Di Zargotinê de rista jina Kurd û ya dengbêjiyê

Di Zargotinê de rista jina Kurd û ya dengbêjiyê

Xudanê vê berhemê birêz Mustafa Borak vê pirtûka xwe ji malpera me ra şandîye bi hêvîya ku em bikaribin hinek beşan jê çap bikin. Di vê berhemê da çîrokên biwêjan zêdetir li ser zargotina kurdî ne. Em beşeke balkêş li jêr raberî we dikin.

 

Mustafa Borak

Ên ku bi xebatên zargotinê re mijûl bûne, dawiya dawî bi xwe mikur hatine ku di navenda zargotinê de jinê cî girtiye. Jin hem afirînerê folklorê, hem jî pêşkêşvanê wê ne. Di her qadên jiyanê de şopa jinan dixuye. Lewre barê jiyanê herî zêde li ser pişta wan e. Di şer de jî, di aştiyê de jî jin hem sedem in, hem jî encam in; çimkî jin serkarê jiyanê bi xwe ne.

Jina Kurd di şînan de, di şahiyan de, di bin tedaya bav û birayan de, ji ber bêbextiya hezkiryan û li bin zulma mêran de giryaye û derd û kulên xwe, êş û kederên xwe di kilaman de aniye zimên. Jinê qundaxa xwe hejandiye lorandiye, hene lêdana destê qîz û kur û bûkan de, şa bûye, lîlandiye. Jinê di serhildan, qetlîam û sirgûnan de giryaye û gotiye; di pevçûnên eşîr û malbatan de giryaye û gotiye. Bi kurtasî ji ken zêdetir giriyaye û jana dilê xwe jî di nava kilam û stranan de helandiye. Di van kilam û stranan de ne tenê derdê xwe, her wiha derdê hawîrdora xwe, derdê êl û civaka xwe jî aniye zimên. Wan êş û kederan, wê erdnîgariya ku tim bûye warê agir û xwînê, reng û rewşa jina Kurd li gorî xwe honandiye. Di encama wê rewşê de jina Kurd bûye reng û dengê civaka Kurd, bûye derdbêj û bûye dengbêj. Ji ber wê yekê em dibêjin, jina Kurd bûye berdevkê çanda Kurd ya devkî.

Di hêla din de dengbêjan jî barek pir giran, barê çand û zimanê kurdî hilgirtine ser milên xwe û bi riya kilam û stranan, bi riya qewlik, çîrok çîrçîrok, destan gotinê ve bûne mamoste, bûne hostayên zimanê Kurdî. Dengbêjan di karwaniyê (piratîkê) de jî çanda devkî pêş ve birine, geş kirine û kemilandine.

Mehmet Öncû ji bo mêjûya dengbêjiyê dibêje, “Rabirdûya dengbêjiyê di Sumeriyan de dest pê dike, bi Gutî, Qasît, Mîtanî û Medan didome, heta ku tê roja me di nav Kurdan de dibe saziyeke bi hîm û qedîm.” [1]

Dengbêj bûne bingeha çanda devkî. Di sazkirina nasnameya civakê de peywireke girîng hildane ser xwe. Di şevên payîz û zivistanan de, xeyalên gel birine li çiya û baniyan gerandine, dil û mirazên gel ên tî û birçî bi nan û av kirine. Ji ber wê jî di nav civaka Kurdan de merîfet, zerengî, zanebûn û mahereta çîrokbêj û dengbêjan cihkî girîng girtiye. Lewre wan li gor rewşê, li gor pêwîstiyên jiyanê çîrok guherandine, bi gotin û şibandinên xweş ve ew xemilandine û wer pêşkêşî gel kirine. Bi wan kilam stran û destanan, bi çîrok, çîrçîrok û metelok û tiştanokan ruhê gel reng rengî xemilandine û şad kirine.

Ne tenê çîrok û qewlik û berhemên çandî lê bi taybetî di hêla muzîka Kurdî de rista dengbêjiyê gelekî girîng e. Lewre muzîka Kurdî bi taybetî ya vetûrî (kilasîk) ango dengbêjî, tenê muzîk an jî newayeke xweş nîn e, ew di heman demê de opera ye, çîrok e, sînema ye kamera ye, roman e û dîrok e. Stranên Kurdî li ser hîmekî dîrokî hatine avakirin. Ew çîrokên muzîkalî ne. Xwedî naverokeke têr û tijî ne. Di naveroka wan de dîrok, serpêhatî, mêrxasî, îxanet, evîn û hesret heye. Ji ber wê yekê dengên dengbêjan di navbera nifşên do û îro de bûne pire û ew hev dane naskirin. Dengbêj û çîrokbêjan ew mîrateya ku dewr hildane, li gor pêvajoya ku di nav de dijîn, moçik bi moçik neqişandine, parzûn kirine û ragihandine roja me.

Dengbêj, him afirîner, him îcrakar, him jî pispor û şopgerên çand û wêjeya devkî ne. Jixwe peyva dengbêj ne tenê di wateya muzîkê de ye. Peyvek hevedudanî ye û ji newayê ji muzîkê zêdetir “bêj” ango “gotin” ê derdixîne pêş.

Di heman demê de dengbêj bîra civakê ne. Hayrettîn Ekîncî di xebata xwe ya li ser dengbêjan de wiha dibêje: “Dengbêjên Kurdan, li ser hemî bûyerên takekesî, civakî û siyasî kilam û destan afirandine. Ji ber vê yekê, stranên dengbêjan arşîvên Kurdan in. Bi xêra kilaman haya Kurdên herêmên cihê cihê ji hev çêbûye. Ji vî aliyî ve kilama Kurdî, peywira medyayê jî bi cih aniye.” [2]

Walter Benjamin dibêje, “Çîrokbêj ew kes in ku pêşiya xwe dibînin û tiştên ku dibînin û dibihîzin jî bi awayekî xweş û hêja ji nifşên nû re radigihînin.”

Mîsyoner E. J. Larson jî Kurdan wek komeke poetîk bi nav dike û dibêje: “Ew evîndarên mezin ên stran û muzîkê ne.” [3]

Ji hêla din ve dema em pêvajoya çand û kultira civaka Kurd dinêrin, dibînin ku dengbêj bûne sembola şan û şerefa mîr û begên Kurdan. Axa û began gelek caran bi dengbêjên xwe ve xwe pesinandine û ji nav û dengen wan hêz girtine. Her çi qas gelek caran dengbêj ji hêla mîr, axa û began ve hatibin fînansekirin jî, lê gelek caran dor hatiye ku dengbêjan ew axa û begên xwe jî rexne kirine. Hinek caran jî rê nîşanî wan dane û bi awayekî xwezahî bûne şêwirdarên axa û mîran. Di vê derbarê de helwesta Evdalê Zeynikê, ya li hember Surmelî Memed Paşa helwest û rewşeke pir balkêş e. [4]

Di dîroka dengbêjan de Evdalê Zeynikê wek mîrê dengbêjan hatiye pejirandin. Nivîskarê Tirk Yaşar Kemal ku bi eslê xwe Kurd e, Evdalê Zeynikê wek Homeros ê Kurdan bi nav kiriye û gotiye: “Evdalê Zeynikê bavê ramana min e.”

Divê her kes bizane ku dengbêjî ji bo Kurdan patentek e. Di qada navneteweyî de ji bo Kurdan taybetmendiyeke orjînal e. Ji bilî ya Kurdan tu çandek welê li cîhanê tune ye. Divê em wek wê astê rûmetê bidinê û lê xwedî derkevin. Bi taybetî li hêla Serhedê dengbêjî gelekî pêş ve çûye. Hîn ku neqediyaye, divê bi awayekî girîng li ser bê sekinandin.

Bazil Nikitin di çespandineke xwe ya din de balê dikişîne ser herîkbarî û bedewiya stran û kilamên Kurdî û bandora wê ya li ser gelê Ermen û Tirkan tîne zimên û weha pê de diçe, “Ji ber wê yekê gelê Ermen stran û kilamên Kurdî hema rasterast bi Kurdî dibêjin, Tirk jî newa (ezgiyan) wan bi kar tînin lê tenê gotinên wan diguherin zimanê Tirkî.” Îro di nav repertuara stranên tirkî de ji 3000 zêdetir muzîkên kurdî bi navê muzîka tirkî cih digire. [5]

Dîsa di pêşbaziyên dinyayê de gelek komên govendan ên Kurdan ku di cîhanê de dereceyên bilind bi dest dixin, mixabin wekî çand û folklora Tirkan tên nîşandan. Ev nirxên Kurdan ên hêja jî çawa ku navê Kurdan tê înkar kirin, bi awayekî hovane tên înkar kirin.

Ji hêla din ve divê em ji bîr nekin ku li ser ruyê cîhanê tu çandek bi tena serê xwe pêk nehatiye. Di pêvajoya dîrokê de têkiliyên gelan gelek tişt dane hev. Çi qas taybetmendiyên wan ên cuda hebin jî lê hevîrê wan di nav teştekê de, di nav axa cîhana hevpar de hatiye hasilkirin û dewê hemûyan di meşka eynî mirovahiyê de hatiye kêyan. Çimkî pêdiviya mirovan bi xeyal û hêviyan heye û pêdiviyên hemû mirovan jî dişibin hev. Pêdivî û xeyal jî ji bo pêş ve çûnê dibin lokomotîf. Ji ber wê jî gelek caran hişmendî, çand, destan, gotinên pêşiyan, biwêj û çîrokên gelan dişibin hev. Jixwe ew nirx, ew huner jî bi aqilê piranî û hevbeş (koektîf) yê hemû mirovahiyê ve pêk hatine. 

Riataza

 

[1] Hayrettîn Ekîncî Dengbêjî, Weşanên J&J (Pêşgotin) 2013 Stembol

[2] Tekin ÇİFÇİ Di Kilamên Evînî Yên Dengbêjan de Temaya Jinê (Teza lîsansa bilind) Mêrdîn 2012

[3] Mehmet Gûltekin, Zargotina Kurdên Serhedê Avesta, 2013 Stembol

 

[4] Di Şerê Çûkûrovayê yê Xozanê de Evdalê Zeynikê, rexneyan li Surmelî Memed Paşa dike. Dixwaze ew şer berde û vegere mala xwe. Jixwe balkêşiyek jî ew e ku Surmelî Memed Paşa jî di wî şerî de dimire.

 [5] NÇM (Navenda Çanda Mezopotamya Şaxa Îzmirê (Yilmaz Yildiz)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev