KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -6

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -6

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 153an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 153

 

BEJINA TE ZIRAVE

 

Bejina te zirave,

Dare-ji dara vê hinarê,

Hêşînkirye li Stembola wêran, ber dikanê.

Memikê kawa min usanin,

Mînanî bax û baxçê Hayastanê, xurmê Îranê,

Şîrinbûna nayê xarinê.

 

Xanimê, bejina te zirave, dara ji dara sêvê

Şînkirîe Elegezê herî jorîn

Bira surra sivê, bangê êvarê,

Bira ji xwera lê bê.

Bira usa qirar be, ez yekê bînim

Navê teyî lê be,

Sivan û êvara bira sebra dilê min pê bê.

 

LÊ, LÊ GEWRÊ

 

Lê, lê, Gewrê, dilê min li wê ma,

Gul sosin, rihan, li eteka çîyê man,

Xwezila sala îsalî min bizanibûya.

Kawa kubar, çevêd belek, bejina zirav, dêmêd gulî hîvya kê ma.

 

Lê, lê Gewrê!

Dilê min tavîya berfê, vê baranê,

Girtîye doşa Elegezê, yêqîm dibare li Axbaranê,

Eger tu navê min pirs dikî,

Mala minê doşa Elegezê, nêzîkî vê Sîçanê.

 

Keçik divê: -Lo, lo germe, germe,

Çi tevînga berfê, baranê daye li ser me,

Gede qurba eger tu navê min pirs dikî,

Navê min têlî Seyrane,

Lê hema ezê navê qewmê bavê xwe tera nevêjim.

 

Lê, lê Gewrê, te li çeva, brûyan û bijanga,

Hêşîn kirye Elegezê jorîn, devê zanga,

Ezê dîna ewe didimê, reng û rûyê keleş kawa min tunîne,

Hemû destê xewê van berbanga.

 

Sibeye, kawa min cêrê xwe hilda meşya avêd kanyane sare.

Ser çevê xwe şûştibû, bi sabûnê,

Sabûnê dox-doxtirxanê,

Sûrtêd sor sorkiribû soran û gulava,

Xelqê delalî usane, mîna qazan û werdekan,

Bira peya bin dorê çeman û kanyan,

Bera berê êvarê bifirrin, berê xwe bidin Elegeza wêran sî û tevê.

 

Got: Esoyê Cewo, 46 salî, nexwendî, ji gundê Qulîbegê, li ser nehya Oktyabrê.

 

XANIMÊ

 

Xanimê, Xinûs xweşe, Bîngol berda,

Were vê kulmalê ezman sayî, kurtik serda,

Te dilê min kirye telê xûnê, miskenê kulan û derda,

Xanima min ketîye destê kotîkî, şindoyê şeredî mêra,

Ne tê kuştin, ne tê berdan.

 

Xanimê tu xanimî, tu cahilî, tu cînarî,

Xanimê, sîngê te zozane:

Serê memika sore, kokê memika kokmircane,

Notla brincê vê Îranê, na welle dîsa nola

Kavlînga xas û baxçê vê Rewanê,

Were canê, were Dîlber xanimê.

Xanimê, bejina keleş kawa min dare-dara sipingdarê,

Hêşîn dike Stembola kavil ber derê vê dikanê.

 

De divê nîşan dike nola kulîkê biharê sore gevez dike,

Were canê, were Dîlber xanimê.

 

De divê xanimê, bejina keleş kawa min,

Dare ji dara sêvê,

Hêşîn dike Elegezî jorin,

Bira surra sibê xwera lê bê,

Ezê kulmalê, ezê yekê bînim

Navê teyî lê be.

 

De bira şev di nîveka di şevê be,

Sebira dilê min pêra lê bê,

Xanimê, tu xanimî, cahilî, tu cînarî.

 

Got: Kerîmê Şebab, 30 salî, ji gundê Qulîbegê.

 

KINÊ ÇÎYA BILINDE

 

Kinê çîya bilinde, rê di berda

Te çevreşê birû serra,

Ezê diçim, tu dila navînim ser tera.

 

Kinê, çîya bilinde, te navînim,

Gul Sosin, rihan şînbûne, naçirpînim,

Ezê tu dila ser dilê xwe û tera nahebînim.

 

Kinê, çi zevînga derê meda,

Genim gihîşt, sor simil da,

Kesekê dîtîye meriv du dila xwera bigire,

Yek here şeherekî dûr, yek bimîne di gundda.

 

Kinê, xema meke, xem xiravin,

Keçikê gula biçin, bira sosin dewsê ravin.

 

Kinê, nehatinê, ne li vê çûnê,

Gavkê were cem me rûnê,

Şevekê nîvêşevê bive mêvanê min çîlê, min bedewê.

 

Kinê bejina kawa min dêreye,

Dêre ji dêre jê zêdeye,

De tu were ramûsanekê min keremke,

Axir dewre bêfeydeye.

Kinê avê meyne li van bîra,

Meke gura xeberê şêxa, pîra.

 

Got: Hesenê Egît, 14salî, ji gundê Qulîbegê, li ser nehya Oktyabrê.

 

LA WÎ LO, LO

 

Minê gede lawikê xwera stendîye krasekî çifte xasê,

Nava kaxezê du qedekê ale,

La wî lo, lo, la wî, lo, lo,

Lo wî lê, lê, lo wî lê, lê.

 

Ezê du qîzê ereba hildim herim pêşîyê,

Ezê li ber bigerim, li ber bigirîm

Belkî hildime bînime male,

La wî lo, lo, la wî, lo, lo,

Lo wî lê, lê, lo wî lê, lê.

 

Minê gede lawikê xwera stendîye krasekî çifte xasê,

Nav kaxezê du qedeke,

Ezêê bidime ser terzîyê Avropayê pêsîr û bedenê veke,

La wî lo, lo, la wî, lo, lo,

Lo wî lê, lê, lo wî lê, lê.

 

Ezê du qîzê ereba hildim herme pêşîyê,

Li ber bigirîm, li ber bigerim,

Belkî li xweke,

La wî lo, lo, la wî, lo, lo,

Lo wî lê, lê, lo wî lê, lê.

 

Got: Memedê Memed

 

ZEWALÊ

 

Zewalê, min nizanibû dinya waye,

Gede, me li hafa Şemşaratê,

De tu rave agirê kulê beyta bavê xwe xe,

Serê xwe girêde, temezîyê bavê rû hêratê,

Dikim nifirîkê li te bikim.

Ezê nifirîkê te bikim, belkî mala bavê te here ber mîratê.

 

Ya zerîya nevêj,

Ezê kina xwera bazarkim morî, mircan hevxî nav êncîya,

Kirasekî hatî bişînim cem qîzê kîka, mila,

Bira nexiş-nemûşê Mûşê gişkî lêke.

 

Got: Hesoyê Misto, ji gundê Qulîbeglûyê, li ser nehya Oktyabrê.

 

HERÊ LO, LO

 

Herê lo, lo, wê rojê şilî bû,

Pezê mala babê te gund bû,

Mîya reşe li kulê bû,

Berxa te jî hemêza te bû,

Baê jorîn lêxistibû,

Bişkoşka zefla te vebûbû,

Cotek kewê gozel têda xuya bû.

 

Li min rabû bakî baranê, wa bi leze,

Danî van berreza,

Hezar xwezil li evdî û îsana,

Serkê xwe danî, raza paşila di kala.

 

Bejina te zirave,

Ji takî rihana berî malê.

Çevê te reşe, mîna qulinga û qaze,

Tuê were şê biskê ber meda dorî têlî saze.

Te dilê min evdala xwedê

Kirî derdana ha ji vê kulan.

 

Got: Hovannês Poxosyan

 

HERÊ RINDÊ

 

Herê rind, herê rind, herê rind, rinda min,

Herê rinda mine elmanî

Ji bextê minda bêrîvanî.

 

Herê rind, herê rind, herê rind, rinda min,

Law dajo erebeyê,

Kes nabêje law guneye,

Herê rind, herê rind, herê rind, rinda min.

 

CIBIRÎ

 

Cibirî qurban, ez diherim, tu dimînî,

Kon bi kona te bigerînî,

Dê tune ko bimêjînî,

Fehma xasû, fehma keran,

Qet fem nake van xeberan,

Lûrî, lûrî, lûrî Cibirî.

 

Cibirîyê min ji êvarda nav lihêf û doşekê razaye,

Kêleka xwe daye kêleka xanim, xatûna min

Ser rûya evdaye,

Lûrî, lûrî, lûrî Cibrî.

 

Got: Tono, ji gundê Qotûrê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev