Pirsa Kurd/Kurdistanê ji bona gelê tirk çi encaman derdixe holê?

Pirsa Kurd/Kurdistanê ji bona gelê tirk çi encaman derdixe holê?

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Welatê me Kurdistan hatiye parçe kirin. Neteweya me jî girêdayî Kurdistanê hatiye parçe kirin.

Kurdistan di vê merheleyê de ji aliyê çar dewletan (Dewleta Tirk, Ereb, Faris) ve hatiye îşgal kirin û dagir kirin.

Neteweya me, bes li Başûrê Kurdistanê beeşek/qismî xwediyê mafên xwe yên milî, civakî, siyasî ye. Dîsa neteweya me, bes li Başûrê Kurdistanê bi wateyeke teng desthilatdar û serwer e.

Lê neteweya me, li sê parçeyên Kurdistanê (li Bakûrê Kurdistanê, li Rojhelata Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê) ji hemû mafên xwe yên milî, civakî, siyasî bêpar e.

Neteweya me li dinyayê bes neteweyekî bê dewlet e.

Neteweya me 200 sal e ku ji bona dewleta xwe têkoşîneke milî bi gelek babetan dimeşîne.

Hezar mixabin ev têkoşîn û xebatan her dem bi destên dewletan bi rêya mîlîtarîzme hat şikandin. Kurd wek netew, ji çendan qetlîaman re derbes kirin. Kurd bi sedhezaran koç ber bûn.

Nûha di Dewleta Tirk de kurdên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, ji kurdên Kurdistanê zêdetir in.

Hemandem de hîn li ser neteweya me zûlim û zordarî û kûştin û îdam dom dikin.

Em kurd baş dizanin ku çi xerabî û felaket hatine serê me û ew zûlim çewa dom dike.

Ez di vê nivîsa xwe li ser mijarek din ya taybet û balkêş dixwazim rawestim.

Ew jî, ev rewşa kurdan li Tirkiyeyê li ser tirkan û gelê Tirk çi bandor û tesîr dike.

Çaresernebûna pirsa kurd/Kurdistanê bes zerarê nade neteweya kurd. Ez di wê baweriyê de me ku neteweya Tirk jî, ji vê yekê zerareke mezin dibîne.

Ev mijara demêb bihûrî de ji aliyê lîberalên demokrat yên Tirk de jî hat niqaşe kirin. Beşekî lîberal demokratên Tirk gotin ku “divê em bihêlin ku kurd ji me veqetin û dewleta xwe ava bikin.” 

 

BI AWAYEKÎ GELÊ TIRK JÎ AZADIYA XWE WENDA DIKE…

Gotineke bi navûdeng û hatiye ceribandin heye. Ev gotina jî, “mîletê serdest û kolonyalîst ji bona ku azadiyê neteweyê bindest ji holê rakirine û serxwebûna wan ji wan girtine; ew  bi xwe jî ne azad in û ne serbixwe ne.”

Loma di destpêkê de dikarim bibêjim ku ji bona neteweya kurd ne azad e û ji mafên xwe yên milî û serwerî û desthilatdariya bêpar e; neteweya Tirk jî ne azad e, bi her awayî ne serbixwe, serwer, desthilatdar e.

Loma jî li Tirkiyeyê sed sal e ku ji bona neteweya Tirk jî ev kêmasiyan tên ser zimên.

Neteweya Tirk jî, him girêdayî rejîma jakonbenîst û kemalîst, him jî girêdayî rewşa kurdan niıkare bibe serwer û desthilatdar. Li ser navê neteweya Tirk her dem partiyek û hêzek û elîtek dibe serwer û desthilatdar.

Dema ku netweya Tirk bi wateya rasteqîne bibe serwer û desthilatdar, wê demê dikare di şiûra neteweya Tirk de guhertin çê bibe, li hemberî kurdan bi awayekî şovenîstî û nîjadparerstî ranewete.

 

GELÊ TIRK BI NEXWEŞİYA NÎJADPERESTÎ KET…

Dewleta Tirk, neteweya kurd tune qebûl kir, bi vê îdeolojiyê nexweşiyeke mezin di laşê tirkan de çêkir û vîruseke xeter xist laşe Tirkan.

Ew nexweşî û vîrus jî, nîjadperestî û şovenîzm e, ji gelên cîran re dijminitî, êrişkerî ye.

Ji vê mezintir zerarek li miletekî nabe. Loma neteweya tirk di zerareke mezin daye.

Ew nîjadperestî dibe sedem ku karbidest, dewlet, hikûmet pirsên gelê tirk jî çareser nekin. Lewra dema ku pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî yên gelê tirk tên rojevê; karbidest, hikûmet, dewlet, ji bona xwe li ser piya bihêle, pirsa neteweya kurd sedem nîşan dide, wan pirsgirêkan çareser nake.

Ew nîşanperestî dibe sedem ku gelê tirk her dem mecbûr bibe ku ji dewlet, hikûmet, karbidestan re bibin alîkar.

Ew nîjadpertestiya dibe sedem ku gelê tirk pêşiya xwe nebîne û ji hikûmetê, dewletê, karbidestan re mûxalefet bike. Daxwazên xwe yên demokratîk, maf û azadiyan, civakî, siyasî bîne ser zimên.

 

HIQÛQ JI BONA GELÊ TIRK JÎ HOLÊ RABÛ, ZERARÊ DIDE WAN…

Dewleta  Tirk, ji bona ku li Kurdistanê dagirker û kolonyalîst e, hiqûqê nas nake.

Li hemberî hewlewaliyên kurd bê hiqûqî dike. Bi taybetî jî li hemberî tevgerên milî û rêxistinên Kurdistanê hiqûqê hîç bi awayekî nas nake.

Li Kurdistanê hiqûqnenasî, hiqûq binpêkirin di heman dem de dibe sedem ku li hemberî hemwelatiyên Tirk jî bê hiqûqî bibe.

Hiqûq di dewletê de desthilatdar nebe. Karbidest, kêyfî dê hiqûqê bimeşînin.

Hezar mixabin ji bona vê jî li Tirkiyeyê hiqûq desthilatdar nîne. Her kes li hemberî hiqûqê wek hev nîne. Hiqûqa îmtîyaz ya neteweyan, û kategoriyên civakî heye.

Welatek bi hiqûqa demokratîk pêş dikeve.

 

AVABÛNA SÎSTEM Û REJÎMA DEMOKRASIYÊ MAYE Jİ BIHAREKE DIN RE…

Ji bona mirovatiyê heta nûha hatiye ceribandin ku rejîma baş û li berjewendiya neteweyan û gelan, rejîma demokrasiyê ye. Lewra demokrasî, jiyana civakî, neteweyî, çandî, fikrî, olî, mezhebî ya plûral çê dike.

Demokrasî, dibe sedem ku hemwelatî ji aliyê çandî, ilmî, perwerdeyî, aborî de pêş bikevin.

Li dewleteke ku pirr netew û kêmnetew dijîn, pîvan û qalîteya demokrasiyê, bi mûameleya wê dewletê li hemberî neteweyan bindest û kêmneteweyan diyar dibe. Dewleteke demokratîk, ji mafên neteweyan û kêmneteweyan re rêzdar dibe. Mafên neteweyan û kêm neteweyan nas dike.

Di hemandem de krîtere demoktarîkbûna dewletekê û rejîma demokrasiyê, helwesta wê ya li hemberı maf û azadiyên şexsî û kollektîf diyar dibe.

Dewleteke ji maf û azadiyên şexsî û kollektîf re rêzdar be, wan mafan biparêze, ew dewleta û rejîma demokrat dibe.

Ev pîvanan ji bona dewleta Tirk û rejîma Dewleta Tirk jî derbas dibe û dibe skalaya demokrasiyê.

Hezar mixabin ji bona ku Dewleta Tirk, mafên milî yên neteweya kurd û kêmneteweyan nas nake û binpê dike; ji maf û azadiyên şexsî û kollektîf re rêzdar nîne û wan binpê dike; bi tevayî di dewleta Tirk de ji bona tirkan jî demokrasî tune ye.

Loma em dehen sal in, ku dibêjin “demokratîkbûna dewleta Tirk, bi qezençkirina mafên milî yê kurd û naskirina wan dibe.”

Hîç şik tune ye, ku Dewleta Tirk ji bona kurdan ne demokratîk e. Lê ji bona tirkan jî ne demokrat e.

Heger Neteweya Tirk dixwaze, ku dewleta wan bibe dewletek demokratîk, divê  mafên milî yên kurdan biparêzin.

Li Kurdistanê dagirkerî û kolonyalîzm dawî be.

 

XURTKIRINA MILÎTARÎZMÊ DIBE SEDEM KU TİRK JÎ FEQÎR BIN, ABORİYA WAN TÊK BIÇE…

Dewleta Tirk ji bona ku li Kurdistanê dagirkerî û kolonyalîzma xwe bidomîne; neteweya kurd di bin hegemonya û bandora wan de be; zora tevgerên milî û rêxistinên Kurdistanê bibe; divê milîtarızmê xûrt bike û meserıfê leşkerî zêde bike.

Baş tê zanîn ku heta nûha li Hemberî Tevger û Serhildanên milî yên Kurd trîlyoneke dolat pere hatiye xerç kirin.

Ji bona ku mîlîtarîzm xurt bibe û li ser piya bisekine, meserîfekî mezin tê kirin. Di baca Dewleta Tirk de meserîfê mezintir, ji bona leşker û milîtarızmê dibe.

Ew jî dibe sedem ku Tirk jî feqîr bibin, bi giştî jî aboriya Dewleta Tirk xerab bibe.

 

ÇAND Û ZIMANÊ TIRK JÎ QELS DIBE…

Li welatekî û dewleteke pirr netewe û kêmnetewe hebin, ew ji aliyê ziman û çand de dewlemendiyek e.

Li Tirkiyeyê, hebûna kurdan û kêmneteweyan ji bona çand û zimanê Tirk jî dewlemendiyek e.

Hezar mixabin ji bona ku ziman û çanda kurd û yên kêmneteweyan qedexe ne; ziman û çanda Tirk jî qels ketiye.

Li Tirkiyeyê cehaleteke mezin çê bûye. Cîran, cîranê xwe nas nake ku tirk e, an kurd e û an jî ji kêmneteweyekî din e. An jî elewî ye, an jî sûnî ye. Misilman e û an jî Xiristiyan e.

Ji vê yekê xerabtir tiştek nabe.

Baxçe, bi pirr reng gulan baxçeyê. Dema tu li baxçeyê gulan û kulîlkên heyî ji holê rakî, baxçe jî ji holê radibe.

Nûha li Tirkiyeyê rewş ewqas xeter û ne însanî ye.

Ji bona van xeteriyan, divê neteweya tirk û gelê Tirk, ji kurdan zêdetir mafên kurdan biparêzin; çareserbûna pirsa kurd/Kurdistanê ji dewletê û ji hikûmet û karbidestên xwe daxwaz bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev