PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -6

PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -6

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” cara pêşin beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa şeşan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 153

 

Anegorî zanînên nivîskarê tirk, Ali Kemalî, serhildan li ser mezîla weke 15.000 metrên çargoşe diçû. 15 desteyên Kurdan dijî Tirkan dikirine şerr. Di her yekê da ji 100 hetanî 1500 esker hebûn. Li ser hev, di nava tabûr û alayên Kurdên çekdar da ji 6000 esker zêdetir hebûn (136, r. 163).

Lîderên pêşmergên Kurdan, ku xwediyên hêzeke mezin bûn û gihîştibûn destanînên usa, di 11 adar 1921 da têlêgramek li ser navê sedrê CTMM şand û tê da dixwest ku wilayeteke nuh ji qezayên Konçgirî, Divrigî, Refaqiye, Kuruçay û Kemaxê, ku piraniya bineciyên wan Kurd bûn, saz bikin û ku waliyê wê wargehê Kurd be û ji cî be. Rast e, daxwaziya Kurdan tiştekî pir mizin jî nîn bû, hukûmeta Ankarê dij derket û got ku ewê li pirsê binihêre û razî bike.

Dewsa wê yekê, ew ket nava rewşeke giran û tewlebazî da xwe ku polîtîkake usa bide derbas kirin ku ji heqê Kurdan bê der. Bona dubendiyêdutîretiyê bixe nava serhildana Kurdan, hukûmetê dêlêgasyonek şand wilayetên Rohilatê, bi serokatiya sedrê dadgehê, Kurdê Bitlîsê, Şefîq, ê ku bi rêberiya çend begên Kurdan ji navça Sîvasê di 15 adar 1921 da hat gundê kurdî Boxazwiranê. Wî da zanîn ku ew bixwe Kurd e, piştvanê tevgera Kurdan e, nûnerê hukûmetê ye û bi navê wê hatiye bona tevî serokên Kurdan hevpeyvînan derbaske. Ew “Kurd, piştvanê Kurdan”, tenê hêvî dikir ku hetanî dawiya hevpeyvînan Kurd tevgera xwe ya dijî Tirkan bidin sekinandin. Û divê ku bê zanîn ku di nava serokatiya serhildanê da dîsa “piştvanên tevgera Kurdan”, wek Heyder Begê ku bi Şefîq re bû û bi wê yekê va derbeke xedar gîhande şerkariya Kurdan li wê navçê, peyda bûn.

Em bidin xuya kirin ku hetanî ku hevpeyvîn derbas dibûn, qumandarê koma eskerî ya merkezî, Nûreddîn Paşa, tedbîreke şerrê dijî Kurdan didît. Bi vî awayî, di 12 adar 1921 da, alaya suwariya 53mîn ji Yozgatê dest pê kir û berê xwe da Sîvasê. Di 14 adar da, tabûrên opêratîv ên dîvîzyona Smîn li Amasyayê,

usa jî du tabûrên polka lOmîn ya dîvîzyona 5mîn, ku li Mêrfîzonê bûn, xût hatin wira. Hema wê rojê, qumandariya koma eskerî ya merkezî biryar qebûl kir ku dest bi teşwîqkirina bajariyan li navçeyên nêzîk bike. Eskerên cendirme, û herweha yên li Sîvas, Yozgat, Amasya, Mêrzîfon, Tokat, Erzincan, Baybûrt, Girêcor, Şabîn-Karaxîsar, Çemîşkizik, Arabkîr û navçeyên mayîn jî, ketine bin qolê qumandariya koma eskerên merkezî. Qumandariya Tirkan, ku ew hêz berevî ser hev kirin, li wilayetên Sîvas, Elaziê û Erzincanê halê qaydeder îlan kir.

Tevî wê yekê, hukÛmetê, ku dixwest daxwaziyên Kurdan azirûke (zelal bike), li ser navê lîderên Kurdan têlêgramek şand û tê da xwest bizanibe ka ewê şerrê xwe berdewam bikin. Di bersîva wê têlêgramê da, Kurdên Dersîmê bi navê serokên xwe îlan kir ku “ji ber ku ew dizanin ku hukûmeta Tirkiyê dixwaze qira Kurdan bîne, wek wan qira Ermeniyan anî, ewê şerrê xwe berdewam bikin hetanî bigihîjin mafên xwe yên millî û parastina wan a zagonî” (126, r. 146).

Divê bê gotin ku liberxweketina hukûmeta Tirkiyê ji bo rewşa Dersîmê ewqas pirr bû ku ew mecbûr bû pareke eskerên Tirkan ji pêşeniya Yûnanistanê derxe û ew dijî Kurdan bişîne. Bi vî awayî, zûtirekê dîvîzyona suwarî ya 14mîn û brîgada suwarî ya 13mîn şandin Sîvasê. Bilî wê, bona pêşiya serhildana Kurdan ku ber bi rohilatê û başûr belav dibû bigire, hukûmetê gelek esker şandin Elazig û Erzincanê. Eskerên Tirkan riyên Sîvas-Kengal-Meletye- Elazig-Sîvas-Zara hildan bin kontrola xwe û pirên li ser çemên Ferat û Diclê, ku Dersîm bi Elazigê ra dida girêdan, û herweha bi Arabkîr, Meletye, Êgîn û Kemaxê û bi riyên mayîn ên giring dida girêdan, xistin bin destên xwe.

Rast e, behareke sar bû, lê ferman dane eskeran ku êrîş bikin. Xwezma li navça di navbera Dersîm û Erzîncanê da şerrekî giran çû. Mecalên Nûreddîn Paşa yên cezakirinê lîderên Kurdan dan bawer kirin ku Kemalîstan naxwazin sozdayînên xwe bînin cî, ne jî daxwaziyên wan ên biçûktirîn bînin cî; hela Heyder Beg jî baweriya xwe êdî bi sozdayînên Tirkan ne dianî û tevî şerê dijî wan bû. Şerr li ser riya Sîvas-Koçxîsar-Zara û Sîvas-Kengal gumreh bû. Hemû Kurdên biçûk û mezin, ew hemû kes, ku wek dibêjin destê wan digirt, mêr, jin, kalmêr û pîrejin, zaro, çiqas ku ji destê wan dihat tevî şerrê dijî Tirkan dibûn, bi mêranî li ber xwe dida. Lê hêz weke hev nîn bûn. Pêşmerge li ber zordayîna Kemalîstan ku çend caran li ser Kurdan ra bûn, mecbûr bûn paş da vekişin. Gelek serokên Kurdan bi mêranî şehîd bûn. Di wî halî da, serokên Kurdan biryar kir ku jin û zaran bişînin Dersîmê. Di 24 nîsan 1921 da, Heyder Beg bi 2000 meriv ber bi riya Erzîncan û Pûlûmyûrê liviya (ango ber bi hêla başûr-rohilatê), bona blgihîje Dersîmê. Ewê ku eskerên Tirkan pey wî digeriyan hat, gihîşte eşîrên Kurêşî û Beleban; ji vira niyeta Heyder Beg hebû ku bi riya çiya û kendalan bikeve Dersîmê. Lê dewsa stendina alîkariyê, serekeşîrê Kurêşiyan, Kor Paşo, bona ber çavê Tirkan xwe  xweş bike, bi desê xwe bi çend hezar mirovan derkete pêşiya Heyder Beg û îlan kir ku ewê dijî pêşmergan de st bi şerr bike, eger ew lingê xwe bavêjin ser axa “wî”. Heyder Beg, ku ev derba xedar ji piştê stend, tevî şervanên xwe berê xwe da çiyayên Koçgirî ku tê da di navbera pêşmergan û eskerên Tirkan da, ku hev berbat dikirin, şerrekî giran diçû.

Xwezma cerda Osman Topal Axa gelek ecêb-nenere anîn serê Kurdan. Di wan gundên ku ew xistibûn bin destê xwe da, bawerbike temamiya bineciyan qir kir. Gava V. Frûnzê di derheqa hovîtiyên wî derebegê cellad, ê ku ji aliyê eskerên hukûmetê pêş da dihat, da dipeyive, dinivîse : “Gelek dem ne buhuriye, gava serokekî Lazan ê navdar, ku desteke Lazên rizadil di bin hukmê wî da bû, bi şûr û agir ji riya navçeyên Kurdan ku dijî Tirkan rabûbûn li Anatolya Rohilatê ra derbas bû” (105, r. 278).

Nûreddîn Paşa ku dixwest derbeke xedar bigihîne pêşmergan, biryar kir ew bêserî bike. Wî li ber begên Sîvasê, ku xwe dabûne hêla Tirkan, pêşniyar kir ku li ser riya pêşeniyê tevî Heyder Beg bikevin nava kontaktê û wî bidin bawer kirin ku ew bê Sîvasê ji bo hevpeyvînan derbaskin. Heyder Beg, ku yekî jêhatî nîn bû, vê carê jî xapiya. Ew bi destê xwe bi 1000 mirovî hate barêgeha qumandariya ordiya Tirkan li Sîvasê û tevî 400 rêber hate girtin, lê 600 eskerên mayîn şandin wilayetên roavayê ku ew tê da rind hatin lêxistin û hesabê wan hat der. Ev derdayîn-ketina Heyder Beg a nuh bû delîleke baş ji bo serhildana Kurdan. Bilî wê ku wî serhilên kurd dan s ist kirin, wî ziyaneke moral jî gihande wan. Çi ku dimîne di derheqa dîwana Tirkiyê da, hovîtiya wê ya di hindava Kurdan da bêtewşe xwediyên armancên dûr bûn. Yek ji wan ew bû ku yên şikber ji tevgerê dûr bixin, û bi rastî jî, gelek ji serhildanê dûr ketin. Pêşmergeyên mayîn ku serokatiya wan Elîşêr, Nûrî, Sebrî, Memet Elî, Cingiz, Memo Terbezalî, Kamil Ezîz, Dîlo, Paşa Abbas û yên mayîn dikir, bêçare bûn û vekişiyan navçeyên Dersîmê yên çiyayî ku tê da gotî haziriyaşerrê nuh bibûna.

Di pratîkê da xuya bû ku serhildana Dersîmê bin ket. Qumandariya eskerên Tirkan li Sîvasê îlaneke ku tê da dihat gotin ku di nava şerr da 113 Kurd hatine kuştin û 159 jî dîl girtin weşand. Usa jî navdarekî Kurdên Koçgiriyê, Azemet Behrî Beg, herweha Sabit Beg, Filik Elî, Xemo, Ezîz, Takî, Pehlewî, Huseyn Aşûr û yên mayîn, dîl ketin. Wê demê 2000 tiving û cebirxana mayîn hatin zevt kirin (126, r. 159).

Mehkema eskerî ya qaydeder li Sîvasê, piştî hincirandina serhildanê, 400 gunehkar dan mehkemê û Heyder Elî Beg, Seîd Ezîzî û 15 hevalên wan jî gulle kirin, lê bona Elîşêr, M. Nûrî, Mehmûd Mustefa Paşaoglu, Memo Terbezali, Dîlo, Sebrî û 95 serhilên mayîn bi cûre dûreke biryara gullekirinê ji wan ra derxist. Gunehkarên mayîn anegorî sûcê xwe hatin girtin, li ser 5 salan hetanî xelasiya jiyana wan. Ji 400 kes tenê 110 kes hatin efû kirin, lê ew jî ber bi navçeyên welêt ên cihê-cihê hatin raqetandin.

Hincirandina wê serhildanê ji Dersîmê ra aşîtî ne anî, rewş dîsa rehet nîn bû. Awakî berxwedayînê ew bû ku Kurdan ji dîwana Tirkiyê dixwest ku girtiyên hebsan berde. Kurdan têlêgram dişandin Ankarê û gazinên xwe dikirin ku li ser riyên Erzîncan- Kemax-Êngînê, hetanî navçeyên Zara û Dîvrîgiyê jî, şerr berdewam e û ku sûc yê Tirkan e. Di nava rewşa Kemalîstan a dijwar da, gava pêwîst bû hemû hêzên xwe bikin yek bona pêşeniya Roava, dijî eskerên yûnan şerr bikin. CTMM, bi pêşniyara M.Kemal, biryara mehkema qaydeder li Sîvasê di hindava girtiyên Kurdan (bilî Elîşêr û M. Nûrî) da hildan (efû kir, ew bexişandin). Bawer bike, ew hemû Kurdan ku biryara gullekirin ji wan ra derxistibû hatin berdan. Lê bexişandin li ser wan Kurdên ku teslîmî eskerên Tirkan ne bûn û xwe li çiya veşart belav ne dibû. Kurdan, ku di rewşa “cerdbaşiyan da” man, wek ku Tirkiyê ew usa bi nav dikirin, karê xwe yê li Dersîmê, ku tê da hukmê dîwana Tirkiyê tu nebû, dîsa berdewam dikir, dev jê ber ne dida. Ji bo nimûnê, li Agdê, ku bi temamî di bin destê Seyid Riza da bû, ala Kurdistanê dimilmilî û dîwana Tirkiyê nikaribû tu tiş tî jî bike.

Lê ew giliyeke din e ku hukûmeta Tirkiyê serildan dabÛ hincirandin û hukmê wê êdî li vira tu nebû, û giliyeke din e ku Kurd jî ne gihîştin armanca xwe – ango destxistina mafên millî, qet nebe yên piçûk -. Sebebên derdayîna (binketin) tevgerên Kurdan çend faktorên ku em li jêr raberî guhdariya we dikin bûn :

1- Berî her tiştî, divê ku em karaktêrê mexlûqiyeta Kurdan ya derebegî-eşîretiyê û dereca hevgirtina wan a millî ku bû sebeb û ne dihişt ku ew di nava şerkariya xwe da bi yek bin nîşan bidin. Dijîhevbûnên civakî di nava mexlûqetiya Kurdan da, tunebûna hewaskariyên Kurdên kesîb ku pir bûn, ferqiya di navbera kesîbên kurd û dewlemendên kurd gelek serekeşîr mecbûr dikir ku bikevin nava koma nasyonalîstên tirk, yên ku wek dijminên tevgera kurdî ya millî-azadariyê hesab dibûn.

2- Cihêbûna dîndarî-olperestiyê di nava hinek komên Kurdan da nebawerî pêş da danî. Tevî wê yekê, rewşenbîriya Kurdan a burjuwa, ku nuh hatibû damezrandin, ku dikaribû vekirî şerkarî bona yekîtiya hemû hêzên millî bikira, hela gelekî sist bû. Serhildana Koçgirî, bawerbike, bi temamî ji aliyê endamên Komela Damezrandina Kurdistanê hatibû amade kirin, lê di wê demê da, ew komel ji hev belav bû. Loma jî rêxistina Kurdan a polîtîk tu nebû ku bikaribûya serokatiya serhildanê bike, û loma jî serhildana Dersîmê çiqas bi hêz bû jî, lê ne ya millî bû, ango ya bi fikra cî bû, hejeke millî nîn bû.

3- Divê ku em bi xusûsî wê yekê bidin nîşan dan ku serokên tevgera Kurdan, ku ji gelê xwe hatibûn birîn, cama xem û xeyalên wî tê ne digihîştin. Wan, ku ji aliyê gel piştgirî ne distand, ne tenê cama tevger bi riya ne ras t dibir, lê usa jî baweriya xwe li gel ne danî; ne ku hêviya xwe bi gel ra danî, lê hêviya xwe danîbû ser “piştgiriya” empêryalîstan, cama jî ser … Kemalîstan. Loma jî bextê Kurdan ne ku di şerkariya bona serbestiyê dihat biryar kirin, lê di salonên dîplomasiyê da, û bi wê yekê va rê ber bi her awayê provokasyonan di nav pirsa Kurdî da vedibû. Hema xût bi wê yekê va, tê şirove kirin ku bextê tevgera Kurdan a wê demê bê gelê kurd dihate qerar kirin. Loma jî li konfêransa Lozanê dewletên empêryalîst tevî Kemalîstan pirsa Kurdan, wek dibêjin, bindoşek kir.

Ev hemû behane û sebebên mayîn bûn qesasê serê binketina serhildana Koçgirî-Dersîmê, nenihêrî Kurdan mêranî û pêşengîke bêhempa nîşan dan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev