Pirsa we û bersîva me – 101

Pirsa we û bersîva me – 101

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê pirs û bersîvên me taybet in. Nivîskarê malpera me Alî Kut (di malpera me da navê wî Gird Elî ye), ku serokê Komeleya nivîskarên kurd li Swedê ye, pêşnîyar kir vê carê ne ku xwendevan pirsan ji me bikin û em bersîvan bidin, lê xebatkarên malperê pirsan bikin, bira xwendevan bersîvê bidin. Me pêşnîyara wî qebûl kir. Rêvebira vê beşa malpera me Nura Şane û berpirsyarê malperê Têmûrê Xelîl çend pirs amade kirin û birêz Ali Kut ra şandin. Wî jî bi awayekî profesyonal bersîvên dagirtî, têr û tije dane me. Fermo, hûn jî wê lezetê bibînin, ku me dît.

 

Pirsên Nura Şane û Têmûrê Xelîl û bersîvên Ali Kut

 

Pirs: Birêz Ali Kut, emê çend pirsan derbarê civîna ser Rewşa kurdî li Kurdistana Bakur û Tirkîyê bikin, ku li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê hate derbazkirin û tu yek ji çar modêratan bûyî. Yên din birêz M. Selîm Uzun, Mehmûd Lewendî û Remzî Kerîm bûn.

 

Bersîv: -Berî ku ez bersîva pirsên we bidim, ezê ronîkirinekê bikim, da ku xwendevan ji pirs û bersîvên me sûd bigirin.

 

Wekî min soz da, ezê hewl bidim bersiva pirsên we bidim, lê berya wê dixwazim bi çend rêzikan amanc û sedemên vê civînê bînim ziman. Weke axeverê pêşin, di vê civînê de min xwest vê bêjim: Şîyarbûna milî ya Kurdistana Bakur di gellek qonaxan re derbas bûye. Nifşê me ku piştî salên 1970 î (kêm zêde) dest bi meselê kirin, di wê plan û bawerîyê de bû ku, em dê bi şer welatê xwe rizgar bikin. Rêkxistin li gorî vê felsefê bi rêk ve diçûn. Şerê bi çek ê gerîla wê rê li ber vê vekira. Loma, problema ziman û nasnamê tunebû. Bi qandî ez dizanim, hemî grûb û partîyan karê propagandê, nivis, belavok, xwendin hemî bi zimanê serdest, ango, tirkî dikirin. Heta programên partîyan jî ku dinivisîn ”zimanê fermî ê Kurdistanê ê kurdî be” lê ev jî bi tirkî dinivisandin (mimkin e ku awerte hebin, ji sedî sed idia nakim, bi gelemperî dibêjim). Derdekî me ê nasnamê û ziman nebû. Çawa ba, me Kurdistan azad dikir û ev tiştên din hemî otomatîk li cihê xwe diedilîn! Lê me Kurdistan rizgar nekir, bi hev ketin, wekî noka tu li kevir xe, ji hev bela bûn, her yek ji me li welatekî bû koçber û dijmin ji nû de welatê me cara duyem fetih kir. Ev qismê ku em hatin diyasporayê, bi taybet jî ên li Swêdê, me fam kir ku nasnameyek û li gel vê jî zimanek ji me re divê. Heta wê gavê me Kurdistan tenê ax dizanî. Li diyasporayê em fêr bûn ku li gel axê û bi qandî wê bi qîmet, nasnameyek jî divê. Naveroka vê nasnamê jî kulturek milî bû û ev jî zimanê kurdî bû. Li ba me dibên, av disekine lê dijmin nasekine! Nîrê asimîlasyonê ji histuwê kurdan kêm nebû. Û ji bo vê pêk bînin dewleta Romê ne tenê pere xerç kirin, metodên asimîlasyonê jî guhertin. Ta roja me ku em vê xetere dibînin, mesele gihiştiye radeyek xeternak ku hebûna me ji holê radike. Amanc û sedema vê civînê bi kurtî ev e, da em hişyarîyekê bidin siyasetzan û ronakbîrên xwe da çareserî û metodên berxwedanê ji bo hebûna nasname û zimanê kurdî peyda bikin, xurt bikin ku rê li ber asimîlasyonê bigrin, bandora wê kêm bikin. Belbî li pêş em çend civînên din jî bi heman armancê li dar xin.

Îca em vegerim ser pirsên we:

 

Pirs1: Kurmancîya we herçaran jî gelek xweş bû. Lê bo çi kurmancîya gundîyên we, cînarên we, hevalên we ku hûn li rex hev mezin bûne, ne wek ya we xweş e? Ma sûc yê tirkan e?

 

Bersiv-1: Bêguman, berpirsê, hemî kambaxîyên ku bi serê me de hatine, dewleta tirk e. Wan ji bo me asîmle bikin hemû îmkan bi kar anîne. Lê dema ku ez dibêm ez kurd im û bi kurdî nizanîbim, ev kêmasî ya min e. Cîran û gundîyên min ku vê dawîyê mezin bûne, belbî bi qandî min kurdî nizanîbin, lewra zimanê min î nivisandinê kurdî ye.

 

Pirs 2: We sûcê neaxivîna kurdî kire situyê tirkan, ku dibistanên kurdî tunene. Ma qey li dibistanên kurdî fêrî axavtina kurdî dikin, an fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dikin? Ji xwe zarok kurdî nizanibe, nikare here wê mektebê.

 

Bersiv-2: Me jî qe tirkî nizanîbû û di dibistanê de fêrî tirkî bûn. Bêguman, meriv axaftina kurdî li mal û nav civakê fêr dibe, le kek Remzî Kerîm li ser mesela ku zimanek çawa dikane bijî, hebûna xwe biparêze, rawestiya. An dibistan an jî mal û civak, dema ku ev her du jî têk biçin wê demê zimanek winda dibe. Xetera li ser kurdî îro ev e. Êrîşek dualî ye.

 

Pirs3: We got, ku tesîra têlêvîzyonên tirkan li ser asîmîlyasyonê pir e. Eger em tenê behsa zimên dikin, di dîroka Bakur da têlêvîzyonên herî xurt TRT 6 û Dunya TV bûn. Gelo bo çi kurd dîna xwe didane têlêvîzyonên tirkan ne didane yên kurdî? Sûc yê tirkan e?

 

Bersiv-3: Sûc bêşik yê tirkan e! Televizyon û weşangerî îmkan û pere jê re divê. Di sistemek kapîtalist de rikeberî heye. Kurd belbî salê 4 filman nikarin çêkin lê tirk hezar filmî çê dikin. Bêguman eviya bandora xwe li ser bîneran dike.

 

Pirs4: We behsa wê yekê ne kir, ku dema tirkan got destûra kurdan heye di mekteban da dersên zimanê kurdî derbaz bibin, hevalan nehîşt, gotin tirk dixwezin me bixapînin. Gelo sûc ne yê hevalan bû?

 

Bersiv-4: Ji xwe derdê “hevalan” derdê ser derda ye! Hevalan, ne tenê kurdên Bakur fêrî tirkî kirin ên perçên din jî hemî fêrî tirkî kirin. Milîbûn, ax, al û ziman e! Amancek hevalan welê tuneye û divê em nema gazincên xwe ji wan bikin.

 

Pirs5: Rewşa kurdî niha ketîye wê rojê, ku dema kurdek li Kurdistanê bi kurdî dinivîse, dibe leheng. Kurdê ku di navbera tirkî û kurdî da asê maye û kurdî bo nivîsandinê hildibijêre bo çi dibe leneg, lê kurdê ku di rûsî, ermenî û kurdî da asê maye û kurdî hildibijêre, ne leheng e?

 

Bersiv-5: Bersiva min bo vê pirsê eyan e û lehengên me yên herî pêşin jî li gel koma HAWARê ên dawî ne ku tu behsa wan dikî. Û ji bo navê wan rêz bikim ê rûpel têr nekin tenê weke mînak, yekî rehmetî, Erebê Şemo û yekî dijî (Xwedê emrê wî bike hezarsalî) Têmurê Xelîl.

 

Pirs6: Tirk nahêlin hûn navên gundên xwe ku kirine tirkî, car din bikin kurdî? Di rastîyê da tirk dihêlin, lê şaredarên kurd (an jî esil kurd) nahêlin!

 

Bersiv-6: Milîbûn sînorek e, xeteke sor e, pakêteke prensîban e, felsefeyeke jiyanê ye. Eger meriv milî bifikire divê van tiştan tevî bike, haşa li kûçikekî xwe jî navekî bi tirkî danayne. Lê, mixabin hinek ji me ne milî ne!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev