat non-aspirated

negativ la. negative

nexşe fa. map

nexşekêşî fa. cartography

nivîsende fa. writer, author

nivîskar author, writer

nominativ la. nominative

original la. original

orthograph el. orthograph

orthographic el. orthographic

orthography el. orthography

palatal la. palatal

paleograph el. palaeographer

paleographic el. palaeographical

paleography el. palaeography

paleontolog el. palaeontologist

paleontologic el. palaeontological

paleontology el. palaeontology

part parte

particul la. particle

pedvezen par. follower

pencil en. pencil

pere av. money

petroglyph el. petroglyph

petroglyphic el. petroglyphic

peyrew follower

philolog el. philologist

philology el. phlilology

phoneme fr. phoneme

phonetic el. phonetic

phonology el. phonology

pictograph en. pictograph

pictographic en. pictographic

pictography en. pictography

pilot it. pilot

planet la. planet

positiv la. positive

process en. process

pronom la. pronoun

pûrveserg sa. preposition

qanûn ar. law

qanûnê esasî ar. constitution

qelem ar. pen

qewm ar. nation

qewmî national

rahî hi. traveller

sabhêta hi. Civilization

sahîtîk sa. literary

sahîtîya sa. literature

şaîr ar. poet

şaîr ar. poet

şaîrane poetically

sanskrît sa. civilization

sanskrîtî sa. culture

sanskrîtîk Sa. cultural

satir ar. line

scientia la. science

scientism fr. scientism

sebeb ar. reason

serf ar. etymology

sermaye fa. capital

sermayedar capitalist

sermayedartî capitalism

servenam sa.  pronoun

şêwe patois

şêwezar subdialect

seyah ar. traveller

seyahet ar. travel

seyahetname fa. traveller’s book

sifet ar.  adjective

şiîr ar. poem

sociolog fr. sociologist

sociologic la. sociological

sociology la. sociology

svanîm sa. phoneme

svar sa. vowel

tarîx ar.  history

tekst la. text

tercûme ar.  translation

tom el. volume

transitiv la. transitive

ûpsanskrîtî sa. subculture

vatox narrator

veîyakirin sa. grammarian

verb la. verb

vîşeşan sa. adjective

vîşeşana krîya sa. adverb

vîyakaran sa. grammar

vocal la. vowel

vocativ la. vocative

wîlayet ar. province

xame pen

xeber ar. news

xwende reader

xwendedan lecturer

xweşbêj orator, narrator

yatrî hi. traveller

zana guru

zanîn know, knowledge, science

zaniş science

zanişman scientist

zanişme information

zanişmend scientist

zanyar scientist

zar dialect

zemîr ar. pronoun

zerf ar. adverb

zerya par. sea

zeryaî mariner

zimanê maderî fa. mother tongue

zimanzan linguist

zimanzanî linguistic

zimanzanîn linguistics

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev